HÊVÎ
LI HEMBER SÎNORAN BÊWIJDAN BÛ
Nîzamettîn
AKKURT
Þanoger
Gafûr Dogan (Hêvî) endamê teatra potamya bû û di destpêka vê heyvê de
li ser riya Misûl’ê di qezayeka trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Þanoger
Hêvî bi boneya ku biçin Kerkûk’ê û beþdarî mîhrîcana hunerê
bibin bi koma xwe re ketibû rê, lê negihîþkibû armanca xwe ya mezin. Teatre potamya li Mexmûr’ê ye. Lîstikên
xwe yên þanoyê bi piranî li Mexmûr û li bajarên dîtir ên Baþûr pêþanî
gel dikin. Di vî milî de nav û dengekî xistine dest. Min bi endamên teatra
potamya re li ser þanoger Hêvî hevpeyvînek saz kir.
Ji kerema xwe re hun dikarin xwe bidine naskirin.
Memed
Emîn: Navê min Memed Emîn e. Bi xwe ji Semsûrê me. Min xwendina dibistanê li tirkiye qedandiye.
Min bi xwe amadeyî qedandiye. Piþtî 90’an sêdetir beþdarbûna min bi têkoþîna
azadiyê pêk hatiye. Di berê de eleqeyeka min ji bo þanoyê hebû, lê weke
fermî û di asta akademik de jî, çendî ku çend derban pêkhatinên min
hebin jî, yekem car di dibistana Þ. Sefkan de pêk hat. Ji wê rojê vir ve di
nav xebata þanoyê de ciyê xwe digirim.
Naskirina te û Gafûr Dogan çawa çêbû?
Sala
2001’ê em weke dibistan derbasî sehaya Xinêre’yê bûn. Dema ku em gihîþkin
wê derê, hinek hevalên ku li wê derê þano pêþan dikirin, em li wan qesidîn.
Hingê hevalê Gafûr di wê þanoyê de lîstikvan bû. Bi boneya newrozê lîstikek
li dar dixistin. Navê lîstikê xweda huta ango bedet bû. Min hingê wî hevalî
nas kir. Bi rastî jî ew lîstim bala min pir kiþandibû. Yek jî lîstimvaniya
hevalê Gafûr xwe diyar dikir. Mirov zanîbû ku ew heval di aliyê lîstikvaniyê
de xurt e. Ew di beriya me de dest bi karê þanoyê kiribûn. Bi xwe jî ji Îzmîn’ê
hatibû. Piþkî wê demê êdî me bi hev re kar kir. Ez dikarin bibêjim ku wî
hevalî di aliyê xewatê de pir girêdayî bû. Wekî din jî min bi xwe ji wî
hevalî pir tiþt girtin. Dîsa hevalê Yekta jî li wirê bû û felek tiþt bi
me dane fêrkirin. Bi rastî jî perwerdeya wan xurt bû. Piranî di pratîkê
de pêk dihat. Her ku min bi stûyê wî digirt û di der barê þanoyê de
pirsan jê dikir kêfa wî dihat. Xwe mezin nedidît. Piþtî ku em çûna wê
derê, ew heval jî tevlî dibistana me bûn. Em nêzîkê 40 kesî bûn. Me bi
hev re çar-pênc þano saz kirin. Destekeka mezin dida hevalan. Em pir pev diçûn,
lê hemû ji bo birêvebirina kar bû. Di aliye kar de jî bi lîstikvaniyê qîm
nedikir, him dileyist û him jî karên dîtir dikir, weke derhênerî, senarîst
û hwd. Her karî dikir.
Gafûr
Dogan di aliyê jiyan û þanoyê de çawa bû?
Dilê
wî tim biçoþ bû. Her tim ponijîna wî li ser kar bû, li ser þanoyê bû.
Carna helbest, carna makale û carna jî li ser lîstikekê bi rojan dixebitî.
Tenê bi lîstikekê jî na, timî di destê wî de çend lîstik hebûn. Dema
karê xwe jî bi ser nedixist hingê xwarin nedixwar. Dilê wî nerihet bû.
Kengê ku min wî dilxweþ û xweþhal didit hingê min dizanî ku karekî
biriye serî. Ew kar diqediya, di ser de desbt bi karekî dîtir dikir. Ez rastî
jî bibêjim di nîvenga çiyê de jî, pirî ku mecal kêm bûn jî, dîsa kar
dikir. Rast e hingê gelek nêzîkatiyên çewt hebûn, lê dîsa jî him li
hember nêzîkatiyan derdiket û nim jî karê xwe dikir. Xwe vala nedihiþt.
Tu
bi Gafûr re derbasî sehaya Iraq’ê bûyî. Dikarî vê yekê ji me re vebêjî?
Îhsan
Azadî. Ez bi xwe ji eiblê xwe ji Dêrsim’ê me. Di sala 1992’an de tevlî
refên azadiyê bûm. Bi taybetî xebata min a þanoyê di sala 1996’an de
dest pê kir. Wê demê bi hevalê Yekta re bûm. Min ew heval Romanya’yê nas kir. Li
Yewnanistan’ê jî em bi hev re bûn. Ez dikarim bibêjim ku ew heval mamosteyê
min e. Dema ku ez hatim welêt jî, bi jimareka heval me di dibistana Þ.
Sefkan’ê de dest bi karê þanoyê kir. Xeibata
me berdewam kir. Dema ku em weke dibistan çûne Xinêre’yê me hingê wan
herdu hevalan jî li virê dît. Mir hevalê Gafûr
li vir nas kir. Bihara 2002’yan de me lîstika wan teimaþe kir. Jixwe piþt
re jî me bi wî hevalî re dest bi karê þanoyê kir. Tebî dema ku em hevalê
Gafûr bi bîr tînin, di heman demê de bîraweriya hevalê Yekta jî li ber çavên
me zendî dibe. Jixwe mirov nikare ji hev biqetîne wan hevalan. Ji ber ku herdu
heval jî ji bo me gelek nirxdar û hêja ne. Di
xebata me de ew herdu heval di xebatê de herî pispor bûn. Gelek xebatên me pêk hatin. Gotin di cî
de her tiþtên me bi hev re bû. Bi rastî jî deima ku em serkeftî bûn em
hemû jî þa dibûn. Em dikarin bibêjin ku xebata me bi piranî biserketî bûn.
Par havînê bi hevalan re em hatin sehaya Iraq’ê. Hevalê Gafûr nêzîkê hêyvekê
beriya me xwxe gihandibûn virê. Li
virê me dîsa xebata xwe berdewam kir. Beriya þehedeta hevalê Gafûr xebateka
me hebû, emê bi lîstikekê beþdarî festîvala Kerkûk’ê bûbûna. Dîsa
koma me bû ku navê wê teatre potamya ye. Emê bi lîstika evîna gulmasî beþdarî
wê festîvalê bûbûyana. Di bingeh de ev lîstik lûtkeya hemû xebata me bû.
Du aliyê hunerî de itijî bû. Him di aliyê
hundirîn de û him jî di aliye derveyîn de gelek rexneyan di xwe de dihewand.
Di aliyê felsefîk de zêdetirîn hêjayî dide mirov, di aliyê ehlaqî û
wijdanî de dixist nava lêpirsînê. Min û hevalê Gafûr di vê listikê de zêdeitir
em nêzîkê hev bûn û ev yek hiþt ku em baþtirîn hev binasin. Ew cara
yekem bû ku min nîvengeka samîmî wergirtibû ji bo xwe.
Di
der barê paþerojê de wekî din projeyên we hebûn an na?
Tebî
ji bo paþerojê projeyên me hebûn. Niha jî hene. em niha jî li ser wan projeyan dixebitin. Lê divê
em qebûl bikin ku þehadeta wî hevalî gelek têsîrek mezin li ser webata me
kir.
Di
aliyê çemka wî ya hunerê de tu dikarî çi bibêjî ji me re?
Timî
dixwest tiþtên nû pêk bîne. Di aliyê þêwaza þanoyê de jî tenê xwe li
ser baskekî nedida rûniþtandin. Di þanoyên xwe de epîk, tiragedya û
kenokiyê weke sentezekê li hev dianî. Redixwest di nava sînoran de bimîne.
Mebest hebû ku statûkoyên heyî parçe bike û her wiha hinek berhemên þanoyê
derxîne holê. Weke ku tê zanîn merc û þert zêde dest nedidan. Lê dîsa jî
hewldanên wî hebûn. Qîima xwe bi xebata heyî nediainî. Bi taybetî di vê
þanoya xwe ya dawî de sînorên di nava me de ku hene, dixwest wan derbas
bike. Derkeve dierveyî wan û bi xweserê xwe nasnameyeika nû pêk bîne.
Dixwest vê yekê biafirîne. Me jî bi wî re xwe nû dikir.
Tu
jî bi Gafûr re mayî, jiyana wî ya 24 demjimêrî çawa bû?
Osman
Bêkendî. Ez ji Misircê me. Di berê de eleqeyeka min ji bo þanoyê hebû. Ev
yek di mercên çiyê de bi rengê sikêç û nîvþano xwe dane xuyakirin. Lê
belê weke saziyê û di aliyê pisporî de bi taybet di sala 2003’yan de di
dibistana Þ. Sefkan’ê de pêt hat. Jixwe
min hevalê Gafûr wê demê di lîstika Lewha Qederê nas kir. Dema ku min wî
temaþe kir, ez hingê nû hatibûm sehaya Xinêre’yê. Pîþtî wê jixwe
demeka kurt ez bi biryara xwe derbasî dibistanê bûm. Tevlî beiþa þanoyê bûm.
Ev yek ji bo min tiþtemî mezin bû. Ez dikarim bibêjim ku armanca min pêk
hatibû. Ji ber ku him baweriya min hebû û him jî cewherek di min de hebû.
Piþt re me bi hev re gelek þano çêkir. Em bi hev re diman. Wê demê ew
heval di karê fîlmê de bû. Paþê lîstikek nivîsandibû û bû derhênerê
wê. Min hingê hewldanên wî dît. Gelek gotûbêj dikir, hizra mirov dipirsî.
Tenê armanc hebû ku kar bibe serî. Wî demê mirov dikare bibêje ku yekem þano
û fîlmê çiyê wî pêk anî. Fîlm nawê xwe berf bû. Yanî ez dikarim bibêjim
ku karê lîstikvaniyê di aliyê profesyoneliye de bi wan hevalan dest pê kir.
Di milê jiyanê de, bi xwe xwedî bername bû. 24 demjimêran dê jiyana çawa
biborîne, tev bipîlan bû. Bi giþtî webata wî ya þevê bi nivîsandinê
derbas dibû. Bi roj jî dema ku radibû bernameya wî hebû. Bêbername
tevnedigeriya. Gelek kêfa wî dihat ku bi mirov re gotûbejan pêþ bixîne li
ser hunerê. Ji ber ku gelek dixwest ku tiþtên li ba xwe bide hevalên xwe. Bi
vî jî gelekî kêfxweþ dibû. Dîsa di milê felsefa wî ya jiyanê de tiþta
ku gelekî serê xwe diêþand, sînoran qebûl nedikir. Dîsa nasname. Mînak
gelek gotûbêjên wî hene li ser nasnameyê. Di vî aliyê de jî xwedî
hewldanên mezin bû. Nasnameya heyî jî weke moreka hemdem a koletiyê qebûl
dikir. Li hember wê jî têdikoþîya. Dîtina wî wisa bû. Jiyana wî di hava
hevalan de bi gotûbêj û sohbetên wisa derbas dibû, lê bi rengekî tijî.
Dema
ku em dibêjin Gafûr weke þanogerekî çi tê bîra te?
Daxistan
Îlûh. Ez dawiya 2001’î tevlî dibistana çand û hunerê bûm. Di berê de
ji bo beþa þanoyê naskirineka min a çalak tune bû. Di wê demê de min
hevalan nas kir. Bi taybet jî hevalê Gafûr û hevalê Yekta. Keda herdu
hevalan jî li ser min pir e. Dema ku tê gotin Gafûr bi rastî jî zorî û
zehmetiyên þanoyê, hunerê li çiyê tê bîra min. Hê di berê de ji hêla
Yekta ve gelek caran ji min re hatibû gotin gelek tiþt, bi taybetî di der barê
hunera hevalê Gafûr de. Jixwe ev yek ji min re bûbû meraqeka mezin. Pir
xwesteka min hebû ku ez wî hevalî bibînim. 2003’yan de di konferansê de
min wî hevalî nas kir. Berê jî min di televîzyonê de hinek lîstikên wî
temaþe kiribû. Wextê dibêjin hevalê Gafûr tim ew tê bîra min. Heyecan, kêfxweþî,
tim moral te bîra min. Belkî di herî dema tengavî de hevalekî tim wisa
biken bû. Moral dida mirov, tim bawerî dida mirov. Dema ku em derbasî sehaya
Iraq’ê bûn, li Misûl’ê me lîstikeka bi navê gurî me xwest em bigirin
dest, wê demê ew heval pir bikêfxweþî hat û beþdarî wê lîstikê bû.
Yek jî xebata xwe ya þanoyê bi rengekî zanistî hildida dest. Bêþayiþ bû,
rarayî li balê tunebû. Tim di nava hewldanê de bû. Çendî ku di aliye
neyinî de tiþtan li ser me bandorê dikirin jî, wî nedixwest ku nêzîkê me
bibin. Ti rê nema ku serî lê neda ji bo ku vê komê di xalekî de li ser hev
bi rengekî çalak bide girtin. Mînak em demekê ketin halekî wisa ku, bi kesî
re bawerî nema ku xebat were meþandin. Ew heval hat ez tenê amade bûm, çentê
xwe vekir, hemû nivîsandinên xwe derxist þewitandin. Xatirê xwe xwest got
ez diçim, piþtî çend rojan bi lîstikeka nû têm. Ez di ciyê xwe de mitmayî
bûm. Min tenê lê dinêrî. Piþtî du rojan hat, di destê wî de ev lîstika
gulûmasî hebû. Dema ku dihate ba me jî hevalekî pir mitewazî bû. Bi rastî
jî ez cara yekem mirovekî wisa dilnizim dibînim. Bi wê lîstikê gelekî
bawerî da me. Wisa li me hat ku bi rastî jî em bawer bûn ku em dikarin kar
bikin. Çendî ku pirsgirêk û kêþe hebin jî. Bi vê lîstika xwe qalibên
kevin þikand. Wan sînorên heyî derbas kir. Ez dikarim bibêjim ku wî hevalî
pêþveçûneka berbiçav di nava vê komê de pêk anî. Hezkirina hunerê min
di wî hevalî de didît.
Tê
gotin þanoya çiyê, mecen çiyê zo in, zehmet in. Jiyana çiyê jî
hinek cuda ye. Þano jî beþekî cewaz ê hunêe ye. Dema ku tu þanoya çiyê
û þanoger Gafûr tînî ber hev kevaleka çawa dertê holê, tu dikarî ji me
re pênase bikî?
Harun
Hêvî. Ez dibêjim Harun Hêvî, ji ber ku ez ji 94’an vir ve hevalê Gafûr
nas dikim û navê wî yê virê Hêvî bû, ji wê demê ve hema bibêje ez pê
re dixebitim, min paþnavê xwe danî Hêvî. Di 96’an de Þanoya Hêvî hebû,
li Îzmîr’ê di NÇM’yê de. Hevalê Hêvî pêþengiya wê komê dikir. Bi
taybet ji ber ku hevalan got nedihiþt kom li virê belav bibe, dikete nava
hewldanê, hê wê demê ew derfet pê re hebûn û hêvî dida hevalan û li
hember sîstemê weke sazî têdikoþîya. Bi taybet girêdan û naskirina min
ji bo hevalê Gafûr wê demê çêbû. Di nava çalakiyan de, xwepêþandanan
de Hêvî di nava koma þanoyê de pêþengî dikir. Kurteþano çêdikir di
nava mîtîngê de û pêþan dikir. Wê demê min ew dît û ez pê re hatime
girêdan. Wî bi xwe ji min re got ji beþa muzikê derkeve û were beþa
þanoyê, ji ber ku derfetên te yên þanogeriyê hene. wê demê salek û nîv
bingehîn perwerdeya þanoyê da me. Ji wan hevalan hevalek þehît ket û ez jî
weke hevalê Gafûr hatime çiyê. Þanoya gurî ji hêla heval bi xwe ve hate
nivîsandin û him jî di nava lîstikê de çar rol girtin. Ew þano du salan her hefte li ser dikê ma. Dîsa
gelek þano wê demê hebûn. Þanoyek bi navê aþtî avakirin û 26 lîstikvan
ciyên xwe tê de digirtin. Wê demê jî him nivîskarî û him jî derhênerî
ji hêla heval ve dihate kirin. Min jî wê demê roleka biçûk girt û
leyiztim. Bihara 98’an wexta ku derkeve, em 8 lîstikvan ku em þagirtiyên wî
bûn, em birin qeta jorîn û em rûniþtandin. Bi me re gotûbêj kir û got ez
diçime Stenbol’ê. Me wê demê nizanibû ku dertê çiyê. Piþt re em fêr
bûn ku hatiye çiyê. Lê beriya ku em ji hev vebiqetin, ji me re got hun
dikarin soz bidin ku hunê xebata þanogeriyê bidomînin. Me tevan soza xwe da.
ji ber ku bawerî dabû me. 1999’an ez li Xinêre bûm. Wê demê sê lîstik
amadekirin. Lîstika gurî cardin amade kir, li çiyê pêþan kir û
mebesta wî li çiyê ew bû ku, dixwest nîþan bide, bi taybet jî hêza hunerê.
Ji ber ku wê demê li hember hunerê gelek nêzîkatiyên çewt hebûn. Dixwest
wan nêzîkatiyan biþikîne. Wê demê hevalê Gafûr, Yekta, Mordem û Rotînda
bi hev re bûn. Yanî kom bi ser hev de natibû. Bi taybet biryar dabûn ku, di
nava çiyê de karibin hunera þanoyê ava bikin. Tebî çemkên çewt ên bi
salan di nava hevalên çiyê de hebûn. Digotin huner di
çiyê de nabe. Ên ku bi huner re mijûl bibe oportûnîst e, ji þer direve û
hwd. Wan jî digotin divê em wan îkna bikin, ku huner pêþxistin di nava çiyê
de ne oportûnîzm e. çiya azad in, huner jî azad in. Divê hunera çiyê jî
derkeve holê. Jixwe helwesta
wan ev bû.
Di
vî aliyê de çi gav avêtin?
Þanoya
gurî pêþkeþ kirin. Birina
Qado pêþkêþ kirin. Vê þanoyê hevalê Gafûr bi tenê peþkêþ kir,
45 xulek bû. Piþt re lîstikeka bi navê demokrasî wiha ye pêþkêþ kirin.
Naveroka wê him çemkên nava me û him jî yên nava tirkiyê rexne dikirin. Min ew lîstik temaþe kir. Paþê 2001’ê lîstika xwedê hûta
ango bedet derbasî ser dikê kirin û min bi xwe jî tê de rol girt. Wê
demê gazî min kiribûn. Lîstikê di xala mîtolojiyê de girtibûn dest.
Digotin ev silaveka kurdî ye, beriya ku kurd bikevin bin bandora olê, silava
wan ev bû. Eþîreka mizûrî hebû, hê jî ev silava wan bû. Wateya wê jî
rihê hût di bedena te de be. xwedê hûta dibêjê, yê dî jî dibêje ango
bedet. Bi rengekî wisa digotin ev silav e.
Þêwaza
þanoyê çî bû?
Digotin
ne ku em lîstikê bileyizin bila temaþevan bigirin. Na, digotin bila rexne
were kirin, him bila bibînin û him jî biramin. Dîsa bi þabûna wan pêk
were, ji ber ku kurd tim girîne. Her di bin zext û zorê de mane. Lewra di hêla
komedî yanî kenokiyê de hildidane dest. Felsefeya herdu hevalan jî ev bû. Dûv
re hevalan jî qal kir di 2001’ê de dibistan derbasî hêla Xinêre bû. Li wê
derê em hemû gihîþtin hev. Bi taybet hevalê Gafûr û Yekta, li kû derê
mabin dibistanek ava kirine. Ewqas xurt bûn.
Li
hember wan çemkên ku derdiketin çî bûn?
Çemkên
ku dirdiketin va digotin oportûnîst in, revê þer in, nexweþiyê dixine nava
jiyanê. Jiyana
me sist dikin, vedikiþînin û hwd. Wan jî digotin na, esas jiyaneka sade û
xwerû bi me lazim e. Tiþtê ku mirov bi gelek tiþtan nikare bîne pêþ, tenê
mirov dikare bi huner bîne pêþ. Bi taybet hevalê Gafûr vê yekê eþkere
dianî ziman, mînak di birîna qado de vê nîþan da. gelek caran birçî
diman, nedihiþtin biçine firinê, nan nedidane wan. Lê dîsa jî digotin emê
koma xwe belav nekin û karê xwe berdewam bikin. 2000’î de li Kendakol’ê
pêþanek ji bo gel li dar xistin. Birîna qado li wê derê pêþkêþ kirin.
Tevî çemkên eyibkar hevalê Gafûr rabû û li ser esasê rolê xwe tazî
kir. Tena derpî ma, lîstikê de wisa dihate xwestin. Her kes þaþ û paþ mabû.
Wê çaxê digot huner bibêje çi divê were pêkanîn. Çemkên hevalan çawa
bû, digotin ev tiþt eyb in. Wî jî digot na ne wisa ye. Piranî jî mînakan
ji jiyana xwe, ji zaroktiya xwe digîrt. Çavkaniya nivîsandinê jiyana wî bi
xwe bû. Mînak di agirê bêdawî de dikek ji zarokan hebû, wê kevalê
ji jiyana xwe wergirtibû. Felsefa wî de kurdayetî hebû. Zarok û ciwan, jin
û kalên kurd hebûn. Bi taybet þêwaza wî lihevanînê ji Feqiyê Teyra ye.
Nedigot ev eyb e, ev sînor e, ev asteng e. guhdarî nedikir. Mînak di vê lîstika
me ya dawî de, di gul û masî de hinek peyvên ku bi kar dianî, ji nav rastîna
civakî ya kurdan bi xwe bûn. Çendî ku di nava hevalên me de, di çiyê de
weke bêuslûbî tê dîtin guhdarî nekir. Bi misogerî sînor li balê tune bûn.
Ciyê ku lê sînor lê hebûn dîn dibû. Dema ku mirov dibêje hevalê Gafûr
çawa ku zarok bêsînor in, ewqas li hember sînoran bêwijdan bû. Heta dawiye
jî þerê xwe dikir jî. Herî dawî jî li vir, li Mexmûr’ê di fîlîmekî
de jî rol girt. Em ji bîr nekin ku kurekî wî ji heye û dibe ku dema pêþ
de li hunera bavê xwe xwedî derkeve. Navê wî jî Mezlûm danîbû. Wekî din
jî nivîsên hevalê Hêvî hene û li ber destê me ne. Em dixwazin hemû nivîsên
wî weke xebateka pirtûkê hildin dest. Di vî milî de saziyên ku bixwazin
bibin alîkar dikarin bibine alîkar. Ger tiþtekî wisa pêþ bikeve emê kêfxweþ
bibin. Ji niha de em sipasê wan kes û saziyên me dikin ku ji bo vê yekê alîkariyê
bidin me. Navnîþana ku karibin têkiliyê bi me re deynin ev e: osmankurtalan@hotmail.com
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org