Roja Nû

 

Narîn Umer

Di þeveke bêdeng de

Çirûskek bê çeng

Li ser baskên stêrekê siwarbû

Li dora xaniyekî bêçirax firî 

Û liser banê wî danî

Çend biskên giyanî

Vehûnan ji pifandinê

Canê gerdonê

Di kaniya pîrozbahiyê de

Noqkir û diyarî li

Kakila xanî kire

Piþtî çend heyvan

Çend mehan

Malzarokekî pak

Zummênek dilovanî

Berda û got

Kurdno mirovno

Îro zayîna roja nû ye

Roja nû ji çakûçê

Hesinkarekî wê

himbêz bibe

Piþtî çend salan

Gelawêja asîman

Çirûskek ji baskên xwe

Diyarî Kawa kir û

Kawa dîroka roja nû

Afirand

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org