PENa Kurd Goliya Genimî ye, bi Zîwanekê nabe Garis!!

 

Necîb Balayî, nbalay80@hotmail.com,

 

Di rojên borî de û di Malpera Amude.com de min hind nivîsên bêbext û ne di ast de, li ser PENa Kurd xwendin, van nivîsan heman axftin û danûstendin anîn bîra min, dema ku em di hind civînên PENê de amade dibûn, ji bo ku nivîskarên kurd bigihin hev û li ser edebiyata kurdî, helbest çîrok û rewþa ronakbîriya kurdî biaxvîn, hind nirxandinan pêkbînîn, hind kes jî dihatin ji bo ku ya dilê xwe bêjin, û danûstendinên li ser edebiyata kurdî, ji bo gengeþiya siyasî biguherînin û weke li dûfçûnên polîcî dipirsîn, kanê aya PENa Kurd ser bi kîjan partiyê ve ye?

Endamên wê çend caran xwarinê dixûn?

Li kû radizên?

Çend caran diçin destavê?

Bi destê çepê avê vedixûn yan yê rastê?

Ev pirs û gelek pirsên din yên civêltir, dihatin kirin.

Wî çaxî em jî weke endam, li xwe dipirsîn, aya bo çî em wî mafî nadîn xwe û bêjîne wan, tu ser bi kîjan partiyê ve yî?

Yan çi Aydiolojî  dipejirînî?

Lê ji ber ku mebest û niyaza me weke ya wan nebû, lewan ev renge pirs me didan aliyekî û ya me dixwast bitenê ew bû, ku em xizmeta edebiyata kurdî li koçberiyê bikin,  nivîskarên kurd yên ji mêj hevdû nedîtî bigehînîn hev û hêza wan li hemberî hev zêde bikin, û bêjine wan „Ger gul nebi, nebe stirî !! „ ji bo PENê qet giring nîne, tu girêdayî çi Aydiolojî bî, yan hez ji kîjan mezhebî bikî, heza te pirtir ji bo Alî be yan Umerî!!

Lê li ba PENa Kurd ya giring ew e, tu hez ji peyva kurdî, zimanê kurdî û doza kurdan bikî, yan dilê te wî çaxî biþewite, dema ku ronakbîrekî/e kurd li Enqra yan Tehranê, li Bexdad yan Þamê di girtîgeha dûjmin da be.

Ev pitir ji 25 salan e em jiyana xwe di nav civîn, kongre, û dîdarên edebî de derbas dikin, û me gelek kes ji vî tovî dîtine, me hem kesên Bekrokî di van bûyeran de nas kirine, hem jî me ew Rûpelên Zer dîtîne yên ku Avên zelal þêlo dikin û rastiyan digoherînin, û xwe weke rojnamegeriyeke erzan radigehînin.

PENa Kurd weke guliya genimê zêrîn e, her kes dikare sûdê jê wergire, û li gor heza xwe ya netewî, çandî û ronakbîrî wê bikar bîne, lê bila ew kes baþ bizanibin, ku ev guliya genimê zêrîner, ya ku li ser bîrûramanên azad hiþînbûyî, bi zîwanekê nabe garis!!!