Weke ku em sal û
jiyên xwe yên ji temenê tengezar, mînanî sheraba di kidunên dirêje
heyaman de li pash xwe dihêlin û di bin heyf û poshmaniya kerba chiyayên
asê de vedishêrin, bîranîn û serpêhatiyên di nav avzêra sêhra wan
salan de jî, li ba wan, li kêlekê, li rex sêkûcha jandariya wan, weke
berdilkê dilan, mînanî ezîzê dostaniyan û nola xweshevîstê terpîna
tajana rehjenan dinixumînin, diparêzin û li ser dilerizin.
Her kes di nava
qilqala nenas û bêhêvî de dibêje chima û ji ber chî?
Her merivê rasthatî
û qesidî pishtî behnvedanê dirûvê xwe tirsh dike û derbasî hal û
rewsha pirsînê dibe: Madem dê encam bûbûna ev, we chima wisa kir?
Ez dizanim pirs,
serjêkirina rastîna jiyanê ye.
Bi min eyane, bersiv
nasîna gurandina rastîna jiyanê ye.
Lê herchî rastîn
ev be jî ti car û bi ti awayî em nikarin ji wan kesên ku qilqala nenas
û bêhêvî di dirûvên xwe yên westa û manddi de kêrsimandine û
hishtine ku rashatin û qesidîna wan li ser can û bedena me pêk were
bidine hesandin ka di bîr û chalekortên derûn û psîkolojiya me de chi
volqan hene û chi teqîn rû didin. Ji ber ku ew kes vê yekê jî li ser
navê shîretên nekardar weke morîkên mircanê, ku xwe li xewa guhên me
datînin, li pey hev rêz dikin û bi ti awayî bi ser sêhra rastîna
jiyana me ve venabin.
Her kes biyaniyê sêhra
jiyana me ye, em jî ya wan.
Chi benên di
navbera me de hebûn, qetiyan.
Ew li ser hev navan
li me dikin, em jî ken û beshirîna li ser lêvan shemitî raberî wan
dikin.
Em sûcdar û
tewanbarê gunehên wan in, ew jî kerixiyê chalakiyên me yên nekêrhatî
ne.
Em qurbanê risasehîva
tavroniya hishê wan bûn, ew jî bendewarê gurandina lashê me bûn.
Em di telash û
qilqala xweyîkirina werimandina hêviyên wan de bûn, ew jî di rewsha
barkirina barê giran ê sermil û qilûsa me de bûn.
Weke her kurdekî ku
dilê xwe li ser agirê hesta bêwelatî û bênasnametiyê dishewitîne, me
jî baweriya xwe bi dilkêshî û rakêshiya salan anî, tevî ku me dizanî,
rojek ji rojên van demsalên bênan û xweyê, emê werin û di nav wê
dilkêshî û rakêshiyê de bibine boraq û qubanên baweriya xwe.
Bawerî anîn ne
xeletiyek e, ku em rabin û li ser hebandinên bêser û bin dua û hewîshên
asîmanî birêji.
Lê bawerî anîn
hendefek e, ku em bêhemdê xwe, qoshê cherqizandina lingên xwe pê ve girê
bidin û bi rahishtina cendekê lashê me yê ku le serê qewastina salan pêkhatî,
di yek derbekî de bavêjin û bipekînin biniya hendefê.
Chendî ku em weke
nivîskar dengê xwe bilind bikin jî, dengê me nabihîsin; ne salên bêbext,
ne jî bêbextên zevtkiriyên keysa salan.
Niha ez bashtir fam
dikim ka chima Zekeriya Efrîn ewqas rêzik û bendên xwe nazik û bi
hendazetî dihone. Di her peyvekî de wateya serpêhatî û bîranîna salan
heye. Carna ew bîranîn meriv ji kalikên meriv derdixîne û carna jî
hestên honik û nazenîna dilrihetiya canê hilû û shahîk bi mirov dide
rabihîstin.
Ji ber ku rengê nivîskar
tê de heye, shemal û durûv yek bi yek hatine kêrsimandin, di awêneya sêrebendî
ya ku li ser bîchim û sikûmê rengê derbaskirina salan de dertê pêshberî
me.
Min di berê de her
du pirtûkên Zekeriya Efrîn bi hendazetî xwendibû û min kêfeke gelek
mezin jê hildabû. Her pirtûkeke nivîskar hishtiye ku radeya kûrbûna wî
li ser hûnandina wate û sembolîzekirina peyvan bilindtir bibe.
Ez bawer im ku her
xwendevanê vê pirtûkê bixwîne, dê tam û chêzekê jê bigire û pê
bihese ka Zekeriya Efrîn di warê tesheyê nivîsandina xwe de chendî
serkeftiner e.
Nîzamettîn
Akkurt
Stokholm-Swêd
Tebax 2005
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org