HEVOK JI ALIYÊ TEÞEYÊ VE

Nîzamettîn Akkurt

 

Hevok ji aliyê teþeyê ve vediqetin du beþên sereke:

1- Hevokên Lêkerî

2- Hevokên Navdêrî.

 

1- HEVOKÊN LÊKERÎ

Lêker di sazkirina hevokê de roleke girîng dileyizin. Di hevokên lêkerî de pêvebera hevokê lêker e. Lêker, bi gor teþeyê xwe di dawiya hevokê de û di nava hevokê de cih digirin û bi wateya xwe li gor hevokê, yan bi rê ve dibe yan jî diqedîne. Di hevokê de heke lêker nebe bûyera hundirê hevokê diyar nabe û hevok bi rastî nagihîje wateya xwe.

Mînak:

- Berxwedan pirtûk dixwîne.

- Mazlum kivarkan tîne.

- Evîn çû malê.

 

Di hin lêkerên gerguhêz de ku bizava wan ber bi aliyekî ve ye, pêveber ne di dawiya hevokê de, di nava hevokê de cih digire.

Mînak:

- Ez ketim nav fikaran.

- Çivîk firiyan asîmana.

- Zîlan çû gund.

- Berfîn diçe dibistanê.

 

2-HEVOKÊN NAVDÊRÎ

Ji hevokên ku di pêvebera xwe de navdêr, rengdêr û hêmanên mînanî van-lêker ne tê de- peyda dikin re Hevokên Navdêrî tê gotin.

Mînak:

Zimanê Parêznameyê pir giran e.

Ev mafê me yê demokratîk e.

Hemû pirtûkên di destên me de ev in.

Em mafdar in, ji ber ku em xwedî hêz û bawerî ne.

Nivîsandin karê nivîskaran e.

 

AHENGA KIRDE Û PÊVEBERÊ

Divê em ji bîr nekin ku, di zimanê kurdî de ji ber mêjera navdêran, di kiþandina hinek lêkeran de, yekjimarî û pirjimarî derbasî ser lêkera ku di rewþa pêveberê de ye dibe. Ev yek di lêkerên gerguhêz de cuda, di lêkerên negerguhêz de cuda dirûvê radixe holê.

Ev rewþ bi taybetî di wan hevokên ku lêkera alîkar digirin de dertê pêþberî me. Di derketina vê rewþê de pêkarê bingehîn di lêkerên gerguhêz de ahenga di navbera bireser û pêveberê de, di lêkerên negerguhêz de jî aheng di navbera kirde û pêveberê de ye. Lewra hevokên ku di hundirê xwe de lêkera alîkar disitînin, divê dernekevin derveyî vê rêpîvanê. Yanî yekjimarî ango pirjimarî derbasî ser pêveberê bibe, lêkera alîkar jî bi gor wê rewþê dirûv digire.

Em dikarin vê rewþê bi vî rengî rave bikin.

Ger kirde yekjimar be, divê bi gor vê rêpîvanê lêkera alîkar jî qertafên yekjimariyê bigire. Ev yek di vê hevokê de bi zelalî tê dîtin: ev pêvajo weke pêvajoya bilindbûna wêjeya kurdî were binavkirin.

Ger kirde pirjimar be, hingê jî lêkera alîkar dirûvê pirjimariyê digire. Em ji vê re jî dikarin mînakekê wiha bidin: Ev demên wiha divê weke demên zêrîn bêne dîtin.

Yanî mirov dikare formûlê bi vî rengî pênase bike:

Kirde      ================Lêkera alîkar

Yekjimar ================Yekjimar

Pirjimar   ================Pirjimar

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org