Wêje
di çaxê gilobalîzmê de
M. Nezîr Silo, nezirsilo@hotmail.com
Mirovahî
derbasî sedsaleke nû bû, bi xwe re deskeftên mezin ên ku di dîroka
pêþketina xwe de bidest xistî û bi derfetên jiyanê yên
fireh li ser hîmê destveanîna pêþketinên mezin di hemû aliyên
jiyanê de, çi aborî, civakî, zanistî, çandî û tekolojî
be. Bi xwe re jî pirsgirêk, tekhlûkeyên mezin hildigire, ji
aliyên tenduristî, dadmendiya civakî, paqijiya xwezayî, zêdebûna
hejmara mirovan û gelek pirsgirêkên ji encama pêþketina
teknolojiyê derketin holê.
Kombûna
sermaye di destê hindik kesan de û navendbûyîna wê di dewletên
xwedî hêz de, yên ku kar dikin ji bo sistema Neolîberalizim di
tevahî cîhanê de bidin rûniþkandin. Ev sistema ku
serbestkirina bazaran armanc dike, hemû hewildanan dike ji bo rê
veke û asteng li pêþiya bazirganiyê were rakirin, da ku
sermaye bi hesanî bigere. Bikaranîna teknolojiya pêþkeftî û
alavên ragihandinê, dinya me ya îro kiriye gundekî biçûk, vê
yekê jî bi xwe re sînorên netewî yên dewletên kilasîk bê
wate hiþtiye.
Pêþketina
teknolojiyê û zanyariyê bi xwe re him tehlûke, him jî derfetên
mezin ji bo jiyanê anîne. Pirsgrêkên netewî cihê xwe ji
pirsgirêka demokrasî, mafê mirovan û pirsgirêkên çandî û
ziman re dihêle. Roj bi roj di cîhanê de pirsgirêkên nû xwe
derdixine pêþ. Pirsgirêk ferehtir û naventewî dibin. Mirovahî
roj bi roj nêzîkî hev dibe û hestên yekîtiya mirovahiyê û
pirsgirêkên wê li pêþ dikevin. Di vê xalê de pirseke ku her
kes ji xwe dike ew e, gelo ma em di çaraçova Gilobalîzmê de
ber bi çandeke gerdûnî ve diçin.? Her çand wê bikaribe
hevparî viya bibe.? Li gora gelek nirxandin, lêkolîn û
encaman, Gilabalizim ji aliyekî ve þaristaniyê gilobal dike û
çandeke berxwarî belav dike. Rast e, dibe ku þaristanî
navnetewî be, lê çand netewî ye, nasnama û heyîna komên
mirovan dide diyarkirin. Ev yek tehlûkeyeke bi vî awayî
derxistiye holê, ku hinek ziman û kultûr winda dibin û roj bi
roj bandora yek çandê belav dibe, weke ku mirovahî ber bi yek
rengî ve dibe.
Pirsek
li vê derê derdikeve pêþ: Gelo ev çanda gerdûnî, wê çanada
Amerîkiyan be.? Wê çi bi çandên din were.? Zimanê mirov pê
dipeyivin, wê çi bi wan bê.? Gelo ma Gilobalîzim wê bi xwe re
gelek zimanan û çandan binbir bike.? Ji ber ku xwendina pirtûkan
pir kêm bûye, mirov zêdetir li Televizyonan temaþe dikin û ji
xwe re wek kaniya zanînê digirin . Ji ber ku bi wêne û deng, bê
ked û bi hesanî pir tiþtan dide mirovan. Kilîp, reklam û sîneme
pir bandora xwe li ser jiyana mirovan kiriye. Ev yek jî, ji aliyê
Amerîkiyan ve pir tê bikaranîn û mesrefeke pir mezin lê tê
kirin. Bi hezaran wêne, deng, raman, helberîn û berhemên
rengereng tên belavkirin û weþandin. Bandora xwe rojane li ser
hizir, xeyal û þêwazê jiyana mirovan dike.
Ji
aliyê din ve, ev rewþ derfet dide her çandê, ku xwe pêþve
bibe û belav bike. Înternet her çiqas ku aliyên xwe yên ziyanê
didin hebin jî, alaveke azad e, her kes û her netew, çanda xwe
û bi her zimanê xwe dikare bide bikaranîn û jê sûdê bigire.
Têkoþîna ji bo parastina çand û zimanê xwe ji serî ve ne bi
bin ketiye. Mirov dikare cihê xwe bê asteng di nav de bigire.
Yek mirov dikare her tiþtê xwe bigihîne deh milyonan kes. Lewre
rawestandineke kilasîk, ku çax ne perjirîne, xew bigire di
hundirê xwe de û tiþtên kevin bide jiyandin, di bin navê
parastina çanda xwe, bê awate ye. Rawestandin li dijî nasnama
çandî û berdana çanda xwe di bin navê nepejirandina qaliban
û xwe guherandin û nûkirin ancex mirovan ji rastiya wana qut
bike û dûr bike. Serxwebûna çandî bi dayîn û standinê bi
wate dibe. Hemû çand ji hev û dû dibin û didin hev. Pêwîst
e di vê xalê de rêzgirtin, dan û standin di navbera çandan de
çêbibe, her çand xwe biparêze, bi parastina xwe rengînbûyîna
çandî û hêzbûyîna çanda mirovahî bi giþtî dihêle û
xurt dike.
Dibe
ku di vî çaxî de ji van sedeman û encamên ku me dan
diyarkirin ziyan li wêjeyê bibe. Wêje, hunereke di xwezaya xwe
de her çendî bi zimanekî netewî tê nivîsandin jî, lê ew
gerdûnî ye. Ji ber ku bi pirsgirêkên civakê û jiyanê re di
riya kesan de lê digere, diyar dike û çareser dike. Dema ku
pirsgirêkên civakê û jiyanê tên guherandin, babet, xal,
mijar û bûyerên ku wêje li ser diraweste jî, tên guherandin.
Þêwazê nivîsa xwe û hunera xwe jî tê guhertin û bi pêþ
dikeve. Ev çaxa ku pirsgirêk mezin dibin, hêzên desthilatdar
ezezîtî di mirovan de di astek bilind de pêþve dibin; ji aliyê
giyan, moral û nirxên mirovahiyê ve valahiyeke mezin dijî,
rola wêjeyê derdikeve pêþ, ku nirxên giyanî, mirovahî û
moral careke din ji mirovan re vegerîne û derfetên heyî ve,
xwe bi bandor bike.
Li
hember vê rewþê gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî û girîng
re derbaz dibe. Gelê Kurd yê ku di gelek qonaxên þoreþgerî
re derbas bûye, ji bo ku weke netew, çand, ziman û wêjeya xwe
biparêze û pêþve bibe, têkoþîna demokrasî dike. Çand di
zemînên azad û demokrat de bi pêþ dikeve. Lewra têkoþîna
gelê Kurd ji bo mafên xwe yê demokrasî û çandî bi wate û rûmet
e. Derfetên heyî, yê bi dest xwe ve anîn, gelek bi nirx in û
pêwîst e di asteke bilind de bi kar bîne. Bi tayebet derfet û
destkeftiyên heyî bi zaravê Kurmmancî, neçarî sûdgirtina di
asteke bilind de ji wana bike.
Gelê
Kurd xwedî þaristanî û çandeke dirokî ya dewlemend e. Wî li
ber xwe daye, heta xwe gihandiye vê rojê. Ev dewlemendî, xurtbûyîn
bingeh û hînmeke mezin û hêja ye, li ser wê derfetên pêþvebirin
û nûjenkirina wê derketiye holê. Bi teybet wêjeya Kurdî xwedî
bingeh û dewlemendiyeke mezin e, kêmasî û lewaziyên xwe
dikare di demeke kin de derbas bike, nûjen be û rola jê tê
xwestin pê rabe. Lewra erk û xebateke pir mezin û bi nirx
dikeve ser milê sazî, înstîtut, rewþenbîr û wêjevanên
Kurd, ku program, plan û karên tên xwestin ji bo pêngaveke
mezin û hemdem di vî alî de bavêjin. Ev tê wê wateyê, ku li
pêþ me weke erkek girîng û tê xwestin di demekî kin de kar
û tevgereke mezin û berfireh bête kirin, ji bo zindîkirin û pêþvebirina
wêjeya Kurdî ya ku bibe hîm ji têkoþîna demokrasî û pêþvebirina
çand û zimanê Kurdî re. Rêya bitenê ku em karibin wêjeya
xwe di vî çaxê bi bahoz û bablîsok de biparêzin, lipêþxistina
wê ye.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org