NAMEYA PETROS

Nîzamettîn Akkurt

 

Min di bîra heyama kor de daye girtin,

hezkirin û rikê,

xweþbîn û kerbê,

bi pêlên med-cezîr

a ku xwe hiltavêje mîna deryayek har,

di nav azweriya gunehpêhatinê de,

ku te bi min qet nebexþandiye.

 

Ez ji dil xwîn herikok im,

di her du quncê dilbiyanî de,

carna laþ,

carna di giyanê de gerok im,

mîna peritandina hezkirina baskspî,

her danê êvarê,

li ber pêta findan,

ku her neyar û kujokê qurmê xwe ne!

 

Te digot:

Tu nikarî hez bikî,

him ji min,

him ji yên din!

Ez tirsiyam û reviyam,

ku min dil hebû bavêjim,

li ber lêva hendefên firarî

ew riyakariya zer.

 

Te digot:

Ger hez bikî, tu durû ,

ez pev çûm, bi þûrê sertûj û hesanî,

li nav hêlînên pîrevonkê,

di mejiyê xwe de,

bi zingêniya çangockan,

li pey xwedayê xwe yê dereþûnewar.

 

Min hizir dikir

da ez hez bikim,

ji te, ne di hiþpakê de,

wê çarenûsa xwe,

ya ku min hê neçandiye li erdê

û wan tiþtên

ne daxwazê wendakirina wan bûn!

 

Di encamê de em du qunc bûn

û nediqediya riyakariya pêþ axir,

di nav tirsên

ku me ji xwe

û ji her tiþtî dabû veþartin,

piþt re jî

kiribû renze ji hezkirina xwe re,

bi zencîran,

di nav çar dîwaran de,

hêrsmend û sekan,

harmend û zadegan.

Û cîbicî dibû li navika awêneyê,

di navbeyna dirêj neynûkên

wan pîresêran de!

 

Gunehê me pê hat

û me biçûk dît,

rik û kerba xwe,

li nav çikandina tirên eros,

di singa hezkirina dilkevroþk de,

nerm û nazenîn,

reben û narîn!

 

Me afirand ji xwe re,

bi rengên hîmên mirarî,

siwariyên çaralî zirx,

kel,

birc

û nihûnan.

 

Ez bi xwe eyan bûm û min hizir dikir,

da hez bikim ji me, ne weke me,

nola ku ez xapînokê

dil þeytanê qehpik bûm,

di ser de jî rojederê sing û mejiyan.

 

Min hizir dikir,

ji ber ku hizirkirin bawerkirin bû

û gunehan

li çavika giyan rêzkirin bû.

 

Her tiþt bi me rê diket

û her tiþt vedigeriya me,

fena xewnên heyama mirarî,

ku ji dil hatiye kêrkirin

û her tiþt bi me diqediya,

nola çarenûsa

nîqaþên birîndar û girînok,

li meclîsa þer û cengan,

em binketiyê zindanan bûn,

her þev

piþtî bangawaziya hewîþan.

Ez ti car nedibûm ez,

tu ti car nedibûyî tu,

yê pêkhatî tim ew bû!

 

Ew pêla li deryayên kêrik xwarî,

deng û lingên rabûnan bi edabê

û sifra decalê xwedî heþir,

wê hezkirina me

bi çar destan digirt,

bi dexesî û piyarî,

bi ewle û bawerî,

weke bayê geronek,

li ser þopa xwe,

em bûn ên her dihatin lêxistin!

 

Hinek tiþtên me wenda kiribûn,

peyda bûn,

di vê dem û dewranê de,

yên ku xiyanetê kor dikin

û li eniya qels dixin,

bi þûrê seqadar,

bi çavên xwedî awirên har,

her þev,

li piþt deriyên qefildar,

ku tim pêgunehanînê

em dikirine tewanbarê biçûk dîtinê,

nola hîvê,

weke rojê,

mîna baranê!

 

Hinek tiþtên me yên wenda hene,

bêyî ku em bibin serjêkêrê xwe,

yê ku xwezî tîne bi tariya bayê

û avêtina rûpoþên rûyên ji kayê!

 

Lê em,

dibûn awêna bêariyê,

di nav behna efinkî

ya ku dîlên Spartakus bihuþt niþan didan,

bi wan

û tim em bûn,

xwedî awirên acûc

û xirabkarê bajarê Romayê,

bi lerza qîr û qajevajan!

 

Me

û riyakariya me vedigot ji çar heyaman re,

hewa,

av,

ax

û agir!

 

Û em,

perestgeha þerê bêqedan

-tevahî cengan- bûn,

ji her tiþtî zelût!

 

Em xencera xwînzengar bûn,

bi xemla sê xwedayan,

mîna þûrên melhêb,

di destê Andreusê Tîberyayî de.

 

Û tirsên me hebûn,

nola îcniyên bêhefsar,

ku tim rewrewkê kevala cîsmê me ne.

 

Em nakokiyek bûn,

li daristana qaç, 

ya keviya derya reþ,

ango nepenî û mûamayek bûn,

ku ti caran, ti heyam û zemanan,

nikare xwe þîn bike,

di hîmên hinehicirk de.

 

Li navbeyna çar dîwaran

em heþt dîwar bûn,

yên ku ji nifþa ji xwe þûnda,

piþtî pêþkeþkirina dîlan,

xwe qetil dikir bi dêlindêzan!

 

Ez bûm, Petrosê riyakar,

tu jî ezîzeya gunahbar,

piþt re aliyek me dibû melayîket,

aliyê din þeytan,

di laþê xwedawenda Belqîsa Lubnan de.

Û me bi hev re înkar dikir,

teva sîmyayên paþ demên însan!

 

Niha jî,

berê me vegeriyaye firtoneyê,

di vê çerxa beþeriyeta birîndar de,

li nav dema axir,

ku hemû gotin zer diherikin

û hezkirin bi mirinê diqedin,

bi navê giyan, laþ û hiþ!

                     

 

                                                                  Mijdar  99

                                                            Nîzamettîn Akkurt

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org