DERVEYÎKIRIN
Nîzamettîn
AKKURT
Em
zêde ne di ferqê de ne, lê ev peyv di jiyana me de ciyekî dagirtî
digire. Em weke takekesê kurd, ji gelek tiþtan ve têne derveyîkirin.
Derveyîkirin hê di zaroktiya me de dertê pêþberî me. Ji ber ku nasîna
me ji vê peyvê re di temenên biçûk de pêk tê, di salên dîtir de
halekî qirase digire û her ku diçe derûniyê ji her alî ve parçe û
wesle dike. Lewma derûniya me
takekesên kurd birîndar e. Helbet ev birîndarî tenê û tenê bi vê têgeha
derveyîkirin ve ne sînordar e. Gelek hêman û amrazên dîtir hene ku alîkarî
didin vê rewþê. Çendî ku têgeha derveyîkirin ne sereke têgeh e, ya
ku di derûniya mirov de ciyekî zexim digire, lê mirov dikare bibêje ku
xwedî ciyekî taybet e.
Takekes xwemalê hêman ango binkeyên civakî ye. Ev xwemalbûna
takekes bi xwe re hinek têkiliyên girêdêr tîne. Takekes û civak weke
du hêmanên bêgavên hev, di navbera xwe de jî tevahitiyeka têkiliyê
berpêþ dikin. Takekes li hember van binkeyên civakê ku ev malbat, komik
û kom bi xwe ne, berpirsiyar e. Ev berpirsiyariya diyar, di navbera sînorê
cewazî û xwemalbûna komê de, ku ev bi xwe re neçariyên etîkî pêwîst
dike, nediyariyeka tê fêmkirin diafirîne. Van berpirsiyariyên xwe jî di
bingehê kevneþopî, ehlaka giþtî û adetan de tîne cî. Çendî
ku tîne cî ewqas ew binkeya civakî wî takekesê dipejirîne, ji xwe
dihesibîne û xwemalbûna wî dipejirîne û di ser de jî rengê xwe didiyê.
Lê heke takekes rabe û zorê li sînorê wê xwemalbûnê bike, wê gavê
jî binkeya civakî, êdî kîjan be, zora xwe ya giþtî bi hêzdariyeka
mezin dertîne pêþberî takekes.
Helbet hêza binkeyên civakî ji ya takekes zaftir e. Lê dîsa jî
takekes neçar e ku di hundirê geremalo wê nediyariyê de, xwe bigihîne
raderbirîneka cewaziyê. Jixwe bi takekes pêdiviya cewaziyê di vê
nediyariyê de dertê. Lewra ya ku xwe kiriye hêza daringî koma xwedî hêz
e ango binkeyên civakî ne, lê di heman demê de takekes jî bi gelek
hewlan dixwaze ku li hember vê hêza daringî xwe bigihîne radeyeka ku
dikare him pê re berbertiyê bike û him jî pîle bi pîle xwe rizgar bike
ji wê berpirsiyariya ku hatiye diyarkirin. Ji ber ku takekes bi xwe dizane
ev berpirsiyariyên ku li jiyana wî zorê dikin, ne bi viyan û biryara wî
hatine danîn. Ev berpirsiyarî bi temamî ji hêla viyan û biryara hiþpaka
hevbeþ a civakê ve hatine danîn û di dirêjahiya dîrokê de xwe
gihandine qalikên xwe yên bingehîn. Vêca takekes dema ku jidayik
dibe û mezin dibe, bêyî viyan û biryara xwe, xwe di nava vê çemberê
de dibîne. Her tiþt jê re hatiye dayîn, a ku dikeve ser milê wî tenê
û tenê pêkanîn e. Takekes van peywir û berpirsiyariyan çendî bîne cî,
ewqas ji hêla civakê û binkeyên wê ve tê pejirandin. Ev bi serê xwe
kolekirina takekes e ji aliyê komên civakê ve. Ji ber ku binke û komên
civakê bi gelek awayan takekes digirin bin nîrê sîstema xwe. Jixwe pêkanîna
vê sîstemê qaþo li ser navê qenciya takekes û birêvebirina civakê
ye.
Di vê xalê de þayiþa cewaziyê derdikeve holê û takekes neçar dimîne ku li hember rengê parvekirina komî þer li dar bixîne. Ji ber ku binkeyên civakê hemû rengên etîka xwe li ser takekes ferz dike û destûr nade ku di vê navberê de cewazî derkeve halê. Berevajiyê ku takekes dihizire, li ser êþên hebûniyê dêlindêzên parvekirina komî ava dike. Ev hemû dêlindêz tenê ji bo ku takekes were rayê têne lidarxistin. Ger takekes li hember vê zoriyê di wê nediyariyê de bixwaze þayiþa cewaziya xwe bigihîne raderbirînekê, wê demê ev dibe sedemê derveyîkirinê. Ev derveyîkirin di pevçûna hêz û cewaziyê de dertê holê. Ger takekes karibe vê cewaziya xwe bigihîne hêzdariya rizgariya takekesî û li hember çespandinan derbikeve, wê gavê dikare her cure binavkirinên li dijî xwe li ser navê nasnameya cewaziyê betal bike. Di heman demê de ev ronahî pêxistin e ji bo dawîkirina derveyîkirinê. Lê ev ji bo me takekesên kurdan ne hêsan e. Ji ber ku dêlindêzên parvekirina komî yên me kurdan ewqas hêzdar in ku bi sînorên xwe yên qalind hiþ, bîr û baweriya me dorpêç kirine û nahêlin bînahiya çavên me wê navbera nediyariyê bibîne. Lewma em kurd êþên hebûniyê di canê xwe de her tim zindî dijîn û didin jiyandin. Lewma em kurd her mehkûmê dervekirinê ne.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org