|
WÊJEYA
KURDÎ YA NÝVÎSKÎ Nezîr Silo Mirovahî
bi afirandina
nivîsînê re
gavêk
bilind avêt. Beriya ku
nivîsandin
hebe
kîjan civakê
çidikir,
çawe
dijiyan, çi hizir û xeyal li ba wan hebû- her çendî ku bi hinek wêne
û sembolên ku xîz dikirin ser dîwarên þikeft û keviran- her tiþtên
xwe nedikarîn rave bikin. Her weha ev xalên min diyar kirîn hemû di
tariya dîrokê de diman. Bêguman pêþveçûna mirovahiyê û pêdiviya wê
çareserî anî holê, ew jî ew bû ku mirovahî hin curê nivîsandinê
afirandin, bi wê yekê re tiþtê jiyayîn û hizir kirîn gihandin
rojên paþ. Her nifþ berjewendî ji serpêhatiyên nifþê paþ ji xwe re derxist û bi vî awayî civaka têde dijî hînjî
pêþve bir. Piþtî
derketina tîpan di Cîhanê
de,
li gelek cihên curbecur nivîs pêþketin.
Elifba ji hêla pêþktina mirovahiyê ve
gavek
mezin bû. Ji wê demê û þûnve,
raman pêþve çû. Dîroknivîsê destpê kir û rêziman xwe gihand astek
pêþketî.
Bûyerên
devikî,
li ser kevir û dîwaran, li ser çerm û kaxezan hatin nivîsandin
bi awayekî hîn zelaltir û vekirî. Alfaba
yekemîn li Mezopotamya derket. Nivîsa Mîxî, alfabaya Ugarîtî ya ku
hatiye pejirandin weke dayika tevahî alfbayan ser vê xakê afrîn. Li gor
lêkolînên arkolojî piraniya nivîsa di vê xaknîgariyê bi zimanê
Sumerî, Akadî, Asûrî, Aramî, Pahlewî û paþê Ýbrî û Erebî bûn.
Gelê Kurd
yek ji gelên Rojhelatanavîn
ê herî kevn e.
Bêguman
gelekî xwedî dîrokek weha kevn,
wê di warê nivîsê de xwedî
hin berhemên ber biçav be. Li gorî seydayê Cigerxwîn di pirtûka xwe ya
bi navê " Dîroka Kurdistan" de diyar dike ku pirtûka Evêsta ya
Zaradeþt ser 70 hezar çermê çêleka hatibû nivîsandin, lê mixabin -
gotin a seydayê Cigerxwîne- di dema þewitandina bajarê Perpolis ji alyê
hêzên Ýskenderê Mekedonî ve hmû hatiye þewitandin.
a
din
ji sedema dagirkirin û talan kirina Kurdistanê bi awayekî berdewamî, herdem
talan û þewat bûye para Kurdan, dibe ku vê yekê jî bi xwe gelek berhemên
heyî tine kiribe. Xala din a herî balkêþ ewe ku gelê Kurd yek ji wan
gelên ku heger nivîsandibin, ser çerm nivîsî ne. Lewma derfeta
parastina wan berheman gelekî kêm bûye û zû riziya ye. Di encamê de em
niha di nav destên xwe de berhemeke kevn a dîrokî bi zimanê kurdî- ku
bi kîjan zaravî be jî- nabînin. Her
çendî
ku tê gotin Evesta bi zimanê Medî,
zaravê zazakî
hatiye nivîsandin, di destê gelê Kurd de weke belgeyek ku raxê ber çavan
nîne. Lewra mirov nikarê bibêjê
ku gelê Kurd xwediyê Elifbayekî weha bû birasteqîne. Ev xal,
pêwîste ji aliyê lêkolineran
ve bê lêkolîn kirin. Li
gor hinek lêkolînan,
nivîsa pêþîn ya wêjeyî,
bi zaravayê Hewramî,
hatiye dîtin. Bi navê “Marfet û pîr þaleyarî” ye*. Tê gotin ku Pîr
Þalyer muxikekî Zerdeþtî bûye. Kengê jiyaye ne diyare. Nivîsînên
wî
bi awayê helbestin,
li ser zanistî, fêrbûn û þîretin. Di dawiya her beþî de weha tê nivîsandinê
“goþtî ca wate-I Pîr Þalyar bû” “Hoþît
co kiyasto-î dona-î Dana simyar bû” Wateya
vê bi Kurmancî;
“Guh
bide gotinên Pîr Þalyar” “Ramanên
xwe bihêle ba pêxamê zanayê simyar” Tê
gotin ku ew nivîsa “Moreft-Pîr Þalyorî” ji Quranê kevintire. “Daran
giyan- deran cerg û dilbergên.” Gahê
pir bergen, gohê bê bergen Kerg
ce hêlên, hêlê ce kergen Ruwos
ce ruwas, wergen wergen Bi
Kurmancî Dar
bi giyanin
dil û carg pelin Carna
pirin pel, carna bê pelin Dîk
ji hêkeye, hêk, ji dîkan Rovî
ji roviyan,
gur ji guran.(1) Helbestek
þînî bi
zaravê Hewramî, li
ser êrîþa Erebane, hatiye dîtin. Gava ku hêzên Ereban di sedsala 7 an
de ketine Kurdistanê pir xwîn rijandine û herder talan û wêran kirine.
Ev helbest, tê gotin ku li ser çermekî
hatiye nivîsandin ê, lê çerm windaye, nehatiye dîtinê “Hurmuzgan
riman, etran kujan, wêþan
þerdewe gewrey-î gewrekan zurkar
Ereb kerdine xapûr gina-I
paleyî heta þarezur þîn
û kenîkan we ru-u hiwîne rewþt
Zerduþtre manewe bê kes”* Bi
Kurmancî Cîpanehên
hurmuz xira kirin,agirê wî vekuþtin. Xwe
veþartin yê herî gewre,
ji gewreyan Zarokê
Ereb,
kirin her ciyê wêran Heta
Þarezur,
gundê Paleyan Girtin
hemû keç û jinan Mêrên
mêrxwas, man di nav xwînan Siwarên
Zerdeþt,
man bêkes Hurmîz,
nehat rehmê li hiç kes. (2) Zaravên
zimanê
Kurdî hemû nebûne zimanê wêje. Zimanê nivîsê, bi teybetî wêje, bi
rewþa siyasî ji nêzîk ve girêdayî ye. Li Kurdistanê
dem bi dem,
hin Mîrtî
desthelat bûna û zaravê wan di demê desthelatdariya
wan de
bûyîna zimnê
wêje.
Mînak di dema, mîritiya Erdelan de,
zaravê Hewramî zaravê nivîs û wêje ye. Di dema mîratiya Behdînan
û Botan de,
zaravê Kurmancî zaravê nivîs û wêjeye.Di mîratiya Soran û Baban de,
zaravê Soranî (devikî Silêmanî) û.w.k.d. Bi karanîna zaravê Kurmancî
devoka Cizîrê bi tesîra devokên Botî û Hekarî
ve bûye zarovê nivîsê. Hin zarav jî
dem bi dem,
bûne zimanê nivîskî û wêje. Piþtî zaravê Hewramî, ji hêla wêje
ve,
zaravê herî kevn Kurmancî
ye. Mirov dikare bêji,
di çaxê wêje ya kilasîk, Kurmancî
zaravê herî dewlemende. Hemû zaravên Kurdî
bi wêjeyê devikî gelek xurtin,
lê ne binivîs. Bi Kurmancî
wêje ya herî kevn,
helbestên
Baberox ê Hemedanî yê ku di sedsala 8’an de jiyayî. Helbestvan
Baberox,
di þerê li dijî Erebên Ebasî de, li ba mîrê Kurd Cafer
Mihr Hesen el- Kurdî,
cî digre û bi helbestên xwe bang li hemû Kurdan dike,
ji bo alikariyê bikin. Di
helbestek xwe de weha dibêje; Mîrim
Cafer
bizane Dema
me çend hêzane Êla
mayî nezane Barê
mayî girane Kalin
werin bi hev ra Lawin
werin bi tev ra Des
xencerê Sedef ra Bi
saz,
maz û def ra Di
helbestek dî de weha dibêje; Kumêtê
li meydanê bezîne Debanê
xwe di jor de daweþine Bi
dengê zincawî li dijmin bike qêr Bê
bakî xwe li nav wan de bihejîne. (3) Wêjeya
kurdî ya nivîsandî bi rêk û pêk ku ji dema nivîsandin Baba Tahirê
Hemedanî di dawiya sedsala 10 an de nivîsiye bi tîpên Erebî hatiye nivîsandin
heya ku Mîr Celadet elfabaya Kurdî bi tîpên latîn dfirandi di nîvê pêþîn
ê sedsala 20an de. jixwe diyare ku heya niha zimanê kurdî bi sê
elfbayan, Erebî, Latînî û Kilîrkî heya hilweþandina Yekîtiya
Sovyetan. Niha jî hîn zimanê kurdî bi du elfebayan tê nivîsîn ku ev
yek jî çanda kurdî weke netewa kurd parçe dike û aliyek gelê kurd bê
sûd ji aliye din dihêle. 1-2-3-
-*Ji
kovara lêkolîn hijmara 2 ji gotara Huseyn qertal,
ya ku ji pirtuka Kemal Fuad
ya bi navê Dest Nivîsarên Kurdî
girtî.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org