Tu ne hatî

 

Narîn Umer

 

Na..Na

Nema Ez Sozên te

Di himbêza

Coþên xwe de

Vediþêrim

Nema ez Pira

Ava dikim li himber

Pêlpêlokên peyvên

Te de

Çavên Dilê min

Nema Hêsrên

Hoþîniyê li ser

Hatina te ya nehatî

Dibezîne

Tilyên Hizir û

Samanên min

Nema Xapên te

Li ser Baskên

Hestê xwe dicivînin

Piþtî min

Dastanek ji Tîpên

Bendewariyê..

Rêste

Þev li pey Rojê

Ez diçûm li wî Warê

Te di Xewnerojên

Nîgaþa Min de

Rengreng kirî

Kiras û Xiftanê min

Dipeyîvî ji

Rengên Buhara

Dilê Xortaniyê

Hemayloka min ya

Gulgulî wekî Baxê

Þahiya me li ser

Serê min Govendek

Botanî vedida

Narînka Koçerî

Di Bîroka Hestên

min de dilerizî

tu ne hatî...belê

tu ne hatî..??!!

bibûre ez ne

Xinizim da ez

rengên Kiras û

Xiftanê xwe

bivemrînim

Baxê

Hemayloka xwe

Biþewitînim

bi Girêdanek

bê Sûde

tu nehatî

bibûre ez jî

ne hatim

Ango ez jî

Nema têm.

 

 

 

  Narîn Umer

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org