HEVOK JI ALIYÊ WATEYÊ VE

Nîzamettîn Akkurt

 

Ji aliyê wateyê ve çar cure hevok hene.

1-Hevokên Erênî

2-Hevokên Neyinî

3-Hevokên Pirsiyarî

4-Hevokên Baneþanî

 

1-HEVOKÊN ERÊNÎ

Ev cureyê hevokê di aliyê erêniyê de avakirina peyvan rave dike. Di hevokên wisa de avabûn dikare bi teþeyê birêpîvan û bi teþeyê bêrêpîvan jî peyda bibe. Yanî pêveber dikare di navê de û di dawiyê de cih bigire. Di hevokên erênî de rewþa pirsê jî dikare cih bigire.

Mînak:

-          Sîpan ji komkirina rêvazan hat.

-          Kebanî  xwarinê çêdikin.

-          Di pêþbirkê de Munzur bi ser ket.

-          Ev zilam çawa bi rê ve diçin?

-          Ên di pêþiya we de çûne niha gihîþtine malê.

 

2-HEVOKÊN NEYINÎ

Hevokên erênî bi girtina qertafên /na/ û /ne/ vedigerin hevokên neyinî. Di nava hevokê de wateya neyiniyê diderbirînin. Di nava hevokê de qertafa neyiniyê lêker digirin û di nivîsandinê de jî cuda nayên nivîsandin, bi hev ve têne nivîsandin. Bi piranî qertafa neyiniyê li ber lêkerê peyda dibe, lê di hevokên navdêrî de qertafên neyiniyê li pêþiya navdêrê û jê cuda tên nivîsandin.

Mînak:

-Ez naçim deþta dûr.

-Çima ti kes te guhdarî nake?

-Mazlum nehat.

-Mustefa gul neanîn.

-Ên ku me dixwestin ne ev in.

 

Di rewþa lêkerên hevedudanî de qertafa neyiniyê (na ango ne) dikeve navbera pêþgir û lêkerê û neyiniya hevokê derdixe holê. Di lêkerên hevedudanî de qertafê neyiniyê cihê xwe di navbera pêþgir û lêkerê de digire û cuda nayê nivîsandin. Ev rêpîvan bi taybetî ji bo pêþgirên /ve, ra, hil, da, wer, çê/ derbasdar e.

Ji vê yekê re çend mînak:

- Bêrîvan îro xwarin çênekir.

- Xebat ji xewê zû ranebû.

- Agirî derî venekir.

- Þîlanê  agir daneda.

 

3-HEVOKÊN PIRSIYARÎ

Di zimanê kurdî de hevokên pirsê bi qertafên pirsê têne sazkirin. Qertafa pirsê di serê hevokê de /ma/ û di dawiya hevokê de jî /an na/ ye.

Her wiha bi alîkariya hinek peyvên ku rewþa pirsiyariyê çêdikin, hevokên pirsiyariyê bêne sazkirin. Weke gelo, aya, çawa, çima, çi, çî, çend, kîjan, li kû, kî, kê, ji bo çi û hwd.

Dema cinavk, rengdêr û hokerên pirsê tunebin, hevoka pirsiyariyê bi alîkariya kirpandinê tê sazkirin. Lê ev yek di zimanê nivîskî de ne derbasdar e.

Bi hoker, rengdêr û cînavkan çend mînakên hevokên pirsiyariyê:

- Kî ji bajêr vegeriya?

- Çi li te qewimî?

- Mêvan li kû man?

- Hevkarê te bi kû ve diçe?

 

Bi kirpandin û daçekan çend mînak:

- Bostan hate avdan?

- Çiya karik anîn?

- Ew zilam nayê vir?

- Bavê min hatiye mal?

 

Çendî ku zimanê me yê axaftinê guncavê vê yekê ye jî, heya ji mirov were di warê zimanê nivîsandinê de ev teþe bi kar neyê ji bo xweþikbûn û kamilbûna zimên baþtirîn e. Yanî em dîsa li ser mînakên jorê raveyê çêbikin:

-          Ma bostan hate avdan?

-          Çiya karik anîn an na?

-          Çima ew zilam nayê vir?

-          Gelo bavê min hatiye mal?

 

4-HEVOKÊN BANEÞANÎ

Hevokên baneþanî peroþî, þaþwazî û xweziyê nîþan dikin. Ev hevok dikarin mîna hevokên lêkerî û hevokên navdêrî jî pêk bên. Ji aliyê rast nivîsê ve, di destpêka hevokê de peyva baneþanî bi bêhnokê tê veqetandin û piþt re berdewamiya hevokê çêdibe.

Mînak:

- Ax, rewþa min ne ti rewþ e!

- Of, canê min pir dieþê.

- Ox, te dilê min þa kir.

- Lo, xorto! Were ba min!

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org