HEWLÊR:
MIJAJA TIRKAN E
Nîzamettîn
Akkurt
Ji Felluceyê
hetanî Bexdayê, ji Bexdayê hetanî sînorên Kurdistana Baþûr,
min çavên xwe êþandin jî, çavên min bi erebeyeka bi pîlaqeya
tirkan neket. Qena
yek lib jî di nava Iraqê de peyda nabe. Piþtî bûyerên kuþtina
kesên þofêr û endamên þirketên tirkan, êdî hew erebeyên
tirk di nav van deveran de xuya dikin. Ne li Mûsilê û ne jî li
Kerkukê erebeyên tirkan nîn in, ta ku em ketin nav bajarê Hewlêrê
çavên me bi erebeyên bi pîlaqeya tirikan ketin. Him jî ne yek
û dudo, bêjimar.
Erebeyên tirkan
di nav Hewlêrê de bi ewle ne, bêtirs in, bi gora dilê xwe di
nav sûkê de, di kenara kolanan de an jî di garajan de park
dikin.
Jixwe dema ku
mirov di sûka Hewlêr a rengîn de dimeþe, tiþta herî balkêþ
yek navê þirketên tirkan e û ya din jî erebeyên bi pîlaqeya
tirkan e.
Di nav bajarê
Hewlêrê de kar û barê avakirinê pir berbiçav e. Hema bibêje
li her taxê, kolanê an jî di her quncekî de xebata înþeat û
avakirinê heye. Li virê, ji vî karî re dibêjin xebata
avadaniyê. Hewlêr ji nû ve tê avakirin. Pire, avahî, riyên
hewayî, cigehên derbasbûnê, park, navend û hwd. bi lezgîniyeka
mezin didomin. Hewlêr di nava sergêjiya ji nû ve avakirin û
avadaniyê de ye. Ez bi grupek dost re di nav kolanên Hewlêrê
de digerim. Her wiha em xwe biewle hîs dikin. Piþtî westaneka
gerê ku em gihîþtin parka Samî Abdurrahman, em bêhna xwe bi
xwarina filefilê derdixînin. Ger hûn herin bajarê Hewlêrê û
xwarina filefil nexwin, wisa nehesibînin, ku hûn hatine vî
bajarê rengîn.
Dema ku em
dixwazin bikevin hundirê parkê nobedar ji me dipirse, lê piþt
re fam dike ku em ne xelkê virê ne. Li vir tu pasaport nîþan
bidî jî, ev tenê têr nake, divê li ser te weraqeya Îbrahîm
Xelîl hebe. Yanî kaxizê derbasbûna bi destûra deriyê Îbrahîm
Xelîl. Ew li ba te tunebe, tu nikarî di xaka Kurdistanê de
bigerî. Ew destûrnameya hikûmeta herêmê ye. Wekî her biyaniyê
tirk jî vê weraqeyê li ser xwe hildigirin.
Em pênc zilam di
nav parka rengîn de digerin, pir qeþeng û xweþik e, her cî û
dever, her þûngeh û cîgeh bala me dikiþîne. Dostekî min dibêje,
ez li Ewropayê jî geriyame lê bi rastî ciyekî weke vir xweþik
li ber çavên min neketiye. Ji avahiya fermî zilamek di dest de
hinek dosya ber bi me ve tê û ji me dipirse: “Hûn ji kîjan
campaniyê ne?” Campanî li vê derê ji bo þîrketan bi kar tînin.
Helbet
em ne xwedî campanî ne. Piþtî ku em bersiva xwe didin, zilam
bi halekî xweþ û rûyekî xwîngerm li me vedigerîne: “Biborînin,
bi taybet campaniyên tirkan tên vir, min wisa hizir ku hûn ji
wan in. Ji ber ku campaniya paqijkirina vê parkê yeka tirk e.”
Tirk li Hewlêrê her karî dikin. Bi asayî karkerekî înþeatê
mehê 1.000 dolarî distîne. Hosta
jî 1.500 dolarî.
Þirketên
tirkan li Hewlêrê xebata avadaniya kurdan dikin.
Xebata ji nû ve
avakirina bajar û navçeyên kurdan dikin.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org