Seydayê Keleþ di dilê me de raza

 

 Narîn Omer

 

Em mirov baþ dizanin ku em li ser baskên vê gerdûna bê serî û bê binî mêvanin, em temen kurtin yan jî temen dirêjin û welê jî em rondikên bi þewat diherikînin, eger hinek ji me ji vê dinyayê koçber dibin û bardikin...barkirineke herdemî; çimkî em wisa fêrî asaya jiyanê û cîhanê bûne. Bi taybet demê yê koçber mirovekî gelekî hêja û kesekî zanyar be. Lewra ji mafê me Kurdaye ku em hêsirên miþtî li ser koçkirina helbestvanê hêja Seydayê Keleþ bi jan bibarînin, ji ber ku ew helbestvanekî mezin, nivîskarekî serbest û xebatkarekî leheng bû.

Seydaê Keleþ yek ji wan kesan bû, ku jiyanê xelata xwe daye wan û wisa temenekî dirêj diyarî wî kiriye. Helbet Seydayê Keleþ temenê xwe yê dirêj di xweþî û nexweþiya jiyanê de bihurand û gelekî di keþtiya çerxa felekê de hejiya, lê tu caran vîna wî sist nebû û baweriyên wî bi doza gelê wî nelerizî, çimkî ew xwediyê baweriyeke mezin bi serkeftina mirovaniyê û her mirovên dilpak û dilsoz bû.

Giringiya helbestên Seydayê Keleþ ewe ku ew ji germbûna hestên wî himbêz dibûn û ji rastiya hizir û ramanên wî diherikîn, piþtî ku di nav kaniya raz û nehîniyên wî de xwe avjen dikirin.

Seydayê Keleþ, ji destpêka derbaskirina wî di cîhana helbestê de ta roja dawî ji jiyana wî, ji bilî helbesta kilasîk nenivîst. Li ser helbesta serbest digot: "Ew helbesta serberedayî" û li dijî wê ta dawî rawestiya.

Seydayê Keleþ ji wî nifþê helbestvanên giranbuha ye mîna Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Mamosta Yûsif Berazî û helbestvanên din.

Hezar silav li giyanê Sedayê Keleþ be û sersaxî ji malbata wî û hemî dost û hevalên wî re be; sersaxî ji hemî helbestvana re be.

 

Narîn Omer  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org