|
Kurd li
Ukrayina û Kurtedîroka Kurdistan Nezîr Silo - Ukrayina
Pirtûkeke
nû li Ukrayina ji aliyê nivîskarê kurd Teymûr Mamoyan ve bi zimanê rûsî
weþiya. Cara yekeme ji aliyê kurdekî ve li Ukrayina dijî, pirtûkek bi vî
awahî diweþe. Pirtûk
ji 271 rûpelî pêk tê û li Kiyêv ji aliyê weþanxana Bilatserkivska ve
hatiye çapkirin. Nivîskar
Teymûr Mamoyan ku li Ermenistanê di sala 1957an de hatiye dinyayê, li Erîvanê
xwendina xwe ya bilind li zaningeha hîndekariye di sala 1976an de
qedandiye. Heya ku derbasî zanîngeha Marksist Lenînest bûyî di þaredariya
Erîvanê de rayedarî kiriye. Di sala 1992an de li bajarê Odêsa li
Ukrayina zanîngeha zanistiyên poltîk temam kiriye. Di wê demê de bi
xwendevanên kurd ên ji Baþûr-rojavayê Kurdistanê re nasiya wî çêdeibe-
ku ew dibêje; "Bi rêya wan min pira xwe bi welat re avakir". Di
sala 1993an de Yekitiya Xwendevanên Kurd li Odêsayê avakiriye. Peyre wê
rêxistinê fireh dike û dike Yekîtiya Kurdên li Ukrayina. Nivîskar
Mamoyan niha jî endamê komîteya mafên mirova li Perlemana Ukrayina,
endamê Komîteya Hazirkirina Zagonên derbare kêmnetewan de li Perlemana
Ukrayina, endamê Konseya Þêwerdariyê di derbarê kêmnetewan ya girêdayî
serokkomarê Ukrayina û cîgerê serokê kêmnetewan e li Ukraina. Mamoyan
diyar dike ku wî ev pirtûk nivîsiye ji bo ku ew gelê kurd ji aliyê dîrokî
û çandî ve bi kesên ku bi ziname rûsî dixwînin bide naskirin. Nemaze
piþtî ku wî gelek program di TV Ukrayina de zindi ser dîrok û çanda
kurdan çekirin wî dît ku ev têrê nakin, bitaybet metirsa wî ew bû ku
zaroyên kurdan li van welatan bihelin, xwe jibîr bikin û ji dîroka xwe bêagahî
bin. Pirtûka
Mamoyan ji du beþan pêk tê. Beþê
yekem ê pirtûkê li ser rewþa kurdên li Ukrayina ye, ev kurdên ku bi
taybet piþtî hilweþandina Yekîtiya Sovyetan li Ukrayina niþtecih bûyin.
Van kurdan dide naskirin, çawa li vir kombûne, rewþa wan a eborî, civakî
û pirsgirêkên wan ên huquqî û birokrasî çi
ne. Ji aliyê din ve jî nêzîkbûna dewleta Ukrayina û çapemeniya wê ji
pirsgireka kurdên vir û ya kurdan bi giþtî eþkere dike. Beþê
duyem ê pirtûkê ji deh beþan pêk tê. -
Beþê
yekem, li ser kordolojiyê
ye. Bitaybet di derbarê tevahî lêkolînên ji aliyê kurdnasiyên ve bûyîn
e. -
Beþê duyem li ser peydabûna gelê kurd li gorî belgenameyên antropolojî
û arkolojî ye. -
Beþê sêyem li ser ziman, zaravên ziman û alfebaya zimanê kurdî ye. -
Beþê çarem li ser pêgir, adet û irfên kurdan e. -
Beþê pencemîn li ser Êzdayetiyê ye. Di vî beþî de li ser Êzdayetiyê
ye ku çawa ola kurdan a kevn e. Di vê xalê de, ew nerînên dibejin ku Êzdî
ne kurd in vale derdixe û li erde dixe. -
Beþê þeþemîn li ser kurdên li Qafqasiyayê, Yekîtiya Sovyetê û
welatên Komenwelsê, koçberiya kurdan li van welatan, Kurdistana Sor, çewisanadinên
pêvajoya Stalîn ser kurdan, pêþketina çandî ya kurdan li Ermenistan û
polîtîka helandina kurdan li Azerbîcanê ye. -
Beþê heftem li ser meþa di rêya avakirina dewleta kurdî de ye. Di vî
beþî de ku yek ji sêyan e ji pirtûka birêz Mamoyan, ser þoreþ û
serhildanên kurdan heya roja me ya îro ye. -
Beþê heþtem li ser du þensên dîrokî yên ku kurdan sûd jê negirtî
bo avakirina dewleteke kurdî ye. Ev herdu þens li gor nivîskar; 1-
Dema Salahedînê Eyûbî ye. 2-
Dema navbera peymana Siver û Lozanê ye. -
Beþê
nihem li ser kurd û dîrokê ye. Di vî beþî
de nivîskar li ser encamê girîng ên pêwîste kurd derbixin ji dîroka
xwe ji bo serbikevin û bigihin armancên xwe ye.
Li gor
birêz Mamoyan encamên herî girîng ku derxistiye ji dîroka Kurdistan
evin; yan kurdan palpiþtî daye hêzên derve, yan jî palpiþtî dane hêza
xwe ya hundir bi tenê. Evê yekê jî bi xwe re serkeftin neaniye. Vêce li
gor Mamoyan divê Kurd di destpêkê de hêza xwe ya hundir bikin yek,
berjewendiya netewî bigirin ser berjewendiya partîtî re û ji derfet û
alîkariya hêzên derve sûd wergirin. -
Beþê dihem ser dewlemendiya erdnîgariya Kurdistan û dewlemendiya xwezaya
wê ye. Nivîskar
piraniya çavkaniyên xwe ji Hisretyan, Eskerê Boyik, I. Þerîf Wanlî û
Lazarêv û belgeyên arþîva Yekîtiya Sovyetan û Perlemana Ukrayina
girtine. Pirtûk bi giþtî bi belgan û lekolînan tekûz kiriye. Di pirtûkê
de gelek wêne û nameyên ku ji birêz Mamoyan bo derdorên curbecur hatine
rêkirin di derbarê pirsa kurd de hene. Di
pêþgotina pirtûkê de ku ji aliyê Tatyana Pêlîînko -seroka beþê kêmnetewan
di wezareta kêmnetewan de- hatiye nivîsîn dibêje; "Ev pirtûk nola
kaniyekê ye bo damezirandina vejîn û pêþvebirina çand û nasnama çandî
ya kurdan e." Nezîr
Silo Ukrayina
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org