|
Tekeþerên ne pendî ( Sînem Cegerxwîn )
Suad Cegerxwîn
Gava
min bîr bir ,min xwe di nav malbateke siyasî de dît ,dema malbatê bi
tevahî di kar û xebata netewî,civakî û mirovî de dihate bûrandin .Bavê
min ,brayê min ,layê apê min û xûþka min bi awakî fireh kar û xebata
xwe dikirin ,yên mayî jî di wê demê de ,em hîn zarok bûn . Ez
dixwazim li vir hinekî li ser xebata xûþka xwe biaxivim, da wek mînak ji
xebata jinên kurd re di wê dema tûnd û dijwar de bê xuyakirin , civata
me kurda herdem civateke fewdale ,tim ,li dij kar û xebata jina
derdikve ,bi wê wata ku em bêjin , serdem ya mêra ye,ta nuha jî wilo
ye,bi dîtina mêra civata me ava dibe û civak bi xwe tevgera jina bi sînor
dike, wa ji piranîya mafê wan bê par dihêle,di wê demê de ,çend jinên
jîr û jehatî ,bi beste sînorên civakê þikandin ,daketin qada
kar û xebata giþtî, ji wan jina xûþka min sînem. Navê
wê sîmensat bû ,jêre digotin sînem , zaroka mezin di malbata
cegerxwînde bû,li teniþta bavê min û li gel tevgera wê demê bi kar û
xebateke dijwar ,bi bawerî ,bi awireke dûr û kûr li pirsên civakî
xwedî derdiket ,bawerîya wê bi wekhevîya herdû celeban dihat her uha bi
pirsa netewa kurd û rêzgarîya gelê kurd dihat , û jibo mafê mirova, ji
hemû gelên bindestre di pêþî de gelê kurd, jibo civateke azad û
serbest li gel hevalên xwe tekoþîneke dijwar di nav rêxistina
komonîsta de dikir ,di wê demê de sala 1950 ew rêxistina tekane bû ,her
mirovekî bixwesta bi karê siyasî ve mijûl bibe ,dibû endamê wê rêxistinê.
Sînem bi payebilindî ,bi bawerî ,bi tundî, kar û xebat dikir ,qet tirsa
desthelata zorker ne dikete dilê wê ,ji ber ku bawerîya wê bi kar
û xebata wê dihat ,Sinem gavên mezin avêt , gava pêþî di nav malbatê
de bû , ya dwemîn di nav civatê de bû ,li gel çend jinên hevalê xwe
,jibo rêzgarîya civatê û jina bang kirin ,protêsto kirin ,xwepêþandan
amade kirin ,serê polîsên zorker þikandin,herdem belavok bela dikirin û
li ser dîwara dixistin ,8ê avdarê pîroz dikirin ,tax bi tax digeriyan,
axavtin ,civîn û konfîransên jina amade dikirin ,bê tirs jibo azadiya
jina qîr û bang dikirin .Sînem kete zindanê ,lêdan û pîkol
xwarin,lê tu carî , ji dîtinên xwe venedgerîya,ne li hevalên xwe jî
mikur dihat ,gelek cara dûrî mala xwe dima ,lê tu carî jî sist ne dibû
,ne,ji kar û xebatê diwestîya ,Sînem herdem bi bavê min re civata malê
digerand ,tevî devjenkîn siyasî û civakî bi gift û go yên vekirî ,bi
bawerî gel hevala dibû .Sînem jina Kurd ya yekemîn bû ku di wê demê
de ,þoreþ li ser civatê çêkir,dergehê kar û xebatê ji jinare vekir ,
lingên wê ketin feleqê û bi xêzerana lêdixistin, lê herdem ew bi
serbilindî dîtina xwe ji wan re digot û berxwe dida ,Sînem ji hemû
aliya hat êþandin ,hem ji desthelata zorker hem jî ji civatê bi xwe,li
þûna ku nîþana pêvekin ,aferîkê bidnê ,civata kurda ew di nav pirsan
de dorpêç dikirin da ku xwe ji karê xwe vekiþîne ,lê Sînem bi
daxwazeke tund pêþve diçû ,roj bi roj encamê kar û xebata wê û hevalên
wê yên jin belutir dibû, guhertineke mezin di civatê de çêbû ,jin cihê
xwe di nav rêxistinande îdî dîtin ,xwe bi hêz kirin ,daxwaz û dîtinên
xwe pêþve birin ,ew dem bû mînak ji pêþeroja jina re. Ji Sînem min
gelek pesin sitandin , jê ez hînî kar û xebata netewî û karê jibo
pirsa jina bûm ,jê ez hinekî hînî xwendina kurdî bûm , ji ber ku di wê
demê de Sînem bi tîpên latînî dinvîsand û dixwend ,gava helbestên
bavê min di nav livînan de dixwendin û pêre hêstirên wê dihatin xwar
( aferî sed aferî qazî mihemed aferî)û (ronakî çavêm ,pêtî çiraxim
,çaxim nemaye îdî çira xem )û (sê zarok xweþ tên ,bi deng û qêrîn
,dengê perîþan ,perî û þêrîn )û hin din ,ez jî pêre digirîyam ,wê
ji min dipirsî tu çima digrî ?Min digot ,ma tu çima digrî? Digot
gava tu mezin bibî tê zanibî çima!,ez hêvî darim demên pêþerojê ji
we re xweþtir bin û win di Kurdistaneke azad de bijîn )Bi rastî keçeke
payedar bû ,tekeþer bû, zanîbû çi dixwaze , sala 1957 ,Sînem li gel
bavê min û hevalên wa yên din ji bo pirsa netewî,ji Komonîsta dûrketin
, gelek bîranînên min pêre hene ji ber ku ez bêhtirî cara pêre bûm ,
carna jî ez bi xwere dibirim civinên xwe, lê ez dixwazim tenê bêjim ku
Sînem gelek da ,lê tiþtek nestand ,bû gorîya civata kurd ,bû gorîya dîtin
û bawerîyên pêþketî ,bû gorîya me jina teva ,Cemîle Buheyrda kurda
bê deng winda bû ,di nav pirsgirêkên civata me ya dijwar de nema xuya bû,
ji ber ku jineke pêþkþtî bu ,,di civata me de nehat pejrandin ,li Bexdadê
bi xortekî Erebî pêþve rû re þû kir ,jiyana xwe bi kul û sewl dûrî
welatê xwe berdewam kir û li gel armanc û hêvîyên xwe ,gel þevbest û
xemên xwe ,gel derûnê xwe yê kurdî ,bi bîranînên xwe yên
xemgirtî di nav axa Bexdadê de,li ser riya Kurdistanê( daxwaza wê bû ku
li kurdistanê bê veþartin ) hat veþartin,di wê demê de daxwza wê pir
dijwar bû,ji lewra li ser riya Kurdistanê ,hat veþartin,ev tekeþera
pendî,ne pendî winda bû , lê ez dibêjim :Xuþka minî delal ,ey fenera
geþ di rojên tarî de ,ey pertava civaka kurd , ey gula malbata Seyda,ey
piþtevana jina, navê te qet ne pendî namîne ,ewê rojek bê,civaka Kurda
navê te bi bîrbîne û bi tîrêjên agir li ser asîmanê Kurdistanê
binvîsine , ewê rojek bê ku jinên kurd te di nav dîroka tekoþîna
jinade ,tekoþereke pendî bibînin ,kar û xebata te qet winda na be
, ev rêça ku em îro tê de diçin ,ji encamê kar û xebata te û
hevalên te ye, herdem tê di dilê me de bijî ,tê ji mere bimînî sîmbola
tekoþînê.Sipas ji te re ku te ez hînî kar û xebatê kirim ,sipas
ji cegerxwîn re ku ev rêç ji me teva re çêkir û bi me þêrîn kir .
Suad
Cegerxwîn
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org