|
Di
Helbesta Kurdî de Þayiþa
Estetîkî
û Þêwaza
Heyî û
Nîzamettîn
Akkurt Di
qonaxên kevin de hêza hunera helbestê bi rêpîvanên fonetîkê ve
dihate pîvandin. Çendî ku di hunera helbestê de ramana ku tê der cihekî
girîng girtibe jî, bingehîn xala hêzê timî ew rêzepîvan bûne. Di
hunera helbesta klasîk de ev yek li pêþ bûye. Yanî mijarên weke qafîye,
pîvan, redîf û yên din weke sîstema pîvandina hunera helbestê hatine
pejirandin. Ka helbesta mijara gotinê xurt e yan na, bingehîn haletê pîvandinê
ev bûne û helbest bi gora radeya van pîvanan qelafetê xwe daniye holê.
Heta di hinek helbestan de ev pîvandin ewqas bipêþ ketiye ku, bûye sedem
ramana helbestê gelek li rêza paþ bimîne. Weke mînak mirov dikare pîvana
arûzê bide. Ev pîvan qalibek e. Piranî jî ji wêjeya erebî derbasî
derdorê bûye. Bandoreke mezin li ser wêjeya gelên li Rojhilatanavîn
kiriye. Wêjeya kurdî jî para xwe jê girtiye. Weke vê hinek pîvanên
din jî hene. Helbesta
klasîk a kurdî ji gelek aliyên xwe ve di bin bandora helbesta klasîk a
ereb de maye. Ji ber vê çendê hemû pîvanên hiþk û rep ên helbestê
di xwe de weke xwezayî hewandiye. Dîsa
weke ku di gelek mînakan de tê dîtin, tevî ku bîçim û binkeya helbestê
di bin vê bandora giran de mabe jî, ramana kurdiyê di xwe de parastiye.
Ji nav helbestvanên Kurd ên navdar ku mora xwe li helbesta klasîk dane,
di vê mijarê de cewaziya Feqiyê Teyran heye, ku wî helbesta xwe zêde di
bin bandora van xalên ku me li jor rêz kirin de nehiþtiye. Lê ji ber ku
mijara me ne ev e, emê nekevin kitekitên van. Çemka
helbesta klasîk û nûjen ne weke hev in. Lê belê herdu jî bi gor hunera
xwe xwedî çemkekê ne. Weke mînak çemka hêmayê(îmge) di herduyan de jî
heye, lê ne weke hev. Jixwe girîngîdayîna hêmayê di helbesta klasîk
de kêm e. A girîng ne avakirina hêmayan e. Dîsa þayiþa xweþikahiya
hunera helbestê di hêma û ramana wê de nayê gerîn. A
girîng hûnandina bîçimê helbestê ye. Helbet dema mirov wê helbestê
dixwînin weke xwezayî ramana ku tê der bal dikþîne; ev aliyê çêja wê
ye. Ne
aliyê hunerê ye. Aliyê hunerê di hûnandina helbestê de ye. Helbesta
nûjen çendî ku ji gelek milan ve vediqete ji helbesta klasîk, va ye di vî
milî de heman e. Yanî em kîjan helbestê hildin dest bila hildin, em kîjan
berhema nizanim berhema filan demê em hildin dest bila em hildin, gava ku
em mebest li xwe bînin ji bo famkirina hunera wê helbestê divê em li hûnandina
helbestê binêrin. Hûnandina helbestê peyveke biwergir e û gelek hêmanan
di nav xwe de dihewîne. Ji bo vê wergiriyê mirov dikare hinek aliyên
weke; hûnandina bîçim, pevbestîn, hêma, raman, têma û mesaj rêz
bike. Berevajiyê
helbesta klasîk, helbesta nûjen girîngîdayîna hûnandina bîçimê þemitandîye
ber bi paþ ve û aliyên weke pevbestîn, hêma û ramanê derxistiye pêþ.
Dema ku em weke xalekê qala ramanê dikin, qesda me ne raman an jî hizra
giþtî ye, mebesta me ramana naveroka wê helbestê ye. Yek
jî aliyê hunera gotinê heye ku, çendî ku ji hev dûr ketibin jî, herdu
helbest girîngiyekê dane vê hunerê. Lê bi bergehên cewaz. Helbesta
klasîk vê yekê bi rengê pênase, redîf, mûbalaxa, hunera þibandinê…
û hwd. pêk tîne. Bi hêzdariya van yekan helbest xurtî û serkeftiya xwe
kamil dike. Di
helbesta nûjen de bingehîn hêmanê ku helbestê hêzdar û xurt dike, hêza
hunera hêmayê ye. Piþtre
raman û mesajên ku di helbestê de têne der li pey tên. Hêza hunera hêmayê,
xurtbûn û serkeftina helbestê ye. Bi gotineke dîtir, çendî ku di nav
helbestê de hêmayên hatine bikaranîn lewaz bin, dixwaze ew helbest ji hêla
kîjan helbestvanê navdar ve hatibe nivîsandin jî, ew helbest lewaz e,
neserkeftî û nexurt e. Her
wiha ev rastiyeke eyan e, hêza afirandina hêmayên serkeftî, hêza
serkeftina helbestê bi xwe ye. Rêzbûna hêmanên dîtir di helbestê de
pey vê yekê tên. Xaleke
girîng jî ziraviya di navbera hunera hêma û hunera þibandinê de ye. Di
serî de divê bê destnîþankirin ku, ev herdu huner ne yek in. Weke em
dizanin yek ji bingehîn hêmanên helbesta klasîk hunera þibandinê ye.
Ev huner di helbesta klasîk de bi rengekî serkeftî bikar hatiye. Di heman
demê de ev huner di helbesta nûjen de jî cih bi cih bikar hatiye û tê jî.
Dema ku em lê dinêrin, ev huner xwemalê helbesta klasîk e. Lê belê rêpîvanekî
wiha nîn e ku, mirov rabe û bibêje tenê û tenê ev huner ji bo helbesta
klasîk e. Her wiha helbestvanê nûjen jî dikare vê hunerê di helbesta
xwe de bikar bîne. Dibe ku ev yek weke hêmanekî teniþt xurtî bide
helbestê. Lê belê weke ku li jor hate destnîþankirin, stûna helbestê
xwe li ser vê hêmanê ranagire. Stûn û bingehîn hêman, di helbesta nûjen
de hunera hêmayê ye. Di
helbesta dema niha ya kurdî de, di vê xalê de çewtiyek heye. Ev herdu
huner bi hev têne tevlîhevkirin. Bi gotineke rastir, hunera þibandinê bi
rengekî hêmanê bingehîn di helbestê de cih digire û ev yek weke
serkeftina helbestê tê nîþandan. Du
sedemên vê yekê hene: Yek nefelatbûn ji helbesta klasîk e û didu jî,
di xwe de peydanekirina hêza hêmayê ye. Di
helbestekê de heke helbestvan ji helbesta klasîk xwe rizgar û felat
nekiribe, li kêlek vê yekê di þûna hunera hêmayê de, hunera þibandinê
hatibe bikaranîn, em nikarin ji wê helbestê re bibêjin ew helbesta nûjen
e. Di vir de divê gelþ bi rengê pîvana helbestê neyê fêmkirin. Bi
gotineke dîtir mesele ne helbesta serbest an jî neserbest e. Dibe ku
helbest di aliyê pîvanê de serbest be jî, lê heke hêmanên nûjeniyê
di xwe de nehewîne, em nikarin ji wê helbestê re bibêjin ew helbesta nûjen
e, di ser de jî dixwaze bila bi pîvana serbest hatibe nivîsandin. Her
wiha her helbesta ku bi pîvanê serbest hatiye nivîsandin ne helbesta nûjen
e. Lê helbesta nûjen ew helbest e ku bi pîvana serbest hatiye nivîsandin.
Weke
berevajî mînaka herî baþ ji bo vê ramanê helbesta Cembelî ye. Baþ tê
zanîn ku ev helbesta klasîk e, lê belê di gelek cihên helbestê de pîvana
kîteyê tune, tevî ku weke ahengê qafiye tê de peyda dibe jî. Yanî bi
pîvana serbest hatiye nivîsandin, li ser vê yekê em nikarin bibêjin ku
ev helbest ya nûjen e. Da ku baþtirîn bê fêmkirin, em dikarin li çend
parçên helbestê binêrin: Ez
dê rabim landikê çêbikim darê tuyê Dê
hejînim hêdî hêdî pê destmalê pê kefiyê Ez
dê destê xwe bidim destê Cembeliyê kurê mîrê Hekaryan Dê
Cembeliyê biçûk bihêlime hêviya pîre vê xwesûyê Lorî
lorî Cembeliyê mino lorî Tu
li ser sere min hatî welatê Hekaryan zozanê jorî Îro
ez dê serê Cembeliyê Biçûk û Ehmedê pismam Li
gel êl û eþîra giran ji te re bikim gorî. (Cembelî-Kurê
Mîrê Hekaryan-Îhsan Cûlemêrgî-APEC-1995-rûpel:175) Di
helbesta nûjen de hunera bêhêmayiyê Mijara
qafiyeyê jî bi heman rengê dirûv werdigire. Her helbesta ku di teþeyê
xwe de qafiyeyê dihewîne ne helbesta nûjen e, lê belê hin helbest çendî
ku di hinek rêzikên xwe de qafiyeyê peyda bikin jî, dikarin di nav koma
nûjeniyê de cih bigirin. Ji bo ahenga dengê û herikînê dibe ku di
helbestê de cih bi cih qafiye peyda bibe. Di
helbesta me de gelþa mezin di van xalan de derdikeve holê. Weke ku em ji hêmayê
dest pê bikin, pirsgireka mezin ev e ku, ev huner bi taybet di helbesta
kurdî ya ku jê re tê gotin Helbesta Nûjen de cihê qalibê xwe tam
negirtiye. Hunera hêmayê hatibe famkirin jî, mafê wê nehatiye dayîn.
Di ser de jî li ser navê hêmayê, bêhêmayî bûye serdest. Ji
bo vê em dikarin li ser çend helbestan rawestin: Weke
mînak em dikarin ji aliyê hunera hêmayê ve li ser çend helbestên Ehmed
Huseynî bisekinin. Di pirtûka Bazbend
kewname de helbesta yekê Ji We
Vedigerim e. Keriyek ji helbestê: ... Hela
de werin Vê
xwîna kevzgirtî Ji
xwelibakirina mûmên xemgîn dawerivînin (Bazbend
kewname-Ehmedê Huseynî-APEC-1999-rûpel:15. Binxêzkirin xwemalê min e
N.A.) Niha
di dilê min de tengasiyek çêdibe û pirseke wiha ber bi hiþê min ve diçe:
Ev çî ye? Raste
rast em bi hêsanî dikarin bibêjin ku ev ne hêma ye. Ev bêhêmayî ye,
bi gotineke dîtir ev tevlîhevkirina hêmayê ye. Dema ku te raste rast di
nav helbestê de xwelibakirina mûmê
bi kar anî, jixwe ev hêmaya xemgîniyê ye. Wê demê çi lazim e ku tu
radibî û peyva xemgîn datînî
kêlekê? Ma ev ne bêhêmayî be çi ye? Dîsa
di heman helbestê de, ... Û
bi azadî,
li agirdanka gulberoya we vedigerim. Di
helbestê de hêmaya agirdank û gulberoyê gelek nêzîkê hev in. Her wiha
agirdank teqabûlê azadiyê dike. Dîsa gulbero di xwe de serbestî, ronahî
û azadiyê wedigire. Madem di hundirê heman rêzikê de agirdank heye, wê
demê çi wate heye ku peyva azadî li kêlekê hatiye danîn? Îcar ku weke
qedîneka navdêrî agirdanka gulberoyê
pênaseyek heye, bikaranîna peyva azadî çi wateyê dide? Dîsa
di heman pirtûkê de helbesta Diyarbekir heye. Di helbestê de rêzikeke bi
rengê, De
tovên biyê li wî alî sînor þa ke bi silava xwe! Mirov
dikare bipirse ev tovên biyê derbirîna kîjan hêmayê dike? Pey
re helbesta Mehabad tê. Ji vê helbestê çend (bê)hêma em dikarin wiha nîþan
bikin: ... Penaberên
xewnê ne, di simbêlên xewnê de xwe
libakirina te dibînin. ... ”di
olîmpiyada xwedê de” Niha
ev çi hêma ne, ne diyar in. Jixwe ev ne hêma ne. Di
heman pirtûkê de di helbesta Kewbazê
kerr û dengvedana dijwar a bazinên taristanê de em dikarin mînakên
wiha bidin: ... Li
ber pencereyên dirandî.... Hustuxwariya
ferhenga evrazê kulê... ... Çêregehên
tenhatiyê...(çêregeh
li kû, tenhatî li kû???!) ... Avgerînka
reþekonê ramana leylanî...(Ev
çî ye???!)(Hemû binxêzkirin xwemalê min in. N.A.) Tebî
mirov dikare li ser van gotinên wiha gotûbêjê bike. Lê ev yeka bi
rengekî tûj û dijwar rastîn e ku, ev ne hêma ne. Berevajî bêhêma ne.
Dîsa
di heman helbestê de, di beþa diduyan de, di rûpelê 34an de, di nav çarînekê
de tam 9 caran peyva ’xwe’ bi kar hatiye. Di helbesta Ji
ber ku de tam 38 caran gotina ’ji ber ku’ hatine dubarekirin.
Bikaranîna rengên weke ’bi, ji, di,’ li aliyekê, a girîng di
helbestan de bêhêmayî serdest e. Ev jî mijareke dîtir e. Ji bo rexneke
berfireh divê mirov hemû pirtûkan bike mijar. Ez
bi xwe weke þexsekî ji helbestên Ehmed Huseynî hez dikim. Gelek sedemên
vê yekê hene. Lê belê yekem sedemê vê hezkirinê ne hunera hêmayê
ye. Jixwe weke min got ew nîn e. Ji aliyê bikaranîna ziman û leyistina
ziman ve Ehmed Huseynî tevkariyeke mezin daye wêjeya kurdî. Ev rastiyek
e. Helbet ev jî radeyeke helbestvaniyê ye. Lê belê dema ku me got
helbesta nûjen, di ser de jî me qala asta helbestê kir, wê demê divê
em li hêza hunera hêmayê binêrin. Ger di helbestê de hêza hunera hêmayê
tunebe, di þûna wê de hunera bêhêmayê hebe: Wê demê emê çi nav lê
bikin? Tê
zanîn Seydayê Cegerxwîn ji helbesta klasîk derbasbûna helbesta nûjen
xwedî cihekî girîng e. Li ba gelek taybetmendiyan, a ku wî navdar kiriye
û hiþtiye helbestên wî cihên layiq bigirin, bikaranîna hunera hêmayê
ya wî ye. Helbestvanê mezin di helbestên xwe de hêza hêmayê baþ bi
kar aniye. Li kêlek vê yekê mirov him di helbestên wî de him jî li kêlek
wan hêmayan peyveke zêde yan jî kêm nabîne. Ew otorîteyek e. Lê
belê ev jî rastiyek e, yên ku piþtî vî helbestvanê mezin hatine gelek
bandor jê girtine. Ev tiþtekî xwezayî ye. Ev alî rexne naxwe. Her
wiha ev jî heye, bi taybet di helbesta niha ya kurdî de. Bikaranîna hêmayê
nayê çêkirin, ango ev hêz peyda nabe. Di þûna vê de çi tê kirin? Di
þûna vê de derbirîn û pênaseyeke ecêb û sosret tê çêkirin, li ser
navê hêmayê. Ev pênaseyên ecêb û sosret ne hêma ne. Dibe ku gotinên
xweþ bin, lê di aliyê hêza hunera hêmayê de sifir in. Rast e kurdiya
me ji aliyê leyistandin û çeþîd çeþîd bikaranînê de nehatiye ezmûnekirin.
Yek rabe du peyvên normal li hev ba bide, her kes dibêje wey ew çî
gotineke xweþ e! Dibe ku xweþ be, lê di helbestê de xweþbûna wê gotinê
têr nake. Divê ji aliyê hunerê ve jî derbirîna hêmeyekê be. Heke
nebe, wê demê ew nabê helbesta xwedî radeya nûjen û payebilind. Weke
Ehmed Huseynî bi kar aniye ; Avgerînka
reþekonê ramana leylanî... rast e, ji aliyê ahenga gotinê ve xweþ
e. Lê divê em bizanin ku helbestvan van gotinan weke gotinên xweþ
li pey hev rêz nekirine, berevajî helbest nivîsandiye. Heke helbest e, wê
gavê divê em li hêmaya wê an jî bêhêmaya wê binêrin. Di vir de
mebesta min ne yekser rexnekirina helbesta Ehmed Huseynî ye, dibe ku dema pêþ
de li ser helbestên vî helbestvanê me lêkolînek pêk were. Lê weke
peyitandina rewþekê ez dikarim bibêjim ku, ji ber mijara me helbesta klasîk
û ya nûjenî ye, ev helbestên wiha weke þêwazê helbestên serbest in.
Ne helbestên nûjen in. Ji ber ku ji aliyê þêwazê ve lingekî helbestê
hê li helbesta kevin e, lingek jî çûye pêþ û xwe gihandiye helbesta
serbest. Ev
jî heye, hêma nayê çêkirin, ev dihêle ku raderbirîn dirêj bibe.
Helbestvan dixwaze wê raman an jî derbirîna di mejiyê wî de lepitiye
bigihîne pênaseyekê. Ev pênase jî divê bi peyvên wisa bê avakirin
ku, gava xwendekar çavên xwe li ser gerandin, yekser fam bike, ka mebest
û cihê gihîþtinê çi ye. Cih tune ji wan pêyvên zêde re ku karibin vê
pênaseyê þaþ bidine famkirin. Ji bo vê yekê jî hendazeyetî û hêz
lazim e. Ew kesên ku nikarin ji heqê vê werin çi dikin? Ew
jî radibin da ku pênaseyê pêk bînin, li dora peyvan diçin û tên.
Hevokên dirêj ava dikin. Wê hêzê bi xwe re nabînin ku wan peyvên
teqabûlê hêmayê dike û dikare bibe raderbirîna pênaseyê di cih de û
kamil bînin ba hev. Peyvên bêwate, weke ku tiþtekî balkêþ be, li pey
hev rêz dikin, an jî serî li wan sembolan dixin ku, bi xwe jî nizanin ka
hedefê gihîþtina dawî çi ye. Weke
dawî divê bê gotin ku helbest di hundirê xwe de hunera hêmayê pêk anîbe,
li hember kevneþopiya helbesta kevin rabibe, qalibên xwemalê wê li bin
guhê hev xistibe û qalibên kevin rûxandibe, em hingê bi dilekî xweþ
dikarin bibêjin ev helbesta nûjen e. 09.12.06 Nîzamettîn
Akkurt
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org