|
C)
LÊKER
JI ALIYÊ PEYWIRÊ VE
Nîzamettîn Akkurt
Lêker
ji aliyê peywirê ve dikarin di bin navê sê celeban de bêne komkirin. Ev
cure lêker him bi dariþtinê peywirên nû û him jî di nava hevokê de
rolên girîng digirin ser xwe. Ji aliyê peywirê ve lêker vediqetin sê
celeban: 1)
Lêkerên Pêþgir 2)
Lêkerên Paþgir 3)
Lêkerên Alîkar 1-LÊKERÊN
PÊÞGIR Ev
cureyê lêkeran wek qertafekê tên pêþiya lêkerê û wateyeke nû didin
lêkerê. Dema mirov dibêje /kirin/
tiþtek tê bîra mirov, lê dema mirov pêþgirekî wek /ve/
bi pêþiya lêkera /kirin/
ve bike, wê demê dibe vekirin. Ew jî tiþtekî cuda dertîne holê.
Çend pêþgirên bi zêdeyî têne bikaranîn ev in: Ra, ve, hil, da,
wer û çê. Bi gor van pêþgiran mirov dikare wiha mînakan
bide. Li
ser pêþgira /ra/: Ev pêþgir bêtir bûyerên ji jêr ber bi jor û ji jor
ber bi jêr nîþan didin. Mînak: Hiþtin
ra rahiþtin Kirin
ra rakirin Bûn
ra rabûn Kiþandin
ra rakiþandin Ketin
ra raketin Zan
ra razan Perîn
ra raperin Xistin
ra raxistin Girtin
ra ragirtin Hiþtin
ra rahiþtin Li
ser pêþgira /ve/: Ev pêþgir bûyera ji hev vebûnê derdixe pêþ. Mînak: Kirin
ve vekirin Qetîn
ve veqetîn Bûn
ve vebûn Dan
ve vedan Xwarin
ve vexwarin Gotin
ve vegotin Þûþtin
ve veþûþtin Dan
ve vedan Xwendin
ve vexwendin Li
ser pêþgira /hil/: Ev pêþgir zêdetir bûyera lêkerê ber bi jor ve
dide çêkirin. Mînak: Dan
hil hildan Kirin
hil hilkirin Girtin
hil hilgirtin Avêtin
hil hilavêtin Pekîn
hil hilpekîn Hatin
hil hilhatin Li
ser pêþgira /da/: Ev pêþgir bêtir bûyera çêbûna ber bi jêrê ve
derdixe holê. Mînak:
Ketin
da daketin Gerîn
da dagerîn Xistin
da daxistin Ristin
da daristin Mezirandin
da damezrandin Dan
da dadan Li
ser pêþgira /wer/: Ew pêþgir bêtir tevlîhevbûyînê nîþan dide. Mînak: Pêçan
wer werpêçan Kirin
wer werkirin Bûn
wer werbûn Girtin
wer wergirtin Gerandin
wer wergerandin Li
ser pêþgira /çê/: Ew pêþgir bêtir avabûyînê derdixe pêþ. Mînak: Kirin
çê çêkirin Bûn
çê çêbûn Tir
çê çêtir 2-LÊKERÊN
PAÞGIR Qertafa
lêkera paþgir bi serê xwe ti wateyê nade, tenê wate û rengê lêkera
qertafê digire û dide guhertin. Qertafên paþgir dikarin wiha bên rêzkirin:
in-andin, ijîn-ijandin, isîn-isandin. Mînak: -In-andin- Cemed
cemidîn
cemidandin Xap
xapîn
xapandin Fir
firîn
firandin Sor
sorîn
sorandin Þop
þopîn
þopandin Ger
gerîn
gerandin Rij
rijîn
rijandin Rev
revîn
revandin -ijîn-ijandin- Kel
kelijîn
kelijandin Tam
tamijîn
tamijandin Ger
germijîn
germijandin Mij
mijîn
mijandin -isîn-isandin- Tep
tepisîn
tepisandin Nas
nasîn
nasandin Rep
repisîn
repisandin Kep
kepisîn
kepisandin Fet
fetisîn
fetisandin 3-LÊKERÊN
ALÎKAR Cureyê
lêkerên alîkar bi qasî peywira xwe ya bingehîn, peywirên dîtirê jî
hildidin ser xwe. Lêkerên alîkar dikarin wiha bên rêzkirin; bûn,
kirin, dayîn, hatin, xwestin, karin. LÊKERA
BÛN Ev
cureyê lêkerê li gor dema ku tê bikaranîn û li gor avahiyên tê de
cih digire, carna hebûn carna jî bûyîn û
hatina rewþê xwedî wate dike. Bêguman lêkera bûn di
zimanê kurdî de roleke girîng hildide ser xwe. Di kiþandina deman de lêkera
bûn bi vî rengî saz dibe. Mînak: Li
gor dema boriya têdeyî. Ez
þiyar bûm. Tu
þiyar bûyî. Ew
þiyar bû. Em
þiyar bûn. Hûn
þiyar bûn. Ew
þiyar bûn. Ez
bûm þiyar. Tu
bûyî þiyar. Ew
bû þiyar. Em
bûn þiyar. Hûn
bûn þiyar. Ew
bûn þiyar. Dema
boriya dûdar Ez
þiyar bûme. Tu
þiyar bûye. Ew
þiyar bûye. Hûn
þiyar bûne. Ew
þiyar bûne. Dema
boriya berdest Ez
çûbûme. Tu
çûbûye. Ew
çûbûye. Em
çûbûne. Hûn
çûbûne. Ew
çûbûne. Dema
çîrokiya raweya xwestekî Ez
çûbûma. Tu
çûbûya. Ew
çûbûya. Em
çûbûna. Hûn
çûbûna. Ew
çûbûna. Divê
di vir de xaleke girîng bê destnîþankirin, da ku mijar baþtirîn zelal
bibe. Li gor dema boriya têdeyî kesê
duyemîn qertafa xwe /î/ ye. Lê gelek caran ev rêpîvan tê binpêkirin û bi rengê /e/
tê bikaranîn. Di þûna ku were gotin, Tu
çûyî tê gotin Tu çûye. Em dizanin ku /e/
di kiþandina lêkeran de bi rengê cînavkên xwerû qertafê kesê sêyemîn
e. Dîsa di kiþandina lêkeran de bi rengê cînavkên tewandî jî qertafê
kesê duyemîn e. Ev yek tê tevlîhevkirin û dihêle ku ziman ji rêpivanê
bikeve. Pêwîst e bi gor kiþandina vê demê ku cînavk xwerû be, qertafê
kesê duyemîn /î/ bi kar bê. LÊKERA
KIRIN Ev
lêker li ba rola xwe ya bingehîn, pêkhatina pir peywirên dîtirê jî tîne
pê. Li
gor dema bê ya nêzîk
kiþandina lêkera kirin wiha
ye. Ez
dikim biçim. Tu
dikî biçî. Ew
dike biçe. Em
dikin biçin. Hûn
dikin biçin. Ew
dikin biçin. Li
gor dema niha Ez
kar dikim. Tu
kar dikî. Ew
kar dike. Em
kar dikin. Hûn
kar dikin. Ew
kar dikin. Li
gor dema borî Min
kar kir. Te
kar kir. Wî/wê
kar kir. Me
kar kir. We
kar kir. Wan
kar kir. LÊKERA
HATIN Ev
lêker bi taybetî di pêkanîna avaniya tebatî de bibandor e. Li gor sê
demên bingehîn mirov dikare li ser kiþandinê çend mînakan wiha bide. Li
gor dema borî Ez
hatim. Tu
hatî. Ew
hat. Em
hatin. Hûn
hatin. Ew
hatin. Li
gor dema niha Ez
têm. Tu
têyî. Ew
tê. Em
tên. Hûn
tên. Ew
tên. Li
gor dema bê Ezê
werim. Tuyê
werî. Ewê
were. Emê
werin. Hûnê
werin. Ewê
werin. LÊKERA
DAYÎN Lêkera
dayîn li ba peywira xwe ya taybet, bi hinek lêkerên dîtirê re jî bi
kar tê. Li gor sê demên bingehîn mirov dikare çend mînakan wiha bide. Li
gor dema borî Min
av da Kalo. Te
av da Kalo. Wî/wê
av da Kalo. Me
av da Kalo. We
av da Kalo. Wan
av da Kalo. Li
gor dema niha Ez
gulan didim dayikê. Tu
gulan didî dayikê. Ew
gulan dide dayikê. Em
gulan didin dayikê. Hûn
gulan didin dayikê. Ew
gulan didin dayikê. Li
gor dema bê Ezê
alîkarî bidim hevalan. Tuyê
alîkarî bidî hevalan. Ewê
alîkarî bide hevalan. Emê
alîkarî bidin hevalan. Hûnê
alîkarî bidin hevalan. Ewê
alîkarî bidin hevalan. LÊKERA
XWESTIN Ev
lêker ji aliyê nîþandayîna xwestek û daxwaziyê ve xwedî peywireke
girîng e. Li gor sê demên bingehîn kiþandina lêkera xwestin wiha ye: Li
gor dema borî Min
dixwest. Te
dixwest. Wî/wê
dixwest. Me
dixwest. We
dixwest. Wan
dixwest. Li
gor dema niha Ez
dixwazim. Tu
dixwazî. Ew
dixwaze. Em
dixwazin. Hûn
dixwazin. Ew
dixwazin. Li
gor dema bê Ezê
bixwazim. Tuyê
bixwazî. Ewê
bixwaze. Emê
bixwazin. Hûnê
bixwazin. Ewê
bixwazin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org