MALIKA HEFTEYA SÊYEMÎN

 

 Nîzamettîn Akkurt

Ez di qehra heyamên binefþî de me

Ka tu ka yî

Û ka li kû derê ma

Ew devqîçiya ku me bi xwe

                        Vediþard ji xwe

                        Ji wê peroþmendiya çokên xwe?

Çima

Û cardin çima

Ew gerdîþên tayê lingan

Ku me ji me dikirin

Û bi stemkarî em diavêtin

                        Paþ çiya-kerbên vala

                        Biniya kûr û dûr newala?

 

 

Ez bargirê dîroka parçebûyî

Û þêt dildarê navsînoran

Ku bûme dînê cihêxwaziyê, dipirsim

Çima di nav bêþermiya bêpaxav de

Li ser canê me xwe didin jiyandin

Ew kerb

Û rê vedikin

Bi xapandina vekerên ronî

Di çavên me de stêrk

Di laþê me de xwêdan

Bêrawestan

Bêsekin

Li ba sêhra sînoran!

 

Tê bîra te

Dema ku çavên me

Di rûbarên hev de

Bi hizn û xemgîniya piþtî derengiya dîrokê

Û siviktiya þûnewar

Her bi sotîneriya hêviya xwe diþewitiyan

Li bin roniya zer û sor

Di nav xumama dêlindêzên xwejibîrkirî de

Çi bi serê me dihat?

 

 

Hema yekser diyar dibûn û rûdiniþtin

Ew lihevkarên bêrêgez

Bi siviktahiya firotina seqayê

Di nav giraniya hêviyan de

A ku me nekarî hilgirtina wan pêk bînin

Li ser rengê axaftinê

Dihatin wek Ewan’an

Lê newêribûn bipirsin ka wê çi bibe

Û li kû biqewime ew qilqala dilan

Ku her wek evdalokan

Di rengê reben jinan de diman.

 

 

Lê ez li te dinêrim

Li ser rêkên moriyên þînî

Weke tecirmanê dialîne ew awêne

A ku dihate kirin vacibê qetla me

Li rûdêna Cembeli’yan

Her ronî

Û heyamên bêlept

Ku tim di binefþiyan de diheliyan.

 

Ez li te dinêrim

Û li ser dilkovaniya Qesra Þîrîn dihizirim

Pirsên min

Wek xumama piþtî artêþên layênê

Tûj û raçikandî dimînin

Li ser singên Star’an

Û ji xwe vediqetin

Yeko yeko diderizin awêne

Ka çima ew nazenîn

Nav li xwe datîne Binevþa Narîn?

 

 

Êdî hemû av binefþî diherikin

Heyam

Þûnewar

Û her du peyvên tecirmanê

Dihewînin navqetiya veqetîna xwe

Bi keser

Kul

Û janê.

 

Êdî hemû heyam sitimî man

Di nav xenikandina stêrkan de

Bi wan girêkên kor

Ku her duriyana sergeveziya me

Yek ji vana hildigirt

Bi êþa xeta çar berkên laþan.

 

 

Êdî ez ji xwe vediqetim

Tu jî ji xwe

Lê em bi hev re dinêrin

Wek welatekî

Ku di serdema dagiriyan de

Li ser wan riyên tijî tevzonek

Bi þikestina bayê binefþî

Çavên xwe yên zenûn berdidin

Ser wan heyf li xwe anînan.

 

 

Ew xala ku xwesteka me bû tê de mirin

Bi qilqal û xapandin

Bi tirs û xinizî

Bi xasûkî û dizî

Hindek jî rizî

Û wek giraniyeke ku di bin giraniya xwe de

                                   hatî kuþtin

Li ser piþta me rûniþtiye

Û di dest de girtiye

Xîzên cendeka çar berkên me!

 

 

Dîsa veqetîn heye

Li wê demsala çar berkên sêhrê

Li ser navê mirinê

Û xapandina ku xwe hewandiye nav raçînka girînê

Wek wan rojên dîroka jibîrkirinê

Û mîna wan salên têperînê

Veqetîn ji xwe vediqete

Bi êþ û hêvî û bi xet e!

 

 

Niha ez û tu

Di cuda rozgar û demsalan de

Bêheyam û bêþûnewar

Dilbirîn û birîndar

Wek dereng ketiyên lezginiya xwe

Bûne nêçîrên kemîna xwe

Di nav qîrên bêdeng de

Ji sertarên rabirdûya wendakirinê dikevin

Di nav aþût û lehiyên bêkeys de.

 

Cardin veqetîn heye

Û em bar dikin çenteyên kemînan li ser piþta xwe

Ew kemîn ku

Hemin dibine qasidê rêça xwe.

 

 

Belkî jî her berkarê ku bi van çavan tê dîtin

Bi xapandina Beko’yan

Bi avarêkirina Rayber’an

Hatiye alandin

Û derketiye bi hezar hewldanan

Bi girnîj

Ken

Û besîmînan

Ji wê qalikê kêmîtiya deman.

 

 

Lê çima û ji ber çî

Bi destên me dihate revandin

Ew destara gerdîþên dewixandinêr

Û dihate helandin li ser ava her du xetên pîroz

Ew polayên kefa destê kesayetiyan

Li ba gurkirina sohbetan

Bi tûj avêtina awirên bertekan?

 

 

Lê çima û ji ber çi

Di her neqlê de

Di her neqla dor jê hatî dizîn de

Ew bafiroka me

Ku bi xwêdana kefa destên me dihate hinartin

Ber bi bêserûberiyê ve

Diçû û li porên kin eliqî dima

Bi wî rengê xwe yê qurnefîla dema?

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org