Hevokên zimanê me

Nizamettîn Akkurt

 

HEVOK JI ALIYÊ BINKEYÊ VE

Ji aliyê binkeyê ve birên hevokan sê heb in.

1- Hevokên Xwerû

2-Hevokên Pêreyî

3- Hevokên Têkel

   

1- HEVOKÊN XWERÛ

Di ev cureyê hevokê de lêker bi rengê gerguhêz û negerguhêz têne kiþandin. Kirde bi gorî deman bi teþeyê xwerû yan jî tewandî di hevokê de bi cih dibe. Di nava hevokên xwerû de hevokên lêkerî û hevokên navdêrî jî dikarin bi cih bibin. Her wiha hevokên erênî, neyinî, pirsiyarî û baneþanî jî cihê xwe di nav hevokên xwerû de digirin.

Çend mînak ji hevokên xwerû re:

- Kevroþkên me pir xweþik in.

- Kevokên me difirin.

- Nivîskar gelek in.

- Mala we li bajêr e yan na?

2- HEVOKÊN PÊREYÎ

Hevokên pêreyî piþtî lêkeren gerguhêz ango negerguhêz bi alîkariya qertafa gihînekê girêdanê bi hevokên dîtirê re çêdikin. Ev cureyê hevokê di hundirê hevokên têkel de dikarin ji yekê zêdetir bi kar bên. Di zimanê kurdî de bi vê mijarê re pêwendîdar sînorkirinek nîn e. Hevokên pêreyî di nava hevokê de weke ku dikarin bi teþeyê hevokên lêkerî û navdêrî cih bigirin, bi rengê rêzik û hevokên ku þêwaz û demê raber dikin jî peyda dibin.

Mînak:

- Min pir dixwest ku ez te bibînim, lê mixabin rêka min li ba te neket.

- Ne tenê ez û tu, Meyrem, Mustefa, Þervîn û Azad jî têne seyranê.

- Ev karekî pir dijwar e, heke tu xwe bi rêkûpêk nekî tuyê li ber lingan biçî û kes bi te nahese.

- De ji te re oxir be, zû here û zû were.

 

3- HEVOKÊN TÊKEL

Ev cureyê hevokê di binkeya xwe de ji yekê zêdetir hevokên pêreyî peyda dike. Ev hevok bi alîkariya gihînekê bi hev ve têne girêdan. Di rêzbûna hevokên têkel de avabûneke nerm heye. Ji rêzbûneke birêpîvan bêtir, bi teþeyê rêpîvanên giþtî yên hevsenga zimên kamil dibin.

Mînak:

- Þev tarî bûbû, brûskan dilê merivan dilerizand.

- Heke tu ji me û bêdengiya me hez nakî, çima tu têyî mêvandariya me û li ser serê me qajevajiyê dikî?.

- Em du dost bûn, ji levên me stranên evînê diweþiyan.

- Agir bi deþtê ket, deþt bi tevahî þewitî.

 

HEVOK JI ALIYÊ SAZBÛNÊ VE

Di zimanê kurdî de sazbûna hevokan li ser rêpîvanên hiþk na, li ser bingehê nermbûn û ahenga rêpîvanên giþtî pêk tê. Ji ber ku ziman nerm e û di hundirê xwe de dewlemendiya bikaranînê peyda dike, sazbûna hevokan bi rêpîvanên hiþk û nayên guhertin ve girêdan çewt e. Lê di heman demê de ev nayê wê wateyê ku çi rêpîvan tê de peyda nabin. Ev yek di hevokên xwerû û hevokên têkel de bi vî rengî þênber dibe.

 

RÊZBÛNA HÊMANAN DI HEVOKÊ DE

Di hevokên xwerû de rêzbûna hêmanan bi teþeyê;

a) Kirde+bireser+pêveber

Min du pirtûk kirîn.

Zelal peyalê þikand.

Rênas berxikan av dide.

Tu stranan guhdarî dikî.

Ew þerabê vedixwe.

 

b) Kirde+têrker+pêveber

Zilam ji þevîniyê tê.

Sîmegî ji sûkê hat.

Sema ji dibistanê derket.

Rojda ji hespê peya bû.

Zozan ji min hez dike.

 

c) Kirde+pêveber+bireser

Nêrgis vedigere bajêr.

Ronahî kete pêþbirkê.

Roþna bûye hunermend.

Ezê bibim nivîskar.

Munzûr çû malê.

 

d) Kirde+bireser+pêveber+bireser

Amed gûzan dide mêvanan.

Bager qatûfkan danî ser bendê.

Kendal kevokan firand asîmana.

Cemal giya daye kevroþkan.

Ezê xwarinê bidim karkeran.

 

e) Kirde+bireser+têrker+pêveber

Dukandaran hirmî ji gundiyan kirîn.

Rojda rewþa me ji min pirsî.

Keçikê name ji te re rê kiriye.

Bavê min pere ji bo min hinartiye.

Derdên min alemê bi xwe hesandin.

 

f) Têrker+kirde+pêveber+bireser

Berêvarê Tîtal hate bajêr.

Piþtî nîvro Sînan  diçe bûroyê.

Êvarê ez diçim kar.

Beriya seharê emê bikevin ser rê.

 

g) Kirde+têrker+pêveber+bireser

Zozan sibê diçe Bexdayê.

Amed Piþtî nîvro diçe Musilê.

Ez êvarê naçim Kerkûkê.

 

h) Têrker+kirde+bireser+pêveber

Qaseke din Rûken bernamê dixwîne.

Kêliyeke din Berçem avê tîne.

Vêga ez diçim xwarê.

 

j) Kirde+têrker+bireser+pêveber

Rûken qaseke din bernamê dixwîne.

Berçem kêliyeke din avê tîne.

Ez vêga diçim xwarê.

 

Di hemû teþeyên hevokên ku li jor hatine rêzkirin de, teþeyê pirsê bi rengê qertaf û peyvên pirsê pêk tên.

Di hemû teþeyên hevokên  ku li jor hatine rêzkirin de, teþeyê neyiniyê bi teþeyê qertafa neyiniyê /ne/ û /na/ pêk tê.

Dema ku rewþa neyiniyê tê çêkirin, daçekên deman dikevin û cihên xwe didin qertafên neyiniyê.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org