M.
Nezîr Silo,
nezirsilo@hotmail.com
Bi
qasî ku pêþketina hêzên hilberînê û nakokiyên çînî
civak bi pêþ ve bir, ewqas jî huner û wêje rolekî grinîg di
pêþdebirina þaristanî û mirovahiyê de leyîstine. Di vê xalê
de Marks weha dibêje; “Hilberîna
giyanî ji destpêkê de bi awayekî rasterast têkilî karê madî
û têkiliya mirovan ya bi hev re ye”.
Eger ku peywendiyên hilberînê wêneya civakê çêdikin, wêje
giyan didiyê. Wêje giyan û nirxên mirovahî di mirovan de çandiye.
Eger ku þer bûye sedemê pêþvebirin û pêþkeftina civakan;
her çendî bi êþ û azar e, wêje bi þêweyên xwe yên hunerî,
mirovê hov kiriye mirovekî civakî ku xwe û nirxên mirovahî
binase.
Tê
dîtin ku her çîneke civakî, kar kiriye ji bo ku wêje bo
berjewendiyên xwe yên çînî bi kar bîne, da ku giyan û nirxên
ew dixwazin di civakê de - di hemû aliyên jiyanê de bidin çandin.
Di vê xalê de bi taybet û di pêþiyê de ol tên. Olan, wêje
û þêweyên wêjeyî di asteke pir bilind de, bi hunerî û
bedewî wêje bi kar anîne. Vê yekê mirov pir eþkere di hemû
pirtûkên olî de dibîne, ji Tewratê bigire heta bi Quranê.
Lewra wan bandoreke pir mezin li ser mirovan çêkiriye û bandora
xwe bi hezarê salan berdewam kiriye.
Em
nikarin bêjin, ku hemû berhemên wêjeyî di dîrokê de, di
roja me ya îro de û heta di paþerojê de jî, roleke pozîtîv
û baþ leyîstine û wê bilîzin. Armanca bilind ya wêjeyê ew
e, ku rastiyê bide diyarkirin û mirovahiyê di riya aþkerekirina
kirîtiyê û rûmetkirina nirxên mirovahî bedew bike. Di vê
xalê de, ez dixwazim li ser wêjeya civakî rawestin û ez wêjeya
ji civakê dûr û qutkirî nanirxînim, ji ber ku nêrîna
“Huner ji bo huner” a ku hêzên desthilatdar pêþve birine
ji bo valehiþtina naveroka wêje û dûrxistina wê ji rastiyê,
ta ku ji xizmeta mirovahiyê derkeve, ez napejirînim.
Çavkaniya
wêjeyê, civak, jiyana civakî û vejandina civakî hilberandiye.
Ji ber ku wêje bi hest û wêneyan aliyên veþartî û kûr di
jiyana civakê de eþkere dike û bi vî awayî ji civak û kes re
dibe çareserî. Di bin rohniya çareseriya ku wêje bi rêya
berhemên xwe çêdike de, civak, exlaq û peywendî, baweriyên nû
û þiklekî xweþkbûnê yê nû digirin. Wêje, civakê li ser
bawerî û þêwazên jiyanê yên nû perwerde û xweþik dike.
Lewra pêwîst e her tim wêje li ser bingehê ku awayekî zanîna
civakî ye mirov bigire dest xwe. Mînak: Roman di rêya çareserkirina
kesayetiyekê re, civakê çareser dike. Di rêya bûyerekê de, dîrokê
çaraser dike. Li ser ronahiya realîta aborî, civakî û çandî
kesayetiyan çareser dike û di rêya wî re, civakê dibe çareseriyê.
Di vê xalê de M. Gorkî dibêje; “Wêje
çavê gerdûnê ye, yê ku her tiþtî dibîne û diçe heta kûrahiya
derûniya mirovan”.
Li
gor Dostoyêvskî : “Wêje,
yek ji erkên wê, þîretkirina mirovahiyê ye. Ji ber ku weke
pirtûkeke dibistanê ya ji jiyanê ye. Armanca xwenaskirina,
jiyanê û nirxên mirovahî dide çandin.”
Wêje,
amrazê ronakbîriya civakî ye û dagirtina valatiya li ba mirov
û jiyana mirovahî bi dilþadiyê ye. Mirov heyîna xwe ya rast
û bê dawî bi wêjeyê bi dest xwe ve anî. Bi rêya wêjeyê
mirov diçe dema borî û paþerojê, ji vî cihî diçe cihekî dî,
dibe ev kes û kesekî dî. Xort tîne zaroktiyê û dibe kalbûnê.
Dihêlê ku her kes bihesê, bizanibe û tiþta ku rojekê di
jiyana xwe de bawer nedikir bigihiyê û pê bihese, bigihêjiyê.
Nûçeyên
çapemeniyê tu caran nikarin parçeyek pir biçûk ji zanabûna
ku karên hunerî yên wêjeyî dide mirov bide wan, ne jî dersên
dîrokî û zanistî bi qasî romanekê dikare zanebûnê bide.
Lewra wêje çeka guherandinê ya piraktîkî ye. Wêje xwedî hêzeke
mezin a zanebûnê ye. Li gora Tiþîrnînîþêvskî; “Miletek
bê wêje, kor û nezane. Bi qasî miletek xwedî wêje be, zana
û reweþenbîr e; ji ber ku wêje mirovan hîn û þa dike”. Di
vê wateyê de wêje, xwedî erka perwerde, zanîn û dilxweþkirina
mirovan e; heyînê rengîn dike, ji ber ku di her hilberîna xwe
de, xweþikbûna mirovan zengîn dike. Wêje, çavkaniya xweþikbûnê
ya kûr e; xwediyê hêza megnatîzî ye, mirovan ber xwe ve dikiþîne.
Li
gor van nirxandinan, rola wêje di jiyan, pêþvexistin û
guherandina civakê de eþkere dibe. Em wek gelê Kurd, pêdiviya
me ji wêjeyê re gelek mezin e. Ji ber ku gelê me pêdiviya xwe
bi zanîn û ronakbîriyê heye. Gelê Kurd ji aliyê ramyarî,
siyasî, rêkxistinî û dezgehan ve, gavên girîng avêtine.
Lewra tê xwestin, eviya ji aliyê giyanî ve bê temam kirin. Di
wateyeke din de, giyan, nirxên bilind ên mirovahî dê di wî de
bide çandin û vê rasitya wî û sekna wî ya mirovahî bike mal
ji mirovahiyê re. Bi rêya wêjeyeke hemdem û pêþeverû em jî
serbilindahî û pêþketina xwe weke ku Xanî di wextê xwe de
gotî û kirî raberî tevahî gelên cîhanê bikin.
Ji
ber ku rola wêje di çêkirina civakan de pir girîng û mezin e,
rola wê ji bo demokratîkkirina civakê jî pir girîng e. Wêje
di rêya çandina taybetmediyên demokrat di kesayetiyê de, di rêya
çareserkirin, eþkerekirin û kirîtkirina teybetmendiyên neçê
li ser kesayetiyan heyîn, kesayetiyeke demokrat diafirîne û di
rêya wê de civakeke demokrat derdixe holê. Pêwîst e bi wêjeyê
mirov li ser nirxên demokrasî bê perwerdekirin. Di dîroka
mirovahiyê de wêje ezezîtî, kirîtî û xweþikbûn bi mirovan
daye naskirin û þer ji bo azadî û dademendiyê kiriye. Bi
azadiyê wêje digihe lûtkeyê. Wêje, dikare ew mejiyê hiþk yê
li dijî demokrasî bi þûnmahiyên xwe yên paþverû, xanedanî,
eþîretî, olperestî û nijadperestiya teng, biguherîne û
bihelîne. Ji bo avakirina civakeke demokart di Rojhilata Navîn
de ev yek weke pêdiviyeke girîng derdikeve pêþ. Di vê xalê
de rola wêjeyê derdikeve pêþ ku bi þêweyekî hunerî jiyana
di bin bandora þûnmahiyên paþverû de pak bike û çarçova
jiyana azad, demokrat û biratiya navbera gelan bide diyarkirin.
Ez
dixwazin bal bikiþînin li ser vê yekê, ku wêjeya Kurd ya
kilasîk û ya realîst rola çandina van nirxên min dane
diyarkirin, di rêya helbest, destan û çîrokên xwe re pir bi
balkêþî leyîst. Di roja me ya îro de jî, wêjeya kurdî neçarî
vê yekê ye. Wêjeya kurdî, nameya neteweke ku di dîrokê de
fedekariyên mezin kirine, ji bo çandina biratiyê û jiyana
hevbeþ hildigire ser milên xwe. Gelê Kurd, bi aliyên xwe yên
paþverû jî, bû bar û bela li ser xwe û gelên herêmê.
Kurdan di van salên derbasbûyî de ji aliyê ramyarî, siyasî
û civakî de li hember vê paþverûtiyê pingavên mezin avêtin;
pêwîst e ku wêjeya kurdî ji rewþa lawaz û marjînal xwe
derbixe û ji bo çandina nirx, hestên demokratî, biratî û
mirovahî pêþengiyê bike; da ku ji nû ve bi rola xwe ya dîrokî
ji bo yekîtî û biratiya gelan rabe. Wêjeya kurdî pêwîst e
di vê hêlê de xwedî para mezin û armanc be.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org