Rojên Edebiyata kurdî li bajarê Prag

Necîb Balayî 

 

Bi hevkariya PEN a kurd û PENa Komara Çîk ku, yek ji PEN ên herî kevin e li cîhanê û di nav PENa navnetewî de, dê Rojên Edebiyata kurdî, hên destpêkrin, ev cara yekeme çalakiyeke weha di navbera Niviskarên Kurd û Niviskarên Çîk de pêk dihê, û armanc ewe ku, niviskarên van herdu Netewan, ji nizik hevdu nas bikin.

Rojên 27-28 . 04.2006 bi Bernameke jêhatî ya Seminar, Helbest xwendin û pêþkeþkirina berhemên Wêjeyî û danûstendinan ev çalakî, dê hêt berdewam kirin.

Di vê çalakî yê de, Niviskarên Çîk yên bi navûbang, weke Ivan Klima (Serokê nû yê PEN a Çîk), Stransky (Serokê berê yê PENa Çîk) xanima helbestvan Þtroblova, Helbestvan Vaclav Danyk (Berpirsê ji Endaman û berpirsê têkiliyên bi UNSCO re), Niviskar Dana Mojzrva (Berpirsa Kommitta niviskarên di Zîndanan de), Libosê Ludvikova (Berpirsa Têkiliyan û Berdevka PEN a Çîk), ji bil çendîn Rexnegirên wêjeyî û niviskarên Çîk dê beþdar bibin.

Dîsan ji alê PEN a kurd de, hêjayên wek Dr.Z.Hajo, Mamosta Mustefa Reþîd, Niviskar Necib Balayî, Younis Bahram, Abdulrehman Neqþebendî, Edîb Çelkî, xanima helbestvan Hivî Berwarî, Niviskatr Dr. Yekta Uzunuglo, helbestan Selwa Gulî, Niviskar Seaid Dêreþî, Nezif Telek, Ruqiye Ozmen, Niviskar Fuad Sîpan, Mirwet Cacim û gelek Niviskarên din yên kurd ji welatên cihe yên ewropa tevlî dibin, herweha ji kurdistana baþûr, ji þaxê Duhok, yê yekêtiya Niviskarên kurd, helbestvan Muhsin Quçan, Selam Balayî, û Muhamad Abdullah beþdar dibin.

Dîsan hind niviskarên Alman yên binav, yên wek Dieter Strok û K. Schneider di bin Mêhvanên Rojên Wêjeya kurdî li pragê.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org