MAXMUR DIÞEWITE

Nîzamettîn AKKURT



NERIHETÎ PÊÞKETINXWAZÎ YE

Her kes ji hinek tiþtan nerihet dibe.
Nerihetî peyveke wisa ye ku, dema ku dengên wê di nav kewarên kerkerîtka guhên mirov de derbas dibe, mirov aciz dike. Tiþtên xirab tîne bîra mirov. Rûdanên nedicîde û çelexwarî, kar û barên jirêderketî, helwest-nêzîkatî û wilfên averêbûyî bi mirov dide rabihîstin. Çendî ku mirov pê nexweþhal dibe jî, bi ya min aliyê ku herî zêde nayê dîtin û xwestek nayê nîþandan, ji bo pêhesandina wê ev alî ye.

Nerihetî pêþketinxwazî ye.

Li hember tiþtên ku di riya rast de bi rê ve naçin acizî, hêrs û nexweþhalî ye.
Li dijî berevajî berteka rûdanên xwedî berpirsiyarî û wijdanê ye.
Þoforê ku em li erebeya wî suwar bûne, bi xwe penaberê Mexmûr’ê ye. Devê xwe bi hêrs vekiriye û dijûnên li pey hev rêz dike:
“Hinekên bêþeref bi rûmeta me dileyizin. Bi dizika diçin û bi dewleta Tirk re hevdîtinan çêdikin. Xwe ji bo 2 hezar dolaran difiroþin.
Hey bêþerefno, çi ji we kêm e? Ma kesî xwarina wê, ava wê qut kiriye? Ha hun dixwazin bibin kesên dewlemend ji xwe re kar bikin. Lê çi sebeb e ku, hun radibin û navdariya me dadixînin?”
Þoforê me nerihet e, nerihetî di rûdêna wî de xwe bi hêrs û kerbê daye rûniþtandin. Hizra ku di fetlonekên mejiyê me de digere dihêle ku çi peyv li ser lêvên me neþemite. Li hember pêþketinxwaziyê gotin nikarin hêza raderbirînê bi xwe re bibînin. Pîþtî nêwitiyeka giran, bitoz, westa û 5 demjimêrî, bi çokên tevizî û jihalketî em xwe digihînin çapemeriya Mexmûr’ê. Rûyên ku bixêrhatina me bi girnîjeka nîvenîv þabûyî dikin, di nav mijûlahî û sergêjiya gotûbêjên kûr ên li hember derketina helwestên çewt de bihêvî û dûraso, lê hinek jî bêmecal in.
“Ma tu jî rewþenbîr î, tu vê helwesta me mafdar nabînî?”
Dengê ku van peyvan bi milê min de dadiweþîne, destê xwe di nav porê xwe yê zerik ku ji toz û xubara vê derê gijyokî bûne de digerîne. Li berda min e ku, ez bibêjim belê. Wê hema yekser wî destê xwe yê di halê tetim de biþemitîne jêr û pênûsê dirêjî min bike.
Lê leza min nîn e. Bala min li ser nerihetiya rûyê wî weke ku xwe bikêrsimîne, dide rûniþtandin.
Mafdar e, lê bêçare (weke gelê min)
Bihêvî ye, lê bêmecal (wek rewþenbîrên me)
Ditirsim biaxivim û tiþtekî cuda, gotineka ku hêvî nake ji devê xwe verêþim. Lewra dizanim, ew nerihetiya ku rojê sêsed caran di rûdêna xwe û yên derdora xwe de raçav dikim, bi peyveka þaþ, bi livandineka nedicîde, bi tevgereka netebitî bifeliþe û ji ber çavên min dûr bikeve û biçe.
Bi hêminî dipirsim:
“Çi ye helwesta we?”


ÇÎROK RADERBIRÎNA JÎNÊ YE

“Me kampanyaya îmzeyê daye destpêkirin. Aha binêre (kaxizên destên xwe nîþanî min dide) 99 rewþenbîr îmze avêtinê.”
Dema ku çavên xwe li ser jimar û navên li ser kaxizan nivîsandî digerîne, çav lê diçirisin, ronî dibin, bi pênaseleka ku mirov nikare wêneyê wan xêz bike dibiriqin.
Nîvê çav ev e. Nîvê dî jî nerihetî ye.
Jixwe çavên kurdan li aliyek xwe tim û tim þeqekî nerihetiyê hildigirin. Ev îþareta xweçêkirina wan e, nîþana pêkanîna heyîna wan e. Ma mirov bi xwe jî ne wisa ne? Û heke tunebe ew þeqa raderbirîna çavên mirov, qê mirov dikare heyîna xwe bike þênber û berbiçav? Ma mirov dikare þiyana sazkirina hebûniya mirovî bi xwe li ser kesayet û rewiþta xwe bi cî bike?
Ji ber ku dizane ev ne gengaz e, porzerê li hember min wek her kurdekî dest bi çîroka xwe an jî bi gotineka dîtir dest bi çîroka hevalên xwe yên rewþenbîr, ku bi sotînerî –weke wî þoforî- þeqa raderbirîna nerihetiya çavên xwe vedibêje min.
Ez dizanim çîrok raderbirîna jînê ye.
Û em tev bêîstîsna çîroka barê navdariya xwe ya ku di bin lingên siyaseta qirêj de dinale, hildigirin li ser namilên xwe yên jihalketî. Ew çîroka ku weke zemqekî bi raçînka çermê laþê me yê xwedî þanikên fetisandî zeliqiye, li hember hemû bertek, acizî, hêrs û çewtfêmkirinan bi rengê þerê þûr û mertalan, di nav kozika Filîtê Quto de (ku ev Don Kîþotê kurdan e) diparêzin. Beyî ku em bizanibin dê ew guleya neheq û bêmirês were û qafê serê me bipekîne. Lê bila mirina egîdan an jî yên ku dixwazin bigihîjin wê astê, ji axaftina devê wan bi xwe be.
“Di nav xwe de biryar girtine, hinekên raser, ên tên zanîn, beyî ku tenezûl bikin û ji me re bibêjin, qeflê li ser deriyê Akademiya Zanîst û Huner a A. Ocalan dane.”
“Ev li hember ronahîbûnê helwesteka paþketî ye.”
“Naxwazin mejiyên mirovan geþ bibin!”
“Tu jî helwesta xwe nîþan bide, bêdeng nemîne, bêdengî çarenûsa kurdên berê ye ku, her nifþê pey re jan û tajana wê di canê xwe de rabihîstiye.”
Tilîkên wî hê jî di nav xubara porên zer de diçin û tên. Her tilikek lezginiya gotinekê ku li berdê ye ji devê min derkeve, hildigire li ser çermê ku bidon bûye ji ritama hewaya nepaqij.
“Baþ e” ya min dihêle ku ew tilîkên lezginiya libendêmayînê dabûne ser xwe ji niþka ve biþemitin  û pênûsa xwedî 99 îmze fermoyê min bikin.
Ez þanaza xêzkirina 100. îmzeyê di ricifandin û mûçikbûna laþê xwe de radibihîsim.
Rabihîstin heyîn e, belkî jî ji nû ve zayîn e, weke candarekî kal û pîr ku yekem car bi xwe dihese.
Her çîrok aliyekî jiyanê diderbirîne, çîrokên vê wargeha germ aliyê raderbirîna çavên zeloq ku xwe berdane ber bayê nerihetiyê reng vedidin. Lê dizanin heke hilnegirin, reng venedin û weke çirûskekî ji pizotê agir pekiyayî xwe nedine teyisandin, nexþê rihetiyê venabe li ser rûdêna wan niþteciyan.
Ji ber ku ev niþtecî penaberê jiyana xwe ne, qaçax û miþextiyên raman û hizra xwe ne.
Ên ku bûne kaçax, miþextî û penaberê jiyan û raman û hestên xwe, beriya her tiþtî û di destpêka destpêkê de çîroka nerihetiyê dihonin di çav û rûdêna ku rastê neheqiyê hatine.
Lewma bi hestên tecrîdkirî dijîn, nikarin derbas bikin wan xet û sînorên jiyîna ku divê û pê dil heye. Ji ber ku jiyan bi xwe di nav qalib, qalik û çepera tecrîdê de, di halê nalînê de bi kerb û hêrsê, ji xwe dûr ketî li ber sînorên sêlûna biyanîbûnê li hev tê badan, ji hêla wan azadîxwazan ku di destpêkê de koleyan ji rajêriya kerixî re diafirînin.
Her çîrok nalîna bertekek mafdar e ku, bi li hember derketina wê afirandina kerixî ya koletiya destpêkê can û giyan bi xwe re dibîne û bi hezarûyek hewldanê dixwaze xwe bike heyîna berbiçav.
Li vê wargehê 100 îmze bi kotek û zorê xwe digihînin silma neheqiya zordest. Çendî ku bizanibin di hewqeka silmê de metirsî û tirsnakiya hêza maddî ya siyaseta li xwe tewiyaye hebe jî.
Ev jî bîçimê raderbirîna mirovê kurd e, ku dike nake nikare di kesayet û nasnameya xwe de bêhêziya hatiye çandin bitêperîne. Ma jixwe bertek di vê rastiyê de raderbirîna xwe peyda nake.

JIYAN GILOKA NAKOKIYAN E

Li wargeha Mexmûr’ê jiyan giloka nakokiyan e.
Li vê derê rojane her tiþt pev diçe, þer dike û weke encameka ku neçar e di dawiya dawiyê de xwe bigihîne þop û firêza xwe, wê lihevhatina xwezayî ya peresanî, di hemû xalegewrên têkiliyên xwe de pêk tîne. Yek jî nîþan û delîlê herî mezin þînahiya wargehê bi xwe ye. Gava ku mirov ji dûr ve li wargehê mêze dike, çavên mirov geþ dike ev þînahî. Di nav vê çolûberî û çolteriyê de li ser navê þînahiya candaran tiþtek nîn e. Hemû araziyê derûdorê û navçeya Mexmûr’ê bi xwe tenê darek jî di nav kevala xwe ya ku ji germê dikele peyda nake. Lê wargeha Mexmûr þîn dike ji darûberan. Mirov dizane ku li vir jiyan heye. Her tiþt candar e. Lê ev jiyan di hundirê xwe de giloka nakokiyan e. Him jî ji her milî ve.
Li ku derê jiyan hebe, li wê derê nakokî hene. jiyan û nakokî mînanî dumendên ji hev venaketin, bi hev re, di nava hev de ne.
Lewma jiyan di nakokiyê de ye, nakokî jî di hundirê jiyanê de peyda dibe. Weke ku mirov nikare bihizire jiyaneka bênakokî peyda ye, nakokiyeka bêjiyan jî nabe. Yek pêdivî bi ya din heye, ya din jî bi wê yekê. Têkilî, tevger, livandin, axaftin, dîtin, nêrîn, nêzîkatî, çemk, wilf, hest, raman, danûsitandin hema her tiþtê xwemalê hebûniya mirov di nav vî bîçimê heyînê de saz dibe û bi gora bikarhatina zagona xwezayî afirandina xwe ya resen û rewneq pêk tîne.
Ez li ewqas cî û deveran geriyame, lê min nedîtiye kevalek wisa berbiçav û þênber. Nakokî ewqas tûj û diyar e ku, bîzim û pêþveçûna nakokiyê bi hêsanî tê dîtin. Li vê derê nakokî xwe aniye halê navendê.
A ku rû dide û diqewime têkiliya nakokiyan e, pêþveçûna peresanî ya di navbera nakokiyan de ye.
Ma nakokî bi halê xwe yê mitlaq ve heye? Nexêr! Bi her bîçim û awayî ve heye. Yek jî carna ditewe nava xwe, carna berê pêþveçûnê bi paþ ve ye û carna jî bi pêþ ve ye. Hinek erênî ne, hinek jî neyinî. Mirov dikare bibêje ku, hemû rengên jiyanê di hundirê xwe de dihewîne. Di ser de jî gelek destan di nava xwe de peyda dike. Destên dost, destên nezan, destên biyanî... cure cure dest hene. jixwe heke ev têkiliya dewlemend a bîçimê nakokiyê tunebe, ne gengaz e ku ewqas dest bikevin nav hilkeftin û hewldanê. Xala girîng jî ev e. Dîsa ya nayê fêmkirin jî ev e. Ji ber vê yekê hinek destên ku armanc dikin têkiliyê vî bîçimê nakokiyê bibin, bi rengekî tahribkar û xirabkar hatinekê çêdikin. Hinek aliyan ve encam digirin an jî nagirin, ev mijara gotûbêjeka dîtir e. Lê ji ber ku di aliyê mantix û jîrekatiyê de gihînekên pêþveçûna bîçimê têkiliya jiyan û nakokiyên vê wargehê tênagihîjin, nikarin bi xwe re hêz û þiyana bi temamî xirabkirina vê navendê nîþan bidin. Lê bi hinek hilkeftin û hewldanan hin parçeyan jê dikin.
Ên bi vê armanc û hedefê tênji ber ku gihîneka dîrokî ya vê pêþveçûna jiyan û nakokiyê nizanin, betal dibin. Bêencam dimînin. Ji ber ku rastîna jiyanê û rasteqîna heyîna bîçimê nakokiyê tim û tim wan hilkeftin û hewldanan vala derdixîne.
Ev, ne ew mekanîzma ye ku, bizanebûn bi destê mirovanhatiye afirandin. Bi temamî rasteqîna têkoþînê ew afirandiye. Têkoþînekê bi xwe re vê daye afirandin û ji ber ku ev niþteciyên vê wargehê ji destpêkê heya îrodi nav sotîneriya vê têkoþîna bîrdozî, siyasî, civakî û çandî de bi hemû tiþtên xwe ve cî girtine, ji wî bîçimê kurdên berê derketine û gihîþtine asta kurden nû.


XWEÞIKARÊ JÎNÊ BERTEK

Bertek, þêweyê raderbirîna nerihetiya jiyanê ye.
Bi me hemûyan eyan e; du cureyên bertekê hene. Yek erênî û ya din jî neyinî ye. Tu mirov nikare bibêje ku di jiyana min de þop û dewsên vê têgînê nîn in. Îcar ku ew mirov kurd be, qet û qet nikare vê yekê îdîa bike.
Jixwe li Mexmûr, li pêþberî niþteciyên vê wargeha ku di bin germa havîna çola Misûl’ê de dikele, tu benîademek nikare þiyanê bi xwe re bibîne ku rabe û ramanek wisa gotûbêj bike. Gotûbêjeka wisa bi kotek û zorê di nav civateka fêmbar û jimarkêm de xwe bike berbiçav û þênber jî, dawiya wê henek û dawiya henekan jî genek e.
Di sêyemîn roja min a di vê wargehê de sohbeta bi çend hunermend û hinek endamên rêveberiyê re wê kevala ku min li jorê nîþanê we da, li ser gotûbêj û axaftinên xwe yên tûj û req kêrsimandin. Sohbet pêþî dibe henek û paþê jî dibe genek.
Hema wisa bû.
Ji wan hunermendan Îhsan Azadî û Harûn Amed li ba min rûniþtî ne û mijar bi heman rengî didome. Bi rengê nerihetî û bertekê xwe digihîne raveya herî zelal.
“Çi di projeya me de hebû, me yek bi yek ji rêveberiyê re vegot. Destpêkê xweþ guhdarî kirin. Xwesten fêm bikin, ka çi ye û ne çi ye. Me jî bi dilekî safî, çi di tûrikê me de hebû valayê ber wan kir. Lê nihêrtin, mêze kirin û henekên xwe bi me kirin. Lê belê piþt re çermên dirûvê xwe weke dîwarê berlînê þidandin. (Belkî jî diranên xwe zîqandibûn) gotin em vî tiþtî tasvîp nakin, ne bi gor kevneþopiya me ye. (Kevneþopiya me çi ye?)
Çi ye ezbenî?
Divê ferman ji raseran were. Ew bi xwe her tiþtî dizanin ya, yek jî kamil û safî ne, yên rajêr nikarin tiþtekî wisa bihizirin. Kuro ka ez hunermend bûm, ên wek te vî kambax navî li min kiribûn. Bihêle ez jî bibim xwedî gavekî. Na û nexêr! Ezê bibêjim û tuyê jî bikî, ne tu bibêjî û bikî!..”
Piþt re?
Piþt re, bayê germ xwe li gewdiya min dipêçe. Baþ e ku van rojan dibêjin taviyeka baranê ji milê kendavê ve derketiye û bi vir ve tê.
Hêvî û bendewariya me taviya baranê ye.
“ Piþt re me bi zimarekî tund ji wan re destnîþan kir û got, ev koma hunermendan weke komeka sêyemîn a aþtiyê hemin dê rabe û xwe li ber dergehê xêbûra malþewat bibîne. Ji ber ku em hunermend xwedî ehd û wehdê ne, emê li hember her cure çewtiyê derkevin, welew ew çewtî ji malbata me jî were!”
Piþt re?
Piþt re, di nava germa malkambax de bêhna qanalîzasyona servekirî xwe li þanikên çermê laþê me, yek jî li pozê me dipêçe. Ew zarokên ser metre ji min dûr, ji ber ecêbiya bêhedar çavên min dikiþînin ser xwe. Ling û quntazî di nav wê qanalîzasyona ku ritama genî di cukên xwe de dihewîne bêxem û paxavpêneker dileyizin. Ciwaneka bi jiyê xwe li ser bîstan xwe nêzîkê wan dike û ji wan re dibêje: “Zarokno hunê nexweþ bikevin, derkevin ji wê çepeliyê!” Yek ji wan zarokan serê xwe radike û wiha dibêje: “Qîm  qîma me ye, ma te xêr e!”
“Piþt re me ji rêveberiyê re got, ên ku xwe dikine qurban em in, ma we xêr e!.. em li ber bayê wan neketin û me raporê projeya xwe berpêþî rêveberiya jor kir.”
Niha? Germ e, bêhna her cure av, çepelî û heyberên xirabûyî xwe li zîvalên bayê tenûrî badidin. Av û xwêdana ji laþê me diherike weke berketa nerihetiyê hema li hember her tiþtî serþûþtinekê daxwaz dike.
Lê dora serþoyê -vêca li ciyekî wisa- ne hêsan e. Ez li benda valabûna serþoyê me. Ez lihêviya deriyê serþoyê me.
“niha em li benda bersiva raseran in. Gotine em ne di halê kombûyînê de ne, kengê em hatin ba hev, kêsa me li hev hat emê rûnên û biryanekê di der barê projeya we de bidin. De bila ji xêrê re be.(wey ne amîn) Em li lihêviya bersiva raporê projeya xwe ne...”
Niha? Çavên min bi zîqîniya derî dikenin. Weke ku ronahiya dûrasoyekê di nebûniya xwe de hîs bikin, di nava çalekortên xwe de dileyizin. Ji ber sergêjiya þabûnê li hev diqelibin.
“Niha em bi çavên hêviyê li dûr, li ciyê ku bersiv jê were dinêrin, lê dilê me bitirs e, tijî rarayî ye...”

MAMOSTEYÊN MAXMÛR

Dibistanên Maxmûr vebûn.
Xwendekarên dibistana seretayî û amadeyi, di nav peroþmendiya destpêkirina saleka nû de dest bi perwerdeya xwe kirin.
Dilê min gelek þa ye.
Belki jî ev nûçe di rojnameyekê de an jî di nav gotûbêjekê de bibore, dê bala kesî ji me nekiþîne. Di derba yeke de weke nûçeyeka asayî xuya dike. Lê li ba min gelek xwedî wate ye.
Ez tam du sal weke berpirsiyarê Saziya Zimanê Kurdî bûm.
Karê me bi piranî xebata li ser ziman bû. Me di vê der barê de hinek xebat pêþ xist. Xebateka baþ bû jî. Lê bele me çi kir û nekir, me nekarîbû çend kesên ku bi rastî jî bi karê ziman ve mijûl bibin peyda bikin. Zehmetiya me ya herî mezin peydakirina endaman bû. Ji ber ku di aliyê mijûlbûna zimên ve bi rastî jî asta heyî pir kêm bû. Ev yek him di aliyê xwe fêrkirinê de wisa bû û him jî di aliyê xwendinê de wisa bû. Hê jî wisa ye.
Yek jî ravekirina vê jî pir zor e. Tu li kîjan pîvana jiyanê bixî bixe, nikarî tiþtekî bimentiq jê derxînî. Mesela ez bi xwe jî nikarim rave bikim ka çima însan eleqe nîþanê zimanê xwe nadin. Ev yek bi mebest û niyeta yek-du kesî ve ne girêdayî ye. Rasteqîna jiyanekê ye.
Ez niha li Maxmûr’ê me. Ev der nêzîkê Misûl’ê ye. Yani bi kurtasî di hundirê Iraq’ê de ye û weke her welatekî xwedî eyarê demjimêrê ye. Mesela eyara demjimêra Rusya’yê û ya Çîn’ê ne wek hev in. Di navbera wan de ferq heye. Di navbera Iraq û Tirkiyê de jî ferqa demjimêrê heye. Ev ferq nêzîkê demjimêrekê ye. Yek jî mirov li kîjan welatî be, ji bo mirov eyarê demjimêra wî welatî derbasdar e. Îro kurdekî me ji baþûr rabe û here Tokyo nikare bi gor demjimêra wi welatî ku jê hatiye tevbigere. Mecbûr ê çi bike? Pêwîst e demjimêra xwe bi gor a wî welatî ya bide pêþ ya jî bide paþ. Ev li her dera cîhanê wisa ye.
Wê rojê mêvanek min hebû, demjimêrê ji min pirsî. Dema ku min gotê, þaþwaz bû. Bi xwe ji Amed’ê hatibû û di hatina xwe de demjimêra xwe bi gora Iraq’ê eyar kiribû. Ev çend sal in em li sehaya Iraq’ê ne, lê hê jî demjimêrên me li ser eyarê Tirkiye’yê ne.
Yani ev pirsgirêkek mejiyî ye, pirsgirêkek bergehî ye. Wekî din mirov nikare bi tu tiþtî rave bike.
Dibe ku her tiþtên me rengê kurdayetî bidin, an jî li ser navê kurdayetiyê bin, lê bergeh û asoya me bi rastî jî Tirkiye ye.
Mesela perwerde û xwe fêrkirin (bu gotineka rastir nefêrkirin) pirsgirêkek mejiyî ye, bergehî ye li ba me.
Vêca niha derfetek wisa qenc derketiye holê ku min gelek þa dike. Gelek kesên ku beriye çend salan digotin ma em xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibin ê çi bibe, îro ji ber neçariyê, li Maxmûr’ê bûne mamoste. Li vir jî hemû perwerde, yani ji seretayî hetanî amadeyi bi zimanê kurdî ye.
Hizir û raman kurdî ye. Axaftin, dan û sitandin, hemû jiyan bi kurdî ye. Ev þabûneka pir mezim dide mirov.
Li Maxmûr’ê dibistan vebûn, perwerde dest pê kir.
Êdî mamosteyên me fêrî kurdî dibin.

ROJNAMEGERIYA KURDÎ LI BAÞÛR

Rojnamegeriya kurdî di dîrokê de xwe disipêre destpêka serê sedsala borî. Çendî ku di wan salên serê sedsala bistan de ji aliyê yekitiya netewî mercên neyini hebûn jî, bi taybet di milê rewþengeriya kurd de gavên ku hatine avêtin xwe zêdetir di warê rojnamegeriyê de diyar dikin. Di wergiriya vê xebatê de rola kesayetên navdar ên kurd mînanî Bedirxanan sereke ye. Wergiriya karê ku dane ber xwe weke ku bi rengê kurmanciya jorîn pêk hatine, rengvedana xwe qenctirîn ber bi Bakûr û Baþûrê Rojavayê ve dane. Gelek hewldanên ku pêk hatine, bi piranî di salên paþê de li ser vî bingehî derketine.
Bi ya min Baþûrê Kurdistanê di vî milî de nebûye xwedî pareka xuyayî. Hemû rojnamegerî û kar û xebata di vî milî de pêk hatiye li ser esasê kurmanciya jêrîn bûye berbiçav. Helbet ev him kêmasiyek e, him jî serberziyek e. Di aliyê pêþxistina kurmanciya jorîn a devera Behdînan’ê de kêmasiyek dîrokî ye ku hetanî niha bi tîpên latînî ziman nehatiye pêþxistin. Serberziyek mezin e ku kurmanciya jêrîn xwe him di milê sîstema perwerdehiyê de û him jî di milê rewþengerî û rojnamegeriyê de –helbet bi tîpên erebî- aniye radeyeka xuyayî. Tebî nirxên hatine pêþxistin li ber çavan in û mirov yekser nikare bi rengekî înkar û mandelkar nêzîk bibe. Ger mirov di aliyê bikaranînê de bihizire, bi rastî jî Baþûr sereke rol dileyize di nav her çar parçeyên Kurdistan’ê de. Lê heke mirov di aliyê pêþxistînê de bihizire ev yek weke mînaka me li jor dayî, ne di asteka pêþ de ye. Wekî din jî sedemên nepêþxistina bîkaranîna ziman, gihîþtandina sîstema perwerdehiyê û bi taybet jî di warê rojnamegeriyê re, bi rengekî ku kes nikare biçûk bibîne berbiçavkirin, nebûye nesîb. Yanî tevî ku di dawiya vê sedsala borî de gelek derfet derketine û merc ber bi erênî ve veguhezîne jî, em lê dinêrin hetanî van salên dawî çi berhem û gavên cidî derneketine holê.
Ev yek bi temamî bi bergeha paþêrojê ve eleqedar e. Bergeha mirov çi be, hewldan û gavavêtinên mirov jî li ser wî hîm û bingehî pêk tên. Mirov dikare bibêje ku hetanî vê dema nêzîk bergeha her çar parçeyan jî ne bi gora xweserî û giþtîbûna yekseriya welat e. Di virê de bandora sîstema perwerdehî ya welatên dagirker gelek kûr e. Ji ber vê yekê li Bakûr tirkî, li Rojhilat farisî, li Baþûr û Baþûrê Rojava jî erebî di sîstema hizirînê de xwedî bandorek mezin e. Sedemê bingehîn ê ku nehiþtiye di her milî de ronahîbûna kurdan pêþ bikeve ev rasteqîn e. Lê ne diyarker e. Ji ber ku em dizanin di gelek mînakan de jî tê dîtin ku, dînamîkên hundirîn vê yekê ji pir milan ve betal kirine.
Rewþa parçeyên dîtir li aliyekî îro parçeyê Baþûr di vî milî de gelek êþan dikiþîne. Gavên ku di berê de nehatine avêtin, îro weke êþ û jana pêwîstiyeka jiyanî derdikeve pêþberî rastîna herêmê. Him mercên derveyî, bi taybet destwerdana DYA’yê û guherîna ku ji her milî de ketiye nava jiyanê û mercên hundirîn derbasbûna tîpên latînî weke pêwîstiyeka ku nebe nabe xistiye rojevê. Mixabin dînamîka di hundir de ewqas girtî, hizbî û herêmî maye ku, çendî xwedî hewldan be jî, bi xwe re nabîne ku bibe xwediyê gaveka mezin, di milê derbasbûna cîhana tîpên latînî de.
Ez dikarim bi hêsanî destnîþan bikim ku, li Baþûrê Kurdistan’ê derketina rojnameyeka bi zimanê kurdî yê latînî xwedî roleka dîrokî ye û valatiyeka gelek mezin dadigire.
Di aliyê dîtir de ev rojname yekem e ku, hemû nivîsên wê bi kurdiya tîpên latînî ye. Ger ji gelek milan ve were destekirin û pêþxistin, dikare roleka dîrokî li Kurdistana Baþûr bileyize, bi taybetî jî di aliyê yekgirtîbûna ziman de. Ji ber ku dengek e, perwerdeyek e, bergehek e û ya herî girîng jî, di aliyê pêþxistina zimanê me bi tîpên latînî, rênîþandêrek e.
Di rojnameya Maxmûr Rojev de weke nivîskar Omer Dewran, Nîzamettîn Akkurt, Hêvî Efrîn, Denîz Dargul, Ozcan Kaplan, Cafer Engîzek, Îsmet Yalvaç û Saîd Botan cî digirin û rojname armanc dike ku weke heftename derkeve.
Lê heke çanda hizbî, herêmî û partîgeriyê li ser neyê fezkirin. Bila hebe nebe malê çemk û têgehên teng. Bila hebe bibe malê kurdayetiya mezin.


GÛHERÎNA ÇERXÊ Û KOMPLO

Ev pêvajoya ku em dijîn, di heman demê de guherîna çerxê ye. Gelek taybetmendiyên xwe birbiçav kirine.
Çerxa ku em tê de ne, karaktena çonayetî diderbirîne û ji kevin ji binî de cuda û cewaz e.
Di dîrokê de gelek guherinên çerxê hene. Ev yek weke navên neolîtîk, koledarî, feodalîzm, kapîtalîzm û weke radeya jor emperyalîzm, yek jî sosyalîzm. Ev guherînên çerxî ku pêk hatine, çendî ku ji hev û din cuda û ciwaz bin jî, di bingeh de heman xetê þopandine. Ev xet jî, di hundirê dirêjahiya dînokê de bi navê sîstema civakên çînî ya bi serdestiya zilam tê hasîn. Yanî çerx hatine guhertin, mirovatî gelek gavên cidî avêtine, di gelek gihîneikan de derbas bûne, lê ew guherînên pêk hatî di hundirê çarçoveya serdestiya zilam de pêk hatine. Li ser hemûkan mora serdestiya zilam heye.
Lê di van 20 salên dawî de û bi taybetî ev pêvajoya ku em tê de ne, guherîna çerxê ku bi karakteraka cewaz ketiye rojeva gelek derdoran, êdî bi gelek aliyên xwe ve zelal dibe.
Di dawiya nîvê duyem a vê sedsalê de gelek tez û hîpotez derketine holê. Stratejîstan di vê mijarê de gelek kar kirine. Di vê der barê de mirov dikare bibêje ku stratejîstên DYA gelek xebitîne. Teoriya pêla sêyem, dawiya dirokê, postmodernîzm, paþ-postmodernîzm û whd. Hatine pêþxistin. Di vê mijarê de Tofler û Fukuyama weke stratejîst di serî de tên.
Ger ev tev bên hilkolandin, dê baþ were dîtin ku, analîz û dahûrînên ji hêla var derdoran ve pêk hatine, çendî ku ji gelek aliyan ve hatibin tespîtkirin jî, xala esas û bingehîn nexwestine bibînin. Ev yek jî nakokiya bingehîn e ku bi rengê nakokiya zayendê pêk tê. Yanî êdî ya ku mora xwe li çerxê dixe nakokiya zayendê ye û navê vê jî bi rengê çerxa azadiyên demokratîk tê pênasekirin.
Di dîrokê de nakokiya herî bingehîn û rehdar nakokiya zayendê ye. Ê ku vê tespît kiriye û guherîna çerxê ji hemû aliyan ve zelal kiriye A. Ocalan e. Parêznameyên Ocalan ji aliyekî ve xizmeta vê yekê dikin ku di gelek milan de Marksîzm û Lenînîzmê xalên ku kêm mane, bi tevkariyeka mezin tijî kirine.
Kurd di avakirin û jiyandina serdema neolîtîk de roleka sereke û bingehîn leyiztine. Îro jî kurd di vê guherîna çerxê de weke gelê herî xwedî polîtîk û zanebûn dîsa li ser dika dîrokê ne.
Piþtî ku es bi vê yekê dihesin, em baþtirîn fêk dikin ka çima ewqas komplo li ser me kurdan têne gerandin. Di vê xalê de komploya 9’ê Cotmeh’ê zêdetir tê fêmkirin.
Kurd, weke hêza dînamîk a guherîna çerxê ku bi rengê çerxa azadiyên demokratîk û bi tewereya jinê, li ser bingehê nakokiya zayendê pêk tê, bi komployên sîstema civakên çînî ya zilamê serdest rû bi rû dimînin.
Em kurd, çendî ku dilê me ji ber tundiya van komployên derveyîn û hundirîn disoje jî, ji ber rola xwe ya dîrokî û sereke, di heman demê de serbilind in. Kî çi dibêje bila bibêje, îro kurd di pozisyoneka layiqê dîrok û çerxê de, bi serberzî riya riya rast diþopînin. Û rojekê dê ew dîrok û rastîna jiyanê, me kurdan, ji ber berpirsiyariya rast bikenîne.
Ma jixwe rastîna jiyanê tim û tim a herî esas nîn e.

XWEÎSPATKIRIN

Kengê ev peþva xweîspatkirinê tê ber guhên min, bîranînên kevin ku weke kasên kujoker êþan bi min didine hîskirin, li ber çavên min zindî dibin: “Wî þev û roja xwe kire yek û xwe bi hevalên xwe da îspatkirin, xwe îspat kir ku ne yeka wisa ye, tam sê sal ked rijan da ku xwe îspat bike ku ne mirovekî xwedî dîtinên çewt e...”
Kî li hember kê xwe îspat dike?
Helbet rastîna jiyanê, gelek caran mirov neçar dike ku mirov hinek tiþtan (ev dibe ku tiþtên berbiçav bin an jî ne tiþtên berbiçav bin jî) pêk bîne û jixwe hewldan di vî warî de pêk tên. Bi xwe re dîtin an jî bi xwe re hîskirina çêkirin û pêkanîna hinek tiþtan, ne ji ber bêgaviya biryardayîna takekes bi xwe ye. Hin îstîsna ne tê de, bêgavî û neçariya ku xwe ji derve ve li ser takekes ferz dike, dibe sebeb ku takekes bêyî biryar û vîna xwe bikeve nava hewldanan an jî rijandina gelek kedê. Êdî ev çiqas hêza fîzîkî bi xwe re dibe, çendî nuhandina ramanê dertîne holê û çend salên temenê wî an jî wê takekesê di yoma xwe de nuqo dike xwedê dizane.
Ev hemû tiþtên ku têne kirin, ji bo kesekî an jî kesekan e. Yanî ji bo hinekan tê kirin. Ê ku vî karî dike, zorî û zehmetiyan dikiþîne û sal ji temenê xwe dide, takekes e. Lê ev tev ne ji bo takekes pêk tên. Di aliyê hebûniyê de ew tune ye, lê dikeve nava liv û tevgerê, dixebite, xwe parçe parçe dike, xwêdanê dirijîne û hwd.
Hebûn û heyîna wî di destê kesekî an jî kesekan de ye. Kengê ku takekes kete nav ezmûneya xweîspatkirinê û bi serkeftî ji vê ezmûneyê derket, hingê ew kesên mezin û bexþîner, ku piranî car ev yek kes e, hebûniya wî radestê wî dike.
Nexwe bi xwe tune, di jiyanê de sîtavkek e, di rastîna jiyanê de amrazek e, ne ya xwe ye, xwemalê hinek kesan an jî deran e. Ma jixwe xwemal û aîtbûn ne ew e ku, hemû dîtin û biryarên  di derbarê jiyana mirov de ji hêla xwediyan ve tê dayîn.
Kengê aît û xwemal, hingê em bi destên xwe hemû mafê biryarên di derbara jiyana xwe de didine dest. Kar tenê bi vê jî naqede, piþtî vê yanî piþtî ku me xwe radestê raseran kir, divê em ji wê xalê pê ve xwe li ber çavên wan bidine qebûlkirin û îspatkirin.
Va xweîspatkirin di vir de dertê.
Raseran, di jiyanê de bêgavî û neçariyên wisa afirandine û li hev anîne ku, takekes mecbûr in xwe li hember wan îspat bikin. Tenê ji bo ku dîtinên hinekî dîtir an jî iraseran di derbarê wan de werin rastkirin an jî guhertin.
Te xwe li hember karmend, patron, fermandar an jî kesên dîtir îspat kir, dê çi bikeve destê te? Hinek karbidestî, belkî qoltixek, dibe ku aferimek be yan jî çend qirûþê ku nikare di jiyanê de sê gavan bi mirov bide avêtin.
Raste e û rastîna jiyanê ye ku mirov, ji bo van tiþtan her qas û danê xwe diherbilînin, parçe parçe dikin, xwêdana salan ji eniya xwe diþemitînin: Tenê û tenê ji wan tiþtên ku me li jorê rêz kirin.
Lê kes nahizire, ka di yoma van tiþtên ku erzan in de çiqas hebûnî diçe, xwebûn û kesayetî parî parî dibe û li ser navê takekesê xwedî kesayet tiþtek namîne. Çi ecêb e ne, mirov ji bo ku dîtin û ramanên hinekan di derbarê xwe de bidine guhertin, ji jiyan, kesayet û xwebûna xwe parçe parçe didin, xwe birîndar dikin û wesle wesle dibin. Ji bo kî û ji bo çi?
Ji bo kî û çi ye nizanim, lê dizanim ku ni ji bo takekes bi xwe ye.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org