Xelîl û Celîl
Nezîr
Silo
Di
nav duman û dengê bilind ê barê de ker bibû, di nav heycan û lerzanek
mezin de bû, li masa lê rûniþtî, li kursya pêþ wî keçeke porzêrîn,
çav keskêfisteqî, lêv tenik, dîm lihevhatî û çerm spînazik mîna
ferîþteyan rûniþtî bû. lê ew pir aram û rehet bû. Bi rehetî hinas
ji çixarê dikêþand. lê Celîl nola yê agir di bin de be. bi wan çend
peyvên ku bi zimanê rusî dizanî ew pêþwazî kiri bû û bi çend peyvên
mayîn doza hin vexwarinan kiri bû. Ji bo wî ew civan tiþtekî gelek
buhagiran bû. Wî yeqîn dikir ku dê ji vê þevê û pêve bibe xwedî
dostek ku wî xwe pir bi wê hacet didît.
-
"Ax Xelîl tu çima ewqas dereng mayî, wê keçik ji bêdengiya min bi
engere û ji dest min bireve." Wilo ji xwe re got û careke din telefonî
Xelîl kir.
-
" Xelîl zû were. wê ji
destê min biçe."
Celîl
çixare li pey çixarê vêdixist û wan gotinên xwe yên kêm bi zimanê
rosî dixwest keçikê hinekî mijûl bike. Vexwarinên wan hatin. " Baþe
wê ev jî me hinekî mijûl bike heta Xelîl hatî."
Laþê
wî pir hûr bû, bejna wî jar bû, rû dirêj poz mezin û perçiqî bû,
dinanên wî ji hev ketî û ser hev siwar nedibûn. Lê baþbû xwedê lêvne
mezin dabûnê ku pê dikarî wan veþêre. Lê wî tu caran nedixwest bidil
bikene da ku devê wî beþ nebe û kirêtiya avahiya dinanên wî xuyanebe.
Car cara bi dilpijî mina yê ku kêlîkna ji zêmên bideze li wî rûyê
bedew ê li pêþ xwe dinerî. Ji xwe re digot;
-"
Ne propleme, neha Xelîl were û bi wê bide nasîn ku ez kîme, ezê ji wê
re pir ( interesen) balkêþ werim. Jixwe keçên rosan li mirovên balkêþ
digerin, ewê êdî li bejn û bala min nenere." Wekê mirovê pir ji
xwe bawer dîsan di hundirê xwe de got;" Bes tu zanibe ev mirovê li pêþiya
te kiye, tê mîna benîþt pêve were girêdan."
Keçikê
bi serê lêvan bîra vedixwar û car caran di bin mijangên xwe re li Celîl
dinêrî. Wê çi hizir dikir û çi di serê wê re derbas dibû, çi ji
xwe re digot, kes nizane. mirovên dinya wan cuda û ji dinyake din mirov
nikare zû û rastteqîne hizrên wan yên hundirîn bixwîne. Anceq mirovê
ku hemû dergehên jiyana wan vekirîn, zirvî û têgînên wan yên jiyanê
verêsayîn karibe bighe binehiþa wan.
Bayê
li bara hatî tijê kirin ji mirovan ser Celîl pir giran bû. Wî beriya wê
kêlîkê xwe herdem þahê reqsê û belavkirina silavan li wir didît. Berê
wî destê xwe dirêjî kîjan keçikê kiriban bo reqsê vala venedigeriya,
lê niha di çavên wî de tiþtek xuya nake û zemanê ku nola bayêbez li
cem wî derbas dibû di wê barê de, vê kêlîkê rawestiya ye û saniye lê
bûne salên xelayê. careke din hizirî;" Ger Xelîl hinek din dereng
bimîne, ezê keçikê rakim reqsê bila ew hinera min bibîne."
Hew
ji niþkan ve Xelîl kete barê. Celîl bêhemdê xwe
ji cihê xwe rabû û gazî li Xelîl kir;
-
Malmîrat çawe bû, tu li kû mayî? Xêlî bana niha bûk xemilandibûn. Zû
were ji min re wergerê bike.
Bi
devkenî Xelîl lê vegerand;
-
Baþe, baþe Celîl behna xwe hinekî fireh bike. hîn destpêka þevê ye.
Celîl
bi torebûnî got;
-
Belkî xwedê vê bike nesîb ji min re.
Dema
Xelîl bi wan re rûniþt hinek germahî û liv kete masa wan. Piþtî silav
dayîna germ a Xelîl da keçikê dest bi pênasandina Celîl ji keçikê re
kir. Keçikê biqasî balikêþiya li Xelîl guhdar dikir, ji wê zêdetir
bala wê Xelîl dikêþand û bi dilxweþî Xelîl pêþwazî kir.
Xelîl
mirovekî beþûþî, xweþgo û peyvhingivîn bû. Xelîl çend caran
dubare kir ji keçikê re;
-
Ez pir keyfxweþim bi naskirina yeke weke we bedew û têgihiþtî ji dostê
min ê hêja Celîl re.
Celîl
her derora wan re dýçû û dihat, xwarin û vexwarin dixwest. Ji Xelîl re
zêdetirî carekî got;
-
Bi wî zimanê xwe yê þirîn min baþ pê bide naskirin.
Xelîl
ji keçikê pirsî;
-
Ez bawerdikim we niha hinekî hev baþtir naskir.
Lê
Xelîl mejiyê keçikê dagirkiribû û keçik jî êdî bala xwe ser Celîl
guhestibû ser Xelîl. Weke yê bi dizî bixwaze tiþtekî ji yekî din re bêje
û peyama xwe ya hundirîn bigihîniyê ji Xelîl re got;
-Erê
me hinekî hev naskir, lê ew nikare xwe raveke û bi min re têkiliyek germ
nola te bikî.
Xelîl
jî mirovekî kêrhatî bû. Lêvên wî herdem terikî diman ji tehna
mijandina ava lêvên jinan. Wî bi awir û lênehêrandinên xwe heme çilekiya
xwe û dilpijiya xwe ji jinên li hember xwe re eþkere dikir, ew digirtin
bi bandora xwe û ber bi xwe ve dikþandin.
Celîl
pir bi Xelîl bawer bû û herdem hizir dikir ku dê Xelîl xêran pê bike.
Xelîl jî gelek caran soza alîkariyê jê re dabû. Lewra Celîl rehet bû
û bawer dikir dê Xelîl wê soza xwe jê re bicih bîne. Wî fikir nedikir
ku dostê wî çav berde doast wî ji xwe re dîtî. jixwe baweriya wî bi
keçikê pir hebû ku dê ji wî re dost û yar be. Lê wî nedizanî ku
bira bira dikuje ser goþt. niha jî di nav destê wan de goþtekî nazik û
bitam heye, kurê bavan ewe yê jê bixwe.
Xelîl
dagerî ji Celîl û bi keçika ku dixwest wê demê bi xortekî re nasbibe
û demek keyf û þahiyê pê re derbas bike. Axaftinên wan dirêj kir. Celîl
êdî merq dikir ku fambike ka ew çi bi hev re xeber didin. Bihêrs ji Xelîl
re got;
-
Hûn ewqas peyivîn ka hinekî ji min re bêje, çawe diçe, hêvîdarim baþe.
Xelîl
her lê vedigerand;
-
Celîl ezê niha hertiþtî ji te re wergerînim.
Celîl
caran dema ew dikeniyan ew jî bi wan re dikenî. Lê axaftina wan û tinazên
wan bi hev re her dirêj kir. Hêdî hêdî Celîl melûl dibû, kuf-kuf
biser ket û êdî bi hejandina serê xwe dixwest nerazîbûn û hêrsa xwe
ji Xelîl re rave bike. Lê bêyî ku Xelîl bala xwe bide wî axaftin û
tinazên xwe bi keçikê re berdewam dikir. Keçikê êdî hew dizanî ku
Celîl an mirovekî din li cem wan heye.
Xelîl
û keçik bi hev re rabûn ser piyan. Celîl matmayî ma û ew jî bêhemdê
xwe rabû ser piyan. Celîl bi çavne behitî li wan nerî nola yekî lalîganî
nekarî peyvekî bike. Xelîl ji Celîl re got;
-
Bixatrê te Celîl, em diçin. Þeva te xweþbi.....................................
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org