Necib
Balay
Ev
nivîsa kurt û sade weke pêþekî ji bo xwendina hind helbestan
min di konferansa PENa kurd de li Amedê pêþkeþ kir bû, ya ku
li 21-25 Adarê hatiye sazkirin.
Amed....Diyarbekir
-Ezê hatîm, çend pirsan ji te bikim, bersiveke bêdeng û nihênî ji te dixwazim.....!!!
-Ev pirs sala 1979an min bi helbestekê ji bajarek din kiribûn...Lê ew bajar, her zû þehîd bû, û digotine wî þehîdê mezin ...Helebçe.
-Ev pirs di salên 80an de min ji Sûlêmaniyê, ji Duhok û ji Hewlêrê kiribûn...Lê bersiv bû Kîmiyabaran û Enfal.....
-Ev pirs di salên 90an de min ji Berlîn, Parîs, London û Pragê kiribûn….Lê bersiv bû Koçberî û dûrwelatî.
-Ev
pirs li Nîsana 2003an min ji Paytextê Zulm û Zorê kirin…Lê
di heman demê de, di heman bîstê de, li meydana Fîrdewis Senem
û Peykerên zordariyê têkþikiyan û herftin...û berdêla
Enfal û Helebçê bexþî
Amed...Diyarbekir
Ji
te dipirsim çend Serhildanên aþtiyê, di derazînka te de hatin
serbirîn...Ma pêwîste hêjî xwîn biherike...?
çend
kevir li ser Kelha te hatin danîn ewqas birîn di laþê te de
çêbûne...Ma tu ne êþiyayî.?
çend
qurþîn û qalkên gulleyan yên koþtiyên faiilê wan nediyar,
keftîne ser sîngê te...Ma ah û fîxanên te bi dawî nayên...?
çen
Felemerz, Yadû, Biroyê Hiskê Têlî, Pîran û Mezloman, ew
siwarên hespên xwe di cergê te de bezandîn....Ma cardî
navegerin jiyanê û silav bikin semaya Newroza te...?
çend
baxçên gul û çîçekan, Hewdên binefþokan, Latên nêrgizan,
bi solên zordariyê û dagîrkirinê hatîne perçiqandin, binpêkirin...Ma
cardî serîhilnadin û bêhnê bilav nakin...?
Ev
pirse û gelek pirsên din me hene û bersivê jî ji te naxwazîn,
çûnkî dizanîn tu ewqas ji êþan giranî, nalîna te destûriya
bersivdanê nade, bi tenê em dixwazîn cara dahatî, konferansa
dahatî, amade bibîn û bi nexþeyê birayetî aþtî û azadî
û wekheviyê li ser dîwarên te hatbîte nexþandin û te weke Pêþeng
ji bo azadiyê bibînin.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org