Ziman û Nivîsara Kurdî

 

 

Nezîr Silo

 

Ziman giyan û jiyana netewe, movikê piþtê û situna konê netewî ye. Ti netew bê ziman nîne. Lewra Mîr Celaded dibêje; “Heyîna me, heyîna zimanê meye.” Her netewek hebûna xwe bi avahiya xwe ya çandî, wêjeyek nivîsandî, çapameniyek pêþketî û keleparek ramyarî cuda heye. Ya ku peywendiyên komê xelkê bi hev dide girêdan, yekîtiya ziman û yekîtiya ol e. Lê peywendiya ziman a di nava mirovan de, hîn bi hêztir e. Ziman û netew, weke gul û bêhna wê, weke dar û siya wê, weke goþt û hesti bi heve girêdaiyî ye.

Ziman di nav saziya jorîn de ye. Bi qasî pêþeketina netew a ji aliyê aborî û civakî de, ziman jî pêþdikeve, peyvên nû diafirîne, wate dide þêwazê nivîsandinê di helbest û pexþan de diyar dike.

Zimanê Kurdî zimanekî ji malbata zimanên Hindawrupî ye. Ev yeke hemû lêkolînerên li ser zimanê Kurdî lêkolên kirîn, pejirandine û rast dîtine. Ji van lêkolîneran Minorîskî, Marliwîsgiray...h.w.k.d. û van kesan ti caran ne pejirandiye ku zimanê Kurdî zaravek zimanê Farsiye, yan jî peywandiyek xwe bi zimanê Erebî û Tirkî re heye. Zimanê Kurdî di nava hezarê sala yê jiyana gelê Kurd, li ser xaka Kurdistanê çêbûye û bûye taybetmendiyek netewyeta gelê Kurd, ê ku kariye li himber hemû talan û wêrnan, qirkirin û bandorên hêzên dagirker ên ku ti caran ji ser xaka wî xalî nebûne, bi parêzê û bi gihînê roja me ya îro.

Ji sedema neyîna desthilatdariyeke Kurdî, nîgariya asê û xwe parastina di nava çiyan de, bûye mercê heyîna çend zarava di zimanê Kurdî de. Weke tê zanîn, heyîna zaravan ji aliyekî ve girêdayî pêvajoya feodaltiyê ye. Gelê Kurd ê pêvajoya fewdaltî ji aliyê aborî û civakî ve derbaz nekirî, xwe ne gihandiye zaravekî hevbeþ. Ji aliyê dî ve, her çendî ku neyîna zimanekî yek ji bo nivîsandinê bona netewekî rewþek lewaze, ji aliyê dî ve, rengînî û dewlemendiya wî zimanî jî diyar dike.

Li gorî piraniya lêkolînerên biyanî û lêkolînvanên Kurd jî, Zimanê Kurdî ji sê zaravên bingehîn tê avakirin û navê xwe jî Kurmanciye.

1-    Kurmanciya Bakûr: Du par ji sisêyan Kurd pê di peyvin. Bi taybetî kurdên Bakûr, Baþûrê biçûk, li Baþorê mezin Behdînan, li Rojhilat, Mako,Ormiye û Kurdên Yeketiya Dewletên Serbixwe.

2-    Kurmanciya Baþûr (soranî) : Bi taybet kurdên Baþûrê mezin, Silêmanî û piraniya kurdên Rojhilat pê di peyvin.

3-  Kurmanciya Zazakî (dimilî): Piranî xelkên herêma Dêrsimê û hin derdorê Aemdê pê di peyvin.

Dibê ku di nav her zaravên Kurdî de, devokên navçeyî hebin, ev nayê wê wateyê ku serbixwe ne. Ziman bi wêje hêz dibe û xwe di parêze. Bê wêje ziman her roj jar dibe û diçe tunebûnê. Zimanê Kurdî ji ber ku pê wêjeyek devikî pir dewlemend û rengîn hatiye hunandin kariye xwe bi parêza û pêþve bibe. Lê ev nayê wê wate jiyanek bê mirin ji ziman re heye. Ji ber ku ya ziman dihêle nivîsandine.

Nivîsandina Kurdan di dîroka wa ya kevn de hebû ya nebû? Eger heye, bi çi tîpan dihat nivîsanidin? Ev mijar pêwîstiya xwe bi lêkolînek pir berfireh û mezin heye. Gelê Kurd di dema fewdaltiyê de, ketiye dibin dagirkeriya Ereban de. Ji wê demê û þûnde, ziyanek pir mezin bi zimanê Kurdî hatiye kirin. Ji ber ku bandora ol a Îslamî ya ku bi zimanê Erebî dihat belav kirin di hizir û jiyana mirovê Kurd de cihê xwe girt. Lewra civaka Kurd a Musilman neçarî hînbûna ziman û nivîsandina Erebî bibe.

Wêje ya Kurdî ya ku hezar salê derbazbûyî de pêþketî û þaîr û helbestvanên mezin derxistin, wêjeya Kurdî bi zimanê Kurdî, bi tîpên Erebî nivîsandine. Ji derveyî þîîr û ferhengok, zimanê Kurdî derbazî nivîsandinê nebûye. Heta sala 1898’an bi derketina rojnama Kurdistan re, zimanê Kurdî derbazî nivîsandinê bûye.

Hewildanên ji bo afirandina alfebeya Kurdî ji aliyê gelek kesan ve hatiye kirin.B. Nikitîn di pirtûka xwe ya bi navê "Lêkolînek Sosyolojî Li ser Civaka Kurd" “R 481” de dibêje ku; “pirtûka yekem a rêzimana kurdî bi zimanê Îtalî li Roma yê di sala 1878’an de ji aliyê keþîþ Martîz Kartzanî ve yê ku di 18 saliya temenê xwe li herêm Amêdiyê jiya bû, ve hatiye çapkirin.”

Her weha dîsa B. Nikitin eþkere dike ku; “A. Jaba balyozê Rusya li Erzirumê di navbera salên 1848-1866’an de, ferhengek Kurdî, Firansî û pirtûkek diyaloga Firansî, Kurdî û ferhengek Firansî, Kurdî, Rusî çêkiriye.” (R.482). Ji aliyê Kurdan bi xwe zimanê Kurdî bi tîpên Erebî hatiye nivîsandin, heta sala 1933’an bi vê elfebayê rojname, kovar û dîwanên helbestvanên kurd hatiye çapkirin.

Di sedsala 20’an de, her çiqas hewildanên rewþenbîr û kurdên welatparêz li pêþketin, mixabin ti encam bi dest nexistin. Di wextê ku împeretoriya Osmanlî parçe dibû û gelên dibin sitemkariya wê de azad dibûn, hewildanek jidil, bihêz û berfireh ji aliyê kurdan ve pêþneket. Kurdistan ku bibû duparçe, di þerê Cîhanê yê yekem de hat parvekirin û çarparçekirin. Kurdistan a ketî bin dagirkeriya çar hêzan de ji hemû mafên xwe yên netewî, siyasî hatibû bê par hiþtin.

Di serî de dewleta Tirk bi avakirina cumhuriyetê û þûn ve, tevayî mafên gelê kurd nîkol kir, ji vê wêdetir jî hebûna gelê Kurd ne pejirand. Lewra gava yekemîn ku komarê avêt piþtî sererast kirina desthilatdariya xwe ya leþkerî, qedexeyên li ser çand û zimanê gelê Kurd anîbûn.

Prof. Îsmaîl Beþîkçî di pirtûka xwe ya bi navê "Kurdistan Mêtingeriyek Navnetewî ye" di (R.44) an bi zimanê erebî de dibêje; “Di salên 1930’an de, Mustefa Kemal di axaftinek ya xwe de, di perlemento (T.B.M.M) de got, (çima me gelên Belqan wunda kirin?.) Bersîva wî bi xwe ev bû. (Ji ber ku gelên Balqan enstîtut û lêkolîn li ser ziman, wêje, dîrok û çanda xwe çêkirbûn.) Evya tê wê wateyê, eger em bixwazin netewek bikin kole û nasnama wî jê bigirin û her tim dibin mêtingerî ya xwe de bihêlin, pêwîste ziman û nivîsandina wê netewê tunebikin. Ji ber ku neteweke bi zimanê xwe ve bijî wê xwe binase û dîroka xwe biafirîne. Gelê ku zimanê wî bê qedexekirin û di vê yekê de negihêje, dibe gelekî tirsonek, sist, lewaz, bêhest û kole. Gelekî weha ti caran nikare di aliyê aborî û siyasî de serbixwe bibe.”

Dewleta Tirk qedexe anî ser axaftin û nivîsandin bi zimanê kurdî. her weha çand û filklora gelê Kurd qedexekir û hemû hewildanên xwe kir ji bo ku gelê Kurd asîmle bike. Lewma her tiþtê peywendiya xwe bi Kurdîtiyê re heyî, qedexekir û êrîþî ser kir, ta ku nîþan û nirxên gelê Kurd binbir bike û heyîna gelê Kurd bi dawî bîne. Di rewþekî weha de, ziyanên pir mezin bi zimanê kurdî, çand û wêjeya wî hat kirin. Bendên koledariyê li zimanê kurdî hatin hunandin, ti derfet nehate dan; berde ku bibê zimanê nivîsê, axaftina pê jî, hat qedexe kirin. Dewleta Tirk çand û filiklora gelê Kurd talan kir û dizî, bi hezaran nimûneyên vê yekê eþkerene û di holê de ne. Bi vî rengî jî, çanda gelê me hat xirabkirin. Ev ya jî bû sedema gelek xirabî ser gel û kesayetiya Kurd. Prof. Îsmaîl Beþikçî di pirtûka xwa ya min dayî diyar kirin de, di (R.46) de dibêje; “Qedexekirina zimanê netewekê encamên psîkolojiya wê li ser kesan, weke ku ti zimanê wî bi zor ji devê wî qut bike. Ev yek jî dibê sedema hilweþandina yekîtiya civakî û psîkolojya kesan. Kesayetiyên bi xwe nebawer, heqaret li xwe dikê, dewlet û netewa serdest di çavê wî de pir mezin xuyanî dibin. Bi vî awayî civakek xirab û nexweþ çêdibe.”

Di vî beþî Kurdistanê de, ti pêþketinek di aliyê wêje û nivîsandina bi zimanê kurdî dernekete holê. Belkî hewildanên hinek mirovan di asta kesayetî de hebê, lê ti bandora xwe li ser rewþa giþtî nekiriye. Gelê Kurd rû birû li hember makîna asîmle û helandinê ya dewleta Tirk mabû. Roj bi roj politîkaya asîmlekirinê ya dewletê encam digirt, heta derketina bizava rizgariya netewa Kurdistan.

Gelê Kurd ê parçê Rojhilat ê ketî bin dagirkeriya dewleta Îran de hatiye mahrum kirin ji mafên xwe yen netewî û siyasî. Dewleta Îran gelê Kurd mahrum dike ji mafê perwerda bi zimanê kurdî. Jiber ku dibêje, “Kurd perçeyek ji gelê Fersin û zimanê kurdî jî weke zaravekî zimaên Farisî dibîne.”

Munzur Musîlî di pirtûka xwe de ya bi navê "Ereb û Kurd" di (R.337) an a bi zimanê Erebî de gotinên Dr. Qasimlo yê di pirtûka "Kurd û Kurdistan" de li ser rewþa Kurdên Îranê de weha dibêje; “Her çiqas ku zimanê Farisî yê perwerdê ye bi awayekî fermî, ziman û wêjeya kurdî xwe parastiye û bûye sedema xurtkirina ruhê netewî û di dema avabûna komara Mehabad de, pêþkeftinek girîng û li ber çav çêbûye. Lê ji 30 salê ve rawestiya ye. Kurdên Îranê weþanên Kurdên Îraqê bi kar tînin, ji ber ku di wir de, pêþketinek di aliyê ziman û wêjeyê de heye. Lê tu dayîn û standina wêjeyî navbera kurdên Tirkiye û Îranê de nîne. Perwerde bi zimên kurdî qedexeye di Îranê de, ev jî tê wê wateyê zarokên Kurd hîn di biçûkatiya xwe de neçarî fêrbûna zimanekî biyanî (Farisî) dibin.”

Bi kurtasî di Rojhelatê Kurdistanê de, piþtî ketina komara Mehabad û þûn ve, tu pêþketinek ji aliyê ziman û wêje ya Kurdî ve -dibe ku helbestvan, nivîsakr û weþanên partiya bi awayekî veþartî hatibin weþandin, lê ev nayê wê wateyê ku bi awayekî gelemperî bûye. Ji aliyê dî ve hewildanên dewleta Îran hertim berdewam bûne bo çanda gelê Kurd parçeyekî xwe bibîne. Weþana Radyo bi zimanê Kurdî herêmî maye, peywendiya di navbera hermên Kurdan de lewaz maye.

Di parça Baþûrêrojavayê Kurdistanê de, di demê deshilatdariya Firansa de her çendî  ku qedexweyek fermî li ser ziman û çanda gelê Kurd tune bû jî, Baþûrêrojava û Þam bibûn navenda kombûna rewþenbîrên Kurd ên ku ji ber zordariya dewleta Tirk reviyayîn. Bi awayekî fermî perwerde bi zimanê kurdî nebûye. Ji aliyê rewþenbîrên Kurd, helbestvan û nivîskaran ve rojname, kovar, dîwan û gelek berhemên wêjeyî bitayebt Mîr Celaded Bedirxan alfabeya Kurdî bi tîpên Latînî afirandin. Lê belê di nav beþekî yê civaka kurd de dima.

Di demê deshilatdariya dewleta Sûrî de, gelê Kurd ti derfetên perwerda bi zimanê xwe û weþan ne dît. Roj bi roj qedexe li ser çand û zimanê Kurdî pêþket.

Di Baþûrê Kurdistanê yê ku ketî bin deshitadariya Îngilîzan de, derfetên ji bo pêþvebirina ziman, nivîsandina wêje û çanda Kurdî hebûn. Di sala 1925’an de, bi awayekî  fermî zimanê kurdî serbest hiþtiye. Di sala 1931’an de bi zagonekî fermî, zimanê Kurdî di perwerdê de di herêmê Kurdistanê de, hatiye pejirandin. Piþtî sala 1958’an zimanê kurdî di perwerdê de heta asta zanîngehê bi karanîna wî hatiye pejirandin.

Di Baþûrê Kurdistanê de, alfebeya bi tîpên Erebî pêþve hatiye xistin û pê wê zimanê kurdî tê nivîsandin. Perwerde, weþan bi zimanê kurdî ti deman nehatiye rawestandin. Lewra mirov pêþketinek mezin di ailyê ziman, nivîsandin, wêje û çanda Kurdî di vî parçê Kurdistan de dibîne. Derfetekî weha Kurdan bibdest xwe ve aniye. Gelê Kurd fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe dibe, vê yekê hiþtiye ku wêjeya Kurdî di astekî bilinde de pêþbikeve û xwe bigihîne gel di vî parçî de. Lê perwerde û wêje ji warê xwe yê herêmî û teng derneketiye. Keda gelek nivîskar, lêkolîner, wêjevanên Kurd kes nikare nîkol(înkar) bike, lê mixabin gelê Kurd wek netew bi giþtî ji vê pêþketin û dewlemendiya he sud wernagir e.

Kurdê li Yekîtiya Sovyetê dijiyan, hinek derfetên bi zimanê xwe perwerde dest wan de hebûn. Bi elfebeya Kilîrkî zimanê kurdî nivîsî ne. Keda rewþenbirên Kurd ên Yekîtiya Sovyetan a berê gelek mezine, di aliyê lêkolîna ser wêjeya Kurdî ya kevn a kilasîk, berhemên helbestvanên Kurd berhev kirine û weþandine.

Di encamê de; di nav rewþek parçebûyî, dagirkirî de gelê Kurd di vê sedsala derbasbûyî de jiyaye. Çawa ku hêzên dagirker derfetên dest xwe de bi kar anîn bo jenosaid kirina netewa Kurd, hewldanên parastina zimanê Kurdî û çanda wî, her weha keft û leftên jidil hatine pêþxistin ji bo afirandina alfabeya Kurdî taybet, heta ku bibê zimanê wêje. Lê mixabin çawa ku netewa Kurd hat parçekirin nivîsandina bi zimanê Kurdî jî hat parçe kirin. Sê alfabe di nava Kurdan de pêþketin. Alfabeyek bi tîpên Erebî di nav Kurdên Baþûrê mezin û Kurdên Rojhilata Kurdistanê pêþket. Alfabeyek bi tîpên Latînî di nav Kurdên Baþûrê Biçûk û Kurdên Bakûr de pêþket. Alfabeyek bi tîpên Kîrlî di nava Kurdên Yekîtiya Sovyetan de pêþket.

Ji bilî çewisandin, qedexe û dijbertiya hêzên dagirker li hemebrî ziman û çand a gelê Kurd û neyîna deshilatîyek netewî ya Kurd; Ev parçebûna di aliyê nivîsandina zimanê Kurdi de, bûye sedema ku zimanekî wêjeyî hevbeþ di nav Kurdan de derneke ve. Vê yekê jî bi xwe re bandorekî neçe li ser pêþketina wêjeya Kurdî bike. Lewra mirovên Kurd pir sude ji pêþketin, an ji berhemên ku derdikevin wernagre. Ne Kurdên Bakûr, Baþûrê Biçûk ji berhem û pêþktinên wêjeyî yê li Baþûrê mzin û Rojhilat dibînin û têdigin û sudê werdigrin. Berûvajî vê yekê jî raste. Ev mijar gelek hatiye goft û goh kirin lê encamake derneketiye. D.r Qasimlo debêje; “Neyîna nivîsandinek hevbeþ û yek, ji zimanê Kurd re dibe sedema ziyanên pir mezin li ser pêþdeçûna zimanê Kurdî.” Di nava tabloyêkî bi vî awayî de wêjeya Kurdî di sedesala 20’an de, her çiqas pêþketinek mezin çênekiribe jî, wêje jî weke ziman þerê tekoþîna heyîna xwe kiriye. 

 

Têbînî: Ev nivîs ji pirtûka min a bi navê Wêjeya Kurdî Doh û Ýro ye.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org