Malika Hefteya Duyemîn
Nîzamettîn Akkurt
Li
derve seqema veqetînê
Wek
þûrekî mûbir e
Li
ser bêriya min a biêþ û jan
bêhedan
ku her tê xapan.
Hesreta
min, bila vegotina te be li min
Bi
þermîna wê xumênê
Ku
ji bin kûrahiya tenêtiya tenê
Tê
bi rengê xwe yê resenê
Ka vebêje min
Pa çawa dikare
Ji xwe vebiqete welatek
Û pa çima dikare
Xwe li wan riyên derwêþî bixîne
Ew rêwîtiyên bêveger
Ku dilan disojin her
Derman jê re nebe ger
Wê her tim bibe derbeder!
Hesreta
min, bila vegotina te be li min
Bi
êþa veqetînê
Ku
em bi geþa azadiyê diketinê, vebêje min
Ka
çawa xwebûnek dikare bikiþîne
Heya
dil û hinavê
Weke
avîn û xunavê
Wê
tariya lerza çûyînê
Li
ser navê tavê?
Tê
bîra te
Em
bi hev re rabibûn
Bi
þikestina peroþmend
Li
ser wê derbirana poþmanî çi ye nizane
Û
me bi hev re jê kiribû
Wî
tayê pembû
Ku
jiyana me pê ve girêdayî bû
Û
niha jî em
Di
wan riyên derwêþî û xefikane de diterpilin
Li
nav strîzerên mebesta me ya pak.
Ax
Ew
azadiya ku weke fîtosekê
Me
li pey xwe
Li
qeraxa çeman
Ber
devê robaran
Betan
û quntara çiyayan
Li heft welat û þaristanan digerand.
Ax
Hêviyên wermandî
Dilxwaziyên nepixandî
Hun
çi xweþik û delal in
Qasî min nêzîkê min
Û weke min bêþemal in!
Dizanim
Her evîn di berîka xwe de
Bi sergiraniyeke mezin
Di
nav qayîliya bêpênase de
Bi
dilê xwe
Û
bi xwestek
Xencera
xwe hildigire
Û
her evîn zayîn e
Zayîn
Di
berîka xapandinê de
Li
ba pevþabûna sotandinê
Û
di dîroka êþandinê de pêk tê
Û
dîsa her evîna zayî
Wêneyê
xiniziya xapandina xwe
Bi
gunehên xwe yên giran
Ji
hev weslebûyî
Û
pêþîn hildigire
Di
nav jana bêtîrûþiya veqetînê de
Ji
xwe û ji her tiþtî aciz.
Ez
Di
bin taya veqetînê de
Li
ronahiya þûnewarê te dinêrim
Di
nav kefa dest de sonda min
Li
pêþ çavên min wêneyê te yê herifî
Te
dixapînim
Û
tu li bîbika çavên min dinêrî
Wek
sûretê paþ çiyayê Qaf.
Dizanim
Lê
ji bo gotinê rû nabînim
Xapandin
tu caran wêrekî naxwaze
Û
li xwe danayne tu xinizî
Di
nav gihîþtina tariya wendakirinê de
Ku
gunehên zayînê bipeþkîne
Bi
giraniya dijwar
Bi
þêtiya xembar
Li
ser tûjbûna xencera berîkan.
Ax
Welatê berze
Axa wendabûyî
Hun
çi xweþik û dilkêþ in
Li
wan rêkên dûv û dirêj
Li
ba rastîna bêpevgihîn
Tijî
jan û êþ in!
Þev
dibarin bi ser min de
Û
ez li vir im
Li
ba min hûrikek
Li
pêþ çavên min wêne
Qesra
Þîrîn diþewite bi Lozan’ê
Hemû
gunehên berîka me ne
Û
li bendê ne
Ew
hewîþên me yên jor
Ku
xwedayan dihewandin
Û
bendeyan didewixandin
Li
ser navê ajoyên asîmanî.
Þev
dibarin bi ser me de
Û
ez û tu li vir in
Ji
hev dûr in
Hûr
in
Li
kêlek wê dibihûrin
Û
didahûrin wê xiniziya wêneyan
Ku
çavên me bi hev re diþemitiyan
Her
xala rakêþ bû xapan
Wek
bendera me ya bêçaretiyan
Kê
dihat û diçû nedibû eyan.
Na,
naxêr
Li
wî bajarî ku tu çûyê
Lê
nayê têgihîþtin dinêrim
Li
ser navê yên li paþ hatî hiþtin
Û
yên ku li pêþ werin jiyandin
Tenê
wêneyekî herifî peyda ye
Û
maye
Di
vî destê bendêmayînê de.
Ew raboriya ku em nikarin hilgirin
Lê
bi darê zorê
Bi
kotek û dorê
Bi
me didane barkirin
Diçû
û dihat
Di
nav qîjêniya awirên stembar de
Li
me dibû xala bêveger
Û
ew qasa qahra jiyanê
Wek vereþanê.
Wê helbet li me zor bê
Mîna wan bablîsokên gerdîþên tûj û dijwar
Ku
di daqurtandinan de xwe dikirin heyî
Li
me dihat
Û
niha jî tu dibêjî salek
Du
salên qirase
Sê
sal 36 meh
Nizanim
çend sal û rojên borî
Çend
demjimêr xulek û çirkên gorî.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org