Kurdên Koçberiyê
Nîzamettîn
Akkurt
Surguna
Yekem
Pey
serhildana Þêx Seîd di sala 1926’an de, ji Kurdistanê, ji bajarê Wanê
4 hezar malbatên kurdan, ji eþîrên weke Birûkî, Banoka, Misirka û
Celalî neçar dimînin ku koçberî Sovyetê bibin.
Ev
koma ku jimara wê digihîje çar hezar merivî, di destpêkê de li kêleka
Çemê Erezê, li herêma Nahçivanê 12 gundan ava dikin. Gundê ku ava
kirine hinek ji wana ev in: Golevan, Þawalîka, Qîqaç, Qorqmez, misirka
û hwd.
Ev
koçberên ku ji zilma Dewleta Tirk ji Bakûrê Kurdistanê reviyane, li herêma
Nahçîvanê jiyana koçberiyê dikin hetanî 1937’ê salê.
Payizê
meha Mijdarê serokê Sovyeta Sosyalîst Stalîn û rayedarek bi navê
Beariya wan kurdên bêsûc û bêgune, ku ji xwe re li kêleka çemê Erezê
gundên nû ava kirine û jîyana xwe di nava zorî û çetinahiyê de didomînin,
surgunê Asya Navîn û Qazakistanê dikin.
Sebebê
surgunkirina wan kurdan, ji ber ku ji bakûrê Kurdistanê hatibûn, car
carna diçûn ba qewm û lêzimên xwe û paþê vedigeriyan nava gundên
xwe. Bi taybet di þahiyên mînanî dawetan de û dîsa di rewþa taziyan
de serlêdanên bi vî awayî li dar dixistin. Rûs ji vê yekê ditirsiyan,
digotin ewê bibin ajan û sîxûr. Ji ber vê çendê zivistanê hatin û
dest bi surgunkirina kurdan kirin. Hemû malbatên ku li kêleka çemê Erezê
niþtecih bûbûn, xistine vagonan û bi zorê ew surgun kirin.
Di
vagonên trênê de hal û rewþa kurdan pir xirab û dilsoj bû. 5-6 malbat
dixistine nava vagonekî, vêca li aliyê vagonê malbat hebûn, li aliyê dîtir
jî pez û dewar.
Di
wê demê de yê ku herî zêde zorî û zehmetî kiþandin û tew nikaribûn
tewat û hedarî bikin zar, jin, bi taybet bûk û extiyar bûn.
Di
nav kurdan de adet e, bûk li ba xezûrê xwe nan naxwe, þerm e ku nan
bixwe, þerm e ku li ba mezinê xwe derkeve tuwaletê. Di vagonan de li
quncekî, depê binê vagonê qul kiribûn, perdekî pê ve danîbûn û li
ser navê tuwaletê bi kar dianîn. Ji ber vê yekê bûkan nan nedixwarin,
ji bo ku dernekevin tuwaletê. Jixwe xwarineke ku karibin xwe têr bikin
peyda nedibû bi wan re. Lewma gelek zar û kal ji birçîbûnê mirin. Dema
ku yek dimir jî, kesî nizanibû ka meyt û cendekî wî bi kû derê ve
dibin. Eskerên rûs bi meyt û cendekan digirt û dibirin. Kesî nizanibû
çi dikin ji wan meyt û cendekan.
Gelek
meriv ji ber ku zimanê rûsî nizanibûn, ya ketin bin trênan, yan jî
qeza derbaskirin. Dema ku dihatin rawestgehên îstasyonan, peya dibûn, ji
bo biçin pêdiviyên xwe peyda bikin. Di çûn û hatina bi vî rengî de
gelek kal di binê trênê de man û mirin. Leþkerên rûs bi zimanê rûsî
gazî wan dikir, digotin bireve ji aliyê dî ve trên tê, lê kalên reben
jiber ku zimanê rûsî nizanibûn, fêm nedikirin û ji ber trênên ku
dihatin nedireviyan. Nivîskar Hesen Hecîsilêman qal dike ku di wê demê
de nêzîkê 15-20 meriv ku di nava wan de jin û mêr hebûne, di binê trênê
de mane, hinek ji wan mirine û hinek jî birîndar mane.
Rêwîtiya
kurdên surgunê tam 20 roj didome. Ji ber bêdoxtirî û bêdermaniyê
gelek meriv ji nexweþiyê dimirin.
Armanc
ew e ku kurdan bînin Asya Navîn û di sir û seqema herêmê de qir bikin.
Koma
surgunê di meha çile de tê û digihîje Asya Navîn. Di vê mehê de
serma digihîje -40 pîleyî, li erdê metreyek berf heye. Meriv li derve
demjimêrekê bimîne, dê bibe qeþa. Kurdên surgunê jî hînê sermaya
bi vî rengî nebûne. Vêca ji kurdên ku hatine surguna nû ne mal heye,
ne jî ciyekî ku di pêþ de hatiye hazirkirin. Di mehên zivistanê de û
hetanî mehên biharê gelek meriv ji sermaya dijwar û çetin qir dibin.
Jimara wan hê jî nayê zanîn. Baþ e ku di wê meha zivistanê de Qazaxên
niþtecî alîkarî û komekî didine kurdan û malbat bi malbat di nava malên
xwe de qebûl dikin.
Ji
bo kurdan her tiþt zor, zehmet û çetinahî ye. Ne cîwarê wan heye, ne
aboriya wan ku karibin debara xwe bikin û ne jî ziman dizanin. Pil û perîþan
dibin.
Malbata
nivîskar Hesen Hecîsilêman ji qebîla Qerka ye. Malbata wî jî tînin û
li nehiya Baqanasê, di navîna zivistanê de, didin ba malbateke Qazax.
Hetanî biharê di heman malê de bi qazaxan re dimînin.
Piþtî
ku bihar tê kurdên surgunê di gundên Bedbextî û Morontar de ji xwe re
xaniyan ava dikin. Erdê dajon û dixwazin bi gora rewþa nû debara xwe kêm
zêde pêk bînin. Lê belê çawa ku zivistanên Asya Navîn gelek sar in,
havînên wê jî jê kambaxtir germ in. Erdê dajon, lê havîn germ e,
hewa pîs e, av pîs e. Tenê salekê dikarin tewat û hedarê bikin. Jixwe
ji ber germa zêde gelek meriv dimirin.
Kurdên
ku li vê dorberê cîwar bûne 200 malbat bûne. Þevekê kel û melên xwe
li ker û hespan dikin û ber bi bajarê Almatê ve dimeþin. Almatê dikeve
baþûrê wan. Li devera Almatê çiyayên bilind hene, hewa temîz û hênik
heye. Kurdên surgunê dimeþin û ber bi çiyan ve tên.
Gilî
û þikyat digihîje rayedarên hikûmetê, dibêjin gundên kurdan bar
kirine û reviyane. Esker û qolixên hikûmetê dikevin pey kurdan, tên û
pêþiya wan digirin. Ew dibên qedexe ye hûn nikarin herin, kurd dibên em
qewmê çiya ne, em nikarin di havîna Baqanasê de tewat û hedar bikin, hûn
me bikujin jî em paþve venagerin. Li ber çemê Îliyê berxwedaneke mezin
pêk tînin. Hinek ji wana xwe diþewitînin, hinek jî xwe davêjin çemê
Îliyê.
Kurdên
surgunê tên û li herêma Almatê, li ser gundên dorberê têne
parvekirin. Hikûmet hemû malbatan ji hev cuda dike û li ser gundan belav
dike.
Di
nava deh-panzdeh salan de kurd hêdî hêdî xwe digihînin hev û di çend
gundan de kom dibin.
Lê
dîsa jî jiyana kurdan çetin e, esker û qolixên hikûmetê qereqolan datînin
ser kurdan û çûn û hatina wan qedexe dikin. Nahêlin ku malbat herin
serdana hev jî. Her tiþtê kurdan bi destûrê ve girêdidin.
Nehiþtine
ji gundekî biçin gundekî dîtir, nehiþtine zarên kurdan bixwînin, nehiþtine
nexweþ herin ser doxtir, hema ji her tiþtên jiyanî re qedexe danîne.
Ev
yek hetanî mirina Stalîn sala 1956’an berdewam dike.
Piþtî
ku Stalîn dimire, hikûmet biryarê dide ku kî ji kû derê hatibe dikare
vegere cîgehê xwe.
Di
sala 1956’an de cardin kurdên surgunê vedigerin ciyê xwe yê berê. Çend
malbatên ku perê wan tune ne, li dorbera Almatê dimînin. Lê ji %90 kurdên
surgunê vedigeirin ser gundên xwe yên ber çemê Erezê, Ermenistanê.
Surguna
Duyem
Ji
bo kurdên li welatên Sovyetistanê surguna duyem, li Gurcistanê di sala
1944’an de dest pê dike. Weke tê zanîn welatê Stalîn Gurcistan e û
ew bi xwe jî gurc e.
Stalîn
di sala 1944’an de çi netewên ku li Gurcistanê hene, derveyî gurcan
hemûkan ji welatê Gurcistanê bi zorê derdixe û wan surgunê Asya Navîn
dike. Di nava surgunê de kurd, tirk û laz hene. Kurd di nava koma surguna
duyem de piranî ne. Tam þanzdeh (16) gundên kurdan li Gurcistanê hebûne
û hemû têne surgunkirin. Gundên ku kurd lê dijiyan hinek ji wan ev in:
Mirîþxan, Anaket, Colda, Axçî, Rûstavelli, Timogvî, Kupelî, Tîsêl,
Zêdevajiya...
Stalîn
kurdan surgunê Asya Navîn dike. Hemû dewar û pezên wan ji wan tê
standin. Ji wan re tê gotin, ku divê di nava du demjimêran de her tiþtên
xwe hazirbikin û bikevin ser rê. Kurd neçar dimînin ku hema her tiþtên
xwe di cî de bihêlin û bikevin ser rêya surgunê.
Kurdên
Gurcistanê beriya 300 salî ji herêma Ruha û Mereþê hatinê û cîwar bûne.
Di nav van kurdan de kurdên ji herêma Qersê jî hene.
Niha
di welatê Qazakistanê de ji kurdên ku ji Gurcistanê surgun bûne nêzîkê
40 hezarî hene. Devoka axaftina wan hên jî bi ser devoka Rûhayê ve diçe.
Hinek eþîrên wan ev in: Cunika, Þawana, Mexso, Îsmaîliya, Qiriya...
Di
nav van kurdan de eþîrî gelek lewaz bûye. Mirov dikare bibêje ku tenê
navê eþîra maye û piranî belav bûne. Gelek ji vana asîmîle bûne,
zimanê kurdî ji bîr kirine. Nifþê nû bi zimanê dê xeber nade. Kal û
pîr bi zimanê dê dizanin, lê ew jî zêde bi kar naynin. Bi xwe him
ciwanên wan û him jî kal û pîr dibên em kurd in, lê di aliyê
jiyandina kurdayetiyê de gelek lewaz ketine.
Gelek
balkêþ e, di pasaportên kurdên ku ji Ermenistanê surgun bûne de weke
netew kurd dinivîse, lê di pasaportê kurdên ku ji Gurcistanê surgun bûne
de kurd nanivisîne.
Ji
kurdên surgunê hinek kesên navdar ev in:
Xalidê
Hesenov (zanyarê Zanista bilind)
Ezîzê
Ziyo (nivîskar)
Melikþah
Hesenov (zanyar û endamê Assosîasiya Kurdên Kazakistanê-Berbang)
Þewqî
Dursunov (dozgerê herêmê)
Filora
Aliyeva (rojnamevanê Televîzyona Kazakistanê) û gelek kesên ku
karmend-karsas, doxtir, mûhendîs, mamoste, siyasetmedar û dengbêji in.
Surguna
Sêyem
Mayîna
kurdan di welatê Ermenistanê de 32 salan dikiþîne.
Di
sala 1988’an de ji bo kurdan cardin rêya surgunê xuya dike. Ev surguna sêyem
e.
Di
sala 1988’an de li ser herêma Qerebaxê, di navbera Azerî û Ermenan de
þer dertê.
Di
wê demê de partiya Milîger a Ermenistanê gelek propagande li hember
kurdan dike û dibêje ku qirkirina li ser ermenan ya di sala 1915’an de
kurdên miselman pêk anîne.
Kurd
cardin neçar dimînin ku bikevin rêya surgunê. Ji welatê Ermenistanê
dertên û koçber dibin.
Di
sala 1989 û 90’î de 30 hezar kurd koçberî welatên Rûsya, Asya Navîn,
Qazakistan û Azerbeycanê dibin.
Ên
ku koçberî Azerbeycanê dibin, zêde li wî welatî namînin û ji bo ku
leþkeriyê nekin, ji wî welatî direvin welatên dîtir. Lê ji wan kurdên
koçberiyê hinek di bajarê Bakûyê de dimînin û hê jî di bin zexta asîmîlasyona
Azeriyan de jiyana xwe didomînin.
Kurdên
ku tûþî surguna sêyemîn dibin, piranî di bajarên mînanî Almatê,
Çîmkentê, Cambûlê ku ev bajarên Qazakistanê ne û li bajarên
Kirgisiztanê jî weke Oþê, Celalabad û Biþkekê dijîn.
Di
kurdên surguna sêyem de asîmîle pêk nehatiye. Gelek kevneþopiyên
kurdayetiyê parastine. Bi taybet jî eþîrên mînanî Birûkî û Celalî
serkêþiya vê yekê dikin. Tevî ku her neferê malbatên van eþîran rûsî
û qazaxî zanin jî dev ji xeberdana bi zimanê xwe bernedane. Wekî ku nifþa
berê zimanê xwe baþ dizane û bi kar tîne, nifþa nû jî him zimanê
xwe dizane û him jî di nava jiyanê de xweþ bi kar tîne.
Dîsa
xaleke herî balkêþ ew e, ku hetanî ev beþa kurda nayê Qazakistanê, çi
xebata li ser navê kurdayetî û çanda kurdayetiyê nîn bûye. Lê piþtî
ku ev kurd tên, yanî piþtî sala 1990’î xebata ji bo pêþvebirina çanda
kurdî dest pê dike. Kurd di bin navê assosîasiyê de xwe birêxistin
dikin. Yê ku pêþkeþî vî karî dike û hetanî niha him karê çandî
û zargotinê û him jî xebata pêþvebirin û rêxistinkirina kurdan dike
ev beþ bi xwe ye. Van kurdan him surguna yekêm û him jî ya sêyem
jiyane. Lê di nava xwe de kurdên ku ji surguna yekê li bajar û gundên
Qazakistanê mane re dibêjin kurdên surguna 1937’an û ji kurdên
surguna sêyem re jî dibêjin kurdên surguna 1988’an. Çendî ku di
hundirê de hemaniyek hebe jî, di gotina kurdên Qazakistanê de weke destnîþankirineke
çawaniyê heye. Ev çawanî jî di aliyê parastina nirxên kurdayetiyê de
ye. Yanê surguna kurdên 1988’an xwe ji kurdên dîtir, di aliyê xwedîderketina
nirxên xwe yên bingehîn de, cewaz dibîne.
Ji
van kurdan kesên navdar ev in:
Nadir
Nadirov (akademîk profesor)
Kinyasê
Îbrahîm Mîrzoyev (akademîk profesor)
Mehmedê
Misto (profesor)
Sadiqov
Huseyin (profesor)
Gulhuseyin
Musayev (profesor)
Helîma
Emo (zanyarê zanista bilind)
Wezîrê
Nadirî (nivîskar)
Mecîdê
Silêman (nivîskar)
Hesenê
Hecîsilêman (niviskar û rojnamevan)
Bariyê
Bala (nivîskar)
Salihê
Seyadî (nivîskar)
Enwer
Nadirov (zimanzan)
Necmedînê
Ehmed
Wezîrê
Uso
Ezîzê
Begler
Adilê Selman û di jimareke bilind de karsaz, karmend, doxtir, dengbêj, rojnamevan hene.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org