|
Di helbestê de çewtiyeke balkêþ
Nîzamettîn
Akkurt
Ger
di helbestê de ji aliyê naverok an jî bîçimê ve çewtiyek hebe, ew tiþtekî
taybet e û her wiha bi wê helbestê ve girêdayî ye. Lewma mirov divê li
ser kêmasiya wê helbesta ku bûye mijara gotinê bisekine. Helbet ji
sekinandinê qesda min vekolîneke wêjeyî ye û bi saya wê kêmasiya
helbestê astengkirina kêmasiyên heman in, ku îhtîmala wan heye pêk
werin. Ev li ser navê helbestekê kêmasiyek e. Ji ber vê çendê em
dikarin bipeyitînin ku ne tiþtekî giþtî ye. Lê belê dema ku em bibêjin
di helbestê de çewtiyek, wê demê ew ne taybet e, giþtî ye. Ez
weke xwendevanekî helbestê, dema ku helbestekê dixwînim bala min dikiþe
ser gelek tiþtan. Ew tiþt hinek bi daneyên helbestvan ve, hinek jî
bendewariyên min ên ji helbestê ve girêdayî ne. Jixwe
xwendevan jî tenê ji aliyekê ve li helbestê nanêre. Yanî ev têkiliyek
e ku di navbera xwendevan û helbestê de hatiye avakirin. Di nav seqaya vê
têkiliyê de ne xwendevan dikare li hember helbestê xwe tune bike û ne jî
mafê helbestê heye ku bi heman þêwazê tevbigere. Bi ya min divê herdu
alî jî di heman mesafeyê de bin. Ne bendewariyên xwendevan bibine raser
û ne jî helbest xwe bike raser an jî rajêr. Helbet ev du alî ne ku weke
pratîkî têne beramberî hev û danûsitandinekê ava dikin. Ev danûsitandineke
bizanebûn e û xwe nasipêre zoriyê. Lê
em ji bîr nekin ku ev herdu aliyên ku em weke xwendevan-helbest binav
dikin, bi hev dihesin û bi danûsitandinekê di navbera xwe de hevsengekê
ava dikin, tenê peyda nabin di wê mêzêna nexuyayî de. Her çende ku em
nikarin weke aliyekî sêyem qala wî bikin jî, di bingeh de li ser herdu
aliyan jî bandoreke nexuyayî heye, ku ew jî siya helbestvan e. Di
vir de a girîng ne ew e, ka bandora helbestvan li ser helbestê, bi vê ve
girêdayî li ser xwendevan divê hebe yan na. Em bixwazin û nexwazin jî
bandora helbestvan tiþtekî daringî ye. Ji aliyê bandorê ve ev tiþtekî
xwezayî ye. Gelek azîneyên vê yekê hene. Ji aliyê helbestvan ve azîneya
herî serkeftî bi rengekî nexuyayî bandorçêkirin e. Tam
jî di vir de ev mijara ku weke serenav li vê nivîsê hatiye kirin dertê
pêþberî me. Yanî di helbestê de bandor an jî raseriya helbestvan. Ez
bawer im kesek tune ku rabe û bibêje bila bandora helbestvan di helbestê
de tune be. Ev ne tiþtekî mimkun e. Ji ber ku helbestvan raman, hest û hîskirinên
xwe diçîne nav helbestê. Weke xwezayî jî xwendevan biparastin an jî bêparastin
dikeve nav wê çemberê. Ji
bo xwendevan a girîng an jî ya tirsnak ne bandora helbestê ye. Jixwe
xwendevan bi awayê zirxkirî helbestê pêþwazî nake. Çendî ku bitedbîr
tevdigere jî, li bende ye ku weke erênî hinek tiþtan werbigire. Lê hêvî
nake ku tiþtên neyînî jî werbigire. Dema ev tiþtên wiha dertê pêþberî
wî ew ajoya xwe ya parastinê dixe dewrê. Ji
vî aliyê ve divê helbestvan gelek baldar be, de qena bandora xwe dixwaze
erênî, dixwaze neyînî xwendevanê xwe aciz û dilteng neke. Xwendevan
weke xwezayî naxwaze ku helbesta dixwîne wî dilteng bike. Jixwe mafê
helbestvan tune ku vê yekê bi xwendevanê xwe re bike. Raman,
hest û hîskirinên helbestvan çi dibe bila bibe, xwendevan azad e ji
helbestê çi digire û çi nagire. Lewma ti mafê helbestvan tune ku li ser
xwendevan serdestî û raseriyekê ava bike. Ger ava bike, ew tê wateya
tehakkumê. Veca ku di têkiliya xwendevan û helbestê de, -weke aliyekî
nexuyayî- di bin zordariya tahakkumê de be, ew ne têkiliyeke rast û dirûst
e, di ser de jî ji wê têkiliya masum a xwendevan-helbestê derdikeve. Ez
li gelek helbestvanên me dinêrim, dikevin vê kêmasiyê. Tiþtekî pir ecêb
e, dihêlin ku ez carna matmayî bimînim. Helbestvan helbesta xwe dixwîne,
tu dibê qê þanogerek e, derketiye ser dikê û ne helbestê, metnekê þanoyê
dixwîne. Ev çî þêwaz e, nizanim. Li ti devera cîhanê mînakeke wiha
tune. Ez bi xwe jî gelek hez dikim ji xwendina helbestê. Lê belê
hezkirina min ji xwendina normal re ye. A ku ez qala wê dikim, awayê
xwendineke ecêb e. Yanî
helbestvan nikare awayê xwendina helbesta xwe li ser xwendevan ferz bike. Lê
helbestvanên me ferz dikin, heta tiþtekî balkêþtir, peyvên helbesta
xwe ne bi gora hûnandina helbestê, bi gora awayê xwendina xwe dinivisînin.
Carna peyvan, ji bo ahengê dubare dikin, dirêj dikin, li hev badidin… Ev
çî tiþt e? Ecêb! Bi
ya min dibe ku ez þaþ bim jî, ev bandora helbesta erebî ye. Ji ber ku em
dizanin, helbesta erebî di bin sî û tesîra Quranê-pirtûka îslamê- de
heta îro hatiye. Awayekî xwendina wê heye. Dema
ku em li helbesta Rojava-Ewrûpa dinêrin tiþtekî wisa tune. Tenê di dema
Yewnana Antîk de hostayên gotinê hebûne û bi rengekî xweþik helbestan
xwendine. Ji ber vê çendê ez dibêjim ku ev bandora xirab ji Baþûr-cîhana
Erebî- hatiye û hinek helbestvanên me, yên Baþûr û Baþûrêrojava vê
yekê weke tiþtekî erênî pejirandine. Merc û þertên pejirandina vê
çi dibin bila bibin, ev çewtiyeke mezin e ji bo helbestê. Ger ez
xwendevanê helbestê bim, divê ez azad bim, ku karibim awayê xwendina
helbestê diyar bikim. Mafê helbestvan li ser min tune, ku awayê xwendina
xwe ya helbesta xwe ferz bike. Helbestvan çiqas bikeve nav qurnaziyan dê
ewqas ji helbestvaniya xwe dakeve. Qesda min ji qurnaziyê ew e ku, ev bîçimê
xwendina helbestê di bingeh de veþartina qelsiya asta helbestê ye. Ez
wisa têdigihîjim ku, di helbestê de gelek qelsî hene, helbestvan bi awayê
xwendina xwe dil heye ku wan veþêre. Dema ku ez wê helbestê dixwînim,
kevaleke pir cuda di mejiyê min de þênber dibe. Yanî him ew kevala ku
helbestvan dixwaze di mejî û dilê min de binexþîne pêk nayê û him jî,
ez bi lewaziya wê helbestê dihesim. Lewma li zora min diçe, wisa li min tê
ku, ez ketime dafika helbestvan. Her wiha ez difikirim û ji vê têkiliyê
aciz dibim. Gelo wê rojek bê, ku ew helbestvanên me jî ji vê tehakkuma
ku dixwazin li ser xwendevan ava bikin, aciz bibin? Nizanim, lê wê rojê
pir meraq dikim. 14.01.07
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org