|
LÊKER
Nizamettîn Akkurt
Em
dikarin vê beþa kiþandina lêkeran bi teþeyê çar celeban hildin dest: 1)
Bi gora deman kiþandina lêkeran-erênî 2)
Bi gora deman kiþandina lêkeran-neyinî 3)
Di lêkeran de rewþa raweyan-yên birêpîvan 4)
Di lêkeran de rewþa raweyan-yên bêrêpîvan 1)
Bi gora deman kiþandina lêkeran-erênî Dema
borî
Dema niha
Dema bê Min
girtibû.
Ez digirim.
Ezê bigirim. Te
girtibû.
Tu digirî.
Tuyê bigirî. Wî/ê
girtibû.
Ew digire.
Ewê bigire. Me
girtibû .
Em digirin.
Emê bigirin. We
girtibû.
Hûn digirin.
Hûnê bigirin. Wan
girtibû.
Ew digirin.
Ewê bigirin. 2)
Bi gora deman kiþandina lêkeran-neyinî Dema
borî
Dema niha
Dema bê Min
negirtibû.
Ez nagirim.
Ezê negirim. Te
negirtibû.
Tu nagirî.
Tuyê negirî. Wî/ê
negirtibû.
Ew nagire. Ewê negire. Me
negirtibû.
Em nagirin.
Emê negirin. We
negirtibû.
Hûn nagirin.
Hûnê negirin. Wan
negirtibû.
Ew nagirin.
Ewê negirin. Di
kiþandina lêkerên erênî û neyinî de teþeyê kiþandina pirsê, bi
rengê qertafa pirsê /ma/ pêk tê. Ev qertaf di her sê deman de jî
di serê hevokê de cih digire. Di
kiþandina erênî de her wiha teþeyê qertafa pirsê /an
na/ jî bi kar tê. 3)
Di lêkeran de rewþa raweyan-yên
birêpîvan Zanîn Min
zanibûya. Ez
dizanim. Ezê
bizanim. Bila
ez bizanim. Heke
ez bizanim. Xwezîka
min zanibûya. Bizane.
Bizanin. Kirin Min
kiribûya. Ez
dikim. Ezê
bikim. Bila
ez bikim. Heke
ez bikim. Xwezîka
min kiribûya. Bike.
Bikin. Weke
ku li jor jî tê dîtin hinek lêker bi gor hemû dem û raweyan bi teþeyê
birêpîvanî tên kiþandin. Ji van lêkeran re di heman demê de lêkerên
birêpîvan jî tê gotin. Ev cure lêker di kiþandinê de dirûvên xwe yên
resenî naguherînin. 4)
Di lêkeran de rewþa raweyan -yên
bêrêpîvan Were
(Bi du teþeyan tê kiþandin) Kiþandina
erênî
Kiþandina neyinî Were
Bê
Meyê
neyê Werin
Bên
Meyên
neyên Her
wiha lêkera /hatin/ di dema borî de bi teþeyê birêpîvanî pêk tê, lê ji
bo demên din ne wisa ye û di raweyên din de dirûvên cuda derdixîne holê.
Lewra vedigere teþeyê /were/ û
/bê/. Ev herdu teþe di heman
raweyan de jî birêpîvanî bi kar nayên. Weke
vê mînakê di zimanê kurdî de hinek lêkerên ku di kiþandinê de bêrêpîvaniyê
raber dikin hene. Dîsa lêkerên bûn, hebûn û vîn jî heman dirûvê
derdixin holê. Em
dikarin li ser beþa lêkeran van babetan bipeyitînin: 1-
Lêker di hundirê hevokê de peywira çalakiyê tînin cih. Ev
peywira çalakiyê bi teþeyê kar, tevger, bûyîn, pêkhatin û peydakirinê
þênber dibe. 2-
Di nav hevokan de, ji ber ku hêmanê bingehîn lêker e û hevok bi
xwe li ser hîmê lêkerê ava dibe, serkeftina vegotin û nivîsandinê bi
rastkaranîna lêker û teþeyê wê ve girêdayî ye. 3-
Her lêkerek bûyîna tiþtekî bi me dide nasîn. Lêker, weke ku bi
rengê raderî û pêveberî dikarin di hundirê hevokê de cih bigirin, bi
alîkarî û kelijandina hêmanên din, bi teþeyên nû jî dikarin peyda
bibin. 4-
Di hundirê hevokê de ji yekê zêdetir lêker dikarin peyda bibin. 5-
Dema ku lêker di hundirê hevokê de karê xwe yên bingehîn pêk tînin,
çalakiya xwe bi tiþt û kesan ve girêdidin. 6-
Di rengê lêkerê de weke ku kar, tevger û bûyîn diyar dibe,
reng, zayend û mêjera tiþt û kesan jî digihînin zelaliyê. 7-
Lêker, weke ku dikarin qertafên yekjimariyê bigirin, bi gor mêjera
kirde û bireserê, dikarin qertafên pirjimariyê jî bigirin. 8-
Lêker, dema ku di hundirê hevokê de peywira pêveberê digirin ser
xwe dikarin bi du teþeyan peyda bibin. Teþeyek bi bingehînî, yê din jî
bi alikariyê pêk tê. Ev rewþ di hevokên lêkerî û hevokên navdêrî
de þênber dibe. Di teþeyê yekê de lêker bi xwe ye, di yê diduyan de,
yanî di hevokên navdêrî de bi riya lêkera /bûn/
pêk tê. 9-
Dema ku lêker peywira pêveberê digirin ser xwe, bi gor mêjer û
zayendê parkîtan digirin û ev parkît jî dîsa bi gor mêjer û zayendê
dirûvên cuda li ser xwe kamil dikin. 10-
Lêkêr dikarin di rewþa raderî, xwerû, hevedudanî, pêkhatî û
biwêjî de peyda bibin. Lewra dema ku di rewþa raderî de bin ji rayek û
qertafên raderî, di rewþa xwerû de ji rayekê, di rewþa hevedudanî û
pêkhatî de ji rayek, hêmanên din û ji qertafê, di rewþa biwêjî de jî
bi teþeyê ji hêmanên din, rayek û qertafa raderî pêk tên. 11-
Di zimanê kurdî de kiþandina deman, li ser hîmê lêkerê pêk tê.
Di kiþandina deman de yê ku rengê xwe dide hevokê, teþeyê lêkerê ye.
Ev teþe jî di rengê gerguhêz û negerguhêzî de kamil dibe. 12-
Weke ku lêker dikare di hundirê hevokê de peywira bingehîn bigire
ser xwe, dikare li ba xwe lêkerên alîkar jî peyda bike. Ger di hundirê
hevokê de lêkera alîkar peyda be, ew lêkera ku di rewþa pêveberê de
ye ji çend hêmanan jî pêk were, ji hev cuda nayê nivîsandin. Di rewþeke
wisa de lêker, li kêleka xwe navdêrê peyda bike jî ev rêpîvan
derbasdar e. Ger
em ji vê re mînak bidin: Ez
hatim dîtin.
Ez têm çavdêrîkirin.
(L.A) (pêveber)
(L.A)
(pêveber) 13-
Lêkerên gerguhêz û negerguhêz di kiþandina dema niha û bê de
xwedî heman rêpîvanê ne, lê di kiþandina dema raborî de xwedî rêpîvanên
cuda ne. 14-
Qertafên ku li ser lêkerê kamil dibin ev in: /in, în, ûn, an, tin, andin/
lêkerên ku bi qertafa /tin/
diqedin, di hundirê xwe de tên tewandin, dirûvên wan vedigere qertafa /andin/ê.
15-
Di pêkhatina vegera qertafa /tin/
bi qertafa /andin/ de, dengê dirêj
/a/ ditewe û dizivire dengdêra
/ê/. Mînak:
Piþaftin
piþêvandin Hingaftin
hingêvandin Guvaþtin
guvêþandin Bijartin
bijêrandin Guhartin
guhêrandin Guvaþtin
guvêþandin Hejimartin
hejimêrandin Qeþartin
qeþêrandin 16-
lêkerên ku rayên wan bi dengdêrekê diqedin, tîpa kelijandinê /y/yê
digirin. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org