FELLUCE:
NAVENDA KEVNEPERESTIYÊ
Nîzamettîn Akkurt
Bûyerên ku li
ber çavên hemû mirovayetiyê qewimîn, navûdengê Felluceyê
bi cîhanê da gihandin. Ger were bîra xwendevanan, di wan rojan
de li ser kuþtina
Felluceyiyan ji hêla leþkerên
DYA’yî ve, kerb û hêrsa me bilindtir kiribû.
Beriya çend rojan
ez bi xwe li bajarê Felluceyê bûm. Min gelek tiþt
bi çavên xwe dîtin.
Hinek dîtinên
min ên berê hatine guhartin û hinekên ku min qet bîra wan
nedibir, di mejiyê min de rûdan.
Belkî jî hinek
xwendevan dikarin bi xwe bibêjin, evê bi misogerî yekalî
vegotinekê raxîne hole. Da ku wisa nebe ezê çend çavdêrîyên
xwe vebêjim.
Beriya ku em
derkevin rêwîtiya bitirs û xof, ku bi rastî jî di hundirê
Bexdayê de qalkirina Felluceyê jî mirov ditirsîne, nexasim tu
biyanî bî, þofêrê
me yê teksiyê bi xwesteka me tûreka bajêr pêk tîne û di
hundirê vê tûrê de jî kijan cîgeh, avahî û meydan dertên
pêþberî
me, pênasa wê li me vedigerîne. “Aha dibêje ev avahî ya
Qusey bû, tê da hate kuþtin.”
Ez dipirsim, ka çima derî, pencere kelûpelên avahiyê nîn
in?” bi behneke fireh dibêje, “Di êrîþên
DYA’yê de hemwelatiyên Iraqî, di nava þevekê
de çi heye û çi tune ye di hundirê avahiyên fermî de hemû
derdixistin û dibirin.” Tebî ez ji vê re nabêjim þelandin,
hûn nav lê bikin. Em hatin kêleka meydanekê, dîsa þofêrê
me ji me re vedibêje: “Ev jî ew kelûpel in, ku ji wan
avahiyan hatine dizîn.” “Baþ
e,
çima li vê meydanê kirine pêþangeh?”
Þofêr
yekser dibêje: “Ji bo firtinê!”
Di hundirê bajar
an jî di riyên di navbera bajaran de leþkerên
DYA’yî bi rengê konvoyan digerin, ji ber metirsiya kemînên hêzên
îslamî. Landigirosa ku me dibe bajarê Felluceyê di rê de rastî
yek ji wan konvoyan hat. Lê tiþtekî
bala min kiþand
dema ku konvoy di rê de di halê seyrê de ne, çi seyare û
erebeyên dîtir nikarin konvoyê derbas bibin. Li kêleka rê di
her sed metreyî de termê erebeyekê heye. Ez ji þofêr
dipirsim: “ Çi hatiye bi van?” Bersiv kurt e: “Van
seyareyan xwestine ku konvoyê derbas bikin. Leþkerên
DYA’yî çend car ew hiþyar
kirine, lê nihêrtine ku guhdarî nakin, wan jî ji bo bibe îbret
çend nimûne li dar xistine.”
Lê tevî van
gotinan þofêrê
me ji xeta xwe dertê û derbasî þerîta
çepê dibe. Ziravê me diqete, em bi qîjeqîjê zilam îkna
dikin ku çewtiyê nedomîne.
Li Felluceyê tu
biyanî bî, tu nikarî ji seyarê derkevî derve, nikarî herî
bazarê, herî sûkê, ango herî xwaringehê. Hemin ê belayek
xeter bi serê te de were. Ji ber ku þofêrê
me vê yekê dizane di pêþî
de dibêje “perên xwe bidin ez ji bo we xwarinê bînim.”
Malên niþticiyên
Felluceyê bi piranî saxlem im. Ciyê ku em lê geriyan û me dîtin
çend malên sîvîl hatibûn hilweþandin,
lê avahiyên fermî kevir li ser kevir nemane. Qesra Seddam a di
sêkûça ava mezin û Feratê de hatiye halê kavilan. DYA’yan
avahî hilweþandine,
niþteciyan
jî çi heye çi nîne rakirine û birine. Tabî darûberên di
hewþê
de jî nesîbê xwe ji vê talanê wergirtine. Di hatinê de em
tam di sêkûçê de ketin kemîna El-Mucahîdan, lê ji ber ku þofêrê
me ji Felluceyê bû, tenê bi silavekê em filitîn. Helbet ev
herdem nabe nesîbê her biyaniyekî.
Di bingehê de
Felluce di navîna çolê de ye, her wekî ku di navbera welatên
dîtir de weke pirekî be û têkiliyên xwe pir hebin jî, kela
paþketin
û kevneperestiyê ye.
Helbet niþteciyên
vê derê ji hatina DYA’yê nerihetin, weke Bexdadiyan nabêjin,
ji me re Seddamekî dijwartir pêwîst e.
Ez bi xwe dibêjim,
kesî weke Seddam Hûsên gelê xwe nas nekiriye. Lê DYA jî gav
bi gav nêzîkê wê nasînê dibe.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org