M.
Nezîr Silo
Nezirsilo@hotmail.com
Di
nav þert û mercên ku derketin di sedsala 20an de, rewþenbîrên Kurd cihê
çapemeniyê û bandora wê di jiyan, tekoþîn û pêþvebirina gelan de têgihiþtin
û bi nirx dîtin. Lewra derfetên dest xwe de heyîn bikar anîn ji bo çapkirin
û weþandina rojname, kovar û pirtûkan bi zimanê Kurdî û zimanên dîtir.
Qahîra, Parîs, London, Cinêv, Stenbol, Þam û Beyrût bûbûn
wargehên çapemeniya Kurdî.
Çapameniya
Kurdî, her çendî ku lewaz û jar be, xwendevanên xwe jî kêm bin, ne
tenê bi nuçeyan sînordar ma, her weha li ser babetên civakî, kulturî,
wêjeyî, zanyarî û aborî, perwerde ji jin, xwendevan û zarokan
radiwestiya di weþanên xwe de. Zimanê weþanên Kurdî; Kurdî, Erebî,
Tirkî, Firansî, Ýngilîzî û Rusî bû. Hinek rojname û kovarên Kurdî
bi du zimanan, hinek jî bi sê zimanan bi hev re derdiketin. Evan jî bi
tayebet li ser mijarên ramyarî, îdeolojî derdiketin, ji bo xwendevan û
rewþenbîrên Kurdan da ku pirsgirêka Kurd di asta netewî û cîhanê de
bide nîþandan.
Çapemeniya
Kurd, li hemeber pirsgirêka tîpên nivîsandina zimanê Kurdî rû bi rû
mabû. Gelek kesên biyanî û dema mirov bi xwe ji lêkolîna çapemeniya
Kurd dike, têdigihê, ku çapemeniyeke têgihiþtî bû û welatperwer bû.
Deng û qêrîna li dijî çewisandin û zordestiya ser gelê Kurd dihat rêvebirin
bû, banga ji bo têkoþîn û rizgarkirinê bû.
Lewra
cihekî xwe yê girîng di jenandina hestên netewî de heye li cem gelê
Kurd. Rojnamevaniya kurdî peywenidyek pir mezin û balkêþ dida ziman, çand
û wêjeya gelê Kurd, ji bo bide nasîn û pêþve bibe.
Çapemeniya
Kurd, gelek rêberên bi nav û deng hebû. Ji wan kesên rewþenbîr ê
welatperwer, ên ku xwendina xwe di zanîngehên Ewrupa û Stenbulê de kirîn.
Ji van kesan ê di pêþiyê de tên Miqdad Bedirxan , Abdurezaq
Bedirxan, Celadet û Kamuran Bedirxan, Refîq Hilimî, Hesên Hazim, Ehmed
Sabrî, Memdoh Selîm, Kemal Nûrî, Tewfîq Pîremêrd, Qadir Medresî û
Abdullah Goran in.
Çapemeniya
Kurd di meþa xew ya dirêj de, li hemberî gelek pirsgirêk û çewisandin
ji aliyê hêzên dagirker ve rû birû maye. Lewra mirov dibîne ku
rojnameyek çend hêjmar diweþîne tê girtin, yan cihê wê tê guhertin.
Di encamê de çapemeniya Kurd riya xwe berdewam kiriye û wek tevgerekî çapemenî
pêþkeftî bi reng û naveroke xwe wek nimune ye.
Hin
weþanên bi nirx di dîroka çapemeniya Kurd de.
1-Rojnama
Kurdistan:
Rojnama yekemîne ku di 22 ê Nîsan a 1898’an li Qahîrê
bidestê Miqdad Bedirxan hat weþandin. Ev rojname bûye despêkirina
dîroka çapemeniya Kurd. Wê cihekî girîng di dîroka ziman û wêjeya
gelê Kurd de girt, ji ber ku cara yekemîn bû bi zimanê Kurdî,
rojnameyek derdikeve. Piþtî ku hat girtin cihê wê ya ji Qahîre hate
guhertin bi London û Cînêv, weþandina xwe berdewam kir. 3000 jimar
derdixist û diþande Kurdistanê, li ser mijarên politîkî, çandî
radwestiya û di hêjmara xwe ya pêþiyê de Mem û Zîn a Ehmedê Xanê di
weþand û sembolek di rûpela despêkê de danî bû, ji bo ku gelê Kurd
di riya wê sembolê ra bala gelê Kurd bikiþînê li ser pejirandina
endustiriyê, ji ber ku bi wê riyê re, pêþketina Gelê Kurd didît.
2/
Rojnama Kurdî:
Di sala 1907’an de, Þêx Abdulqadir Abdulah Þemzînî li Stenbolê
bi zimanê Kurdî û Tirkî di weþand.
3/
Kovara Roja Kurd:
Di sala 1913’an de li Stenbolê bi zimanê Kurdî û Tirkî
dihat weþandin, li ser rûpela wê ya despêkê wêneya Selahedînê Eyûbî
hebû. 32 rûpel bûn, piþtî wê navê xwe guharand. Kovara Hatawî
Kurdistna (Roja Kurdistan)
4/
Rojnama Kurdistan:
Di navbera salên 1915-1916’an de, ji aliyê Hisên Mukriyanî
ve li Helebê dihat weþandin.
5/
Rojnama Jîn:
Di navbera sala 1917 –1918’an de, li Qahîrê ji aliyê Sûriya
Bedirxan ve dihat weþandin. Di wê demê bi xwe de jî li Stenbolê
rojnamek bi navê Kurdistan di hat weþandin.
6/
Rojnama Pêþkewtin:
Rojnameyek heftane bû, li Silêmaniyê ji sala 1916’an de
berdewam kir heta sala 1919’an
7/
Rojnama Kurdistan:
Rojnameyek wêjeyî heftane bû, di sala 1917’an de li Stembolê,
Mihemed Mehrî diweþand.
8/
Rojnama Jîn:
Rojnameyek çandî wêjeyî heftane bû, ji aliyê rewþenbîrên Kurd ve di
sala 1919’an de li Stenbolê, ji wana Memdoh Selîm û
Kemal Nûrî di weþandin.
9/
Kovara Bangî Kurdistan:
Bi zimanê Kurdî, Tirkî li Baxda dê di sala 1914’an de Cemaledin
Baban di weþand, mijarên wê ayînî Kulturî, dîrokî û çandinî bûn.
10/
Rojnama Pêþkewtinê Silêmanî:
Mistefa Paþa li Silêmaniyê sala 1920’an di weþand
11/
Rojnama Rojî Kurdistan:
Rojnameyek politîkî heftane bû, di sala 1922’an de li Silêmaniyê
dihat weþandin. Sazimaniya Þêx Mehmud Berzencî bû.
12/
Rojnama Umida Serxwabûn:
Rojnameyek politîkî ya heftane bû, di sala 1923’an de di çaxê
serhildana þêx Mehmud de ji aliyê Ahmed Sebrî ve, piþtî wî Refîq
Hilmî, piþt re ji aliyê Hisên Nazim ve di hat weþandin.
13/
Rojnama Riya Taze:
Rojnameyek politîkî û wêjeyî li Êrîvanê di sala 1922’an
de her hefte du caran ji aliyê Komek rewþenbîrên Kurdê Sovyetê ve
dihat weþandin
14/
Rojnama Niþtîman:
Rojnameyek politîkî wêjeyî li Mehabadê di sala 1933’an
de ji aliyê komela jiyaneweyî Kurd ve dihat weþandin. Piþtî
avakirina komara Mehabad bû dengê komarê.
15/
Rojnama Kurdistan:
Ji aliyê partî Demokratî Kurdistan- Îran dema avakirina komara
Mehabad de, heftiyê de sê caran dihat weþandin. Di sala 1948’an
de hat rawesatndin.
16/
Kovara Kurdistan:
Kovarekî politîkî û wêjeyî bû. Sala 1945-1946 li Mehabad
ji aliyê Mela Qadir Medresî ve dihat weþandin.
17/
Bangî Kurdistan:
Kovarekî wêjeyî, zanyarî her sê mihan carekî li Silêmaniyê di
sala 1922’an de ji aliyê Mustefa Yameklî ve dihat weþandin.
18/
Rojnama Jiyanewey:
Rojnaeyek wêjeyî heftane bû. Di sala 1924’an de li Silêmaniyê
dihat weþanidin bi alikariya Îngîliza. Paþê helbestvanê Kurd Tewfîq
Pîremêr ji aliyê xwe ve daye weþandin bi navê Jîn.
19/
Rojnama Diyarî Kurdistan:
Rojnameyekî wêjeyî civakî heftane bû, ji aliyê Salih Zekî
Sahibqeran ve li Bexda dê, di sala 1925 an de dihat weþandin.
20/
Kovarî Zarî Kurmancî:
Kovarek wêjeyî, dîrokî mehane bû. Di nevber sala 1926’an heta
sala 1932’an ji aliyê Hiznî Mukriyanî ve dihat weþandin.
21/
Kovara Hawar:
Kovarek wêjeyî, çandî, zanistî her pazde rojan carekî ji aliyê Celadet
Bedirxan ve bi tîpên Kurdiyê Latînî ji salên 1932 heta 1936’an
li Þamê dihat weþanidin. Cara yekem bû ku kovarek Kurdî bi tîpên
Latînî dihat weþandin. Di vê kovarê de babetên çandî, wêjeyî,
filiklorî û rêzimana zimanê Kurdî ya ku Celadet afirandî dihat weþandin.
Gelek rewþenbîr û helbestvan ên mîna Osman Sebrî, Cigerxwîn, Qedrî
Can, Nûredîn Zaza tê de nivîsandinên wan dihatin weþandin.
22/
Kovara Ronahî:
Berdewama kovara Hewar bû, di sala 1941’an de li Þamê ji
aliyê Celadet Bedirxan ve dihat weþandin.
23/
Kovara Roja Nû:
Kovara çandî, dîrokî heftane ku Celadet
Bdiraxan li Beyrûtê di sala 1943’an de diweþand.
24/
Kovara Ronak:
Kovarekî zanistî, civakî, wêjeyî heftane bû. Li bajarê Hewlêrê
di sala 1935’an de, ji aliyê Þêt Mustefa ve dihat weþandin.
25/
Kovar Ziman:
Kovarek çandî, dîrokî, aborî heftane bû. Li Silêmaniyê di
sala 1937’an de ji aliyê Salih Qeftan ve dihat weþandin.
Piþtî wê navê wê guherand Zanistî, du salan Berdewam kir.
26/
Kovara Jîn:
Kovarek wêjeyî, civakî heftane bû. Ji aliyê helbestvan Tewfîq Pîremêr
ve dihat weþandin û piþtre ji aliyê helbestvan Abdullah Goran ve
dihat weþandin, ji sala 1939-1963’an.
27/
Kovar Gelawêj:
Kovarekî çandî, wêjeyî mihane bû. Ji aliyê Îbrahîm Ehmed û Alaedîn
Sicadî ve dihat weþandin. Ji sala 1939 heya 1949’an.
28/
Kovara Stêr:
Ji aliyê Kamuran Bedirxan ve di navbera sala 1943-1945’an
dihat weþandin, hinek mijarên xwe bi zimanê Firansî dihat weþandin.
29/
Kovara Kirokalî
Minalan: Kovarekî pêþemîne di herêmê de ku ji bo zarokan û
perwerda wan û pêþeroja wan dihat weþandin di sala 1946’an de
li Mehabad ji aliyê mela Qadir Medresî ve.
30/
Kovara Hawarî Niþtîman:
Koverkekî heftane bû. Ya xortên Kurd di komara Mehabad de.
31/Kovara
Hewlêr:
Kovarak çandî, heftane di sala 1950’ê de li Hewlêrê ji
aliyê Komela Mamustayên Kurd ve dihat weþandin.
32/
Kovar Þefeq:
Kovarek wêjeyî zanyarî û civakî bû. Li Kerkukê ji aliyê Ebdulqadir
Berzencî ve û piþtî wê Abdulah Goran ve ji sala 1958’an
ve dihat weþandin.
Gelek
kovar û rojnameyên Kurd bi navê Halala, Hataw, Hîwa, Newroz, Dengê
Qutabiyan, Afret hatine weþandin. Wekî dî gelek kovar û rojnamên
politîkî yên partiyan û kesayetiyên siyasî hatine weþanidin bi zimanê
Kurdî û Erebî. Wekî: Rizgarî, Xebat, Kurdistan, Rêgayî Kurdistan,
Pêþmerge, her weha Balyozxana û navendên Kulturî yên dewletên
biyanî, hinek kovar û rojname bi zimanê Kurdî weþandin e, mîna: Akawer
wedawî, peyam, Dengê Kîtê Zade, Jiyanew, Têgihiþtinê Rastî.
Cihê
rojnama û kovarên Kurdî pir mezine di dîroka wêjeya Kurdî û lêgerîna
wê de. Ji ber ku bûne hîmê bingehîn û sîmên ji pola bo parastin a
zimanê Kurdî û pêþvebirina wî, yê ku hetabû asta tunebûnê, her
weha bi riya rojnama û kovarên Kurdî ve belge û zanyarî li ser wêjeya
Kurdî belavbûn. Û di riya wan re habestvan û nivîskarên Kurd
hinek berhemên wana hatin eþkere kirin. Çawa ku zimanê Kurdî
tekoþîna heyînê dikir her weha rojnama û kovarên Kurdî jî, bi wê
tekoþînê re yekbûn û berdewam dikirin. Eger îro hinek tiþt -ku çiqa
hindik jî bin- em ser wejeya Kurd di zanin û çanda gelê Kurd xwe zanibin
ew bisaya roinamevaniya kurdî ku gehan
vê rojê, par û keda çapemeniya Kurdî tê de heye. Rojnamevaniya kurd þoreþger
û welatperwer e her dem li cem gelê xwe û êþ û azarên wî re bû û têkoþere
li dij çewisandin 3u êrîþên dijmin ên ser wê û gelê me.
Têbênî
: ev gotar bo bîranîn 3ê nîsanê roja rojnamevaniya kurdî ye.