|
Helbesta Kurdî Ya Nûjen Nîzamettîn
Akkurt Li
ser helbesta Kurdî ya klasîk gelek nirxandin, lêkolîn û vekolîn hatine
çêkirin. Di vî aliyê de xebateke qirase pêk hatiye. Ka çiqas têrî
dike yan jî bes e yan na, ev mijareke dîtir e. Lê belê tevî ku mijara
me ne ev e jî, xebatên hatine çêkirin hêja ne û helbet pêdivî heye
ku bêtir jî bêne çêkirin. Di vê mijarê de çiqas ku xebatên zanistî
pêk bên, dê ewqas baþ be, ji bo ronahîbuna helbesta kurdî. Her wiha dê
ev ronahî bihêle ku paþeroja helbesta kurdî karibe bastirîn gavên erênî
û layiqê mîrata xwe biavêje. Helbesta
Kurdî mijareke giþtî û berfireh e. Ne
tiþtekî ecêb e ku dema mirov li ser helbesta kevin dihizire weke navlêkirineke
klasîk û dema li ser helbesta niha dihizire jî weke navlêkirineke
helbesta nûjen tê hiþê mirov. Navlêkirina
pêþîn di derbarê helbesta kurdî de ku bi rengê helbesta klasîk tê pênasekirin,
ji ber xurtî û hêzdariya wê, navlêkirineke rast e û di cih de ye. Gava
ku em dizivirin û li dîroka helbesta klasîk dinêrin, navderên weke
Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran û hwd. derdikevin pêþberî
me û bi berhemên xwe dihêlin ku ev navlêkirin û pênase weke bimafdarî
werine peyitandin. Ev navlêkirin û pênase weke ku di milê raman, naverok
û þêwaza helbestê de cihê xwe zexim dike, di heman demê de ji aliyê
estetîka helbesta kurdî ve jî, îspata xwe datîne holê. Ji hemû aliyan
ve tevahîtiyekê dihewîne. Ger kêmasî hebin jî, hetanî niha di vekolîn
û lêkolînên pêk hatine de nehatine nîþandan. Heye ku di dema pêþ de
lêkolînên akademîk û zanistî pêk bên û kêmasiyên helbesta klasîk
derînin holê. Lê di rewþa heyî de xebateke wisa ku karibûye vê pêk bîne
hê derneketiye holê. Ji
bo navlêkirina duyem gelek gumanên min hene. Gelek derdor û kes weke
Helbesta nûjen binav dikin. Heta mirov dikare bibêje di paca heyî de
helbesta kurdî du beþ xuya dike: 1- Helbesta klasîk û 2- Helbesta Nûjen.
Di rewþa heyî de ev heye û divê bi hêsanî be pejirandin ku ev
nirxandineke pir giþtiyane ye. Kevala ku li holê ye mantiqekî sawî
daniye pêþberî me. Yanî em bipejirînin û nepejirînin ev li holê serdest
e. Pirseke
weke çima li aliyekê, gelo ne çewt û þaþ e ku mirov helbesta berê
weke klasik û ya di dema nêzîk de hatine nivîsandin de jî
weke nûjen binav bike. Helbesta klasîk weke ku me got di rewþa heyî de
xwe îspat kiriye, lê helbesta niha? Baþ
e çî ye helbesta nûjen? Divê
mirov bibêje ku piþtî salên 90î helbesta kurdî ji aliyê jimarê ve zêdebûnekê
derbasî turikê xwe kiriye. Bi ya min pêdiviyeke mezin heye ku ev
helbestna tûþî lêkolînekê bêne kirin. Ji aliyê pênasekirina van
helbestan gelek dîtinên cewaz hene. Çî balkêþ e, her ê ku radibe
helbestekê dinivîse, helbesta xwe bi rengê nûjen pênase dike. Kes nêzîk
nabe ka bi rastî jî helbesta wî di kîjan kategoriya helbestê de cih
digire. Sosretî ne di lêkolînên li ser wan helbestan de ye – weke ez
dizanim lêkolîneke zanistî û bi gora rexneya teknîka helbestê tune ye-
sosretî ew e ku ev baweþîn ji hêla xwediyên helbestan ve tê. Belkî jî
ew helbestvan dixwazin bêne hesibandin di nav helbestvanên nûjen de. Helbestek,
dixwaze îro hatibe nivîsandin û dixwaze piþtî nizanim çend rojan bê
nivîsandin, mirov bi gora dema nivîsandina helbestê nikare wê helbestê
di nav helbesta nûjen de bihesibîne. Wisa
li me hatiye ku kengê hestên me radibin em pênûsê digirin destê xwe çi
tê ber devê me em dinivîsînin û em ji vê re dibêjin helbesta nûjen.
Kesekî li ser me bandor çêkiriye, em radibin pesnê wî didin, em ji vê
re jî dibêjin helbesta nûjen. Bergeha asoya me di nav quncê gundê me de
girtî maye, em radibin û li ser gundê xwe yê xweþik helbestekî xêz
dikin, navê wê helbestê jî dibe helbesta nûjen, çima ku me di vê demê
de nivîsandiye. Rast
e, wisa li me hatiye ku em serê xwe li ser teknîka helbestê, li ser bîçim,
binkeya xuyayî û ya kûr qet naêþînin. Ma emê çima bihizirin, kengê
hestên me rep bûn emê pênûsê hildin destê xwe, êdî dawiya wê di kû
de derket; ew helbesta me ye. Tebî ew jî helbesta nûjen e(!!!???). Navlêkirineke
wisa erzan, di serî de divê ji hêla helbestvan ve neyê qebûlkirin.
Jixwe heke navlêkirineke wisa erzan were lêkýrýn, dê zerar bide wê
helbestê bi xwe. Mafê
helbestê çi be, divê mirov wî teslîmê bike. Ji
bo ku baþtirîn bê fêmkirin, em niha dikarin pênaseya helbesta nûjen di
vir de bidin. Çima ku min li jor weke pirsekê dabû, ka helbesta nûjen
çî ye û ne çî ye? Di
helbesta nûjen de derfetên weke teknîkê, bîçim, binkeya xuyayî û
binkeya kûr (yan jî nexuyayî-ez tercîh dikim ku bi rengê kûr vê yekê
pênase bikim.) bêsînor e. Pêþiya wê nayê girtin. Raderbirîna xwe di
warekî qasî ku mejiyê mirov karibe hilde, berfireh de, bêserîûbinî de
pêk tîne. Bi gotineke dîtir ji aliyê xalên xwe yên bingehîn ve bêserûber
e. Qaliban nas nake. Xwe hiþk nagire. Xwe di nav çepera bîçimekî de
hepis nake. Hêma û îmgeyên ku di nava xwe de dihewîne, hiþpaka civakê
derbas dike. Bi wan, tiþtên nû datine pêþiya civakê. Lewma derfetên
ziman baþ bi kar tîne û her wiha li paþ binkeya hizra civakî nahêle. Taybetiyeke
herî girîng a helbesta nûjen, li hember kevneþopiyê ye. Kevneþopiyê
li ser xwe qebûl nake. Helbesta ku li hember kevneþopiyê dernekeve, nabe
ku mirov wê bihesibîne weke helbesta nûjen. Çima ku nûjenî red û
mandelkirina(înkarkirina) kevneþopiyê ye. Ji ber vê çendê helbesta nûjen
bîçimê kevin û giran qebûl nake, bi rengê xwe yê nû li hember dertê.
Helbesta
nûjen nikare xwe bisînor bike tenê bi muxalîfiya jiyan û binkeya civakê.
Di heman demê de divê li hember helbesta heyî be jî. Ew helbesta ku
helbesta heyî qebûl bike û wê derbas neke, ew ne helbesta nûjen e,
mirov tenê dikare wê weke helbesta heyî, ya jirêzê binav bike. Heke
di helbestê de xalên bingehîn ên nûjeniyê peyda nebin, xwe bi qalib û
sînorên helbesta klasîk an jî helbesta heyî hepis bike, di her rewþê
de dê rengê wê helbestê bigire û nikare bibe helbesta nûjen. Helbesta
ku ya beriya xwe mandel neke, wê derbas neke, di ser de jî cewaziya xwe ji
wê daneyine hole, dê ji wê helbestê bê hesibandin.
Navê nivîsa me ya bê Di Helbesta Kurdî de Þayiþa Estetîkî û Þêwaza Heyî ye û emê di wê nivîsê de bi rengekî pratîkî li ser çend helbestên mînak bisekinin. Çima ku ev xalên me li jor vekirin, piranî xalên giþtî bûn û divê em di bingehê wan xalan de mijarê daxin ser mînakan.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org