HESEN

( Ji giyanê Hesenê Misircî re )

 Nîzamettîn Akkurt

 

Bise

Neçe, bimîne

Li te êvar e, dereng e

Hevalê bêdengiya þevê, bise.

Þev dereng in, þev tarî ne

Kemînê bêbêxt barîne

Koremaran, tîremaran

Xefik danîne

Dahfik danîne,

Bise

Neçe

Bimîne

Hevalê bêdengiya þevê, bise.

 

Hesenê Mala Faro me

Neviyê Mala Edo me

Berxikê Mala Çeto me

Wezê biçim

Dereng e heval.

Tu çû

Stêrka te þemitî

Sîwana hîvê lewitî

Textê dilê me

Ziyareta dilê me

Hevalê bêdengiya þevê, bise.

 

Gelawêj 00

Nîzamettîn Akkurt

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org