B) LÊKER JI ALIYÊ AVANIYÊ VE 

 

Nîzamettîn Akkurt

 

Avaniya lêkerê, sazbûna karê ku lêker tê de peyda dibe nîþan dide. Bi vê çawabûniya pêkhatina kar raber dibe. Di karê tê kirin de bireser heye yan jî tune ye. Ev yek rast karanîna kirdeyê derdixe holê.

Ji aliyê avaniyê ve lêker dibin þeþ cure. Ew cure jî ev in.

1-Lêkerên Gerguhêz

2-Lêkerên Negerguhêz

3-Lêkerên Tebatî

4-Lêkerên Lebatî

5-Lêkerên Dançêker

6-Lêkerên Pareng

7-Lêkera Vegerok

 

 

 

1-LÊKERÊN GERGUHÊZ

Di ev cure lêkeran de berê bizavê bi aliyê derveyê ve ye. Tiþtê ku li ser bandor dike, li derveyî kesê pê ve girêdayî ye. Ji van lêkerên ku vê derbirînê çêdikin re Lêkerên Gerguhêz tê gotin. Ev, çêkirinekê rave dikin. Bizava ku ji aliyê lêkerê ve tê nîþankirin ê ku wî karî dike, bi ser tiþtê derveyî wî de diçe û wî tiþtî bêtir bandor dike.

 

Hekê lêkerek bireserê bistîne, ew lêker gerguhêz e.

Mînak:

Bêrîtan nan dixwe.

Talan stran gotin.

Mîn dît tu diçî.

Min xwest te bibînim.

Min dar þikandin.

Min name þand.

We cil þûþtin.

 

 

2-LÊKERÊN NEGERGUHÊZ

Di ev cure lêkeran de jî, berê karanîna bizavê ber bi hundir ve ye. Tiþtê ku li ser bandorê dike, ew kes e ku pê ve girêdayî ye. Lêkerên ku ev bizavên wiha pêþwazî dikin, ji wan re Lêkerên Negerguhêz tê gotin. Ev lêkerên negerguhêz bûyînê rave dikin. Karê ku lêker niþan dike, bi ser xwediyê kar ve diçe. Ê ku kar pêk tîne, bandor li ser dike. Di van lêkeran de bireser, ne yê ku dike, yê li ser kar tê kirin e. Heke lêker bireser nesitîne ew dibe lêkerek negerguhêz.

Mînak:

Fexrî dimeþe.

Çivîk difirin.

Elî diraze.

Ez diçim çiyê.

Tu dibezî.

Ew direvin.

Em digerin.

 

 

3-LÊKERÊN TEBATÎ

Di vê mijara lêkeran de kirdeya lêkerê nediyar e. Di nava hevokên tebatî de bireser bêtir li pêþ e û kirde jî pir lewaz û li paþ dimîne. Lêkerên tebatî bi alîkariya lêkera (hatin) tên bidestxistin. Mirov lêkera (hatin) li gorî dem û kesan dikiþine û lêkera bingehîn jî di teþeyê raderî de dimîne. Bi vî teþeyê avaniya tebatî derdikeve holê.

Mînak:

Dar hatin þikandin.

Gule hatin avêtin.

Kezî hatin badan.

Mal hate avakirin.

Nan hate xwarin.

Tol hate wergirtin.

Agir hate dadan.

 

Divê bal pê were dayîn ku, di avakirina van lêkeran de ahengek heye. Lêkera alîkar û lêkera di halê raderî de peyda dibin hev temam dikin. Ji ber ku lêkera bingehîn di teþeyê raderî de peyda dibe, nikare diyar bike ka mêjera kirdeyê çawa ye. Ger kirde yekjimar be û dîsa pirjimar be jî, ev lêkera bingehîn qertafa /in/ digire. Lê pêwîst e ev yek weke qertafa pirjimariyê neyê dîtin, ev qertafê raderî ye.

 

Divê neyê jibîrkirin ku di hevokên wisa de mêjer bi riya lêkera alîkar tê çêkirinê. Weke ku me li jor rêz kirin, dema ku yekjimar be, lêkera alîkar (nimûne: Mal hate avakirin.) qertafa /e/ digire. Heke pirjimar be, hingê jî qertafa /in/ (nimûne: Kezî hatin hûnandin.) digire.

Ger ev rêpîvan were binpêkirin û bi rengê Mal hat avakirin ango Kezî hat hûnandin avabûna hevokê çewt e. Ji ber ku di herdu teþeyan de jî mêjer hatiye wendakirin.  

Lewra rêpîvan ew e ku di lêkerên tebatî de, mêjer bi riya lêkera alîkar pêk tê.

 

 

4-LÊKERÊN LEBATÎ

Di ev beþê lêkerê de, kirde avakar e û yê kar dike kirde bi xwe ye. Yanî karê ku ji aliyê kirde ve hatiye kirin diyar e.

 

Mînak:

Fewzî dar þikandin.

Cemîl gule avêtin.

Evîn av vexwar.

Rojîn kezî badan.

Min mal ava kir.

Te nan çêkir.

Wan tol hildan.

Me agir dada.

 

 

5-LÊKERÊN DANÇÊKER

Ger mirov karekî, bi yê ba xwe yan jî bi yekî din bide kirin, wê demê pêwîst e mirov lêkera dançêker bi kar bîne. Lêkera ‘dan’ avaniya dançêker çêdike. Lêkera dan dema li gorî dem, kesan bê kiþandin û were ber lêkeran, weke lêkera bingehîn raderî tê ser ziman û avaniya dançêker derdikeve holê.

Mînak:

Silêman kanî da çêkirin.

Mistefa gova lawiran da avakirin.

Canê firaqên xwe dan þûþtin.

Mirovên rûreþ gemariya xwe li ser ciwanan didin domkirin.

Elî kavirên xwe dide serjêkirin.

 

Di van mînakên hatine rêzkirin de tê dîtin ku, avaniya dançêker bi alîkariya lêkerên gerguhêz çêdibin. Lewra mînakeke wiha çewt e.

Mînak:

Bavê min ji min re tîvanek da çêbûn.

 

Lêkerên dançêker bi lêkera bûn çênabin. Piranî bi lêkera raderî û lêkara kirin tên çêkirin. Lewra ya rast wiha ye: Bavê min ji min re tîvanek da çêkirin.

 

Her wiha li jorê rêpîvana ku ji bo lêkera tebatî hate destnîþankirin, ji bo lêkerên dançêker jî derbasdar in.

Ger em ji vê re hinek mînakan bidin, nimûne em hevoka Silêman kanî da çêkirin hildin dest. Em di vê hevokê de bi riya lêkera alîkar da hîn dibin ku, Silêman kaniyek daye çêkirin. Yanî jimara kaniyê yek e û her wiha ev nîþana yekjimariyê ye. Heke em lêkera alîkar bi rengê Silêman kanî dane çêkirin ava bikin, hingê jî em hîn dibin ku, jimara kaniyan ji yekê zêdetir in û her wiha ev nîþana pirjimariyê ye.

 

 

 

 

6-LÊKERÊN PARENG

Ev lêker bi rengê rengdêrî peyda dibin. Çêkirina van lêkeran bi teþeyê ku qertafa raderî radibe û þûna wê qertafa /î/ cih digire, çêdibin.

 

Di vê pêkhatinê de;

a) Qertafa raderî /in/ cihê xwe dide qertafa /î/

b) Qertafa raderî /în/ cihê xwe dide qertafa /î/

c) Qertafa raderi /n/ cihê xwe dide qertafa //

d) Qertafa raderî /ûn/ û /tin/ cihê xwe didin qertafa // ango cihê xwe didin qertafa //yê.

 

Mînak.

Lêkera raderî                    Pareng

Celeba a)

Birin                              Birî

Ketin                              Ketî

Hatin                              Hatî

Kirin                              Kirî

 

 

Celeba b)

Bezîn                              Bezî

Zayîn                              Zayî

Revîn                              Revî

 

 

Celeba c)

Dan                              Dayî

Pan                              Payî

Man                              Mayî

 

 

 

 

Celeba d)

Bûn                              Bûyî

Çûn                              Çûyî

Dirûn                              Dirûtî

Þûþtin                              Þûþtî

Guvaþtin                            Guvaþtî

Xistin                              Xistî

Avêtin                              Avêtî

Firotin                              Firotî

Dotin                              Dotî

Sotin                              Sotî

 

Her weke ku di çar her celeban de jî tê dîtin, dema ku ev lêker qertafên xwe yên raderî datînin û qertafa /î/ digirin, ji rewþa xwe ya berê dertên û dirûvekî dîtirê digirin. Ji ber ku dawîne tê guhertin, di rewþa nû de ev lêker dibine pareng.

 

Her wiha lêkerên pareng di nava hevokê de bi lêkera /bûn/ re bi kar bên, cuda têne nivîsandin.

 

 

Ger em ji vê re çend mînakan bidin:

Dotî bû            Dema ku ez çûm, miyên wan dotî bûn.

Sotî bû            Daristan ji serî hetanî binî sotî bû.

Rêtî bû            Hemû xwarin rêtî bû.

Pahtî bû        Tevahî qursik pahtî bûn.

 

Ji aliyê din ve ger lêkerên pareng, bi lêkera / bûn/ re di halê lêkerê de bi kar bên, herdu lêker bi hev ve têne nivîsandin. Lewra alîkarî ji tîpa kelijandinê /i/ digirin. Hingê jî ji wesfên xwe dikevin.

Mînak: Dema ku ez çûm malê, jina malê miyên xwe dotibû.

 

 

 

7-LÊKERA VEGEROK

Lêkera vegerok /xwe/ ye û mînanî lêkerên gerguhêz tê kiþandin.

Bi gor hinek deman kiþandina lêkera vegerok wiha pêk tê.

 

Dema borî

Min xwe girtibû.

Te xwe girtibû.

Wî/ê xwe girtibû.

Me xwe girtibû.

We xwe girtibû.

Wan xwe girtibû.

 

 

Dema niha

Ez xwe digirim.

Tu xwe digirî.

Ew xwe digire.

Em xwe digirin.

Hûn xwe digirin.

Ew xwe digirin.

 

 

Dema bê

Ezê xwe bigirim.

Tuyê xwe bigirî.

Ewê xwe bigire.

Emê xwe bigirin.

Hûnê xwe bigirin.

Ewê xwe bigirin.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org