Gelê
Kurd di aliyê wêja devikî de,
ewqas
dewlemende, mirov dikarê bêje ku
gerduna
wêjeya devikî cih ne hêlaye ji bo wêjeya nivîskî. Weke ku
Prof Filacifiski
dibêje:
“Mirov
dema lêkolîna wêjeya kurdî ya devikî dike,
matmayî dimîne,
ji ber ku giheþtina wê ya radeyeke gelek ji xwe xwe zêdetir.”
Tekoþîna
gelê Kurd, xwe di hundirê
wêjeya devikî de daye diyar
kirin
û xwe bi awayê hezkirin ji xaka
welat
re,
rihê parastina welat rave
kiriye.
Wêjeya devikî bûyerên dîrokî xuyanî
dike.
Stranên þivanan,
beþê
herî kevn di
dîrokê
de di wêjeya devikî de
cihekî pir mezin digirin,
ew jî yê pêvajoya civaka
beriya çandiniyê
ye.
Destan yê pêvajoya feodaltiyê ne, bi vê
re
jî stranên cotkara derketiye.
Nivîskarê
Rus
M. Gorkî dibêje;
“Gel bi xwe fîlezof e, bi xwezaya xwe þaîr û afrandêrê çanda gerdunî
ye. Ev helberîn û berhem çavkaniya hemû þaîr û nivîskara ye. Eger em
derbazbûyê xwe baþ têbigihin, afrandina me wê pir balkêþ nebe. Wê çaxê
divê em girîngiya wêjeya gelêrî binasin. ”
Çavkaniya
wêjeya devikî, kengê û ji aliyê kêve hatine gotin
nayê
zanîn, ji ber vê jî jê
re
tê gotin wêjeya hevpar. Di vê wêjeya
hevpar de, bê hêjmar çîrok, destan, serhatî, efsane û helbest hene.
Hemû merc û rewþên jiyana xwezayî digrin nava xwe.
Çavkaniya bingehîn
a wêjeya devikî; Evîn,
Þer, Nêçir,
Jiyana
rojane, Pevçûna
di
navbera
eþîran
de, Þerên
bê
dawî
yên
di
navbera
gelê Kurd û dagirkeran
de,
Koçeberî,
Lehengî,
Xwezayî
û
bîra
wî
ya
tijî
ji mîtolojiya mezopotamya
ya dewlemend
e.
Ev wêjeya dewlemend mijarên
wê zarokên sêwî; lehengên
bi rojan þer dikin; newêrekên ji roviyan
fêlbazitir,
lehengiya
xortê
Kurd; keçên bedew ku xwê
li
lawan kun dikin,
kalên
xakê û esmanan digihînin
hev,
mîrên xêrxwaz û mereqdarên
nêçîrê,
serokên netewî
yên
ku dem û cihên cuda
de
li dijî dijiminan þer
kirin,
levbaziya weke stiriya
di navbera du evîndara,
xiyanet
û bêbextî
ne.
Dema
mirov wêjeya Kurdî,
beþê devokê lêkolîn dike;
di hundirê
wê
de
hestiyarî, xemgînî, hestên
mirovatiyê yên
pir bi
nirx
dibîne.
Ev dewlemendî û têrzaxiya wêjeya devikî ya Kurd, B. Nikitin, di pirtûka
xwe
ya
bi navê Lêkolîna
Li
Ser
Sosyolojî
û Dîroka
Kurd
de
dibêje;
“Çi lêkolîna li ser wêjeya Kurdî bê kirin pêwîste beriya her tiþtî,
li ser wêjeya devikî (gelerî) bêt kirin. Ji ber ku di hundirê xwe de
heta roja me ya îro jî, xwedî hêzek zindî, aferiner û di nava nûbûnek
herdemî de ye.”
Her
weha
di wêjeya Kurdî ya devikî de,
mirov dikarê
rastiya civaka Kurd û kesayetiya mirovê Kurd baþ bibîne
û binirxîne,
weke
neynikê ye ji realîta civaka kurdî re. Wêjeya devikî awayê xwe yê
helbestî û lawik ne girêdeyî tu qaydane weke
wêjeya
gelên
li hawirdora
xwe,
ji lewra B. Nikitin
di çavkaniya me berê dayî diyar kirin de, dibêji;
“Di wêjeya xwe de çawa ne, di konevaniya xwe de jî, wisa ne. Nikarin
xwe ji pêvajoya qebîletî ya li ser bingehê ezezîtî rêk û pêkiriye
derbaz bikin.”
Wêjeya
devikî piranî ji aliyê dengbêj û
çîrokbêjan
ve tê gotin û di hundirê wan de hatiye paraztin. Ev helbest û çîrok
nayên naskirin ji aliyê kêve hatine gotin, li hemû
deverên Kurdistanê belav
bûne
û
bi hemû zaravên zimanê Kurdî
tên gotin,
di radeyek
wisa
de
ye
ku di her
gundekî
de çîrokbêj, dengbêj û lawikbêj tên
dîtin.
Di
dawiya sedsala XIX û XX de gelak lêkolîner
û
nivîskaran berhemên wêjeya Kurdî ya devikî komî
ser
hev
kirine
û derbazî nivîsandinê kirine. Ji vana Sosîn,
Birîm, Mox,
di
dawiya
sedsala
XIX an û despêk sedsala
XX’an
de,
gelek çîrok, lawik kom
kirine.
Lêkolînerê
Elman Oskar
Man
tiþtên ji wêjeya Kurdî kom kirîn
wergerandiye Elmanî. Enstituya
Kurdolojî ya li Sovyetê jî,
gelek berhemên
wêjeya Kurdî
ya devikî komî ser
hev
kiriye
û bi zimanê Kurdî nivîsand
ye.
Hacîyê Cindî, Eminê Evdalê,
Casimê Celîlî
û Kurakozyanê Ermenî di
van
xebatan
de
xwedî parin.
Çima
wêjeya devikî di nava gelê Kurd de pêþket.? Ev pirs tê pêþ mirovan
û pêdiviya bersiv dayîna wê heye.
Mercên
gelê
Kurd di
nav
de jiyayî, li hember êrîþê
dagirkeran
rû
birû
mayîn; xaka wî ya bûyî
qada cengan û ev cegên hertim
berdewam kirîn
aliyekî vê rastiyê ne. Ji ber ku Kurdan li hemberî van êrîþên
dagirkeran nekarîn hebûnek
xwe ya konevanî bi afirînin.
Gelê Kurd li hember vê neçar
maye
xwe di
çiyan
de bi sînor
bihêle.
Xwe ji derve re girtî bihêle.
Ev girtîbûn,
bûye
sedema bi awayekî seretayî û
sade,
bê sazî û xwendewarî bimînin. Lewra gelê
Kurd tiþtê ku jiyaye,
hiziriye û rabihîstiye, ji xwezayê mijarên jiyanê,
kefxweþî û xemgînî,
hezkirin û bêbextî,
xiyanet
û berxwedan bi þêweyekê efsane, çîrok, lawik û stran bi devikî
gotiye û gihandiye hevdu
û
daye
nifþên pêþ xwe. Bêguman cihê ku nivîsandin tê de pêþ
nekeve,
bîra mirovan xurt dimîne.
Ev jî dibe
bingeha ku hunera
wêjeya devikî pêþ
bikeve.
Cihê
wêjeya devikî di parastina kelepora gelê Kurd de gelek mezine. Hebûna çanda
gelekî bi kelepora wî diyar dibe. Pêwiste em pirs bikin, çandeke ku bi
qasî dîroka mirovatiyê kevn û dewlemende, çawa bi ewqas êrîþ, perçiqandin,
talan û tune kirinê re rû bi rû heta îro li ser lingan ma ye û
berdewam kiriye bi dewlemendiyên xwe kevneþopan gihandiey me? Ev ji
taybetiyên jiyana civak a kurd û ji coxrafiya Kurdistanê derdikeve holê.
Bi vê coxrafiya yê re, bi awayekî tund, bi girêdana axê re, bi helberîn
û kedê re nêzîk ve girêdayî ye. Di hunera wêjeye devikî de bi taybet
di stran, çîrok, û destanan de zimaneke
Kurdî yê zelal heye.
Weku
tê zanîn gelên pêþkeftî,
dîroka xwe, berhemên xwe yên ramyarî û wêjeyî dinivîsin û di parêzin,
ji
boyî
ku bibe
zaxa çandî,
li
ser bingehê wê pêþeroja xwe pêþde bibin
û avabikin.
Gelê Kurd nekariye dîroka xwe, berhemên xwe yên
ramyarî û wêjeyî binivîse.
Neçarî þêwazê devikî bûye.
Lewar wêjeya devikî bûye
çavkaniya dîrokî,
berhemên hunerî
û wêjeyî ya gelê Kurd.
Wêjeya devikî bûye
kelha parastina dîrok, kelepor, çand
û
zimanê gelê Kurd û bûye
sembola heyîna gelê Kurd. Wêjeya devikî rastiya hebûna
gelê
Kurd yê ku dîrokê ew jibîrve
kirî
û Cîhanê
ew
nîkol
kirî,
wî
rawe dike.
Pêdivî,
dayîka afirandinê ye. Ji sedema ku gelê Kurd nexwedî, ne xewdî saziyek
perwerda netewî bû, pêdiviya hînbûna zimanê dayîkê neçar dihiþt ku
hinek riyên ji bo perwerde kirina zarokan û vebûna ziman bi þêweyekî
rast û saxlam heta ku dengê tîpan derînin bide afirandin. Di nav xelkê
Kurd de, rêbazek weha pêþket, pêwîste zarok li ser hevdû dihê caran
hevoka bi wê armancê hatî hunandin dubare bikê, bêyî ku þaþ be, ji
ber ku dema ew þaþke, wê berxwe bikeve. Lewra zarok bi hizir û balkêþî
dibêje. Ev yek dibê sedema bihêzbûna peywendiya di nav bera mejî û
ziman de. Ziman bi awayekî zelal û rast peyvan derxê. Evê li jêrê jî
hinek nimuneyên hînkirinê ne.
Çil
çurên sorên, çaq rut,
wê
li vî
aliyê avê.
Van
çil çurên sorên çaq rut, gazî wan çil çurên
Sorên
çaqrut, got,
hûn çend çil çurên çaq rutin li wî aliyê avê
Ez
çûm mala mele Remzan, min
got,
ho mamê mele remezan,
kanê
mera mala mela Remezan. Got; mera mala mele
Rezmezan,
ne amadeye wa li balê rezan
Þero
þeþ seg hebûn, her þeþ segên þero þer kirin.
Min
çi þer, ji þerê her þeþ segên þero xweþitir nedit.
Beran
gêr bû, min beran xwar,
Beraz
gîz bû, min beran xwar.
Þahînê
þîvesorî, Ez hatin þûna
þuva
þahînê þivesorî.
Ez
çûm zinca sofî zinco, segê
sorê
sofî
zinco hat min. Min got,
wirî segê
sorê sofî zinco
Qîr
ma kunê ve,
kunê
me ma pirê ve.
Heft
qirên qut çûn kunekê de.
Xwezaya
mirovan tu caran li hemeber zor û çewisandinê bê çare namîne. Gelê
Kurd di dîroka xwe ya dirêj de rû bi rû li hember êrîþê dagirkeran bû,
lê çanda gelê Kurd, li ber xwe da û heyîna netewî parast. Lewra mirov
di nav wêjeya devikî ya gelê Kurd dema digere, rastî gelek tiþtên balkêþ
tê, yek ji van xaçepirsa Kurdî ye “Mamik”. Bi bêjeyên kin û bi wêneyên
balkêþ, pirs dike û bersiva xwe dixwaze. Li jêrê çend nimune ji mamika
ne.
Sindirûk
ser sindirûkê,
kil
û
mifte li destê bûkê,
çiye.?
Himhima
dîwar sima,
çiye.?
Hinenî
li binê genî,
ez dibînim
tu nabînê,
çiye.?
Tiþtek
nav mêzera sltanî,
çiye.?
Pênc
bira qesrekê ava dikin,
çiye.?
Min
derê govê vekir,
tijî
eskerê ser reþe,
çiye.?
Qesra
spiye
bê
deriye,
çiye.?
Min
berek ji dûr ve dît, nêzîk bûm du ling , du
dest
û yek
serî,
çiye.?
Du
tasin,
du
bin
tasin
di reqasin,
çiye.?
Tenura
himhimî tijî
nanê genimî,
çiye.?
Hilindir,
milindir kur ji bavê
bilindtir,
çiye.?
Tizbê
xezalê,
gêrbû newalê,
çiye.?
Ez
çûm
þikftê ve,
tijî
bizinên bi þaxekê,
çiye.?
Li
ber
de,
naþkê,
li avê de,
diþkê,
çiye.?
Peyveke
ji her tiþtî
re
pêwîste,
çiye.?
Ker
zirî biþkul
firî,
çiye.?
Mela
bang dide,
lê bê rih,
çiye.?
Hindî
ez diçim,
ew jî li gelmin tê,
çiye.?
Tijî
þikefê sor kevirên spîne,
çiye.?
Mela,
jina xwe û dotmama xwe,
du sêva li hev
belav dikin heryekê yek,
çiye.?
Hespê
boz,
meyadan kir toz,
çiye.?
Sengil
gile, bingil gile, cavzîqê simbêl bile,
çiye.?
Malek
heye, ne li erdê ye, ne li ezmanane, mifta
wê
di
destê mirovan
de
ye, çiye.?
Civakên
pêþketî gotinên pêþiyên xwe, komî ser hev kirine û parastine. Ji
ber ku kevnetora xwe ya rewa ne. Kombûna þunmahiya ramyarî ya civake ye,
rolekî dîrokî di peywendiyên civakî de, di riya zimanê rojana de dileyîze.
Gotinên pêþiyan, di nav civaka Kurd de gelek zêde ye, di astekî pir
balkêþ de ye. Di derbarê hemû aliyê jiyanê de ne. Lewra tê gotin
“Mezinan, tiþtek ji biçûkan re nehêliþtiye.” Ji ber ku gotinên pêþiya
di hevokek tijî de tê gotin, bi xwe re bandorek bîrewerî û hestyarî li
ser mirov çêdikê. Di mirovan de xwesteka jiber kirina wana diafirîn e.
Nexwendevanî, rolekî xwe yê girîng leyîztiye di belavbûna van gotinan
di nav civaka Kurd de. Bedirxan Sindî di pirtûka xwe ya bi navê Gotinên
Pêþîyan Yê Kurdî de dibêje;“Cara
yekê Mela Mehmudê Beyazîdî, gotinên pêþiya yên Kurda berhev kiriye.
Rojhilatnas Byoter Ltix, hinek ji wana wergerandine ser zimanê Rusî û
Elmanî. Di sala 1857’an de, çapkiriye. Îvî Azadofda li Tiblîsê di
sala 1891’an de, pirtûkek ji gotinên pêþiya yên Kurda çapkiriye.
Komsêrê Îngilîzî Nowêl, di salên 20’an yê vê sedsalê de, lêkolînek
bi navê Kesayeta Kurd Weke Ku Di Gotinê Pêþiya De Diyar Dibe, nivîsandiye
û daye weþandin. Daye diyar kirin ku gotinên pêþiya yên Kurda li ser
nirxê civakî, di azadî, dostayî, dirustî, aborî û peywendiyên civakî
digre nava xwe. Kamîran Bedirxan û nivîskara Firensî Losî Pol Margrêt,
pirtûkek ji gotinên pêþiyan bi zimanê Firensî di sala 1937’an de çapkirine.
Rojê Lisko jî, gotinên pêþiya komkiriye û daye diyar kirin ku, mijarên
xwe hezkirin, dîrok, xwestek, hestyarî, ezezîtî ye. Nivîskarê Kurd Îsmaîl
Heqî Çawîþ di sala 1933’an de, pirtûkek bi navê Qisê Pêþiyan 613
gotinên pêþiya tê de hebûn nivîsandiye. Mamusta. Meruf Ciyawak di sala
1938’an de, pirtûkek bi navê Hezar Bêje û Bend nivîsiye. Mamosta Hecî
Cehfer pirtûkek bi navê Qisetên Mezinan tê de 2450 gotinên pêþiya
heye nivîsandiye. Çapemeniya Kurdî girîngiyek mezin daye gotinên pêþiya
û lêkolînê li ser. Helbestvanê Krud Pîremêrd, 6500 gotinên pêþiya,
bi awayê þîîr ristiye û daye weþandin. ”
Þev
çiqas tarîbe, nikare tariya mumekî veþêre.
Yê
ne li govendê bê, xweþ reqase
Rind
kirin ji pir kirinê
ye.
Aqilê
sivik, barê girane.
Berxê
nêr, ji bo kêrê ye.
Yê
here girtina masiya, wê þil bibe.
Tava
xweþ, di sibihê de diyar bibe.
Destê
bitenê, li
çepka
naxe.
Her
evraziyek, niþûviyek li peye.
Deryê
xwe bigre, cîrana
neke diz.
Xebera
xwe bipêje, paþê bibêje.
Navekî
giran, þehrekî wêran.
Eger
ku tu nezanî, berê xwe bide cîranî.
Her
teyr, bi refê xwe re difire.
Kaniya
te av jê vexwar, kevir ne
avêjê.
Mij
li ser çiyayê bilind, xilas nabe.
Mirov
bi pirsa diçe Þamê.
Serê
mezin, ne nîþane aqile.
Aqil
taca zêrîne, lê li serê her kesî nîne.
Tasa
te li erdê ket, çi þikest,
çi neþikest,
deng jê derket.
Wêjeya
devikî ya gelê Kurd, gelekî dewlemende bi helbestên xwe yên ku li ser
hezkirin, pevçûnên di nav eþîran de û li ser þerê li dijî
dagirkeran, li ser kesên leheng hatin gotin.
Taybetmendiya
helbesta devikî eve ku neqaratên wan tên dubare kirin, ev yek jî di hêle
ku hestêne guhdaran bilivin. Dîmenên pir xweþ û xweþik datîne holê
û di xwe de, hêzek pir mezine a hunerî û wêjeyî hene. Asoya xiyalan tê
de pir firehe. Di
hunerê
wêjiya xwe de,
hunandiye û bi qafiye
ye, lê di pîvanê
de,
þkestiye,
vê kuþtina
pîvanê,
hiþtiye ku
pir sivik bê gotin.
Ne girêdayî tu disturên gelemperî yên helbesta
ne.
Xwedî taybetmendiyek serbixwe ye. Helbestên devikî ji sê beytan heya bîst
beytan
hene. Helbestên kurt bi awayê pêlên deng dirêj bibe,
lê bi vê pêlên deng
dirêjiyê
de ahengek xweþ dertêxin holê.
Di
wêjeya devikî ya gelê
Kurd de helbest cihek fireh digre.
Helbestên
devikî yên
gelê Kurd,
bi gelek awayan
hatine
gotin. Ji ber ku ewqas
kedarên gelê Kurd pirin
bi helbestkî wana tîne ziman. Her serpêhatî,
yan jî hemû buyerên li ser re derbaz bûyî,
bi awayê awazan lorandiye.
Helbest
devikî di nava xwe
de
dibin gelek beþ.
A)-
Heyranok:
Ew
helbestên bi awayek stranan li ser evîndariya du kesan di rawestin û di
heman demê de di
nav
bera
du
kesan
de
tê gotin,
yek dibêje,
ya
din jî
bersiv
dide.
Bi
taybet yek xorte
û
yek
jî
keçe. Mîna!
Lalîxan.
Hesam
axa te çi kule, te çi derd.
Te
binserok bere cêrayî erde
Tê
Hesam axa mîrat
bi
kul
û derde
Hesam.
Êvarî
xweþ
êvarî.
Zeryakên
Hesamê axê meya ser robarî
Ji
min re hatibû
kaxeza silhê kanê ne diyarî
Lalîxan.
Êvarî
roj tu
nema
Xelk
û
alem dirê mala me
de
bûne
cema
Tê
Hesam Axê mîrat
bi kul û xema
Hesam.
Êvarî
ber rojê re
Kepyokê
Laîxana
goveyê
xezêma zêra li difnê
Xweziya
tu ya min bûya.
Ji xêra û miradê xwedê re
Lalîxan.
Xêlyekê
Hesam Axê çûne deþta
va Hevinda
Xweþ
mêr
siwar
bû,
qels
mêr
mane rêza gunda
Mala
bavê
min terefê þamê
bû,
te çav li
me
ne da.
Hesam.
Êvarî
ber vî wextî,
Bejnika
bilend bi
xemilîne,
bîne
dane
ser vî textî,
Kê
dewrê heft zemana dîtiye mama birazî kir bêbextî
Lalîxan.
Bejnika
te rihane,
rihana derb û dêra
Awirê
te kurê kurmalê,
awirê piling û þêra
Piþtî
bejnika bilind,
li min
heram be
mehra mêra
Hesam.
Awirê
vê kurê kurmalê,
awrê milyaketa.
Piþtî
bejna bilind,
li min heram
be
balinkiyê hermeta.
B)
Serêlî:
Ew
curên
helbestan ên bi stranî dema
dila di revîne, navê wê yê xwezayî ji (serê lêrê) tê girtin. Dema
koçer ber bi zozanan ve diçin,
evîndarek diçe zozanan, yek dima deþtê. Evîndarê diçû zozanên
bilind, êdî ji deþtê qut dibe, evîndara wî dihat bîra wî, dest bi
stranê dike. Mînak:
Binare
binara binê vê beriyê,
Li
min þîn dike gumçika kembaxa vê tehliyê,
Malxê
banî dike kevaniyê
Ka
bîne þihînê vê weqiyê
Da
bi
kêþîn donikê mirîtiyê
Kulavê
giziriyê berê xwe bidin bajarê cizîriyê.
Da
em derbaz bikin þapikê sora bi kelek û bi gemiyê
Ezê
bidim te banikê xanê bi pîþo û gelêþ ve
Ezê
bidim te qeyseriyê Cizîra Botan bi topikê qirêj ve
Ezê
bidim te seqlanên jorî bi kembaxê êþ ve,
D)
Helbestên Narînî:
Ew
helbestên bi stranî yên di dema bûk tê veguhestin de berbûkî li ser bûkê
dibêjin ji wan re tê gotin. Mînak: