Seyrana Evîndara

 

Narîn Omer 

Min seyranek

Di dilê evîndara de

Raxist

ji þîrava

pispisa wan

ez mesthiþ ketim

 

Min qeftek ji

evîniya rengîn

di nav awîza neynika wan de

renge reng kir û

di himbêza dilê te de

min çand

 

Li seqema dînbûnîyê

siwar bûm

gava geheþtim

newala helbestvana

ji her helbestekî

hoþê min peyvek dizî

 

Giyanek har

di candikê wan de za

ketin xeleka zikrê de

helbestek nû ronî kirin

min sipartî germbûna

lepên te kir

 

Ez li peyî

firandina çûkan çûm û

min pirtikên

 weþandî dane hev

di nav kaniya  rondikên xwe de

min þiþtin

 

Kirasek ji rebeniya

omîdên xwe

min li bejna wan kir

ji keyfa re

bûn du çeng

min ew diyarî te kirin

 

Tu hêdî hêdî

dûr çoyê

min peryek ji çengê

pispisiyê ji te re þand

eve xweþiya

firandina yekem

 

Tu dûr

diçûyî

min gazindek

bi kin rêkir

mesta firandinê

ew xapand

 

Wê vegere

lê tu ne vegerayî

melevanî li te

xweþ hat

di asoyên bê çar de

ta te xwe dît

 

Homanê zemîn

bi tenahî û ji bîr kir

nehîna peyabûna te

di nav zengîniya

hestên min de dinoþe

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org