NÛJENÎ
Û ÇAND
Nezîr
Silo
Nûjenî rûdaneweyeke dîrokiye, li gorî cih û rewþan tê
guhertin. Nûjenî guhrankariye û þêweyê guhrandinê ye, pêngaveke
ku ravekirin, raman, zanist, jiyan û têkiliyên mirovatî
ber ji astekî dibi astek bilindtir û çaktir. Ji aliyekî din ve
pêngaveke dema hazir derbas dike û derketina ji ast û xeleka pêgiran
û kilasîk e. Lê, bêyî ku ji binî ve, ji kokên xwe, xwe
qutbike. Nûjenî bi vê yekê tê pîvan: ka çiqas kevn
derbaskiriye û tiþtên xweserî parastiye. Jiber ku nûjenî bûyerek
dîrokî û insaniye xwedî xuyek nisbiye- izafi ye. Nûjeniya
mutleq nîne û neþerte hemû nûjentî ser kokekî biafire, an jî
yek car ji kokan jî qutbe, ji ber ku her cureyek nûjenî him
berdewamiye ser kok û eslên xwe û him qutbûyîneke ji kok û
eslên xwe.
Nûjenî di çi aliyî de çêbibe, çi di aliyê wêjeyî, hunerî,
zanist, hizir û civakî de be; pêþketinek çêtirîne li gorî
yên heyî û yên berî xwe, ji ber ku her tþtî ber bi
vejîn û nûkirinê ve dibe da ku zêdetirîn xweþ û geþ,
bibandor û rûmet be. Her weha nûjenî derfeta jiyanê ji her tiþtî
re diafirîne û dihêle ku heyîn û jîna wan berdewam bibe.
Dervî vê yekê hemû cureyên din ên nûjeniyê dimînin pînekirin
an jî boyakirin, ev jî dihêlin ew tiþt birizin û bimirin.
Nûjenî di qonaxên dîrokî de bi xwe re guherandinek giþtî tîne
û rê li ber çerx û demên nû vedike, dihêle ku mirov hîn
firehtir, kûrtr û ji hemû aliyan ve li dema berî xwe û hemû
tiþtên ber çavên xwe binere. Jiber ku nûjenî bi xwe re
raman, wijdan, xwî, zanbûn, kar, berhem, rêxistina civakî, etîk
û rûmetên nû diafirîne. Ango bi temamî guherandineke mezin
û berfirehe di çanda mirovahiyê de.
Dibe ku þert û mercên derve bandor û tasîra xwe ser bûyera nûjeniyê
dikin, lê negengaze nûjeniyek rastteqîne çêbibe ger ku ne ji
hinav û dilê taybetmendiya xweserî ya wê civakê ve, pêk
were. Ji ber ku nûjeniya ji derve, ya bi bandora çepisandinên
derve bibe wê nola boyakirina camê bi rengên ku tu caran li
hember tav û baranê liber xwe nadin. Dê sextetiya wê zutirin
demê de derkeve û cewherê wê yê paþketî, kal, vikîvala,
biyanî û dûvik derkeve eþkeretiyê. Jiber ku nûjeniya rastteqîne-
çi kesayet, çi jî kom- bi zanebûn û vîna wan ve dibe û bi
muhra wan a xweser dax dibe.
Di jiyana me de û di nav çanda me de gelek nimûneyên nûjeniyê
hene. Lê
tevahî mîna pînên ji derve li me hatine dan in. Ew ne ji jiyan
û çanda me tên, an jî bi zanebûn û vîna me hatine, li me bûne
û bûne jiyan bo me. Ewana nûjentiya me ji xencî xwe kiriye û
em dixwazin li xwe bikin û xwe pê nûjen bidin diyarkirin e. Ew
ne fêkî, xwzî û berhema me ne. Ev awayê nûjeniyê biyanîbûna
xwe di me de diparêze û nagihe taybetmendiya me ya hundirîn a kûr.
Ev jî me dixapîne, xweserîtiya me diperçiqîne, paþketina me
dipareze û kêrhatiya me difetisî ne.
Nûjeniya rastteqîne, nûbûna jiyanê ye, nûbûna mirove, nûbûna
dîtin û nerîna mirov û kûrbûn hizir û berhembûyîna wî
ye. Zêdbûnûa qudreta zanebûn, xwedanbûna zagonênû mercên
jiyanê, guhertina û nû kirina insane û karê ji bo
berjewendiya mirovan . Nûjenî kefþkirinên nû, guhrandinên
berdewam û bêrawestan ji dîtin û jiyana mirovan re ye. Ji aliyê
wê yên wêjeyî, hunerî, pratîkî, hizrî û civakî ve. Ango
þoreþa çandî ye.Ka em binerin Kurd weke civak û netew li kû
ne ji aliyê nûjeniyê ve? Ma ji bo me nûjenî pêwîst nîne?
An heme emê herdem bêjin em bindestin û mafê ma hatiye xwarin
û em tên inkarkirin û dostên me nînin û û.û û....??
Raste têkiliya paþketina netewekî bi bindestiya wî re heye û
têkiliya paþketina civakekî bi neyîna azadiyê re heye. Þertê
yekem ê pêþketin û nûjeniyê rizgarî û azadaiye. Lê, tekoþîna
gelên bindest ne tenê bi siyasî û leþkerî ye û ne bi wan
tenê digihe serkeftinê û bi wan tenê civaka xwe azad û
serfiraz dikin.
Li gor dîtina min siyasetmedar û rêxistinên kurd pêwîstiya
xwe bi rexne dayînek mezin hene, bi taybet di derbarê rêbaza
tekoþîna xwe ya netewî de. Ji ber ku me weke netewek heme heme
hemû hêz û taqeta xwe di þer û siyasetê de xerckir. Lewma em
dibînin piþtî ku siyaset û þer hin encamên berbiçav bi
destveanîn, dor hate ser pêþxistina civakê û dest bi kar û
xebatên çandî yên ku heyîn û rengê me dide diyarkirin nav
civata netewan de, me dît em çiqas bêçare, lewaz û kêmin. Ji
vê yekê re gelek sedem hene. Ez dixwazim hinekî ser van sedeman
jî rawestim.
Netewa Kurd nebû xwedî dewlet, lê weke gelekî tekoþer þerê
heyîna xwe li dijî cîhana lê bûyî dijmin sedsalekî da meþandin.
Her çiqas ku ev tekoþîn di çarîka dawî ya sedesala bîstan
de ji aliyê partiyên siyasî ve dihat rêvebirin, lê herdem
tekoþîna netewa me bi aliyê xwe yê siyasî û leþkerî ve ma.
Xebatek çandî berfireh pê nehatiye hizrandin. Heta vê yekê hiþt
ku Kurd tenê weke miletekî þerker di cîhanê de werin
naskirin. Ev tiþta ku helbestvanê mezin Ahmedê Xanê berî 300
salî pê fikirî û dest pêkirî, me nekarî di dema nezîk de
wate bidinê. Wî Mem û Zîna xwe çêkir bo ji gelên din re bibêje
Kurd jî xwedî zanebûn û irfanin, lê me xebata çandî weke
xebatek bêwate dît. Partiyên siyasî ji bo propogenda xwe hin
saziyên çandî çêkirin, lê mixabin ev sazî bûn saziyên
partiyan û ji dervî civakê man.
Raman di Kurdistanê de pêþket, lê ramanên birdozî bûn. Beþê
herî zêde yê wêje û huner di xizmeta bîrdoziyên di
Kurdistanê de bûn û gelek zuha û tengbûn. Saziyên her tiþtî
avabûn, lê ne yê tiþtekî bûn. Beþê herî mezin ê rewþnebîran
dervî xebatên wan ên bingehîn man, di bin rehmet û þefeqeta
partiyan de man. Pir pirtûk û nivîs hatin weþandin, lê her tiþt
di wan de hebû ji xencî babetên çandî. Çapemeniya gelê kurd
nekêm3i çapemeniay gelên xwed3i dewlet e, l3e mixabin çapemeniya
partiya ne. Ýcar dê çawe çanda me ya ewqas dewlemend û
zengîn pêþbikeve? jixwe mijara nûjeniyê ya ku ser zimanê her
kesî ye ma pîne û boyakirin.
Her çiqas ku mirov di van salên dawiyê de lebat û tevgerek çandî
ya berfireh dibîne li tevahî Kurdistanê, lê hîn ji yek alîbûn
û seranserîtî derbas nebûye. Di serî de hemû partî û rêxistinên
kurdî besha xweguherandin û nûkrinê dikin di bername û ramanên
xwe de, ya rast jî ewe û ji wir nûjenî destpê dike; lê di
rastiyê û pratîkê de mirov vê yekê nabîne. Hîn jî
zihniyeta doxmatîk, eznavend û xwedî rastiya mutleqim di ramanên
hemû partiyên siyasî yên kurdî de heye. Ev yek jî paþketin
û bêkêriya wan di vê çerxê de dide diyarkirin. Ewana bi vê
yekê hemû hewildanên pêþketin û nûjeniye difetisînin di
demeke ku gelê me pêdiviya xwe bi hinasek kûr û fereh heye bo
ku hemû taqet û derfetên xwe bikar bîne bo serxistina tekoþîna
xwe ya çandî.
Di aliyê wêjeyî de hinek xebatên ber biçav hene, lê ew xebat
negihana asta ku bi rastî xizîneya wêjeyî ya gelê me bi
awayekî nûjen di nav çandên cîhanê de bide bi cihkirin. Ne
romana kurdî, ne çîroka kurdî, ne jî rexneya wêjeyî gihaye
wê astê têra civaka me bike û nûneratiya wî di nav wêjeya
gerdûnî de bike. jixwe helbesta kurdî bêhêz û bê bandor
maye. Dibe ku ji aliyê hunerî ve hin gavên berbiçav hebin, bi
taybet di xala muzîkê de û di vê dawiyê de hinek fîlmên sînama
tomar bûn-ev jî yekem care. Lê saziyên zanistiyê, lêkolîn
û akademî hîn merov þopa wan di nav civaka me de nabîne. Gelo
ev tiþt hemû bê sedemin??
Na sedemên van gelek hene. Raste em weke netewkî bindestin û
tekoþîna netewî hîn berdewam dimeþînin, kesayeta Kurd gelek
parçe, jixwe biyan, lewaz û bêderfete. Weke civak hîn em gelek
þûnde ne, ji aliyê aborî ve em miletekî jarin û ji aliyê
sikolojî ve hîn girêka xwebiçûkdîtinê û emmezlûmin me
derbas nekiriye. Lê ev tev nayên wê wateyê û nabin bihane ku
em deyînin pêþiya xwe û bêjin; "em nikarin di çanda xwe
nûjeniyekî çêbikin, an hîn dem nehatiye û gelek wext ji me
re lazime". Em herî zede wek civak hînî tiþta hêsan bûne.
Em zû dikarin tiþtên xelkên din bigrin, tiþtên hazir heme li
xwe bikin û xwe têxin qalibên wan. Ya
ku di nav me de derketî û pir jî li pêþketî eve.
Di encamê de ez dibêjim; rewþa siyasî a Kurdistanê bigiþtî
em gihandina xala tekoþîna çandî. Ev xal jî ser me ferz dike
ku em nûjeniyê di çanda xwe de çêbikin da ku bi çanda xwe
bijîn. Êdî dem dema pêþxistina û nûjenkirina çanda kurdî
ye. Em Kurd anceq xwe weke netew dikarin êdî bitaybetmendiya xwe
ya xweser a çandî di nav gelên herma xwe û cîhanê de bi cih
bikin û biparêzin. Ji bo vê yekê di serî de pêdivî bi
rexnekirina ramana siyasî a kurdî heye, pêdivî bi demokratbûna
partiyên kurdî heye. Pêdiv pê heye ku sazî ji bi bandora
partiyan derbikevin û hew weke alavakî propogendaya wan tevbýgerin.
Di saziyên çandî de hunermend û rewþenbîr, di saziyên
zanist û akademîk de zanyar cih bigrin û siyasetmedar di partiyên
xwe de. Pêwîstiya tevgerke nûjeniyê ji her aliyî ve îro
derdikeve pêþiya me. Ev yek nebe çanda me derfeta jiyanê li
hember pêlên bêhempa yên çanda serdest nabîne.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org