Wêjevan û wêjeya derveyî welat

M. Nezîr Silo

 

Di van sih salên derbasbûyî de, koçên mezin ji kurdan ber bi Ewropayê ve çêbûn. Di nava koçberan de gelek rewþenbîr û nivîskar jî hebûn. Gelek dewletên Ewropa alîkarî û derfet dan ji bo pêþxistina çand û wêjeya Kurdî. Înstîtutên Kurdî li Bruksel, Firansa, Almanya, Siwêd û hinek dewletên dî yên Ewropî hatin vekirin. Van înstîtutan xizmetekî ku mirov dibîne kirin. Wek weþandina kovaran bi zimanê Kurdî, rawestandin li ser rêziman, derxistina hinek ferheng û pirtûkên rêziman, rawestandina li ser hinek babetên wêjeyî, dîrokî,  çandî û hwd.

Hinek nivîskar û wêjevan gelek dîwanên þîîr yên þaîrên Kurd kom kirin û weþandin û hinek berhemên wêjeyî wergerandine zimanê Kurdî. Ferhengên Kurdî - Almanî, Kurdî - Îngilîzî, Kurdî - Firansî derxistin. Lêkolîn li ser hinek helbestvan û þaîrên Kurd ên kilasîk kirin, hinkan jî þîîr, çîrok, roman nivîsîn û hinek destan û çîrokên kurdî yên folklorî derbasî nivîsê kirin. Ev kar û keda hatiye kirin, eger kesayetî be, yan jî karekî partiyan be, bû alikar ji bo derxistina hinek berhemên wêjeya kurdî ku mirov nikare nîkol bike.

Lê li gor dîtina min ev xebat û karên han, ji hin aliyan ve kêm man. Dibe ku ji aliyekî ve sûde û kar dabe wêjeya Kurd û zimanê Kurdî. Lê, bi qasî van karan pêdivî bi gera li sedemên paþketin û lawazbûna wêjeya Kurdî heye. Bêyî ku mirovê wêjevan bingeha tehlûkeya li ser ziman û çanda neteweyî bi awayekî rast destnîþan bike û li hember wê xwedî helwesteke xurt be, nikare berhemên bi bandor li ser civakê biafirîne, nemaze ku ev civak di nav tekoþîna neteweyî de be. Ji ber ku hebûna dagirkeriyê û paþverûtiyê, zemînê pêþketina wêjeyê bi hemû rengan zuha dike. Ji ber ku dagirkerî civakê bi berveyî tunebûnê ve dibe. Wêje wê çawa û ji kê re bimîne? Hêzên dagirker û paþverûtî ne hinasê, ne jî cih didin tiþtekî ku girêdayî kurdîtiyê bibe. Ji bo jiyan û heyîna wêjeyê xaka ku li ser þax, kat û fêkî bide tê zuha û þewitandin; çi pêwîstî di vê rewþê de heye? Di vê xalê de pêwîstiya tekoþîna gel ya neteweyî û demokrat, ya ku derdikeve pêþ heye. Rast e rola wêjeyê di heyîn û pêþvebirana civakan û netewan de girîng e. Lê çaxê heyîna neteweyekê ber bi tunebûnê ve diçe, pêdivî û pêwîstî bi berxwedan û tekoþînê heye. Wêje û wêjevaniya gelê bindest û tekoþer divêt bê alî nebe.

Kurdistana îro ne ya berî sih salî ye. Her tiþt li Kurdistanê hatiye guhertin. Hema hema her tiþt serûbin bûye. Rewþ, kesayet, nirx, pîvan û mercên pir têvel û guhertî derketine holê. Lewma pêdivî bi dîtina van tiþtan heye berî ku mirov dest bi berhemeke wêjeyî bike. Ji ber ku guherandinên bingehîn di peywendiyan û civakê de çêbûne, kesayetiyek bi bîrdozî, bi bîr û bawer, azad, xwedî vîn û welatperwer, demokrat û însanhez çêbûye li rex kesayeta tirsonek, revok, sîxur, noker, ji nirxên mirovatî û netewî dûr. Di van salên derbasbûyî de bi sedan berxwedan, destanên qehremantî, lehengên netewî û çîrokên rast çêbûne. Lewma zemîneke pir xurt û dewlemend derketiye holê. Ez dibînim, ku heya niha bi taybet kesên bi wêjeyê ve mijul dibin tiþta ku kirin û berhemên derxistin pir lawaz bûn. Tu caran jî ji pêdiviya Kurdê serihlidayî û tekoþîna rizgariya netaweyî û demokrasiyê re nebûn bersiv. Berhemên wan, nebûn deng, nebûn hest û bang ji gelê Kurd re, yê ku þerê heyîna xwe dide, ne jî bûn amrazên perwerdeyê û pêþvebirina wî. Dibe ku nivîskar ji welêt dûr be, lê çavê her kesî li wî ye. Di tekoþîna gelên din de bi dehan romanên hêja ku nav û deng dan di cîhanê de derketin. Lewma gazî û gazina min ji vê tê.

Nivîsandina çîrokeke kevin, an çend helbestên bi zimanê Kurdî nayê wê wateyê, ku her tiþtî bû. Jiyana derveyî welat û qutbûna ji gelê xwe dihêle, ku ew kes - ger mirov bixwaze yan nexwaze - ji gelek rastî û realîteya gelê xwe dûr bimîne. Gelê wî çi dijî.? Di hundirê wî de çi dibe.? Çi dike.? Çi fedekarî dibe.? Bi çi awayî li ber xwe dide.? Pêdiviya wan ya rojane çi ye.? Rewþa wî ya derûnî, civakî û aborî çawa ye.? Çi dixwaze.? Çiyê wî hatiye guhartin.? Hestên wî çi ne.? Van tiþtan bi rastî û rasteqîne nizanin. Wek tê zanîn, wêjeya dûrî rastiya civakî be, tu sûd û kar nade civakê. Vê yekê mirov pir baþ dikare di beþekî mezin ji kovar, helbest, roman û hemû berhemên wan ên wêjeyî de bibîne. Lewma bandora xwe kêm e û sûdê pir nade berjewendiyên gelê Kurd ên neteweyî û demokrasî. Rast e, gelek sedemên din jî hene, lê ji aliyê naveroka wan ve ez van nirxandinan dikim. Ji aliyê din ve ez dixwazim vê yekê jî bibêjim; ku girîngiya wêje, ew bikare demê û hizirên kûr ên mirovan rave bike û wêneya pêþerojê çêbike, dîrokê bi îro ve girê bide, ji bo pêþerojê.

Rewþenbîr û wêjevan her tim bi cihgirtina li aliyê bindest û jaran tên naskirin. Nexasim dema ku gelê wî bi xwe bindest û jar be û ji bo rizgarî û azadiya xwe tekoþînê dike. Hin kes ji wêjevanên me dûrî refên xwe mane, yên din jî bi berhemên pir lawaz derdikevin pêþ me. Lê dema ku mirov li dîroka wêjeya kurdî vedigere, dibîne, ku nivîskar û wêjevanên Kurd bi civaka xwe ve girêdayî bûn, wek goþt û hestî girêdayî doza gelê xwe yê bindest û jar bûn. Evîn û dildariya wan, xak û gelê wan bû. Êþ û axîn, kar û liva wan ji bo xizmeta gelê xwe bû. Mîna, Elî Herîrî, Feqiyê Teyarn, Ehemedê Xanê, Hecî Qadirê Koyî û gelek þaîr û wêjevanên Kurd ên sedsala 20an weke Hejar, Dildar, Goran, Pîremêrd, Cigerxwîn, Celadet, û Osam Sebrî. Ev kesên rewþenbîr, þaîr û wejevan bûne deng, meþala gelê xwe û cihê xwe di nav tekoþîna gelê xwe de giritin û gelek nimûneyên fedekarî dan diyar kirin. Bi gelê xwe re, bi jiyan û civaka xwe re bûne yek û bûne nav û dengê gelê xwe.

Wêjevanê Kurd di kesayetiya van kesan de hatiye nasîn. Ew di dîrokê de bi helwesta qehremantî, serbilind û di cihê serbinidiya gelê xwe yê azadîxaz de ye. Di refên gelê xwe de rawestiyaye. Hemû gelên tekoþer, ku ji bo mafên xwe yên neteweyî û demokrasî di nav wan de wêjevanên girêdayî bi doza xwe re hebûn û bi wan re tekoþîn bi rê ve birin. Bi hêviya afirandina berhemine xweþ û bedew, ku giyan û dilê mirovan têr û tijî bike, min ev nirxandin kir.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org