|
Li Ser Helbesta Mirad Yapiþtiran Çend Gotin û Hinek Mînakên Hilkeftina Hêmayê
Nîzamettîn
Akkurt
Li ser helbestê
gelek nirxandin hene. Ev nirxandinên ku li ser pênaseya helbestê têne
çêkirin, bi piranî di navbera xwe de cewaziyekê niþan didin. Hebûna vê
cewaziyê normal e, çima ku mijara helbestê ne mijareke wisan e ku, mirov
karibe sedî sed li pîvanan bixe. Ji ber vê çendê jî, di çeþîtbûna
nirxandinan de dewlemendiyek derdikeve holê. Lê belê ev dewlemendbûn di
heman demê de bi xwe re tevlîhevkirina mejiyan jî tînin. Ji ber vê çendê
mirov nikare bibêje ku çiqas dewlemendbûn hebe, ewqas jî baþ e. Jixwe
kategoriyeke wisa jî nîn e, ku mirov rabe û di warê wêjeyê de, vêca
nexasim di hunereke weke helbestê de wan çeþîtbûna nirxandinan li ser
navê dewlemendiyê weke ev baþ e, lê ev ne baþ e binav bike. Dixwaze
bila ew nirxandinek be û dixwaze bila rexneyeke dahûrînî be: Ev yek ferq
nake. Tê zanîn ku, di nirxandinên cureyê helbestê de, gelek caran mînakên
kevin û her wiha ji mînakên wêjeya biyanî zêdetir, dîsa ji pîvanên
giþtî yên ku di nav kombûna dîroka helbestê de hatine rewþa yên giþtî,
ji wan jî zêdetir, gelek caran pîvanên ecibandina mirovan derdikevin pêþ
û mora xwe li nirxandinan dixin. Vêca dîroka me Kurdan ji vî aliyê ve
gelek dewlemend e, çima ku ji aliyê subjektifî ve radeya pesinandinê li
nav me Kurdan gelek bilind û berbelav e. Sedemên vê yekê çi ne, ew li
aliyekî, diyar e ku ev hunera pesinandinê bûye yek ji wan astengên li pêþiya
pêþketina rexneyê.Lê divê bê zanîn ku pesinandin dikuje, rexne pêþ
dixe. Pesinandin dide wendakirin û kor dike, rexne ronahî dike. Ev jî tê gotûbêjkirin,
gelo rexneya helbestê divê xwe bide rûniþtandin li ser bingehê objiktîvîzmê
yan na? Yan jî çiqas objektivizm û çiqas subjektîvîzm? Mirov nikare vê gelþê
mînanî þêrtên sêvê ji hev vebiqetîne. Helbet divê nirxandin an jî
dahûrîn xwe li ser esasê objektîvîzmê bide rûniþtandin, lê belê
helbest tiþtekî wisa ye ku, aliyê mirov ê hestî dixe nav lepên xwe,
bandorê li ser derûniya mirov çêdike. Vêca madem rewþ wisa ye, ew kesê
ku bibêje divê rexneya helbestê sedî sed xwe deyine ser esasê objektîvîzmê
çiqas mafdar e? Em bipejirînin û
nepejirînin jî, ji aliyekî ve subjektîvîzm xwe dinixumîne navê. Ha wê
gavê mirov dikare bibêje, em weke mêzênekê bihizirin ku du kodikên wê
hene, divê kodika objektîvîzmê daketîtir be. Ji aliye dahûrîna
helbestê ve ev azîneke (metod) rast e. Di helbestê de sê
þax hene: Raman, wate û xeyal. Bikaranîna van hersêkan di hundirê
helbestê de, direkt xwe ber bi derûniya mirov ve digirin. Ger dahûrîner
mantiqê xwe serwerê derûniya xwe neke, nikare di dahûrandina xwe de
serkeftinê pêk bine. Heke tenê bi gora mantiqê xwe tevbigere, dê çewt
bikeve. Di heman demê de tenê bi gora derûniya xwe, yanî bi gor pîvanên
ecibandina xwe tevbigere, dê dîsa çewt bikeve. Niha ev dengeyeke pir
hesas e. Divê baþ bê eyarkirin. Gava ku min pirtûka
Mirad Yapiþtiran a bi navê “çû” xwend, min pêwîst dît ku ez di
bin ronahiya vê gelþê de dahûrînekê pêk bînim. Bi baweriya min þayiþa
wêjeyî divê her raser be. Pirtûka Mirad Yapiþtiran
a bi navê “Çû” di sala 2005’an de ji hêla weþanên Tevn ve hatiye
çapkirin. Di hundirê pirtûkê de 47 helbest cih girtine. Çendî ku
jimara helbestan di pirtûkê de gelek e jî, ji ber kurtbûna helbestan,
pirtûk ji 79 rûpelan pêk hatiye. Di dawiya pirtûkê de wêneyê
helbestvan û pir kin kurtejiyana wî cih girtiye. Di pirtûkê de
helbesta yekem “Tu jî” ye. Weke vê helbestê di çend helbestên din
de jî kêmasiyek heye û bi baweriya min helbestvan zêde bala xwe dananiye
ser vê kêmasiyê. Ew kêmasî jî ya forma ziman e. Helbestvan hinek rêzikan
hûnandine, lê ew rêzik di nav helbestê de bel bûne û ev yek hiþtiye
ku ahenga helbestê biþikê. Þikênandina ahenga helbestê, em dizanin ku
bi piranî ji ber baþnehûnandina peyvan an jî rastnekaranîna forma ziman
tên der û dihêlin ku nirxa wêjeyî dakeve. Weke mînak em
dikarin ji helbesta “Tu jî” mînakekê bidin. Destpêka helbestê
wisa ye: Giran bû þewata te Pîvan jê ra tune bû Xunava baranê Erþê Xwedê dianî
xwarê (…) Di rêzikên
“Giran bû þewata te, pîvan jê ra tune bû” kêmasiya ku heye dihêle
ku forma ziman giran bibe. Veca ku ev rêzik di destpêka helbestê de cih
girtine, ev dihêle ku di seri de mirov xwe li helbestê negire. Weke mînak
ku di þuna “pîvan jê ra tune bû” de helbestvan rêzikê bi vî rengi
nivîsandibana “bêpîvan bû” him li berevajiyê forma ziman nediket û
him jî di seri de astengeke mînanî þikestina ahenge dernediket pêþberî
me. Dîsa di heman
helbestê de rêzika “mirovên gire gira” bi heman awayê hatiye hûnandin
û dihêle ku ziman giran bike û teqlê bixîne. Weke tê zanîn rastiya vê
gotinê bi renge “mirovên giregir” e. Heke helbestvan bi
zanebûn hûnandineke wisa pêk anîbe û xwestibe rengekî cewaz bide
gotinan, lê diviyabû ku wê hizrê jî bike, ku dê ziman giran bike, teqlê
bixîne û xwendevan biwestîne. Çima ku em dizanin zimanê helbestê divê
þahîk be, hilû be, ne giran û asê be. Helbet þahîkbûn û hilûbûn
bi gora raman, wate û xeyala helbestê radeya nirxa wêjeyî bilind dike û
di heman demê de giranî û bêteqlî wê nirxê dadixîne û dihêle ku
weke xaleke xwedîkêmasî di helbestê de cih bigire. Di helbestekê de
gava ku ramanek bi rêya rêzikekê bi hûnandina peyvên xweþik hate çêkirin,
ew nirxa wê helbestê bilind dike. Di hunera helbestê de ji vê re tê
gotin hêma. Di pirtûka Mirad
Yapiþtiran de hilkeftinên bi vî rengî hene. Lê li beramberî vê yeke jî
valaderxistina wan hêmayan jî hene, li bala ku ne zêde ne jî. Di heman helbesta
destpêka pirtûkê de ev rêzik heye: “derî venebû îþev” Ji vê hevokê mirov
fam dike ku ew kesê li bendê ye an jî li bendê ne nehatiye. Ev bi serê
xwe serkeftinek e. Serkeftina hêmayê bi gotinên jirêzê ye. Lê
helbestvan zêde hedar nekiriye û li pey wê vê rêzikê bicih kiriye: “û tu jî
nehat” Helbestvan bi ecemîbûna
xwe mirov bihêrs dike, aciz dike. Hêmaya ku di rêzika jor de daye rûniþtandin,
bi rêzika li pey wê vala derdixîne. Hebûna hinek peyvan
an jî hevokan, hizra derbirîna hêmaya tê xwestin bide, vala dertîne. Bi
gotineke din, dubareya ku tê kirin, dihêle ku hêma ji hêmabûnê
derbikeve. Di rûpela 30yî de
hêmayeke çewt heye: “De were keko Min bêriya çavên
te yî zer kiriye Bi ramûsanên
qedexe bihejînim” Di jor de “çavên
zer” hilkeftina hêmayeke wêjeyî ye, ger di cihê rast de hatibana
bikaranîn dê serkeftineke mezin derbiketana holê. Di hundirê vê helbestê
de cihê xwe negirtiye. Di heman demê de asta nirxa wêjeyî ya helbestê
daxistiye. Rengê “zer” di wêjeyê de rengê xiyanetê ye, weke mînak
“sor” îhtîlal, þoreþ û tundî ye, “mor-binefþî” mirin e,
“reþ” tarîtî, nezanîn û þîn e, “sipî” aþtî ye, “þîn”
bextewerî û hwd. Ji ber vê çendê ku di helbestekê de bi rengê “çavên
zer” bi kar bê, weke hêma mirov fam dike ku ew dilêr an jî kesê
helbest li ser hatiye hûnandin xiyanet kiriye ango wan çavên xiyanetê
hildigirin. Berevajiyê vê ew dilêrê ku Mirad Yapiþtiran kiriye mijara
helbesta xwe ya bi navê “Keko” ne yekî wisa ye ku mirov bibêje,
xiyanet kiriye ango çavên xiyanetê hildigire. Jixwe ku mirov vê hêmayê
wisa qebûl bike, diviyabû ku navê helbestê ne “Keko” bûya. Lê belê
ji nav û naveroka helbestê tê famkirin ku, helbest ji yekî hezkirî re,
ji rêzdarekî re hatiye nivîsîn û hemû taybetmendiyên wî yên qenc û
rêzdariya li hember wî hatiye rêstin. Aliyekî wî yê ku di helbestê de
bi mirov xiyanetê bide hesandin tune ye. Ji ber vê çendê ev hêmaya
hatiye rêstin cihê xwe negirtiye. Ji bilî rengê zer çavên zer di nav
çand û wêjeya civaka me de, her wiha di ya giþtî de jî wisa ye, weke
“çavên gur” têne zanîn. Ger bi vê wateyê hêma hatibe rêstin, dîsa
çewt e. Çima ku wateya wê ya wêjeyî û nexasim di asta hunera helbestê
de “xasûkî û qurnazî” ye û ev jî li nav û naveroka helbestê nayê.
Di hinek helbestên
xwe de helbestvan mecal û derfet nedaye xwendevan, ku helbestê bixwîne û
bi gora xwe hinek mesajan jê werbigire. Mirov bi hêsanî dikare bibêje
ku, helbestvan her tiþtî hazir kiriye û berpêþî xwendevan kiriye. Niha
rastiyeke wisa heye; helbet helbest raveya tiþtekî ye. Lê belê ew rave
yekser û bi kitekitên xwe ve nayên dayîn. Her wiha helbest raveya
naveroka xwe ye. Lê ew rave bi rêya ramana xwe, xwe bi hinek sembolan
diderbirîne. Ji van sembolan re tê gotin hêma. Hêma halê herî yekun ê
raveyê ye. Yekuna raveyê jî, tevahîtiya helbestê pêk tîne. Ger hêma
û rave cihê xwe biguherînin, gotin dicihde be, helbest ji teqla xwe
dikeve, nirxa wêjeyî dadikeve û firêzeya hunera helbestê qet xuya nabe.
Lê belê ev nayê wê
wateyê ku, tiþtên ji bo xwendevan hatine berpêþkirin, ne helbest in.
Nexêr, helbest in. Lê ji aliyê hunera hêma, nirxa wêjeyî û hunera
helbestê ve zelût mane. Ji ber ku helbestvan wilfa dananiye ser þayiþa hêma,
nirxa wêjeyî û hunera helbestê. Tenê xwestiye rave an jî îzaha tiþtekî
an jî kesekî bike. Ji bo vê dahûrînê helbestên weke “Kî”, “Li
pê te”, “Mikur”, “Na” bên dayîn. Di hundirê helbestê
de ramana helbestan-çendî ku helbest gelek in jî- nêzîkê hev in.
Helbet ev weke kêmasiyekê nayê hesibandin. Hestên ku di helbestan de
weke tenêtî, tirsa terkkirinê û
nehatina wê ramanekê diderbirînin. Mirov dikare bibêje ku pirtûka
“Çû” li ser vî navî kêmasiyê naxwe. Dîsa di gelek
helbestan de ji aliyê teknîka helbestê ve û gotin dicihde be ji aliyê hêmayan
ve, helbestvan mirad Yapiþtiran serkeftinê peyda kiriye. Weke mînak
helbesta “Tenê me” dikare bê dayîn. Helbest ji çar berdekan pêk
hatiye. Di sê bendekên pêþî de helbestvan bi rengekî baþ nebitenêbûna
derveyî xwe pênase kiriye. Bendeka final
a dawiyê, divê ev jî bê gotin ku wê dubareya di hersê bendekên
pêþî de bi kar aniye, di bendeka fînalê de bi kar naniye û îmza dawî
bi awayekî serkeftî li helbestê xistiye. Di heman demê de hêmayên bi
rengê “rûyên mehkûmê extiyariyê”, “gule di movika xwe de nebiþkivî”,
“hêsirên derya li pê xwe hiþtî” ku bi kar hatine reng dane helbestê.
Lê divê bê destnîþankirin
ku hêmayên weke “xemên li ser levan miþtî” çewt in. Di serî de di
zimanê bedena mirov de, rast e hinek hest dihêlin ku pênaseya wan di rûdêna
mirov de bi eþkere xuya bibin. Girîna mirov hebe, mirov ji tiþtekî êþiyabe
an jî hestiyar bibe, av bi çavên mirov dikeve, yanî mirov stêrkan ji çavên
xwe dibarînin. Bi vî rengî wê hesta xwe diyar dikin. Tiþtek canê mirov
biêþîne, mirov masûlkeyên rûdêna xwe vedikiþînin. Li hember tiþtekî
mirov ecêb û seyr bimîne, çavên mirov beloq dibin û hwd. Mirov dikare
mînakên wiha zêde bike. Veca gava ku mirov xembar be, xem li ser canê
mirov hasil bibe, rûdêna meriv yekcarî dadikeve. Tam jî di vir de
helbestvan vê yekê, yanî diyarbûna “xemê” li ser “lêvê” daye
rûniþtandin û miþt kiriye. Ev çewt e û tiþtekî ji aliyê kêmasiyê
ve ecêb e. Çima ku xem li ser levan miþt nabe, li ser daketin an jî li
ser qermoçekkirina rûdenê bi xwe miþt dibe. Mirov dikare lêvê tirþ
bike, xwar bike, nerazîbûn an jî nivhenekiya tiþtekî bide xuyakirin, lê
mirov xema xwe bi lêvê nikare bide der. Di vir de ez
naxwazim wisa texmîn bikim ku, helbestvan lîstoka peyvê li dar xistiye,
bi wê þêwaza hinek helbestvanên me yên navê wan pir tê hilanînê. Çendî
ku di helbesta Mirad Yapiþtiran de mînakeke bi rengê “gola di nava xwînê
de gewimî” heye jî, ez naxwazim wî di nav wê kategoreyê de, ev
kategoriya ku ez ji wan re dibêjim “hostayên berevajîkirina peyvan”
de bihesibînim, çima ku di pirtûka wî de tenê yek mînakek heye. Ger mînak
zêde bûna, bi neçarî minê wî di nav wê kategoriye de binirxandina. Da
ku bê famkirin li ser mînaka nedicîde ya Mirad Yapiþtiran, mirov dikare
zelaliyekê pêk bîne ji bo wê kategoriyê, ku bi zena min tevkariyekê pêk
nayinîn ji bo hunera helbesta nûjen a Kurd. Mînak ev e: “gola
di nava xwînê de gewimî”. Yanî helbestvan
helbet dikare di helbesta xwe de bi peyvan û heta bi peyvê bilîze. Ev mafê
wî yê herî rewa ye. Jixwe ger ku bi asteke serkeftî û bilind bi peyvê
leyist û dirûvekî nû, hêmayeke balkêþ û nehatîdîtin peyda kir, di
her halî de wê qiymet û mezinahiya wî bê teslîmkirin. Lê di heman demê
de ev yek nayê wê wateyê ku helbestvan bi berevajîkirina mantiqa peyvan
dê asta xwe bilind bike. Ev ne hunerek e, ku bilindbûna wî pêk bîne.
Ger helbestvanê rastîn e, hêzdar û xwedî þayan e, wê demê bila ne
biberovajîkirina peyvan, lê bi leyistina peyvan wê hostatiya xwe derîne
holê û nîþanî me bide. Weke li jor me mînak da, gol di nava xwînê de
gewimî, baþ e bila bigewime, lê di aliyê hunera helbestê û hêmayê de
teqabûlê çi dike? Ne tiþtek!... berevajîkirin an jî qilopandina peyvan
ger derbirîneke nû derîne holê, xwedî qîmet e. Na ew berevajîkirin û
qilopandina peyvan wateyeke nû, derbirînek an jî çawa em dizanin hêmayê
naafirîne; wê gavê em dikarin bibêjin ku, di wan helbestan de tenê
enflasyona peyvan heye. Peyv li pey peyvan berevajî, xwaromaro têne rêzkirin
û ji vê re tê gotin helbesta nûjen. Dibe ku ji bo wan kesên zêde hinek
peyvên Kurdî nizanin, yanî ew peyvên akademîk(?!!!) balkêþ be. Lê ji
aliyê hunera hêmayê ve nehêja ne. Ji ber vê çendê ez ji wan re dibêjim
“hostayên berovajîkirina peyvan”.
Baþ e ku Mirad Yapiþtiran
neketiye vê xetereyê. Berevajiyê vê yekê
mirov dikare bibêje ku Mirad Yapiþtiran, tevî ku pirtûka wî ya yekê ye
jî, di teknîka helbestê de, bi taybet ji aliyê bijartina peyvan ve gelek
þareza bûye. Derbirîna ku xwestiye bide, bi helbestên kurt pêk aniye.
Di vir de kurtbûn û dirêjbûna helbestê ne mesele ye, dibe ku hinek
helbest dirêj bin û hinek jî kurt bin. Lê ji pênaseya xwe zêdetir dirêjbûna
helbestê gelek xisar e. Divê helbestvan herî bilind hendazetî niþan
bide ji bo peyv û hevokên di helbestê de cih digirin. Zêde peyv weke li
jor hate destnîþankirin enflasyon e, pir kêm peyv jî lewazî ye. Weke dawî Mirad
Yapiþtiran bi pirtûka xwe ya yekê ketiye nav hilkeftinekê û ez bi xwe
wateyeke mezin didim vê hilkeftinê, çendî ku hinek kêmasiyan hildigire
jî. Di aliyê mesaj û ramanê de jî diyar e ku, xurtbûnekê peyda dike.
Herî hindik dizane li ser çi dinivîsîne û berê wî bi kû ve ye. Ez
gelek meraq dikim gelo ev helbestvanê ciwan dê karibe berdewamiya helbestên
xwe, lê yên serkeftî bîne? 08.03.07 Nîzamettîn
Akkurt |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org