Li Ser Helbesta Xizan Þîlan Çend Gotin û Ezmûneyên Helbesta Nameyî

 

Nîzamettîn Akkurt

 

 

Di wêjeyê de rewþeke cewaz heye; stîl, þêwaz û teknîk bi nivîskar bi xwe ve girêdayî ne. Helbet rexnevan û hetta xwendekar dikarin di vî milî de rexne û pêþniyarên xwe pêþ bixînin. Lê di aliyê diyarkirinê de yê ku diyarker e, xwediyê berhemê ye.

Di warê helbestê de jî ev wisa ye.

Yanî rast nabe ku mirov rabe û bibêje, wey te çima vê stîl û teknîkê hûnandiye. Jixwe karê rexneyê jî ne ev e. Her wiha rexneyên ku di vî milî de bêne pêþxistin jî, ji bo nivîskar bi gotineke dîtir ji bo helbestvan nabine avakar.

Helbestvan divê di bingehê stîl, þêwaz û teknîka helbesta wî de bê rexnekirin û nirxandin. Bi taybet ji bo helbesta Kurdî ev yek rast e. Ji ber ku piraniya helbestvanên me di aliyê stîl, þêwaz û teknîkê de hê xwe negihandine radeyeke ku pê bêne naskirin. Hetta hê jî gelek nivîskarên me di navbera stîl, þêwaz û teknîkan de diçin û tên. Veqetandina xwe ji helbesta klasîk çênekirine; weke ku bi awayê klasîk helbestan dihonin, carna mirov lê dinêre dikevin nav hewlên helbesta nûjen jî. Rastî û kirûya ku xuya dike bi me dide nîþandan ku, hê ked û derbaskirina qonaxan divê.

Helbet di vî milî de sînor danîn ne tiþtekî rast e. A girîng têma, naverok û hûnandina helbestê ye. Ê ku vê diyar dike jî, helbestvan e.

Bi gora helbestvan, ger hûnandin û pênasekirina xeyal û hestên wî yên kûr çarîna neçar bikin, mirov nikare zorê li wî bike, ka te çima helbesta xwe bi rengê serbest nehûnandiye.

Diyarker û xwediyê vebêjeriyê helbestvan e. Ên din tenê dikarin jê re bibin alîkar û avakar.

Weke azîne ev rêk rasttir e.

Yek jî helbestvan helbestên xwe ku bi þêwaza klasîk dabe hûnandin, divê rexnevan di nav pîvan û pêþveçûyîna helbesta klasîk de, na heke bi þêwaza nûjen bi gotineke dîtir serbest nivîsandibe, her wiha divê rexneya wê di nav pîvan û ezmûneyên pêþveçûna helbesta serbest de bêne pêþxistin. Ev jî azîneyeke rast e, ji bo helbesta Kurdî ku rastiyê dixwe.

Piþtî van xalan mirov dikare derbasî dahûrîna helbesta Xizan Þîlan bibe.

Weke li jor hate destnîþankirin, Xizan Þîlan jî yek ji wan helbestvanê me ye ku him helbestên çarîn ên tijî qafiye nivîsandiye û him jî ketiye nav hewlên helbesta serbest.

Dîsa bi rengekî vekirî tê dîtin ku helbestvan di nav lêgerînê de ye, ku þêwaz û stîlekê ji xwe re bide avakirin û ferq kiriye ku her tiþt wî ber bi helbesta serbest ve dahf didin. Pirtûka wî ya bi navê “Nameyek Ji Rinda Min Re” ji bo vê yekê mînaka herî baþ û dicihde ye.

Di vir de divê em kevanekê vebikin, ji aliyê þikil û bîçimê ve helbesta serbest dewlemend e. Vê dewlemendiya xwe ya bingehîn jî bi alîkariya cureyên dîtir ên wêjeyê pêk tîne; weke pexþan û nameyê. Weke tê zanîn nameyên helbestî hene, pexþanên helbestî hene û her wiha helbestên pexþanî û helbestên nameyî hene. Lê divê ev jî bê destnîþankirin ku ev cure ji bo helbesta nûjen a Kurdî nû bin jî, ji bo wêjeya derveyî me ne nû ne. Ezmûneyên vê yekê mirov dikare bibêje ku bêjimar in.

Vêca Xizan Þîlan di pirtûka xwe ya ku navê wê li jor derbas bû de, awayê helbestên nameyî pêk aniye. Vê yekê di navê pirtûkê de û him jî di helbestên di nava pirtûkê de bi rengekî vekirî destnîþan kiriye. Divêtiyeke wisa diviyabû an jî nediviyabû, ew rexneyeke teknîkî û talî ye.

Lê belê di naveroka helbestê de, bi gotineke rasttir di dawiya helbestan de bikaranîna îbareya “evîndarê te Þîlan” hiþtiye ku qelsî û lewazî bikeve helbestên wî, û ew jî di aliyê tengkirina hîtaba helbestê de, ku rê vedaye li ber mînanî ku helbest ji yekê re hatiye nivîsandin û tenê hîtabê wê dike. Ev yeka hanê di aliyê nirxê wêjeyî û hunera helbestê de lewazî û qelsî ye. Nahêle ku xwendevan bikeve nav helbestê an jî rê digire li ber derbasbûna nav mejî û dilê xwendevanên curbecur. Ew tiþta ku helbest dixwaze bide der, teng dike, bisînor dike, hiþk dike. Jixwe di helbestan de gelek pênase û nîþan hene ku hîtaba wê didine kirin, wekî din dubareyeke bi vî rengî cihê xwe negirtiye. Lê divê em vê yekê jî bidine diyarkirin ku, di hemû helbestan de ev îbare cih negirtiye. Tenê di hinek helbestan de peyda bûye.

Her wiha divê bê destnîþankirin ku helbestvan di warê helbesta serbest a bi þêwaza helbestên nameyî serkeftinekê daye çêkirin, helbet weke hilkeftinekê.

Ev aliyê erênî ye.

Lê kêmasiyên di helbestan de dihêlin ku ev helbestvanê me li ser vî cureyê helbestê zêdetir kûr bibe. Ji bo vê çendê jî di serî de divê xwe ji aliyê niþaneyên ku bûne klasîk rizgar bike.

Meqsed ji nîþaneyên klasîk ne þêwaza helbestê ye. Da ku baþtirîn bê fêmkirin, mirov dikare çend mînakên rênîþandêr bide.

Mijarên ku helbestvan bijartine hîtabê asteke navîn dike. Helbestên weke “Ey Mirovatî”, “Ji Eyþe Þan Re”, “Hevala Nemir Zîlan”, “Dayê”, “Hevalo”, “Tembûra Min”, “Ey Mirovê Zilimkar” û “Rûpelên Dîrokê” ji bo vê ramanê mînak in.

Ev rastiyek e ku, radeya xeyal û asoya civaka Kurd bi taybet di aliyê entelîjansiyê de di xalekê de maye. Qonaxên civakî ji ber ku li pey hev bi rengekî resen û jixweber nehatine derbaskirin, çendî ku di aliyê dîrokî û siyasî de gelek pêþveçûnên hêja pêk hatibin jî, ev yek bi dewlemendiya xwe ve xwe neteyisandiye nav kûrahiya raman û giyana civakê, yanî nebûye þiklê jiyanê. Ew asta gundayetî a teng ku sînorên wê diyarkirî û asê ne, hê jî li ser civakê weke cilekî qewîm rapêçayî ye. Bîr û bawerî, hizir û raman ji aliyê dîrokî, siyasî û rojaneyî de çendî ku pêþveçûnekê pêk anîbe jî, ev ne hatiye halê çandekê, nebûye þêwaza jiyanekê. Peyvên ku jiyana me pênase dikin, hê jî mor û demxeya wê çanda kevin hildigirin. (Meqsed di vir de ne çanda kevnare ye, ew çanda gundayetî ya sînor teng e). Ew hewlên ku dixwazin nûjeniyekê ava bikin, ne xwedî wê kok û rehê ne, ku þêwaza jiyana nû, ecibandin û hezkirinên stîla nûjeniyê pêk bînin. Çima ku hest, êþ, têgihîþtin, famkirin, xeyal, xem, birîndarbûn, hîskirin, pêhesîn û hwd. xwemalê wê çandê ne, ku me niyet heye em jê felat bibin. Hestên gundiyekî û bajariyekî ne wek hev in. Famkirin, têgihîþtin, mantik û rêpîvanên wan ên pêþwazîkirina bûyer û kirûyên jiyanê jî ne wek hev in. Em dixwazin weke bajariyan wê nûjeniyê pêk bînin, lê tiþtên di tûrikê me de ne, li ser namilên me ji gund hatine. Ev ji bo hemû Kurdan derbasdar e, çima ku weke civakî Kurdan hê xwe negihandine çanda bajariyê. Helbet civak di vê astê de ye û ev jî nayê wê wateyê ku kes an jî takekes nikarin vî sînorî biþikînin.

Di helbesta X.Þîlan de jî ev xal yekser dertê pêþberî me. Teknîk û þêwaz nûjen e, lê têma, naverok û mijarên ku hildane dest û di ser de jî rengê vebêjeriya wî ya xem, xeyal û hestan asoyeke mirovekî navîn keval dike. Gava ku mirov wan helbestan dixwîne, li mirov xerîb an jî sosret û nû nayên. Weke navîne, wê asta di hiþpak û kombûna mejiyê xwendevanekî jirêzê de derbas nake.

Ger helbest di asta xwendevan de ma, ev lewazî ye.

Dîsa û di ser de jî ku helbestê asoyên nehatine keþifkirin, pênaseya hestên nehatîkirin û deriyekî nû veneke ji bo xwendevan, asta wê helbestê bi xwe re gumanê tîne.

Diviyabû ku X.Þîlan nekeve vê xefikê, bi gotineke dîtir di her xwendina helbesteke wî de, weke xwendevanekî ew tirs bi min re çêbû, gelo ka helbesta dî jî wisa ye an na?

Ger xwendevan di qelibandina her rûpelê de vê tirsê di dil û mejiyê xwe de hilgire, ev ji bo xwediyê helbestê nabe pûanekî qenc.

Helbet di milê veqetandin xistina mijaran de mirov rabe û zorê li helbestvan bike, çewt e. Mafê me jî nîn e, ku em rabin û ji helbestvan re bibêjin te çima di van mijaran de helbest nivîsandine. Jixw me navê wan helbestên li jor hatine dayîn ne ji bo vê yekê dan. Gelþ pir zirav û tenik e. Helbet maf û biryar ya nivîskar e, ka dê di kîjan mijarî de binivîsîne. Lê gava ku gelþ bû gelþa nirx û hunera helbestê wê gavê rê vediqete.

Em vê yekê dikarin bi vî rengî pênase bikin:

Nirxa wêjeyî û hunerî di tiþtên sereke û xuyayî yan jî rolbarkirî(çawa ku civak bi hinek kesan rol dide; weke rêber, serek, giregir, dilêr û hwd.) de na, di kitekitên jiyanê de, di wan xalên herî zirav, kitekitên nayên xuyanê û terîþên paþ wê xuyanga ku hin raman berê  wî yê pêþ nîþanê me didin de veþartiye. Mînak hinek nivîskar dikarin bibêjin di avakirina çand, jiyan û dîrokê de rola kesên sereke diyarker e û hinek nivîskarên dîtir jî dikarin berevajiyê vê biparêzin û bibêjin na, kitekitên jiyanê, ew keda nexuyayî, ya jirêzê diyarker e. Weke hate diyarkirin ev tercihek e. Ne dicihde ye ku mirov rabê û xwe tevî wan tercihan bike, yan jî zorê lê bike.

Lê em vê jî dizanin, di helbestê de xetên stûr, qalind, yên ramana heyî û bîrûbaweriya giþtî, pir zehmet e ku karibin xwe bigihînin wê nirxa wêjeyî ku em jê re dibêjin huner e. Belkî ji bo pêþxistina ramaneke neteweyî an jî siyasî rolekê bileyize, lê ewqas. Ji aliyê nirxa wêjeyî û hunera helbestê ve tiþtekî nû nafirîne, keþif nake û dernayîne holê ku, em wî bi rengê huner binav bikin. Ger ez xwendevan im, wê gavê ez naxwazim tiþtên li pêþberî çavên min, ji pênûsa yekî din bixwînim. Maharet û berhemdarî ne ev e. Jixwe rasteqîna jiyanê wî nîþanî min dide. Ma min çi divê dubareya wê di te de bixwînim?

Di ser de jî ku te li helbesta xwe navekî bi awayê “Hevala Nemir Zîlan” lê kir, tu nebêjî jî xwendevan wê helbestê dizane. Di vir de li ser “Zîlan” helbest nivîsandin ne kêmasî ye, lê navekî ku naveroka wê û di ser de jî hemû helbestê eþkere dike, ji aliyê nirxa wêjeyî û hunera helbestê ve kêmasî ye.

Ger helbestvan tiþtên dizanim, tiþtên li ber çavên min in, di bîr û xeyala min de ne bi awayekî balkêþ, sosret û þaþwaziya çavên min qasî bigihîne ber guhê min pêk bîne, ezê wî jidil biçepikînim.

Û dîsa ku helbestvan, wan kitekit û tiþtên jiyanê yên ku bala min nakiþînin, li ber çavên min in, lê mijûlahî û tevlîheviya jiyanê nahêle wan bibînim, di binî de, di nav kûrahiya tiþtên herî asayî de veþartîne bi rengekî balkêþ, sosret û erjeng bixe nav çavê min, di dil û mejiyê min de rake, ezê wî helbestvanî li ser piyan û bi rêzdarî biçepikînim.

Lê ezê û hemû xwendevanên weke min jirêze wî helbestvanî qet nekiþînim balê, ku li benda mirina navdarekî Kurd e an jî qewmîneke mezin e, ku hiltê û ew jî radije pênûsa xwe û helbesta tiþtên li pêþberî çavê min, ew tiþtên ku ez roj bi roj zindî dijim binivîsîne.

Hêjayî gotinê ye, X.Þîlan di helbestên xwe yên ku bi rengê helbestên name û bi navê “Ji Rinda Min Re” nivîsandine, di aliyê stîlê de serkeftinekê xistiye berîka xwe.

Jixwe di vir de tê peyitandin ku, vebêjeriya hestan ên bi rengê serbest û xwemalê nav derûniya jiyanê rê vekirine li ber helbestvan ku, xwe ber bi þêwazekê ve bibe. Li ba vê yekê helbestvan di hilkeftina hêmayan de xwedî hewl e û mirov dikare bibêje ku, ji bo vê yeka hanê gelek mînak dikarin bên dayîn, lê weke li jor jî hate destnîþankirin, ji ber ku helbestvan baldariyê zêde nîþanê hinek aliyan nedaye, wan xal û sînorên qalind û qewîm ên ku diviyabû derbas bike, di halêkî xuyayî de hiþtine, vê yekê hiþtiye ku, ew hewlên afirandin û hûnandina hêmayan zêde xuyanî nebin.

Helbet ev girîng e, di serî de diyar dibe ku helbestvan xwedî perspektîfeke siyasî ye, paca wî heye, mantik û ramana xwe di aliyê pêþveçûna civakê ya nûbûnê de daye rûniþtandin: Ev xal û rewþên erênî ne, ji bo helbestvan.

Weke gotina dawî divê ev jî bê destnîþankirin ku, ger mebesta me hebe ji bo di mijarekê de em helbestekê binivîsînin, ne çar car divê em çilûçar car bihizirin, ka emê bi rengekî balkêþtir û kamil çawa karibin wê mijarê derbasî helbestê bikin. Çima ku nirxa wêjeyî û hunera helbestê xwe di biçîmê daneyê de dide der. Helbestvan dikare bi wê bîçimê daneya xwe cîhana xeyalan a xwendevan ber bi roniyên nû, nedîtî û nebînayî ve bibe û li pey xwe dengê çepikandinan biteyisîne.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org