LI SER MAHÞERÊ

 Nîzamettîn Akkurt

 

Ewel ahîr tofane

Gelek heyamên ji ber mayî

Û kotekiyên xemla mirov

Belkî jî rewrewk nîne

Dirêjahiya temenê qelaþtî

Ku maye li ser qaþilên hinedar

Ango li ser terpîna perê çivîkan

Ma tim ne rewiyê þunewarê nepêniyê ye

Evîndarê sîberan

Westa

Û mandî

Bendewarê dengan

Siwariyê berbangên seqeman

Wek hewariya dest þewat

Zîq maye

Li ser awêna dayika çiyayan!

 

Eyane

Û xwe xumandiye

Di nava tehmên paþ jahrî de

Êdî

Þunewarên rasthatî

Dibe netepitiyê razên hayzeyan

Ku tu car nehatiye hêvotin

Li ser rêkên ber nediyar!

 

Eyane

Xwe disipêre bêdengiya tevger

Û tofana

Ku li ser navê kerametê tê gotin

Jî ber ku

Mahþer hê zu ye

Û beriya te ye her tiþt.

 

Bi te eyan bu

Lê bi her tiþtê xwe xweru buyî

Û dilê te yê xilxilîn

Diherikiya nav avên zelal.

 

Piþt re bi hiþê te leyistin

Bi destên kufkar û tijî pelq

Mahþera te bi wan eyan bu

Bi wan stêrk lîmonên çav þeq!

 

Min ji te re digot

Te bi wana ewle dikir

Min ji te re vedigot

Te bi wan bawer dikir

Mîna pêþrewek diçirise

Li ser îsîna derya yê

Ku tu car nabe kefa destê gul veda!

 

Heke

Belê, min tim gotibu heke

Tu teze û xweþik buyî

Li ba wan rêwîtiyê hêvotî

Li paþ mahþerê

Lê tim bi te diqediya

Kotekiyên xemla mirov

Û nezera çavan

Ku her dipekiya

Ji awirên xwedî gerdîþên fêdkar

 

Êdî tu nezil buyî

Fena ava sîtilên pîresêr

Ku her dikele li ser agiran

 

Heke

Belê min ütim gotibu heke

Niha jî

Tu netepitî û mandî yî

Nola biyaniyê

Li nav rêkên ber nediyar!

 

Gulan 99/ Metîna

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org