CÎHANA
DERVE
Nizamettin Akkurt
Li
derve cîhaneka qeþayî heye. Her hêmanên ku dertên pêþberî me, weke
biyaniyên tirsdêr, çavên me zeloq dihêlin. Berê li ser vê yekê min
qet mejiyê xwe neêþandibû. Belkî jî weke pêwîstiyekê derneketibû pêþberî
min. Jixwe gelek tiþt hetanî ku weke pêdivî yan jî pêwîstiyekê
dernekevin pêþberî mirov ango bi hemû tundiya xwe li rûdêna mirov
nekevin, mirov zû bi zû bi rastîna wan jiyanî nahese.
Ji bo me kurdan ev yek sotînertir e.
Ev rastîn dijwartir e û êþeka mezin dide rabihistîn, lê di destan
de çareyeka ku em karibin peyda bikin nîn e. Ji ber ku em bênasname ne,
em biyanî ne, em ne xwedî þiyan û karîna pêkanîna asteng û kelemên
fermiyeta derveyê xwe ne. Em kurd di nav malbata cihanê de iclaftazî ne,
sar û dilþikestî ne.
Ên beriya me digotin, tu xwe binasî, dikarî yên derveyê xwe jî
binasî, tu þiyanê cîhana xwe bî, dikarî bi hêsanî bibî têkberê
nasîna cîhana derve.
Di rasteqîna me kurdan de ev rastîn cî nagire, nexwedî karîna
derbasdariyê ye. Bi hemû sêhr û razberiya xwe tê û li sinç û kelemên
dijwariya derve asê dimîne. Ji
ber ku herdu cîhan ne wekhev in, ne heman in, cuda û cewaz in.
Têkiliyên me yên hundir germ in, teng in, dostane ne, bêbedel in.
Debara jiyana me li ser bingehekî xwezayî ye. Rengê
reseniya me hildigirin.
Têkiliyên derve
sar in, berjewendîperest in, fireh in, bibedel in.
Debara jiyana wan li ser bingehekî aborî ye, hest tê de nîn e,
mantiq û bikaranîna aqil heye.
Ev herdu cîhan li hev dikevin, ji hev dixwin, lê ya bin dikeve, çi
heyf û mixabin e ku ya me kurdan e. Lewma em kurd di dirêjahiya dîrokê
de her binketî û têkçûyî ne. Em binkeftinerê jiyana xwe ya xwezayî
ne. Ew jiyana dema ku li taq û dîwarên sarbûna derve dikeve, weke þembelilkan
ku zû parçe, wesle û hûr hûrî dibe, tê halê piçpiçbûnê.
Her tiþtê jiyana cîhana derve biyanî ye ji me re, cewaz û tirsdêr
e. Liv û libatên me, di dema rûbirûbûnê de li hev diqelibin, dicurifin
û di ava nezanînê de nuqo dibin. Jiyana cîhana derve tijî nezanîn e,
ji me ve nayê nasîn, nediyar e û di çavên me de mezin e.
Lewra
em ditirsin ji nezanîna jiyana cîhana derve. Gava ku em gava xwe diavêjine
zemîna wê jiyanê, weke ku em ketibine daristaneka tijî acuc, dijmin û
dirindeyan ditirsin û çokên me xwe li lerzîna bêhedar datînin. Her kesê
derveyî me tirsnak e, xof û hewilnak e. Ji ber ku em biyaniyên her tiþtî
ne û her tiþt tirsdêrê jiyana me ye.
Hesta bênasnamêbûnê me di nava lerzîn û curifandinan de digevizîne.
Kesê bênasname rûtûrepal û tazî ne. Em
tazî, rûtûrepal û sar in. Her gava ku em diavêjin nav jiyana cîhana
derveyîn, dihêle ku em dilop dilop bihelin di nava hesta heyflixweanînê
de. Her hêma, amraz û nîþanên li ber çavên me dikevin û di bîra hiþên
me de serav dibin, tên halê îþkencekarên hest û mejiyên me. Mirovên
derveyê me gav diavêjin nava jiyanê, bi her nasîna tiþtên nû þa û
geþ dibin. Em kurd jî dilþikestî û hestqurifandî dibin. Em di nav
malbata cîhanê de berevajiyê malbatên derveyî xwe ne, lê belê tenê
bi gora xwe ne. Ti kes qasî me kurdan nizane ka hesta bênasnamebûnê çawa
ye û kîjan êþ, jan û tajanan bi me dide nasîn. Lewma ti kes qasî me
nizane, hesta nexwemalbûna ciyekî ka çawa raûndên êþkiþandinê bi
mirov dide jiyandin.
Jiyana cîhana derve nenas û biyaniyê me ye, em jî yê wê ne. Ew þa
û geþ e, em jî barkêþê êþ û janên qeþayîbûna bênasnamebûnê
ne.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org