10 Sal û Tewafek din li Laliþê

 Necib Balayi

ev nivîse weke pêþekî ji bo xwendina hind Helbestan, min li vegera xwe ya Kurdistanê piþtî dûr ketina 10 salan, li baxçê Êketiya Nivîskarên kurd li Duhokê pêþkeþ kir.

 

-       Berî 10 salan bi temamî li sala 1994 an , payiza xem û azaran payizeka ta girtî û ne di wext da, mehên nîsan û gulana me dagîrkirin û bohar ji salê dizî..gol û kolîlkên vî baxçey sernixwîn hiþtin, darûbarê aqarê vî bajêrî bêxemil kir û rubarê me, bêdengî û bê awaz serniþîv di meþiya..her tiþtê bixemil û jêhatî, her geþatî û nûjiyanek.. her kenî û girnijînekê, rengê vê payîza qeda lêketî girt .

-       Ez jî weke her bîrû hesteka vî bajêrî, û vê axê, bûme belgekê zer û balindekê çeng weryayî yê vê payîzê..û ketim ber hinga pêlên bayên bê nasname û raqetandim, weke xwe kirim penaberekê bê nasname, yê heroj di ser axekê ra derbas dibe û heroj li welatekî dibe mehvan...car dinav mijo û morana Lendenê re.. car jî li Parîsê di jêr borca Evil re derbas dibin û qesta Diznîland diken li gel zaroyan dikevin gera yarî û henekan.

-       Li Prag li gel pêlên rûbarê Viltava xwe di þilikînin û di jêr pira Çarlisî re derbas dibin, li gel parçeyên krîstalê Bohêmiya û mercanên Moraviya di girnijin car jî silav dikine peykerên bajêrê Roma û dibin þahidên dîrokî, car jî di nav raz û nepeniyê bajêrê Amistirdamê de winda dibin, li cadeyên leþfiroþan û li qehbexanan dihên xapandin.

-       Car jî li jêr sîbera dêra bîranînan li Berlînê qehwê vedxûn û di tonêlên Broksilê ra xwe varê dikin û biryarên leþkerî û cengan li jêr logoyê NATO yê diden, lê li  Genev ê, li jêr korsiya þikestî, korsiya bi sê lingan drûþmên wekhevî û aþtiyê bilin diken û daxwaza nemana þer û cengan dikin.

Û car jî li Stokholmê li dîwana nivîskarên kurd dibine berevanên dûberî û kîn û hez jihevdû nekirina wan..car jî li vêrê û wêra he û nizanim sobe jî li kîderê dê dest bi qonaxeka nû ken û ber bi kîderê dene rê...?!

-         Berî 10 salan li vî baxçey dengê helbestên zîz û yaxî  yên zîndî Selman kovlî dihatin bihîstin, bi peyvên xwe yên piþterê û helbestên ji xonav û rohanên kofî reþ û Nêrgizên felîte di weþandin yên gilî û gazinde jê dibarîn.

-         Berî 10 salan, li vî baxçey kekê minê hêja Diyarê xoþewîst yê ko me bi hevra ji leþkergehê rijêmê li Þingarê xwe ji rêzbuna serê sibê veddizî û qesta mala Seidûy dikir, Diyarê xemên çiyayekê weke Metînî di cergê xwe da di cemandin û hembez dikirin..

-         Berî 10 salan peyvên Mamosta Emînê Osman yên dilgeþ û dilþikên mêhvanên vî baxçey bûn û sibera xwe li gol û golzaran dikir.

Berî 10 salan me û vî baxçey, me û vê axê,  me û vî bajêrî û van nemiran, me û dayikan, xwîþkan,  û malbat û kes û karan bi bêdengî û bêy hezkirin xatir ji yekdu xwast bû.

Berî 10 salan.. li vî bajêrî..li vî baxçey, helbest bêdeng bibû..bi tenê dengê tivengê dihat bihîstin, bi tenê tiveng di peyvî û ..ew desthelatdar bû, ne hesreta helbestên we..ne pehlewanên çîrok û romanên we ne rengên tabloyên we û ne jî ax  û awazên Nay û kemana we dikarîn bi ser dengê vê Malkimbaxê da zalbibin û sinorekî bû desthelatdariya wê danin, hetako þahê aþtiyê.. elhoyê bilind firînê û kevoka aþtiyê þaperên xwe li hindavî vî bajêrî û vê axê lêkdayin û hemî dengên nehez bêdeng kirîn..birayetî, pêþkeftin û azadî barandîn...bila êdî dengê dûberîyê nebihîzîn..dengê neheziyê nehêlîn..nefret li duberiyê û neheziyê, silav li hezkirin û aþtiyê.

Hevalino..

Hêjayino..

-         Berî 10 salan, li vî bajêrî , bi Fanusê ez li ronahiya rojê digeriyam, vê roja ewqas mezin xwe li me winda kir bû ..

-         Berî 10 salan li vî baxçey, min hind peyvên xwe yên xemgîn bi cih hêla bûn.

-         Berî 10 salan demê ez çuyim di gel min da bûn hind helbestên serberdayî, yên sinêle û bêhina eþqê jê dihatin, li ser peyvên wan belatînkan dadidan, di nav rêzên wan de nêrgiz þîn dibûn.

-         Piþtî 10 salan, li vegeryanê hind helbestên xesandî û nerm u bê kêlincî di gel min dane ..bêhina axa welat bîranînên zarokiyê û hesreta xerîbiyê, û xem û azaran jê dihê.

-         Hind helbest yên dilovanî jê dibarin, û ji yaxîbûnê westiyayî..hind helbest yên gazindan ji raburiyê xwe diken u naxwazin di postên sansor kirî de tozgirtî bimînin.

-         Hind helbest, yên ku di ser merz u toxîban re bi cilên sihrî derbas dibin, û bi tenê nasnameya mirovayetiyê hilgirtîn, u dixwazin seredanekê biben ser gorên bi komel, li Helebçê fathekê bixwînin, li Qoþtepe taziya heþt hezar Barzaniyan nûken û li leylan û biyabanên axeka biyanî bermayên enfalkiriyan vecemînin..û rometa pakîze û frîþteyên asmanî, Sitî û Zînên kurd , yên di enfalan de zorî lê hatiye kirin û ji keçînî êxistîn û li bazarên dehman firoþiyê bê rumet hiþtîn, bilin ragirin.. peykerên wan li serê her duryanekê weke xudawendên evîn û dilovaniyê bihên peristin.

-         Hind helbest yên dixwazin li jêr sîbera çinarên Urmiyê baweþînkê li li giyanê Qasimloy bikin..li Berêgarey tivenga Mehmud Êzidî ji jengê biþun û li geliyê Bênarînkê þonwar û þon solên Weysî Banî bi þopînin.. li Diyarbekrê li Amedê agirê Mezlom û Egîdan xweþ bikin, li Dêrsimê peyama Zîlanê bigihînin…li kerkukê û germiyan zengila dergehê dayika mame rîþey lêdin.

-         Hind helbest yên dixwazin silav bikine gorên þehîdên 1î þiwatê û li hewlêra holako þikên seredana kelha azadiyê bikin..li Qamîþlo û Efrînê beþdariyê di merasîmên þehîdên bihara 2004 an de bikin.

-         Hind helbest yên dixwazin li bajêrê Neynewa , bajêrê ji dîrokê hatiye dizîn û ji bajêrvaniyê hatiiye þoþtin li zîndana babil-cedîd kinifê wê sêdarê bibînin yê ku hevalê minê xebata jêrzemîn Tahir Tahir û 9 endamên rêkxistina pêþkeftin li sala 1980ê li sêdarê dayin û þehîd kirîn.

-         Hind helbest yên cudahiyê di êxine di navbera bêbextî û qederê de, di navbera rastî û nerastiyê de, di  navbera þer û aþtiyê de, hind helbest yên ku dibine herêmeka cuda û bêlayen di navbera Beheþt û Cehnemê de, dibin givande di navbera rengê reþ û spî de.

-         Hin helbest ku dibine zêrevanên peravên derya û Oqyanosan yên penaberên welatê min ji þoka qaçaxçî û bazirganên mirovan rizgar dikin. Belê hêjayino..hevalino..hind helbest .. hind hesret.. hind gazinde..hind kenî û girî û silav û milav û nizanim çi dî, min bi xwe re anîne.. fermon hûn û çend helbestên ne helbest.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org