Marî
Nezîr
Silo
Deh
salên li xurbetê ew nola darekê hiþk kiribûn. Wata dida her liv û
tevgera li der û dora xwe dibû. Dizanî xerîbî parsekî, nearamî,
neasayî, neewleyî û gera li ber deriyan e. Lê, dîsa dixwest koça xwe
ya di tarîtiyê de û bêserî li xerîbiyê bidomîne. Ew li ewlekarî û
aramiyê digeriya. Derbaskirina pênc salên di nav karên nehênî de li Sûriyayê
ew pir westandibû. Jixwe ew ya dawiyê bû, ku ji endamên rêxistina wan a
ku rejîmê ew bi giþtî girtibûn ketibû dest hêzên ewlekariyê. Bi
bawerî û lehengî li hember iþkencekaran li ber xwe dabû. Ew mîna
termekî ser piyan, laþê wê yê terî nazik weke kulavekî reþ lêhatî
derbasî nav malbata xwe bûbû. Bîr û hizra xwe winda kiribû. Tenê navên
îþkencekarên xwe dizanî.
"Jiyan
ji min re li vî welatî nema, ez hew dikarim kabûsan bi roj û þev bibînim."
Bi
van gotinan rêya tal û bêdawî ya xurbetê destpêkiribû. Li þûna xwe
birayê di girtîgehê de, bav û dê, cihên bîranînên zaroktiya xwe,
xaka ku dixwest li ser wê jiyaneke dadwer ji mirovên wê yên dilsoj ji
rojeke bêtirs re ava bike, hemû rojên tal û þîrîn hiþtin. Piþta xwe
da felekê û berê xwe da oxira qeder lê nediyar. Rêwîtiya ji çermê
xwe derketinê destpêkir.
"Ger
hûn hewa vî welatî dikiþînin, divêt hûn bertîla wê bidin."
Vê
yekê dinya li wê kiribû kuna derziyê. Êdî hew dikarî li wî cihê lê
bicihbûyî bisekine. Dikarî bi xelkên wî welatî re rehet biaxive û
derdên xwe ji wan re rave bike. Lê, mehal e, ku ew xelk bi derd û kulên
wê bihesin.
Xwar,
ji hemû cure xwarinên wan
Noþî,
hemû cure meyên wan
Li
semagehên wan nola dînan reqisî
Her
pêlekî dostê hevbeþbûna canê xwe guhertin
Lê,
jiyan bi wan tevan tijeh nedibû.
"Ez
êdî ji çi bitirsim, divê ez sînoran derbas bikim."
Sê
caran xwest ji wî welatî derbasî welatekî din bibe. Lê mixabin, her car
dihate girtin û paþve dihate zîvirandin li wargeha nola girtîgehê ya ji
girtiyên ser sînoran re hatî çêkirin û her carê sê mehan di wir de
dima. Ji bo wê tu ferq û cudatî navbera wê girtîgehê û derveyî wê
nebû. Ji aliyê aborî ve ji wê re girtîgeh hîn baþtir bû. Ji ber ku wê
di girtîgehê de bertîla hewa kiþandinê nedida.
"Ez
kî me, ez kî bûm, ez bûme çi?"
Dema
hin xortên ji welatê wê hatin dîtin û ji wan rewþ û halê welêt bihîst,
bîra wê bi ser hiþê wê de qulipî, êþekê serê wê girt û nola
tonek xwê kete ser sînga wê. Laþê wê giran bû, lêvên wê yên tenik
û kelijî leriziyan û bi pîqêna girî re hêsirên çavên wê fena
kaniyê teqiyan. Di wê kêlîkê de kûrbûna biyanîbûna xwe ji xwe dît.
Jixwe ji ewqas salên li xerbiyê mehê carekê ku ew jî ji nanê xwe kêm
dikir, karîba bi dayîka xwe re xeber bida. Ji wê zêdetir hemû hêz û
hizra wê ew bû, ku çawa nanê roja xwe peyda bike û wê rojê jî li
kolanan birçî nemîne.
"
Ez xwe bikujim ji vî halî baþtir e."
Li
ba wê êdî tiþtê herî hêsan mirin bû. Tenêtî ji bo jinekê ne tiþtekî
asayî ye. Ji ber kabûsan, bêaramî, bêewletiyê revî, lê vê carê ew
tiþt tev li cihekî din bi cureyên din li pêþiya wê bûn. Ya ji van
tevan xerabtir, ji xwe biyanîbûn û xwe windakirin bû. Revê dîsan
herdem metirsên wê li wê hildigirtin. Ji bo wê xwekuþtin ketibû serê
wê û di beþê herî mezin ê mejiyê wê de cih girtibû. Ji jehra miþkan
û sirsirîkan jehreke kujar çêkiribû. Êdî hinekî vehesî bû. Ji ber
ku her dem dikarî xwe ji wî halî xelas bike.
"Tênêtî
bes e, ez hevserbûnê jî biceribînim."
Wê
vehesa wê demê hiþt, ku hestên wê hinekî bijenin. Temenê wê jî sîh
û pênc sal derbas dikir. Êdî li tiþtekî din digeriya. Nivîneke herdem
germ û di paþila zilamekî de, ku ji wî zarokekî çêbike raze. Her çendî
ku di rewþeke þik û gumanan de bû, ji her tiþtî, xwest yarî, li hev
þabûna laþên bi hev re dilsoz tam bike; xewa di hembêza lawekî naþî
de, soza girêdana bêdawî li xurbetê û di nav rewþa bêewletiyê de
biceribîne. Ka wê ev yek wê ber bi kû ve bibe?
"Ez
xwe avis bikim an na?"
Vê
pirsê demeke dirêj di hiþê wê de cih girt. Dizanî ku ew mafê
penaberiyê li welatê ew lê, bigire jî, ew nikare derfetên jiyanê ji bo
wê zaroka ku çêbike bibîne. Heta wê demê bitenê bû, li çara serê
xwe dinêrî, wê vê carê bi zarokê re bibin malbatek sê kesên bê cih,
bê kar, bê çare û bê pêþeroj li xerîbiya bêdilovan û xedar. Pir
diponijî û di nava pêlên deryaya pirsên sotîner de dixeniqî. Dîsan
xwekuþtin hate bala wê, lê vê carê dilê wê yê bi hevserê wê diavêt,
ew ji van hizran dûr kir. Hemû çengelên pirsên di mejiyê xwe de avêtin,
bendên avisbûnê sotandin, piþt da erdê û ling rakirin ji gana bo avisbûnê
re. Xwe bi dînîtî û hêza avjoyan da gan.
"Ez
avis bûm, wey Xweda ez çi bikim?"
Ji
bo wê kêþeyên jiyanê hew balkêþ bûn. Di kû de zirav bibe bila di
wir de biqete. Lê, dîsan gelek caran mat dibû. Pêlên pirsan û metirsan
didan ser wê. Lê ji bo zayîna zarokî biryara wê teqez bû. Di quncekî
mejiyê xwe de hêvî dikir, ku bûyîna zarokê ji bo wê þanseke baþ be
û dikare gelek dergehên nû li ber wê veke. Lê, ji wê zêdetir wê heyîna
zarokê bo xwe sedem û girêdana herî mezin bi jiyanê re didît. Ew nola
werîsê herî qayîm ku xwe pê girêbide jiyanê didît.
"Tiþtek
bi serê keçika min were, ezê xwe bikujim."
Li
nexweþxanê zarok anî. Zaroka wan keç bû. Heme navê wê danî Marî.
Marî bi sosret ji mirinê filitî. Di mercên bê xwarinî, bê derman û bê
pertî de Marî ya bê cih, bê pêþeroj û bê qoçan çavên xwe li xerîbiyê
li dinyayê vekirin. Ne tenê Marî nû çavên xwe li dinyayê vekirin, her
weha dayîka wê jî nola zarekî ji nû ve hate dinyayê. Du zarok bi hev
re jidayîk bûn.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org