KÊZXATÛNA
ROJAVAYÎ
Nîzamettîn Akkurt
Te, di nav þildebilda wî devê xwe yê xwar de terqêna xwe dixwend.
Li vê cîhanê - ku mirov nepeniyên wê dihebînin, lê tu carî nagihîjin razmendiya wê ya bêhempa - tu yekemîn kes bûyî di nav qîreqîra girînê de, bi derbirîneka herifî, li ser gora xwe, wan axaftinên dawîanîna jiyana xwe direþandin. Yên li hawîrdor, sertewandî, di bin çavan de li te dinehêrtin, qenc pê dihesiyan, ku hesta xwe têrpaqij dîtinê di nav deqên eniya te de xwe cîbicî dikir û çawa ku ya dimire ne tu yî, di nav bêpaxaviyeke bêpîvan de mexel dihat.
Kesî ji te tiþtek fêm nekiribû, niha jî fêm nedikirin. Ew jiyana ku bi
raz û nepeniyan ve dagirtîbû, çawa ku di temenê xwe yê tevlîhev de tiþtekî
bi însanan nedabû têgihîþtin, niha jî li ser lingên çûyînê wek
qutiyeka çaralî girtî ji ber çavên wan diþemitî û diçû. Heyfa wan
ne ji vê heyfê bû, ji ber wê derbirana heyîrîn bi sed çeþîd û
awayan xwe rûdiniþtandin li ser wê suretê nenas da ku barê binketinê
li piþta xwe bikin. Na!... Heyfa wan dihat li wê heyfê ku ew jiyana tevlîhev
û çaralî girtî ji ber çavên wan diþemitî û diçû, lê nikaribûn
wan tiþtên jixwe dabûn û ji xwe dabûne zevtkirin, þûnde wergirin.
Li pey xwendina ayeta terqênê ne temenek tenê jiyanên pê de hatî
berdan diçûn; hestên perçiqandî, hêviyên þikestî, navdariyên
lekexwarî, bêbextiyên di cî de mayî, kerbên tewandî, rika hesankirî,
bêhntengiyên volqanî, aciziyên hûrkirî, tengasiyên bêderî, tenêtiyên
bizorê hatî jiyandin, pîjdanên encam xirab, êþa nêzîkatiyên peritî,
jana nirxandinên malþewat û hema her tiþt...Mirov digot qey temên ne bi
xwe tenê, ji bilî xwe hemû tiþt dibirin û bi xwe re di bahra goristana
tarî de dixeriqandin.
Rû li pey wê bêmad bûn, çav þikestî û qurifandî.
Laþ, mîna zarokek nû bûyî lewaz bû, dest lerzok û bêhêz. Û ew di
nav bêpaxaviyeke mezin de, yanî tu di nav bêþermiyek qirase û xwendina
terqêna xwe de, wek marekê, þopa têrber li pey xwe dihêle, dûr diketî
û diçûyî.
Ew xetên li ser rûyê te yê binevþî xwe dabûne Kêrsimandîn û ji wê
qirêna dawî mîrat mabûn, qelîþtekên birîndarkirinê bi cih dikir li
ser wan sûretên ku ji bêsiûdiya xwe rastî te hatibûn. Te dizanî gava
ku ew her destê xwe biavêjin dermanan da ku birînê baþ bikin wê ji nû
de û careka din birîndar bibin. Bi vî awayî, ji vir pê de wê tu ne li
vê jiyanê bibanayî, lê di nav wan xwebûnên birîndar de tim û tim
bijiyayî. Ew hebûna te ya tûne, lê tim heyî bi vî rengî wan peywirên
nîvco wê temam bikira û di nav tariya wê gorê de vehesandina laþê te
pêk anîba.
Pîlana te ev bû: Bêkêmasî û bêhempa!
Ev di nezera te de wisa bû, lê belê ew xaliqê ezmana jî baþ dizane, ku
jiyan dîlnizimiya erênîkirina mebesta me nîþan nade. Ema tu, qasî vê
rastîna sotîner nizanibî, ji xwe qayil, qasî guhdar nekî sersar û bêxem
û qasî xwebûna xwe bi erdê ve bixurmînî li hember awêna rasteqîna
xwezayê proleker bûyî. Ji ber vê sedemê ciyên tu tê re derbas dibûyî
dibûn kavil û wisa diman. Lingên te yê ji wî laþê bi hesta biyanîbûyinê
ji hal ketî, di þûna xwe de xweyê diçandin û li pey xwe sûretê pirsên
ji tînîtiyê terikî ne dihêliþtin.
Þev, rastîna iclaftazî ye, weke ku di seqaya dêlindezê
de gunehên me dûr dikevin û diçin, we rûpoþa rûyan derdixe û diavêje
valatiya dîl û bendîtiyê.
Lewma rastîna þev bû, ew nîþana ku dibû têkberê eþkerekirina raza
awêna mebest û rûpoþa rûyê te.
Çav bi sermestî û dilgeþiya dîtina lewha qedera te
þaþwaz û biheyîrîn bûn. Mîna tazîtiya zarokekê li ber çavan bûyî.
Nedikarî xwe biveþêrî ne jî dikarî awirên bêhedan bitewînî nav vê
stargeha wek alavekî zêrîn di paþila xwe de dihewand.
Ew rûpoþên qelsiya xwe dixwar, yeko yeko diketin ser axesorê û li ser
gavên çûyînê wêneyên hetikandinê di çavên wan kesan de, ku bêdilê
xwe û bi navê adetekî hînbûyî axaftina “Rehmetê baþ bû” (lê
quna wê hinek li paþ bû) dubare dikirin, ajoyên tarî-reþî gunehî,
ramanên hov-terîþî-jihevketî, hestên pûç-qîç, hisên
belakir-netepiti-xisarmend, wilfên herifî-pîr diaxifî-nepixî û çemkên
reþbîn-þibîn-geþnebîn bixwiyang dikirin.
Tenê bi ferqekî ew pîlana bêkêmasî û bêhempa li te vedigeriya û wek
her cara berê çawa ku mîna encama jênerevîn tu dibûyî qurbanê pîjdanên
xwe, niha jî li vê derê, di bin axê de; ku tu li benda stêrkên çavên
temaþevanan bûyî û nola te hêvî dikir wisa pêk nedihat, laþê te yê
hebûna xwe di ajoyên tarî, reþî û gunehan de peyda dikir, di nav hesta
pêmenî û azweriya furiyayî de diqûrifiya.
Te bi qîrîn û gazîn lavelav dikir û digot “ax li min rebenê, sêwelekê
kambax har û belekê!” lê bi tu awe û newayan dengê te yê jinantiya bêmirad
û menend bi xwe re hêz nedidît da ku xwe bigihîne derveyê wê doqa ku
wek birca Çînê di navbeyna te û wan de sînor kiþandibû. Tu hêdî û
giran dihatî ber sêlûna binketinê. Ew binketina asteng nasnake wek salên
zarokatî û ciwantiya te di nav lepên xwe de zevt kiribû.
Niha jî di roja dawîanîna temenê jinantiya te de, fena wê kesa bêyî
xwesteka xwe bûye mehkuma binketinê, wê barana çarenûsa jênerevîn li
ser xwe didît.
Binketin, çarenûsa te bû, roja dawiyê jî te bi tenê nehiþtibû!
Ew þensê ku bi destê Stêra Bercîs nediket, bi qayîliyeke asîmanî
dadiket û di nav kefa destê te de cîbicî dibû. Ma qey her gav ne wisa bû
û ew temenê te yê bêzar bi wan seansên þensê ve ne dagirtî bûn?
Tu zarokeka sêwelek bûyî û bi zayîna te re tevahî xeyalên mezinan mîna
awêneyeka derizî, di wê piþtnîvroya germa havînê de yek bi yek þikestibûn.
Pîrika te ya bêdiran bi þildebilda devê xwe yê xwar pîneyekî kirasî
li ser binketina te ya yekem dabû û bi ser de jî gotibû: “Kevjalê, pîsik
heramê, gijgijanê, bêêþ û janê, gez bavêje kê, hewarî bi kerê þamê!..”
Sêhra temenê te di wan gotinan de dihate der. Lewha çarenûsa te, bi xetên
jênaçe van gotinên razmendî li ser xwe peyda dikirin. Ew axavtina bavê
te ku digot: “Yek heye bi sedê, sed heye ne bi yekê, lê tu ne bi yekê,
ne jî bi sedê yî!” mîna guharekî ji destê zêrînkeran derketî li
qula guhê te asê diman.
Tu hêdî hêdî bi xwe dihesiyayî ku rojên reþ yên ji te nehezkirinê
dest pê dikin û dihêlin ku êþ û jana nayê kiþandin mîna ewrên
biserdegirtî xwebûn û hebûna te bierçiqînin. Tu di nava mirovan de bûyî,
lê tevî vê yekê te ji xwe nedidîtin. Ev hesta sotîner û sernewqî roj
bi roj te diheland û wisa li te dihat ku, di aliyekî de kengê derfet û
fersend bikeve destê te þûjinê di canê yekî/ê de radikir, di aliyekî
din de jî wê hesta biyanîbûyînê nola berdilkê dilê xwe di paþila
xwe ya þîrgermî de xwedî dikir.
Te ne xwe nas dikir ne jî derûdora xwe, her kes û her tiþtê ji bilî te
û derveyê hebûna te peyda dibû, ji bo te tenê wek alavekî birîndarkirinê
bûn.
Kengê te bi þûjina destê xwe wan birîndar dikir, hingê, vehesandin û
xwe gîhandina têrbûyînê li ser canê te yê har miþtaxe dibûn. Te bi
birîndarkirina mirovan xwe dida çêkirin. Rojên ku ev karê te pêk
nedihat, mina gava ku hîv ji ser burcekî derbasê burcekî din dibe, lê sêkûçekî
çênake û demeka neyinî bi xwe re tîne, ê te jî hest û ramana te tevlîhev
dibûn û qasî yeka ku ezîzê berdilê xwe wenda kiribe, tu jî bêhêvî,
bêbextewerî û derbexwarî dibûyî. Wê gavê kesî newêribû li wan çavên
te binêre, ew çavên tirsnak derbiraneka wisa li çembera xwe didan rûniþtandin
ku mirov bi dîtinê bizdonek dibûn û bi lezgîniyeke mezin ji ba te
direviyan û diçûn. Te jî bêmecal û bêtaqat xwe diavête hembêza þevê.
þev rastîna iclaftazî bû û te hêj di rojên pêþîn
de, bi pêþwaziyeka qayîl destûra bi te her tiþt kirinê, bi wan destên
xwe dabûn þevê. Bi qasî ku þevê, xwe ji rastîna xwe tazî dikir, te
bi wî qasî zewq û çêza encamên destûra bi te her tiþt kirinê
disitandin. þev rasteqîneka xwerû bû ku te, di nav gola tenêtiyê,
hendefa bêkesiyê û valatiya nehezkirinê de dixeniqandin. Bi ser de jî,
tu bi dilê xwe dibûyî rêwiyê wan demjimêrên reþ-tarî û gunehî. þev
kengê xwebûn, nasname û kesaniya te parçe parçe dikir, hingê tu bi
jiyandina xwe dihesiyayî.
Lewma li ser namilên te tim û tim hilgirtî bûn: Xwebûneke parçebûyî,
nasnameyeka birîndar û kesaniyeka jihevketî. Kesî wate nedidayê lê tu,
hînbûyê vê yekê bûyî.
Li þûnewarê tu tê de peyda dibûyî her hewldana azadiyê aliyekî
qelsiyê diþikandin ser xwe ve. Lê belê gava ku dihat ba te, ya jî bi te
dest pê dikir, hema ji nedî ve vedigeriya çerxa kêrnehatî. Di berovajîkirina
her tiþtî de, bi rastî jî te kesî bi ser xwe de nas nedikir.
Te ew kar bi hostatî û misogerî pêk dianî û gava çavên hevalên te yê
gede pê diketin, wek nezerên li ser deriyan daleqandî zeloq diman.
Jixwe di nav rojên zarokatiyê de, piþtî wê kêliya hilkeftina
bazirganiya hestan hinek sermiyan diket nav berîkên te. Qasî ku cîhanê
tev dabine te, tu þa û geþ bibûyî. Hemû naskiriyên te, ew naskiriyên
ku di Serdema Tarî de bibûn koçber û ji welatê jor berê xwe dabûn ber
bi siya birca bajarê wenda ve, ecêb û þaþwaz mabûn lê, nebibûn têkberê
watedayîna vê halê te yê nû û balkêþ. Û dîsa pê dernedixistin ku
kefa destê te yê rastê di nav berîka rastê de wî rûyê peydakirî bi
hendazetiyeke mezin mis dide.
Sermiyana te ya nû û yekem, rûyê di berîka rastê de bû! Û piþt re
roj bi roj, berîkên te yê din jî, nesîbê xwe girtin û gihîþtin
mirada xwe.
Gava ku li jêra taxa Baxlarê, rojek ji rojên havîna germ, te sêzde findê
rojbûna xwe bi pifê vemirandin, êdî taqat û mecala destên te nemabûn
ku rûyên di berîkan de mis bidin.
Tu mezin bibûyî, rûyên di berîkên te de jî, zêde bibûn. Lê belê
(ne)diyar bû wê kîjan ji we bibe serkeftinerê vê pêþbirkê.
Û dîsa gava ku li jêra taxa hêjar û belengaz, þevek
ji þevên havîna germ, piþtî vemirandina sêzde findê rojbûna ku êdî
taqat û mecala misdanê bi te nemabû, bi ser de qewastineke qet jibîrnaçe
di wî hiþpaka te ya tijî birîn de þûna xwe ya xweþevîstî çêdikir.
Ev ajoyên bêhefsar ku te bi micêziyekî xapînok anîbû rawestgeha tarî
û reþiyê bi te hesta jixweçûyînê dida jiyandin, lê bi te nedida
hesandin ka wê çi were serê te.
Tu ne qurbana gunehê xwe yê yekem bûyî, qurbana afirandina xwe ya pêþîn
bûyî.
Ew hestên serberjêrkî te di nav tarîtiya hendefa xwe de niqo dikirin, wê
ramana te ya di bin tava sotîner de ku rûpoþa xwe qet ji bîr nedikir, lê
her çiqas qels bû jî, bi xwesteka gihîþtina nêzîkê azadiyê hewl
dida da ku ji xwe re nasnameyekê peyda bike, li pey xwe, bi serdestiyeke ji
hêla çi hêzî ve nayê sekinandin û astengkirin dixirikand û dihêliþt
ku aliyê qelsiyê neyê þikênandin, zêdetirîn xurtbûnê li ser xwe
kamil bike.
Ji ber vê yekê tevahî hilkeftinên gihîþtina azadiyê, þûna ku bi gor
xwestek û daxwazan te bigihîne wê xala bextiyariya zêrîn, ji ber bêhefsariya
hestên serberjêrkî ditewiyan ber bi hendefa bêbinî û di wê tariya jênerevîn
de kincê çarenûsa dîlîtiyê li te dikirin.
Tenê (çê)kirina yek tiþtî ji te re dima: Rûniþtin û bi stêrkan
avdana lewha qederê!
Her car û her neqlê di rûniþtina çarmergî û rijandina stêrkan de ew
axaftina ku ji bîra te naçe, hêdî û giran ji ser lêva te diþemitiya:
“Wey xwedayê pak ê dilovan û mihrîvan, rûniþtin û girîn çiqas li
min tê!...”
Rast e, rûniþtin pir li te dihat, lê te rûniþtinê nizanî bû ya jî
hedara te nedihat, bi rûniþtina sêkûçanî.
Rast e, girîn pir li te dihat, lê te girînê nizanî bû, di karê
girandinê de bêhempa bûyî. Stêrkên ji çavên te dirijiyan dilopên
derewîn bûn, ewqas bi hostatî te vî karî pêk dianî ku, piþtî çend
xulekan te bi xwe bawer dikir ku ji bira tu digirî.
Kê dizane, dibe ku te bi xwe jî nizanibû ku stêrkên derewîn yên sûretê
te yê veþartî ye û gava ku bi çavberdana dilreþiyê li ser rûyê te cîbicî
dibû, ji wan çavên zeytûnî dilopên qirasê, nola bawermendeka asîmanî
û berzî þiliya xwe dibarandin ser hestiyariya mirovan.
Rûniþtin pir li te dihat, lê belê bi te peyda nedibû, ji ber ku her
roj-carna jî her dan heke te þûjinekî di yekî re ranekiriba ew roj
hedara te nedihat. Piþtî ku herikandina xwînê li ber çavên te diyar
dibû û hinekî din xwebûna te bi ser xwe ve dihat, wek her car û her
neqlê, mîna bêpaxaviyeke mecbûrî nezanîna wê pirsê serêþiya giran
û dijwar li ser mejiyê te çêdikir. þûjin (ma çima ne þûmêr e?)
qulker e! Ka çima hêmanên qulker, di çê(ne)kirina xwebûnê de ewqas
xwedî bandor e?
Di radeya pêkanîna kuþtinê de jiyandina te peyda dibû. Her ku te, kuþtina
tiþtekî li hev dianî, ew rehên hebûniya te ku rengê herikandina xwe
datanîn ser ramana te û serdest bûn li ser zên û hiþpaka te, dida
hesandin ku bi xwedîkirineke wisa bi ser xwe ve hatin dikare bibe gengaz.
Lewma ew qenc baweriya te, tim û daîm li ser bicîanîna wê ramanê zilikên
xwe dihona û di avakirina hêlîna çêkirin û pêkînandina kesayetiyê
de, te ber bi sertara bêpîvanî û ketina gunehbariyê ve dibir. Lê tu
caran ew hêviya ku tu bi bêhedanî û dîlkêþiya bêsînor, bi rojan li
bendê dimayî, bi awayê hizirkirina te rû nedida. Dilê te dixwest ku bi
hesta gihîþtina zewqa tam wergirtinê ve xwe terkeserê rasteqînên
derveyê jiyanê bike. Piþtî hewldana kuþtinê ya ku pêk dihat,
helîneriya cîhana tariyê bû. Te digot qey, hêzekî biyanî û veder, bi
her tiþtên te dihesiya û piþt re jî, da ku xwestekên dilê te yê
dererêzî pêk neyête temamê biriya xwe li ser berovajîkirina rasteqînên
jiyanê serdest dikir.
Di nav xumama kovanî û hesta berketina derfetên ji dest çûyî de, hiþê
te yê ku bi laþê te zêde nebawer bû bi pistepistê þîretên xwe yê
herdemî rêz dikirin:
Her tiþt bi kuþtina tiþtekî xwe diafirîne!
Her tiþt û hêman, bi afirandina dijberê xwe ve heye!
Bi serê xwe kuþtin û afirandin kaos e!
Kengê kuþtin û afirandin di nav hevsenga dijheviyê de xwe pêk bîne,
hingê watedariya heyînê, xwe raberî pêþ çavan dike!...
Lê belê, ew ajoyên ku laþê te yê têrbûn çî ye nizane di bin
keysdariya xwe de digirtin, bandora þîretan tune dikirin û gotinên xwe
bi te didane pejirandin:
þûjin rakirin; kuþtin û afirandina heyînê ye. Heyîn,
qasî birîndarkirinê di sermestiya cîhana tariyê de pêk tê.
Jixwe tu, hostaya afirandina sermestiya cîhana tariyê bûyî. Mîna
yeka ku bi bûyera depresîf ketiye, bi dirûveke mit û mat bi katjimêr û
bi rojan, bêtevger û livandin li rûyê hundirê awêneyê dinêre, te jî
bêkerixandin xwe avêtinên sertûjkî li dar dixistin, di kûrahiya wê
tariya ku bi dilkêþî te dikiþandin nav hewþenga bi sêhr hatî alandin.
Te nikarîbû xwe ji vê çerxê bidî filitandin, hizra filitandinê jî
wek bertekekî pêkandî ji nav kevana te difiriya û di nav hesta lewaziya
qet nabe de xwînê ji kevçika dilê te dianî.
Tu, her çend qels û lewaz be jî, di nav hewldana lêgerên filitandinê
de bûyî. Lê yek car xwebûn, hiþpak û heyîna te hatibû zevtkirin û hêviya
filitandina te tunebû.
Di aliyekî de dilxwazî û xwestek bi te re diqewimîn da ku ji vê çember
û toqa malxirab xwe bide felatkirin, wek wan þervanên ku di kozika xwe de
hatine gemarokirin, lê tevahî birî û hewldana xwe ji bo qeliþandinê
xerc dikin, di aliyê din de jî, ajo, kompleks û giyan rewþên ku li ser
her livandin û hêmanên te runiþtibûn û hefsarê te yê jînê di nav
lepên xwe de digirtin, serdestiya har ya sekin çî ye nizane têkilê nav
hesta zewq standinê dikirin.
Di wan rojên derketina welatên Rojava de tunebûna dayîka te, nebûna bavê
te û mecbûr li gel mayîna kekê te, di nav hestên hêvîbar de, te ne
ber bi vebijartekên jiyana rast ve, ber bi wê valatiya dêran a ciwaniya
heyf li xwe anînê ve dibirin. Qasî nikaribû rastînên jiyanê pêþwazî
bike; hejar, lewaz û bêçare, lê qasî xweþikbûna jiyana hinekî din
tevlîhev bike; xurt, zîrek û jêhatî bûyî. Ew a ku li ser rengê axa
wargeha xwe bîçim û fesala biyanî, zir û þapînoz li hev anîbû, niha
û vê carê jî, hatibû û li ber wî dergehê ku ji mêj de hazir û
amade ye temamê teþeyên dayiksalariyê didaqurtîne, sekinîbû. Dergehê
Rojavayî, çawa ku dixwest û daxwaz dikir te li pêþ xwe peyda bike, bi
awayê bêberevanî, mîna mucîzeyeke rû bide, te li ber xwe dîtibû.
Weke çivîkeka þepirze û daristaneder, bêþert û qeyd tu hazir û amade
bûyî da ku xwe bisipêrî rewneqiya paþ wî dergehî.
Sal û demsalên te, þuna ku te bibin þûnewarê pêkînandina hêviyên
te, berovajî û zêdetirîn te pêrgî wan giyan rewþên raboriyê dikirin
û qaþilê birînên saxnebûyî careka din û kûrtir radikirin. Ew jiyana
bi destê te hatibû afirandin û bibû belaya serê te, dihiþt ku careka
din þûjinên xwe rabikî û bikevî nav toz û xumama wan þiverêkên bi
milê sertara bêpîvanî û rêgezî ve diherikin.
Tam pênc sal, her sal diwanzde heyv, her pênc sal þêst heyv; rojan bi þûjin
rakirinê þevan jî bi qehrbûna tenêtiyê re te derbas kirin. Kesên ku
qiymet bidin te, nîþana hezkirinek asayî raber bikin û te bi tiþtekî
bihesibînin tunebûn. Yên ku ketibûn nav hewldana wisa jî, di þûjinrakirina
yekem de heft welat û þaristan ji te dûr ketibûn û çûbûn. Roj bi roj
tunebûna dostan bi te peyda dibû.
Gava ku te ling diavêt ciyekî, ji ber hatina te bager û firtone radibûn.
Lê kengê tu ji wî ciyê derdiketî, li pey te heþr û qiyamet rû didan.
Hatin jî, çûyîna te jî, ji xêre re ne elamet bûn.
Yek tiþtekî bextiyarî dida te, li ser vê xwezaya bi semyan hebû. Ew jî,
birîndarkirina mirovan bû. Her laþê ku te bibirîn dikirin, li te wek
jehrbirê dihatin û bi rojan te di nava hesta jixweçûyînê de
digevizandin. Ji bo te birîndakirin wek huner, ji birîndarkirinê zewq
standin jî, gihîna hesta asîmanî bû.
Lewra ew zilamê, ku di hijde saliya te de bibû hevpar û pardarê jiyana
te, bi te tê nedigihîþt. Û dîsa bi xwe tê nedigihîþt ka çima li ser
hev ewqas birîn di laþê wî de derdikevin.
Dema ku, ew heyberê te ji xwe re dîtî û ku hizira te bû qet ji dest
nafilite, ji niþka ve xwe tevlî wendabûnê kir, cîhan li ser serê te
tepiþî. Te nizanî wê tu çi bikî. Di jiyanê de ew hêvî û palpiþta
dawî, di nav bêdengî û nezanîna nenasiyê de, qasî paþ çiyayê
Qaf ji te dûr ketibû û çûbû. Wisa li te hatibû ku, bi rojan, di
nav bêçaretî û hesta xopanî de, mîna kavilekê kevir li ser hev nemayî,
di wê odeya tarî de, çav melûl mabûyî. Çawa ku çûyîn bi xwe re çateriyan
pêwîst û mecburî dike, hêdî hêdî û giran giran, her çiqas tu ji dîl
nedaxwazkar bûyî jî, ber bi qonaxa biryardayînê ve dihatî. Her tiþtên
te tevlihev û serûbin bibûn. Te xwe, rût û tazî bêberevanî li nîveka
holê peyda kiribû. Di jiyana vir û pê ve de, ne hêzekî ku tu karibî êrîþên her gav pêk bînî mabûn,
ne jî ew kesên-dostên-ku êrîþên te pêþwazî bikin.
Êdî tu ewqas iclaftazîbûyî ku, te ji bêberevaniya xwe þerm û fedî
dikir! Ne riyeka derketinê, ne jî silaveka bixêrhatinê bi te peyda dibû.
Bi katjimêran, bi roj û þevan; bêyî hilgirtina hestan, bêyî bikarînandina
raman, bêyî rakirina hêzan û bêyî sermilkirina heyaman, tu, rûtûrepal
bi xwe re mayî. Her tiþt li benda wê kêliyê bû, her tiþt wê bîska pêkînandinê
bi xwe re dikiþandin û dîsa her tiþt di nav bêhedariya nêzîkbûna wê
qasê de xwe diterqilandin. Ew kêlî, bîsk û qasa ku tu bi rûyê xwe re
hatibanayî pêþberî hev.
Pêþberîhev û bi rûbarîhevketin jênerevîna te bû!..
Çawa ku mirov bi awêneyê re rûbirû dimîne, wê tu jî,
bi rastîn, sûret û rûyê xwe re rûbirû bimanayî. Ew kêliya ku tu di
raboriya xwe ya gunehbar de bi bayê bazdanê jê direviyayî, ji bo pêrgî
nehatina wê ku te çivirandinên bêkêmasî li dar dixistin û wek xala
erjeng a kuþtina hebûna te, ku di mejiyê te de cî vedabû-hêdî û
giran, nola ewrekî jê filitandin negengaz e bi ser te ve dihatin.
Tu ji hatina pêþberî hev a awêna rûyê xwe ditirsiyayî. Ji ber ku dîtina
qelsiyên xwe recifandina bêsekin bi te dida çêkirin. Te digot qey di
hundirê çokên te de pirpirok dileyizin. Te digot qey, çavpêketina rastîna
mirina te ye. Û mirov digot qey ziravê te qetiyaye.
Kengê þûjina destê te, laþan qul dikir û pijiqandina xwînê li ber çavên
te diket, hingê tu bi heyîna xwe dihesiyayî û di nav sermestiya ji nû
ve afirandina xwe de ew çavên çiloz, di nav temaþekirina tevza êþa canê
dostan de, bi hesta zewq wergirtinê û azweriya furiyayî ji ser hiþê xwe
(yê tune) diçûyî. Niha jî, ji ber çikandina þûjinên rastînê çermê
laþê te (yê nazenîn!?) qurufekên êþ û janê diborandin. Ew
pijiqandina xwînê ku hesta zewq wergirtinê û azweriya furiyayî bi te
didane çêkirin, niha li ser canê te pêk dihat û dihiþt ku çavên çiloz,
ji ber tirsa dîtina rastînê, ji kevarên xwe bipekin.
Hesta tenêtiya giran û dijwar, hesta jê nehatî hezkirinê, hesta têkilî
pê nehatî nîþandayînê û hesta xwe kêm dîtinê yek bi yek li pêþ
çavên te zelal dibûn û fena danqilê dûnukil, binehiþ û temamê
stargehên te diqewartin û te bi halekî mostre û sosret yeko yeko mûkir
hatina gunehên xwe dijimartin:
þûjinkirin, derzîkirin, êþandin, arandin, azarkirin,
kuþtin, mirandin, ji hev belavkirin, kavilkirin û hetikandin...
Çavên te yê (heyirîn û ) zeloq jî, bawer (ne)dikir ku ev berhem li ber
destên te hatine afirandin.
Di wê çateriya dijwar û bêveger de, te biryara xwe da! ‘’Ew zilamê
(laþ þûjinkirî yê) min, welew çûbe paþ çiyayê Qaf jî, ezê herim
û wî bibînim!..”
Di nav xwêdan rizandina mirinê de hatibûyî ber çateriya biryar dayîne,
lê bi her sê xwedayên asîmana ku navê wan Wile, Bile, Tile ye, biryara
te ne biryara felatbûyînê, biryara ji nû ve zindîkirin û jiyîna
raboriya te ya ku ne kêmê Serdestiya cîhana nerzatiyê bû. Ji ber vê
yekê tiþtên ku bi serê te ve qewimîbana, ne jî zanatiya te dûr bûn,
ne jî ji xwesteka te.
Te zarok avêt aliyekî, mal û milk xeriqandin û ketî pey þopa wê
raboriya giran.
Çend sal û heyv, dem û heyam bi ser te de borîn. Kes
nizane û dîsa kes nizane tu pêrgî çend þûngeh û rawestgehan hatî. A
tê zanîn, te rojên welatên rojavayiyê ku xwedî cîhana nerzatiya
serdestiyê bûn, bi heft welat û þaristanan li pey xwe hiþt û xwe peyda
kir li quntara sêkûça Zagrosan, di nav þikefteke nû avakirî û
qarewara þêniyan de. Yên ku te nas nedikirin (jixwe nasdarên te tûnebûn,
ji bilî zilamê (laþ þûjinkirî yê) te, digotin qey þêniya herî
kevin tu bi xwe yî.
Wey xwedê, ew çi ziman û axaftin lihevanîn bû, ev çi xweþbêjî û
gotardêrî bû, ew çi bêjekarî û qisekarî bû!... Mirov digot qey
hingiv ji devê te dibare û temamê temaþevanên hemzayend terkeserê
hesta qayîliya di cî de dikirin.
Di çend rojên piþt re de, wisa li þêniyên þûnewarê azadîgêran
dihat ku, çi tevger û livandinên te, axaftin û gotinên te, nêzîkatî
û çemkên te, diqewimîn, fena mînakek nû afirandî, li ser kesayetiya
xwe ferz dikirin. Êdî tu bi tilîka beranî dihatî nîþandan.
Ew hestên; hatina pejirandinê, ji te hezkirinê û bûyîna kesa ku lê tê
gerandin, ji bo sermestbûyîn û xwe wendakirinê bes û zêde jî bûn. Lê
belê mîna kelhekî hilnaweþe, te xwe li ser piyan digirt. Ev dîmen û
xwiyang zêdetir dihiþt ku ciyê te yê cewaz riknê xwe zeximtir bike. Tu
di rewþeke wisa de xuya dibûyî ku hemû kesî bawer dikir, çi ba, bager
û bablîsok nikarin bibin têkberê tewandina bejn û bala te.
Lê dîsa hemû kes, hemû þêniyên þûnewarê azadîgeran bêhay û bêxeber
bûn ji wan firtone û volqanên di hinava te de hildipekiyan. Lewma kesî
hizir û bîr nedibir ku rojek ji rojên xwedavenda ezîm û dilovan, çawa
ku di dawiya dawî de her tiþt vedigere reseniya xwe, wê tu jî di nav þîqênî,
gurmênî û zingêniyê de vegerî raboriya xwe ya berê û giran.
Gava ku hevdîtina te û wî zilamê ku tu bi derbaskirina çol û çiyayan
lê digeriyayî pêk hat, li þûnewarê çanda çandiniyê, xwesteka te bû
ku bi dilbestîbûneka furiyayî bi paþila xwe ve biþidînî.
Lê belê ev xwesteka te jî, wek her xwesteka te bi cî nedihat û di ser
de jî ew zilamê nermok, mêrikok û pirçok bi derbiraneke guhnedêr
firnikê pozê xwe hildabû. Te gelek caran xwiyangên poz lê bilindkirinê
dîtibû, lê ne bi vî awayî. Di her neqlê de helwesta xemsar û paxavpêneker
li ser dirûva te cîbicî bibû û nehiþtibû ku di kûrahiyê de êþadineke
qirase û bandorker bi te bide çêkirin.
Lê niha, wisa li te hatibû ku, mirov digot qey tu heft qet ketî bin erdê.
Dibe ku di vê cîhana fanî de tiþta herî dawî hatiba hiþê te ev bû
û fena birûskê agir pekandî tîr bi dilê te xistibû.
Di wan rojên piþt re de, gelek caran ew dîmena malxirab û nedihate texmînkirin
di ber çavên te de diborî û di nav bêçaretî, tengezarî û þikestina
xeyalan de, hezar heyf û xebînetê li te dianîn, de ka çima di wê kêliyê
de melkemot nehatibû û wî canê li ser hebûn û hiþpaka te bargiranî
dike, hema di cî de, nesitandibû. (Bi rastî jî heke bisitanda, ne tenê
ji bo te, dê ji bo gelek mirovan jî qenctir bibana.) Piþtî bûyera
firnikê pozê xwe hildanê, tu ya nû çûbû û ya kevin hatibû ciyê te.
Ya/ê ku dibe sedema/ê felaketa xwe, mirov bi xwe ye. Dîsa ya/ê ku dibe têkbera/ê
felatkirina xwe ji felaketê, dîsa em bi xwe ne.
Ya ku bibû egera felaketa xwe, tu bi xwe bûyî. Dîsa ya ku nedixwest bibe
têkbera felatkirina xwe ji felaketê, tu bi xwe bûyî.
Temamê dengên ronahiyê di nav aheng û gulbangê de digotin: Dostaniyên
ku bi qirênê dest pê nekirine, di hembêza xwe de nehêniya felaketê
hildigirin. Lê belê yên ku bi qirênê dest pê kirine qenc in, ji ber ku
hêj di dest pê kê de wê nehêniyê di xwe de dane vemirandin. Çi heyf
û mixabin e ku tevahî dostaniyên te yên pêk dihatin, dawiya wan dibûn
qirên û þer û lêdan. Çi destpêka ku te bi qirênê li dar xistibû,
ji te re nediziviriya dostaniyê, ji wan ê din re jî dibû heþr û
qiyamet.
Dîsa heman dengî bang dikir û digot: Ger hûn ji dostên xwe hez dikin,
qevdek agir bidinê.
Te di nav pêþwaziya derbiraneke (ne)sergiran û zadegan de ji wan dostên
xwe yên ku, te bi gav û demjimêr qala hezkirina xwe ji wan re vedigot û
ji bo dana bawerkirinê hezar fen û fud, dek û dolap û rêk û azîn li
dar dixistin -re qevdek þûjin fermo dikirin û li benda pijiqandina xwîna
wan dimayî; da ku ew canê te yê har û têrbûn çî ye nizane, ji hesta
tam wergirtin û zewq sitandinê çargoþe bibe.
Birînên ku bi agir dihatin daxkirin, ew birîn bûn ku herî zû baþ
dibin. Lê ew birînên ku te di canê wan dostan de vedikirin, ewqas kûr
û dijwar û xedar bûn ku, te ji halekî derdixistin û dixistin halekî
din. Dostan jî, hema wek gladyatorê bi þêr re dikeve nav þerê giran,
li hewþenga çaralî girtî, bi hev diketin, li hev dixistin û li pêþ çavên
te yên ji temaþekirinê têr nabin, hev û dî diqelandin.
Xwesteka te ya jiyandina nû û (ango) mirinê tunebû. Rojên þikefta bin
quntara Zagrosan pir li paþ mabûn û ew heyf û xebînet car carna hebûn
û hiþpaka te dierçiqandin, bi mesafeya çiyayê Qaf ji te dûr ketibûn.
Û dîsa bi tu awayî li ser kesaniya te ya rojavayî kamil nedibûn temamê
gotin û axaftinên þêniyên þûnewarê azadîgeran.
Hebû tunebû, þûjinên te hebûn: Dîsa ew çîroka kevin.
Ew çîroka kevin a ku ne bi xwesteka te, lê di nav hesteke kûr ya hatî
xapandinê de ku li ser hebûna te mîna qedaleke jênaçe û her tiþtê
xwe mîna rasteqîneke jênerevîn bi xwediyê xwe dide pejirandin, pêk
hatibû. Tu ne di ferqê de bûyî ku, tu, tiþtên ne yên te ne li ser heyîna
xwe ya di vê jiyanê de lihevhatiye kamil dikî. Ji ber vê yekê çi rojekê
nedihate hiþê te ku bi rewþeke komîserhevbûyî li ciyê xwe rûnêyî
û hebûn, hiþpak û zênê xwe di nav jêpirsîna rasteqînî de derbas
bikî û piþt re jî biwêrekiyeke guncav ji xwe bipirsî, ka bi rastî jî,
tiþtên te bêpênase dikin yên te ne yan na?
þenga min penga min, dayê çûye zozana, dê bîne...
Hebû, tunebû þûjinên te hebûn! Tu diçûyî û dihatî, lê dîsa
li wê çîroka kevin asê dimayî. Ji bo te her tiþt bi þûjinê dest pê
dikir û rengê her hêmanî þûjin bi xwe bû. Temamê dilêrên çîrokên
ku te dizanî þûjin bûn.
Bi tu awayî çi þîret, rexne, þiyarî û bibîrxistin ji te re nedibûn
hiþyarker, da ku bi li xwe mûkir hatinekê felatiya te pêk were, ji wê
raboriya giran. Wê gavê nola bawermendeka ku bi çavên xwe ronahiya asîmanî
dîtiye û dil û hinav û ramana xwe; bi hest, best û pejnên pîroz yên
têrbûyî û warestebûyî ve dagirtiye, dê tu bigihîþtanayî pênaseya
xwe ya rastîn. Lê ev yek, fena ku her tiþtê te serûbin kiribe, li te
peyda nedibû û di destpêka rojên serdema þaristaniyê de gotina zilamê
þûjinkirî -ku derbirîneke pir rêzdar û ronî li ser sêkûça rûyê wî
cîbicî bibû- wiha bû:
“Em, lêgerên pênasekirina xwe ne!”
Pirqênî bi te ketibû û di nav kena serberdayî de gevizandina te rû dabû.
Piþt re jî çavên te yên beloq û sorbûyî van gotinên tûj pekandibû
ser wê derbîrana rêzdar û ronî:
“Ez jî, têrkara pênaseya xwe me!”
“Rûyê te binexweþî ye, çima û ev pêmaya kê ye?”
“Rûyê min ne binexweþî ye! þûnewarê ku tu lê yî, ez jî lê peyda
me û bi ziman û rengê te diaxavim. Lê Rojhilatî çawa dixwazin bibînin
wisa dibînin: Ew jî paradîgmaya wan a xapandina dirokî ye!”
“Tu li nîveka vî þûnewarî peyda dibî, lê hê jî, wek raboriya xwe
di xewa giran de yî. Çî heyf û mixabin e, tu ji wan kesan î ku bi hestên
xwe yê guneh û nayên jiyandin re radizên û ji ber vê yekê ew hesta
heyf li xwe anînê mîna hendefên bêbinî valatiyê vedike di xwebûna
wan de û nahêle bend û astengên li xwe mukir hatinê parçe bibe da ku
xwe bigihîne rasteqîna ronahiya jiyanî ya ku em bi dil û can jê re bûne
lêgerên nebez!”
Çîrok dîsa heman çîrok bû, nêzikatî û çemkên
te jî, di heman delavî de bi rengên xwe diherikiyan. Tu li benda tirsa dîtina
firnikê pozê xwe hildanê bûyî, lê belê wek cerekî ji dest bikeve erdê
û hûr bibe, li bendêmayîna te þikestibû û ew zilamê þûjinkirî ku
te ew bi tiþtekî nedihesiband, bi dirûveke ji xwe têkber bêyî qelsî nîþan
bide û li paþ xwe mêze bike, bi gavên ji xwe bawer û ewle dûr ketibû
û çûbû.
Di rojên piþt re de tu çiqas lê geriyayî, tenê tu dizanî û dîsa tenê
tu dizanî di nav wê valatiya ku bi te mecal nemabû karê þûjin rakirinê
li dar bixî, çiqas û çendî te di halê goþtê xwe yê xavxwarinê de
diperitandin. Ew hesta kêmîtiyê ku te dil hebû li ser kesên din bi
serdestî dananiyê re derbas bikî, mîna çivîkeke ji nav destên mirov
difilite, difire û diçe, wê fersend û derfeta ku ji bo te qasî zêran
giranbûha bû, her diçû ji te dûr diket û pê re jî êþ û jana nayê
dermankirin bi te dida jiyandin.
Razberiya jiyanê ya ku þêniyên þûnewarê azadîgeran pê bawerbûn û
pîroziya wê dihebandin, di tevahî hewldan û hilkeftinên xwe yên ku bi
sedemê dana guhertina kesayeta te li dar xistibûn, vala derdiketin. Mirov
digot qey ew jîrekatiya te ya ku her bangên “Were rastiyê” ditewandin
nav hundirê xwe û di heman heyamê de bêbandor dihiþtin, ji polayê ku
axaftin tênaçe hatibû çêkirin. Jixwe di heman heyamê de xweçirandinên
te wek halê bi nexweþiya mîgrenê ketiye pêk dihatin û temamê rehên
xwesteka xweçêkirinê di canê te de disitimandin.
þêniyên vî þûnewarî ku te xwe bi rengekî kelawe
avêtibû nîveka wan û mîna kevirekê nayê helandin di hundirê gurçika
wan de dabû cîbicîkirin, li hember vê sekin û rewþa te bi qandî çil
sal û çarsedûheþtê heyv ketin nav hizir û ramanên kûr, çi alikarî,
piþtgirî û desteka ji kesî/ê re, nehatibû dayîn, ji te re pêþwazî
kirin, ji tewanbarî, kêmasî û xerakirinên te re xweþbîniyeke nehatiye
dîtin nîþan dan, ji wan hewldanên te yên ku di karê xwe neguhertinê
û nehatina riya rastiyê de rikoker, hetermend û hoveber bûn re, nêzîkatiya
çemkên kûr yên berfireh û piralî raber kirin û di ser de jî li
hember her bersivdayîna çewt, þaþ û tije kêmasî; tîrûþmendî,
giranî û zadeganiya xwe parastin. Lê dîsa jî nebûn avakarê çêkirina
kesayetiya te.
Encamên hilkeftinên xwe ku li ser te rikibandibûn û nikaribûn bibin
avakarê çêkirina kesayetiya te, bi waneyên dagirtî û hatî ezmûnekirin
girtin ba xwe û guncandina li ser kesayetiyên din bêteþqele û tifaq bihêsanî
pêk anîn. Piþt re jî di der barê encamên wergirtî de xwe gihandin dahênanên
nû û qenc.
Tenê yek axaftineke xwar jî, kesî/ê ji te re negot. Berovajî qandî bayê
geronek tu serbest û serbixwe bûyî. Ji ber ku hemû kes dizane yekî/a
dil û jîrekatiya xwe girtî bihêle çi hêz jê re nikare bibe veker.
Mirov, bi vekirina cîhana navxweyî û bi derbaskirina hêlên lewaziya xwe
dikare li ser xwe û derveyê xwe serdestiyê pêk bîne.
Derdekî te yê wisa tunebû, çimkî tu ne xwediyê hiþpak û
dilpakiya serdestiya xwe bûyî. Ew taybetmendiya ku di sinca mirov de peyda
dibû, ji hêla çemkên serdest yên nêrza ve hatibû rewþa nenasînê, lê
dîsa jî, ji roja wendakirinê heta îro, ji gelek kesên bijarte re bibû
roniya aso û hiþtibû ku di oxira gihîþtina asta wê de bêjimar lêgerîn
li dar bikevin; di kesayeta te de pêrgî kuþtina dem nediyar bibû.
Lewma dem û heyama te ya kuþtina xwebûnê jî, ne diyar bû. Jixwe ew canê
te yê bi te sivik, lê bi nasdarên te giran dihat yekûna nediyariyan bû.
Di vê xwezaya semyanî de sê babet: nediyarî, bêwaresteyî û netêrî
di te de wateya xwe peyda dikirin.
Te ewqas xwe dabû bawerkirin, wisa li te dihat ku çêkirin û pêkînandina
hebûna te di wan babetan de kamil dibe. Ev, ew cîhana te ya yekane bû ku
te ji xwe re dabû afirandin, bi alîkariya ajoyên serberdayî, hestên xwe
peyda nekirî û azweriyên furiyayî yên tariya xwe. Lê tu bêhay û
xeber bûyî ku, ew cîhana te afirandî û xwe bi taya tirsa wendakirinê
bi ser ve ditepiþand, riknê wê ji xwe xapandinên petot ava bû.
Di rojên dawiyê de her çiqas melayîketên te û þêniyên þûnewarê
azadîgeran bi hev re dikeniyan jî, hema li her dever û civatê halê te yê
þalûsî û xwesteka xwe têwerkirinê, bi rengekî vediyar, dibû nîþana
ku tu êdî çûndox î. Pê re pê re her kes bi telêza te ya nebaþ
dihesiya û di ber xwe de jî, amadekariyên wê rojê dikirin. þêniyên vî
þûnewarî di karê qurnaztî û xasûkiyê de her çiqas ne kêmî te jî
bin, ji ber ku yên wek te zaf dîtibûn, baþ dizanibûn wê roja dawî tu
bi kîjan pîlan û dek û dolabê derkevî pêþ wan. Kesî ji kesî re eþkere
nedigot, lê her kesî ji xwe ve dizanî; de ka çawa bilive û tevger bike.
Wê roja ku ji bona te wateya dêraniyê diderbirand, te di nav þildebilda
wî devê xwe yê xwar de terqêna xwe dixwend. Ew derbirîna te ya herifî
û binevþî, di bin paçê kefenê spî de sûretekê sar û tazî raber
dikir û di nav libendêmayîna wê kêliyê de þidandîtiyeke bêpênase
li bendewaran dida jiyandin.
Gava ku tu gav bi gav nêzîkê pîlana xwe ya bêkêmasî û hempa dibûyî,
ew birînên ku te vekiribû di canê yên li paþmayî de yeko yeko di ber
çavên te re derbas dibûn û li ba hesta tam wergirtinê mijaja te har
dikirin.
Te wisa hizir dikir ku dê her tiþt bi gora pîlana te bi rê ve biçe, lê
te qet hizir nedikir ku mîna temamê temenê te, di çûyîna dawî de jî,
ew aqubeta berê û xwe xapandinê, te bernede.
Ew xetên li ser rûyê te yê binevþî xwe dabûne kêrsimandin, ji wê
qirêna dawî mîrat mabûn û di nav peroþmendiyeke mezin de li benda pêkanîna
pîlana xwe ya bêkêmasî û bêhempa bûn, bi dîtina êgir li çarmedora
xwe mit û mat man!
Agir ketibû navbera te û wan!...
Laþê te di nav hesta xwe xapandinê û heyf li xwe anînê de, bêsemax
xwe terkeserê þewitandina êgir dikir. Ne tenê laþê te, tiþtên te li
pey xwe hiþtibû, yek bi yek di nava qirçeqirça êgir de tune dibûn û wê
firêza xwe ya li ba dostên bendewar, bi radeya êdî ku qet xuya neke,
wenda dikirin.
Tiþtekî ku te karibûya bikira tunebû, ji bilî, xwe radestkirina êgir pê
de. Ew êgirê ku bêxwebûn û bêraborî ye, her tiþt tê de tê sotandin
û li pey xwe rêç nahêle. Jixwe þêniyên vî þûnewarî ji salên sêkûça
zêrîn heya îro, ji ber ku naxwazin barê nayê rakirin li pey xwe bihêlin,
raboriya xwe diþewtînin û xwebûna xwe bi agir paqij dikin.
Dengê girîna te ya dawî û bêçare, di nav hewîþ xwendinê de
difetisiya:
“Agir hêza paqijkirina bêsînor e! Yên pêþiya wî, bi serdestiya wî
diqedin. Piþtî wî tiþtek nîn e û bi serdestiya nayê asêkirin tiþtek
nahêle li pey xwe.”
Di vê xweza û gerdûna bi semyan de, gava ku her tiþt vedigere tiþtekî
dî, li pey xwe -ji xwe tiþtek dihêle, lê agir nahêle!
Dîsa hêza serdestiya agir e, ya ku bêfirêze, wê xwebûn û raboriya
serberdayî ku bi gunehan ve dagirtiye, tim û daîm xwediyê/a xwe ber bi
hendefan ve dibezîne û wek qilûsekî li ser piþtê roj bi roj dixwaze
her tiþtî bi erdê ve bitepiþîne, tune dike û diþewitîne.
“Ma qey agir, pûxte û çavkaniya ronahiya me nîn e?”
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org