HEVOK JI ALIYÊ AVANIYÊ VE

Nîzamettîn Akkurt

 

Hevok ji aliyê avaniyê ve vediqetin çar biran. Birên hevokê ev in:

a) Kirde

b) Bireser

c) Têrker

ç) Pêveber

 

KIRDE

Di nava hevokê de ew kes ango tiþtê ku karê tê kirin dike, yan jî karê ku tê kirin ji hêla pêveberê ve tê ragihandin digire ser xwe. Di nava hevokê de navdêr, cînavk, rengdêr û pareng ku bi rengê raderî bi kar tên, dikarin di rawþa kirdeyê de peyda bibin. Dîsa dikarin bi teþeyê vekirî û veþarî cih bigirin. Di nava hevokê de kirde her dem li serê hevokê cihê xwe digire û bi tîpên girs dest pê dike. Heke di nava hevokê de ji yekê zêdetir kirde hebin wê demê kirdeya duyem piþtî bêhnokê cihê xwe digire. Di nava hevokê de heke cihê kirde rast neyê danîn, wê demê hevok ji hemû aliyên xwe ve çewt derdikeve holê.

Mînak:

-         Kevok bilind difire.

-         Evîn dirûnê dike.

Weke ku tê dîtin, di herdu mînakên jor de kirde di serê hevokê de cih girtiye. Lê heke di nava hevokê de ji yekê zêdetir kirde hebin, mirov dikare wê jî wisa li ser bingehê du mînakan rapêþ bike.

-         Memo dar þikandin, Canê jî xwarin çêkir.

-         Çiya hesp anî, Zinar jî bar kir.

Mirov vekirî dibîne ku kirdeya duyem tim li paþ bêhnokê tê danîn.

 

Bi qasî ku hevok li ser kirdeyên vekirî tên sazkirin, di gelek rewþan de jî kirde bi teþeyê veþarî di nava hevokê de cih digire.

Mînak:

-         Çû û venegeriya.

-         Çî xweþ bêhn didin.

Di her du mînakên jorê de hevok sazkirî ne û watedar in, lê kirde di nava van hevokan de ne diyar e, veþarî ye. Ji bo ku em kirdeyên van hevokan derbixînin holê, divê em du pirsan bikin. Pirsa yekem ji bo kesan nîþan bide, pirsa diduyan çi jî ji bo negiyaneweran e. Dema em ji bo mînaka jor ya yekem bixwazin kirde derbixînin holê, wê gavê em dipirsin:

- Kî çû û venegeriya?  Ew çû û venegeriya.

Di vê derê de ew kirdeya veþarî ye û ew di nava bersivê de berpêþî me dibe. Ji bo kirdeya diduyan em dipirsin:

- Çi çî xweþ bêhn didin?   Gul çî xweþ bêhn didin. Di vê hevokê de jî gul kirdeya veþarî ye.

 

BIRESER

Bireser di navbera kirde û pêveberê de peyda dibe. Ev bira hevokê di hevokên gerguhêz de derdikevin pêþberî me. Di hevokên ji lêkerên gerguhêz pêkhatî de kes û tiþtên ku dikevîn bin bandora tiþtê ku tê kirin û di bin bandorê de dimîne bireser e. Wekî “Binefþ av vexwar” peyva av bireser e. Lewra tiþtê ku di bin bandora karê vexwarinê de maye av e.

Mînak:

-         Siyamend nan sor dike.

-         Delîl lênûsê dixwîne.

-         Malî barên xwe bar dikin.

-         Þivên agir dadidin.

Di nava hevokê de ji bo peydakirina bireserê bi kirdeyê re ji pêveberê pirsa /çi/ tê kirin. Bersiva ku derdikeve bireser e.

 

TÊRKER

Têrker, wateya lêkerê ji gelek aliyan vê kamil dike. Têrker karê ku tê kirin temam dike. Ev temamkirin ji aliyê dem, cih û rewþê ve ye.

Mînak:

Kew serêsibê dixwînin.

Qendîl çiyayekî xweþ e.

 

Di nava hevokê de ji bo ku têrker bê peydakirin, bi alîkariya kirdeyê li pêveberê pirsên /kengê/ ango /çawa/ tê arastekirin.

Kew serêsibê dixwinin” Kew kengê dixwînin? Serêsibê serêsibê têrkera demîn e. Ji ber ku bi pirsa kengê dema xwendina kewan tê pirsîn û weke demê jî bersiv serêsibê tê dayîn.

Qendîl çiyayekî çawa ye? Qendîl çiyayekî xweþ e. Bi alîkariya pirsa çawayî em hînî xweþbûna çiyayê Qendîl dibin. Ev dide diyarkirin ku xweþ wek têrkera rewþê derdikeve holê. Divê mirov li ser têrkera pirsiyariyê jî mînakekê bide: “Te ji bo tirþoyê kereng anîn an na?” Di ve hevokê de anîna kerengan ne diyar e, lê rewþa pirsiyariyê heye û ji ber vê çendê ev dibe têrkera pirsyariyê.

 

PÊVEBER

Pêveber, di nava hevokê de kar, bûyîn û tevgera tê kirin diyar dike. Pêveber dikare di navîna hevokê de û dikarê di dawiya hevokê de jî cih bigire. Ew tiþtê ku hevokê dibe serî pêveber e. Di heman demê de pêveber çawa ku dikare ji lêkerê pêk were, dikare çend temamkarên lêker jî bigire nav xwe. Bêpêveber hevok kêm dimîne û wateya xwe rast nîþan nade.

Mînak:

- Kendal agir geþ dike.

- Bêrîvan keçek bedew e.

Pirsên /çawa/ ango /çi/ li kirdeyê tê arastikirin û wisa pêveber derdikeve holê.

- Kendal çi dike? – “Kendal agir geþ dike.”

- Bêrîvan keçek çawa ye? – “Bêrîvan keçek bedew e.”

Di nava hevokê de weke ku lêker di rewþa pêveberê de dikarin peyda bibin, navdêr, rengdêr û hêmanên mînanî wan jî dikarin peywira pêveberê bigirin ser xwe.

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org