MALIKA PÊÞÎ

 Nizamettin Akkurt

 

Û heyam

Ku sêhra axaftinê di þanikên xwe de vediþêre,

Û sêhr

Ku vediþêre û nepeniyan bi nifta xwe ya zêrîn vedike,

Û nepenî

Ku bi çendî caran qewastinê li ser canê me pêk tîne,

Û parçeyê nêzîk ber çavê laþê me ye,

Û qewastin

Ku çalekort û xendeqa jiyana me ya gunehbar e,

û qasî me ji me dûr e,

Û gunehbarî

Ku bihuþta xapînok û dilnîwaz a jiyana me ya bimirinî ye,

Û jiyan

Ku qasî mirinê nêzîk û qasî xwe ji me dûr e,

ew rastîna ku em nagihîjin razmendiya wê,

lê tim dihebînin wek berdilkê dilê xwe,

mîna welatê xwebûna xwe,

Niha jî bûye navqetiya veqetîna ji xwe.

 

Ev dilopên ku di çavên me de dibin pizot,

Hatine hûnandin bi destê wê hezkirina sînornenas,

Ji þaxên beledên pêt vedayî

Li ser rengê navqetiya veqetînê.

 

Em çar dilop bûn

Çar nepeniyên hê nezayî

Di wê riya pîr û kal de,

Li teniþta bêhedariyên dexesiya barê ser piþtên bêhal

Û ji dil de hatî qelaþtin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org