Bangewazî derbarê

derxistina
serokê Þaredariya Sûrê ya bajarê Amedê

rêzdar Abdullah Demirbaþ ji karê wî

 

 
Di rewþekê de ku Abdullah Demîrbaþ û hemû endamên civata Þaredariya Sûrê bi vîn û îradeya gelê kurd li Amedê hatine hilbijartin, berpirsiyarên dewleta Tirkiyayê, bi siyaseta xwe ya înkarkirina çand û zimanê kurdî, li dijî rastiya rewþa herêmê û pirensîpên demokratiyê, ew ji karê wan derxistine.
 
Sûc û tawana ku davêjin ser wan jî tenê ew e, ku ew li çanda xwe û zimanê xweyî dayîkî xwedî derketine.
 
Di roja îro de hemû gel û welatên cîhanê dixwazin di navbera xwe de nêzîkahî û hevgirtinê pêkbînîn û di atmosfêreke aram û aþtiyane de bijîn.
 
Jiyaneke wisa tenê gengaz û mimkin e, heger rê li ber mafên çandî û zimanî yên hemû gel, netewe, ol û mezheban bê vekirin. Rêzdar Abdullah Demîrbaþ û civata þaredariyê, piþtî pêkanîna ankêtekê, xwestine li gor rastiya jiyana gelên herêmê, projeya xwe ya di bin navê „Þaredariyeke Pirzimanî“ de bi cih bînin. Ev kar û xebata wan li gor daxwaza gel pêkhatiye. Di vê dema dawiyê de, di atmosfêra berî hilbijartinan û tûjkirina hestên netewperestî yên tirkîzmê, ev projeya wan, ango ev kar û xebatên agehdarkirinê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Suryanî û Ingilîzî li Amedê, ji aliyê dewletê ve mîna sucekî hatine dîtin.
 
Li hêla ku li welatên nûjen û demokrat mîna welatên Yekîtiya Ewropayê(YE) piþtgirî û alîkarî ji projeyên wisa re tê kirin, li Tirkiyê, ku ji salan de dixwaze bibe endama YE, xwedîderketin li çand û zimanê dayikê mîna sûcekî mezin tê dîtin û endamên þaredariyeke ku bi awayekî demokratîk ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, ji kar têne avêtin.
 
Ev dijberiya Tirkiyê li hember bikaranîna ziman û çanda kurdî li dijî biryarên rêxistinên navneteweyî û kriterên Kopenhagenê yên Yekîtiya Ewropayê ye. UNESCO û Rawêjmendiya Ewropayê bi biryarên cuda herdem ji Tirkiyê dixwazin, ku zimanê kurdî li her cih û di her warên civakî de, ji dibistanan ta bi zanîngehan, bê bikaranîn. Pêwîste Yekîtiya Ewropayê, UNESCO û Europarat bi dengekî tund li dijî vê helwesta Tirkiyayê rawestin û nehelên, ku di sala 2007an de zimanê gelekî petî û kevnare li Rojhilata Navîn bê qedexekirin.
 
Ev þermezarî û skandala mezin careke din ji cîhanê re dide xuyakirin, ku  siyaseta înkarkirina ziman, dîrok, çand û hebûna 25 milyon Kurdên bakurê Kurdistanê hên jî bi tundî ji aliyê desthilatdariya Tirkiyayê ve berdewam e.
 
Daxwaza me, wek berpirsên Navenda Pena Kurd, ji hemû sazî û rewþenbîrên cîhanê ew e, ku li gor pirensipên demokratiyê xwedî li zimanê kurdî derkevin û li dijî biryarên zordest û ne dademend, yên li dijî çand û zimanê Kurdî li Tirkiyayê helwesta xwe bidin xuyakirin.
 
 
 
Komîteya Mafên Ziman û Wergerê (KMZûW)
Navenda PENa Kurd
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org