|
Seqayên
nivîsînê li ba Cegerxwîn??
Ez piçûk bûm dema Cegerxwîn hate mala me bi karekî xwestin û guhestinê ve girêdayî bû. Di wî demî de ez gelek matmayî mam, dema min di dît ew pêþwaziya mezin ya ku bi wî dihat kirin, ji aliyê kesên amadar ve, lewra ew wêne di hizir û nîgaþa min de hat çandin. Dîsa ez piçûk bûm dema ez bi xwîþka xwe û malxwê wê re çûm mala Cegerxwîn. Bi rastî ez ketim derya matbûn û mendehoþiyê de gava em derbasî oda wî bûn û min dêhna xwe da þopên nivîsînê li ser dîwarê odê. Min hew xwe girt û bi zarê þermê ji xwîþka xwe pirsî: Çima þopên nivîsînê li ser dîwarê odê hene?! Piþtî ew beþiþî, gote min: Çima ti vê pirsê ji seyda bi xwe nakî? çimkî ew bi tenê dikare bersiva pirsa te bide. Di vê gavê de seyda li me agahdar bû û piþtî matbûna xwe da xuyan ji vê pirsa ku Ji zarokek piçûk hatî kirin, got: Ji min re bûye gerdiþ û ayîn ku ez tênûs û pênûsa xwe danim li bin serê xwe ji berî ez razim, belkî ji niþka ve bîrokek yan jî ramanek min ji xew rake, lewra ez zû dinivîsim da ez jibîr nekim. dema ez ji xew rabim û gava ez tênûsê yan kaxezê nebînim ez li ser dîwar dinivîsim. Bi rastî pirsa min derfet da gelek amadara ku ew jî pirsên xwe yên matmayî ji wî bipirsin. Ji wan pirsan, dema yekî jê pirsî û got: Dema tu li ser mijaran diaxivî, çi wejeyî be, çi civakî û çi dîrokî be, tu mafê wê babetê bi tevayî didiyê, angu dema tu li ser koçeran dipeyîvî, em te dibînin koçerek resen ji bav û kala ve. Dema tu li ser cotyara diaxivî, em te dibînin cotyarek bê beramber, wek ku te jiyana xwe di ber cot û karê xak û zemînê de borandiye; wisa dema ku karker yan kesên dî ji civakê bêyerên mijarên te bin??!! Cegerxwîn bersiv da û got: Ji berî ez dest bi nivîsîna mijara xwe bikim, çi çandî be, çi civakî û çi dîrokî be, ez ji hemî aliyan ve baþ li ser disekinim, ta ramanên têgeheþtî li ser mijara min bi dest min dikevin, piþtî wê, ez dest bi nivîsandina xwe dikim, nimûne: Dema ez dixwazim li ser koçeran binivîsînim, ez çend caran seran li wan didim û diçim li malê wan, yan jî demê zozana ez diçim li bin konê wan û pirs û pirsiyarên bi mijara min ve girêdayî ez ji wan dikim. Li ser zozana û bêriyê astengî û aloziyên ku ew di jiyana xwe de dikiþînin û carina ez li ba wan dirazam bi þevan ta ez bi rengeke rast û dirust bi hemî aliyên mijara xwe ve dihatin girêdan. Dîsa dema ez li ser cot û cotyar diaxivîm, min berê xwe dida çend gundan û min bi cotyar û xwedî xak û zemîna re dida û distand; pirsa dezgeh û destikên cot û çandiniyê min dikir, þêwe û awayên wan û baþtirîn ev rê û þêwe di dema kar û çandiniyê de. Her weha min herdem dan û standin bi hemî kes û bûyerên mijarên xwe re dikir û bi hemî herþe û çêtiyên corecor re. Cegerxwîn bersiva xwe bi domahî kir û got: Eger em bixwazin nivîsîna me bi awayek rast û durust bigihê xwendevana, pêwîste em li jêder û makdarên bi karê me yê candî û dîrokî ve girêdayî vegerin. Dema kesekî amadar li ser rewþa jinê jê pirsî,û amadebûna wê di nivîsandina wî de û bi taybet di helbestên wî de?? Got: Jin nîvê civakê ye û çi civaka hebe pêþve naçe, eger danûsitandinê bi jinê re nekê. Wek ku afirîdek hêja ye ku jiyanek serbest û serbixwe binoþe. Çimku ew dayîka mine û jin û yara min e. Lewra ew di hemî nivîsînê min de amadare û wî ji bîr nekir ku ew gelekî pasinê gevaniya xwe bide. Di vê bîranîna 23 salî de, li derbasbûna Cegerxwîn, di rah û damarên can û giyanê me de û standina wî Nîþana Nemiriyê û herdemiyê têde, min xwest ez bi van hevokên sana û sivik, bîranîna wî pîroz bikim. Spas
ji malzaroka nivîsandinê re û bi taybet ya helbestê re ku wê ev xelata
pîroz û dilsoz diyarî me kirîye. Li Miletê kurd û li Miletê helbstê,
Cegerxwîn pîroz be. Narîn
Umer
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org