Ew
 
((Ji bo Niviskarê birayê hêja M.Uzun))
 
 
Necîb BALAYÎ

 

 
Min gelek caran ew dî bu, berhemên wî xwend bûn, min ew di (Bîra Qederê) de naskir bu, min ew li Jêr (Siya Evînê) silav kir bu, min ew bi devken u sîmayek girnijî li konferansa PEN a kurd li bajarê Berlin ê dî bu…cara herî dawiyê ji, min Ew li Newroza sala 2005an li Kelha Bilind, li kelha azadiyê li Amedê dî dema pêlên girseya Gel sirodên azadiyê di gotin…pir caran ji bi e- mail û bi naman me hay ji hev hebu, wî romana xwe ya dawiyê ya bi navê (( Ronî weke evin ê…Tarî weke Miirn ê))  bi postê ji min re þand…
 
Ew beri her tiþtî Niviskarê Gel, Ronakbîrê Millet û Romannivsê Nîþtimana xwe ye, paþî ji ew heval, dost, bira û Derdgiran û Rih sivikê  me hemuyan e.
 
Ew Chirayekî dilgeþe di nav me da…Ew mirinê nas nake, bi tenê bi jiyanê re hevalînî dike..weke wî bi xwe gotî: ew ji bo jiyanê hatî ye Amedê nek ji bo mirin ê!!
 
Ew Evindarê peyva kurdî ye, Ew teyirekî baze li Asmanê wêjeya kurdî bilind firya ye û li ser rupelên Edebiyata Kurdî giran dadye.
 
Ew Niviskar û  birayê hêja M.Uzunê delal e, ez bi Awazên Strana ku, ez herî pêtir hez jê dikim, bi awazên Strana Þeroyê Biro.... Hekimo, silavî wî dikim û daxwaza tendirosteyeke baþ ji bo wî dixwazim.
 
Ez bêgoman dizanim ku, dê hatina wî ya Amedê Sefereka pîroz û wexera  xêrê be, û mizginiya þadiyê be, dê Gel bi heyecan tir, Edebiyat geþtir û Moral bilind tir bibe, va ye bi hatina wî, bu cara yekê di dîroka Amedê de, di dîroka Rojnamegeriya kurdî de(Zaravê Kurmancî) Rojnama Azadiya WELAT weke deryayeke pêlhavêj dest bi weþana xwe ya rojane kir, dizanim Ew kes...Tu bi peyva kurdî geþ dibî û peyva kurdî bi hatina te geþ dibe, ev pirtir ji 40 salan e hûn heval û hugir in, li ser yek sifrê nanî dixûn, di yek nivîn de dirazên, li ser yek kursî rûdinin..ji yek kaniyê avê vedixwûn.
 
Niviskarê jêhatî M.Uzun ê delal, te bi xwe re sêguþa Jiyanê anî Amede, Tu, Xelkê serhidayê Amedê û peyva Kurdî ya zêrîn, hûn hersê temamkerên hevdun e. ne Amed bêy te, û ne tu bey Amedê hûn herdu nikarin jiyana xwe bê hevdu berdewam bikin...Tu bi qelemê xwe le ser piya î, Amed bi Kelha xwe ya serbilind li ser piya ye û hûn herdu Gelê Amedê di nav gerên jiyana xwe ya zindî de hembêz dikin, bi amadebuna we Gel ranazê, bi þev, bi roj li ser piyan e û banga Azadiyê diqêrîn e..
Bi Riya te Karmend û Rojnamevanên Rojnama Azadiya Welat bi vê pêngava pîroz silav dikim, û bi riya Rojnamê daxwaza saxlemî û tendirostiyeka baþ ji bo te dikim, û ez ne bigoman im 1û bê dudilî dibêjim bi serxweve were emê li bîranîna yekê ya weþana Rojnameke Rojan e ya zimanê kurdî yê pîroz  Moma yekê vêxin û Cejna azadiyê bigêrîn...
 
 
Necîb BALAYÎ
Prag
15 Tebaxê 2006
 
 
JI Chep bu Rast:  Rojnamevan Chinar Alî Mendî, M.Uzun, Necib Balayî
Wêne li Roja 22 Newroza 2005 an Li Amed ê hatî ye girtin(Stendin)
 
 
Ji
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org